Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

Rabûna Miriyan Hezkirin, Hîkmet û Sebra Xwedê Eyan Dike

Rabûna Miriyan Hezkirin, Hîkmet û Sebra Xwedê Eyan Dike

“Vejîna [rabûna] yên rast û nerast wê çêbe” (KAR. 24:15).

KILAM 151 Wê Gazî ke

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa çima jiyan afirand?

DI SERΠDE, Yehowa bi tena serê xwe bû. Lê belê, ev yek nayê maneya ku wî xwe tenê û bêkes hîs dikir. Ji bo ku Yehowa dilşad be, ew hewceyî kesên din nîne. Dîsa jî, Yehowa dixwest jiyanê bide kesên din jî. Ji hezkirinê, Yehowa dest bi îşê afirandinê kir (Zeb. 36:9; 1. Yûh. 4:19).

2. Îşê afirandinê li ser Îsa û melekan çawa tesîr dikir?

2 Yehowa ewilî Kurê xwe Îsa afirand ku tevî wî kar bike. Paşê, wî bi destê vî Kurê pêşîn bi milyonan melek û hemû tiştên din afirandin (Kol. 1:16). Îsa ji karkirina tevî Bavê xwe kêf distend (Mtl. 8:30). Melek jî pir kêfxweş bûn. Gava Yehowa û Îsa erd û ezman çêkirin, wan “bi kêfxweşiyê ve bang dikir”. Wekî din, gava Yehowa tiştên din afirandin – bi xisûsî gava wî însan afirandin – melek dîsa dilxweş bûn (Eyûb 38:7; Mtl. 8:31). Hemû tiştên ku Yehowa afirandin hezkirin û hîkmeta wî eyan dikin (Zeb. 104:24; Rom. 1:20).

3. Li gor 1. Korîntî 15:21, 22, fîdyeya Îsa Mesîh ji bo çi rê vedike?

3 Yehowa dixwest ku însan heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn. Lê belê, çi heyf e ku Adem û Hewayê li hemberî Xwedê serî hilda, û seba vê, guneh û mirin ketin dinyayê (Rom. 5:12). Li hemberî vê rewşa xerab, gelo Yehowa çi kir? Wî hemen got ku ewê însanan çawa xelas bike (1. Mû. 3:15). Yehowa soz da ku bi saya fîdyeyekê, ewê fersendê bide zarokên Adem û Hewayê ku ew ji guneh û mirinê bifilitin. Li ser esasê vê fîdyeyê, kesên ku guh didin Xwedê dikarin jiyana bêdawî bistînin (Yûh. 3:16; Rom. 6:23; 1. Korîntî 15:21, 22 bixwîne).

4. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

4 Wekî din, Yehowa soz daye ku ewê miriyan rake. Lê belê, di heqê rabûna miriyan de, çend pirs tên meydanê. Mesela, rabûna miriyan wê çawa bibe? Gava hezkiriyên me wê ji mirinê rabin, gelo emê wan nas bikin? Rabûna miriyan wê dilê me çawa şa bike? Gava em li ser rabûna miriyan kûr difikirin, ev yek çawa dikare alî me bike ku em ji bo hezkirin, hîkmet û sebra Yehowa zêdetir şikurdar bin? Niha emê di heqê van pirsan de xeber bidin.

RABÛNA MIRIYAN WÊ ÇAWA BIBE?

5. Bi îhtimaleke mezin, mirov wê çawa ji mirinê rabin, û çima?

5 Bi îhtimaleke mezin, Yehowa wê bi destê Îsa Mesîh bi milyonan kesan ne di eynî demê de, lê dor bi dor ji mirinê rake. Gelo çima? Ji bo ku kaos çênebe! Yehowa her tiştî bi awayekî rêk û pêk dike, çimkî ew “ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê yê aştiyê ye” (1. Kor. 14:33). Mesela, berî ku Yehowa însan afirand, wî hîkmet û sebra xwe bi vê yekê eyan kir ku wî dinya gav bi gav ji bo wan hazir dikir. Li dema Hikumdariya Hezarsalî, Îsa Mesîh jî wê bi hîkmet û sebir tevî kesên ku li Harmegedonê sax bimînin dinyayê ji bo kesên ku wê ji mirinê rabin, hazir bike.

Kesên ku wê li Harmegedonê sax bimînin wê qanûnên Yehowa ji kesên rakirî re hîn bikin (Li paragrafa 6an binêre) *

6. Li gor Karên Şandiyan 24:15, kî wê bên rakirin?

6 Wekî din, wê lazim bibe ku kesên ku li Harmegedonê sax bimînin melûmata di heqê Padîşahiya Xwedê de û qanûnên Yehowa ji kesên ku ji mirinê wê bên rakirin re hîn bikin. Gelo çima? Çimkî bi milyonan kesên ku wê bên rakirin, kesên “nerast” in, ên ku Yehowa hê nas nakin (Karên Şandiyan 24:15 bixwîne). Ji bo ku kesên wisa ji fîdyeya Îsa Mesîh feydeyê bistînin, gerek ew guhertinên mezin bikin. Ka bifikire ku îşê hînkirinê wê çi qas mezin be! Gelo her kes wê kursa şexsî bistîne, çawa ku em îro kursên Kitêba Pîroz îdare dikin? Gelo kesên nû wê bibin para civatan û perwerdeyê bistînin, da ku ew jî karibin kesên din hîn bikin? Em vêya nizanin. Lê belê, em ji sedî sed dizanin ku di dawiya Hikumdariya Hezarsalî de, dinya wê “bi zanîna XUDAN ve tijî bibe” (Îşa. 11:9). Belê, li wê demê emê hem pir mijûl bin hem jî pir kêfê bistînin!

7. Xizmetkarên Yehowa wê halê kesên rakirî çima rind fehm bikin?

7 Di dema Hikumdariya Hezarsalî de, wê lazim be ku hemû xizmetkarên Yehowa di hin waran de xwe serrast bikin. Loma, ewê rind fehm bikin ku ji bo kesên rakirî ne hêsan e ku ew fikir û xwestekên nerast ji dilê xwe derxînin û li gor qanûnên Xwedê bijîn (1. Ptr. 3:8). Kesên rakirî wê bibînin ku xizmetkarên Yehowa dilnizm in û xîret dikin ku xwe rast bikin ji bo ku “xilasiya xwe pêk bînin”, û ewê jî bê guman bixwazin tevî wan ji Yehowa re îbadetê bikin (Flp. 2:12).

GELO EMÊ KESÊN RAKIRÎ NAS BIKIN?

8. Em çima difikirin ku emê karibin kesên rakirî nas bikin?

8 Em çima difikirin ku emê kesên rakirî nas bikin? Mesela, di demên berê de, gava Yehowa kesek ji mirinê radikir, vî kesî eynî xuya dikir, xeber dida û difikirî. Bi îhtimaleke mezin, Yehowa wê dîsa wisa bike. Wekî din, Îsa Mesîh mirin dişiband xewê, loma rabûna ji mirinê wek hişyarbûna ji xewê ye (Met. 9:18, 24; Yûh. 11:11-13). Gava kesek ji xewê hişyar dibe, şekil û şemal, deng û bîra wî dîsa eynî ne. Ka serpêhatiya dostê Îsa Lazar bîne ber çavê xwe. Ew çar roj mirî bû, loma bedena wî êdî dirizî. Lê belê, gava Îsa ew ji mirinê rakir, xwişkên wî Meryem û Mertayê ew nas kir, û xuya ye ku Lazar jî ew nas kirin (Yûh. 11:38-44; 12:1, 2).

9. Gelo kesên mirî wê bi hiş û bedeneke bêqisûr bên rakirin?

9 Yehowa soz daye ku di bin hikumdariya Îsa Mesîh de, tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşa. 33:24; Rom. 6:7). Ji ber vê yekê, mirî wê helbet bi bedeneke saxlem bên rakirin. Lê belê, ev yek nayê maneya ku ewê hemen bêqisûr bin. Wisa tê fehm kirin ku hemû însan wê ancax gav bi gav bigihîjin bêqisûriyê. Di dawiya Hikumdariya Hezarsalî de, Îsa Mesîh wê Padîşahiyê vegerîne Bavê xwe. Heta wê demê, Padîşahî wê îşê xwe bi temamî xelas bike û her kesî bigihîne bêqisûriyê (1. Kor. 15:24-28; Pey. 20:1-3).

RABÛNA MIRIYAN WÊ DILÊ ME ÇAWA ŞA BIKE?

10. Rabûna miriyan wê li ser te çawa tesîr bike?

10 Ka xeyal bike ku gava hezkiriyên te wê rabin, tuyê çi qas şa bibî. Li wê demê, ma çavên te wê bi hêstirên şabûnê tije nebin? Ma tuyê ji bo pesnê Yehowa stranan nebêjî? Belê, tuyê gelek dilşad bibî, û tuyê ji Yehowa û Îsa Mesîh re ji dil şikurdar bî!

11. Li gor Yûhenna 5:28, 29, halê kesên ku li gor qanûnên Xwedê dijîn wê çi be?

11 Gava kesên rakirî wê dev ji şexsiyeta xwe ya kevn berdin û li gor qanûnên Xwedê bijîn, ewê jî pir dilşad bibin. Kesên ku hazir in ku jiyana xwe biguherînin wê jiyana bêdawî bistînin. Bi vî awayî, rabûna wan wê bibe rabûna “ji bo jiyanê”. Lê belê, eger kesek xwe serrast neke, Yehowa wê îznê nede ku ew hizûra Cenetê xera bike (Îşa. 65:20; Yûhenna 5:28, 29 bixwîne).

12. Yehowa wê çi bereketên mezin bide xizmetkarên xwe?

12 Methelokên Silêman 10:22 wisa dibêje: “Yê kesan dewlemend dike, bereketa XUDAN e û ew derdê tevî vêya nake.” Di bin hikumdariya Padîşahiya Xwedê de, hemû xizmetkarên Xwedê wê bereketên mezin bistînin. Bi alîkariya ruhê Yehowa, ewê ji aliyê ruhî ve dewlemend bibin, yanî ewê her ku diçe bişibin Îsa Mesîh û bigihîjin bêqisûriyê (Yûh. 13:15-17; Ef. 4:23, 24). Roj bi roj, siheta wan wê baştir bibe, û ewê bibin mirovên qenctir. Li wê demê, jiyan wê çi qas xweş be! (Eyûb 33:25). Lê belê, wê çima baş be ku em ji niha ve li ser rabûna miriyan kûr bifikirin?

JI BO HEZKIRINA YEHOWA ŞIKURDAR BE

13. Li gor Zebûr 139:1-4, Yehowa me çi qas nas dike, û rabûna miriyan vêya çawa îsbat dike?

13 Wek me dîtibû, Yehowa wê şexsiyet û bîra kesên rakirî vegerîne. Ev yek tê maneya ku Yehowa ji mirovan ew qas hez dike ku ew hemû fikir, hîs, gotin û kirinên wan dibîne û di bîra xwe de xwedî dike. Loma, ew bi hêsanî dikare nêrîn, bîr û şexsiyeta kesên rakirî ji nû ve bide wan. Dawid Padîşah dizanibû ku Yehowa bi her yek ji me çi qas eleqedar dibe (Zebûr 139:1-4 bixwîne). Gelo ev yek ku Yehowa di heqê me de her tiştî dizane li ser me çawa tesîr dike?

14. Ev yek ku Yehowa di heqê me de her tiştî dizane li ser me çawa tesîr dike?

14 Ev yek ku Yehowa di heqê me de her tiştî dizane, me aciz nake. Gelo çima? Çimkî Yehowa ji me pir hez dike. Ew qîmetê dide her yek ji me. Ew her tiştê ku li ser me tesîr dike, di bîra xwe de xwedî dike. Ev fikir bi rastî jî pir cesaretê dide me. Tu caran ne lazim e ku em xwe tenê hîs bikin. Yehowa her tim li kêleka me ye, û ew her tim hazir e ku alî me bike (2. Dîr. 16:9).

JI BO HÎKMETA YEHOWA ŞIKURDAR BE

15. Rabûna miriyan hîkmeta Yehowa çawa eyan dike?

15 Tirsa mirinê çekeke pir bitesîr e. Mirovên ku di bin kontrola Îblîs de ne tirsa mirinê bi kar tînin ku zorê li kesên din bikin ku ew li dostên xwe îxanetê bikin yan ku ew dev ji baweriya xwe berdin. Lê belê, tirsa mirinê nikare baweriya me bişikîne. Em dizanin ku eger em bên kuştin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake (Pey. 2:10). Em bawer in ku tu tişt nikare me ji Yehowa û ji hezkirina wî veqetîne (Rom. 8:35-39). Ev yek ku Yehowa hêviya rabûnê daye me, nîşan dide ku hîkmeta wî çi qas mezin e! Bi saya vê hêviyê, Yehowa me ji tirsa mirinê difilitîne û cesareteke mezin dide me.

Gelo qerarên min îsbat dikin ku ez baweriya xwe bi soza Yehowa tînim ku ewê hewcedariyên min tedarek bike? (Li paragrafa 16an binêre) *

16. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin, û cewabên me wê çi nîşan bidin?

16 Eger dijminên Yehowa te bitirsînin û bibêjin ku ewê te bikujin, gelo tuyê xwe bispêrî Yehowa? Tu çawa dikarî bizanibî ku baweriya te çi qas xurt e? Mesela, ji xwe bipirse: “Gelo qerarên biçûk, ên ku ez her roj didim, nîşan didin ku ez xwe dispêrim Yehowa?” (Lûqa 16:10). Pirseke din jî ev e: “Gelo qerarên min îsbat dikin ku ez baweriya xwe bi soza Yehowa tînim ku eger ez herî zêde li Padîşahiya wî bigerim, Yehowa wê hemû hewcedariyên min tedarek bike?” (Met. 6:31-33). Eger cewaba te “Erê” ye, ev yek nîşan dide ku tu xwe dispêrî Yehowa, û ku tu ji bo hemû tengasiyan hazir î (Mtl. 3:5, 6).

JI BO SEBRA YEHOWA ŞIKURDAR BE

17. (a) Rabûna miriyan sebra Yehowa çawa eyan dike? (b) Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo sebra Yehowa şikurdar in?

17 Yehowa roj û saeta helakkirina vê dinyayê tayîn kiriye (Met. 24:36). Ew sebra xwe winda nake, û ewê berî vê wextê hereket neke. Xwedê helbet bêriya kesên mirî dike û dixwaze wan rake, lê ew dîsa jî sebir dike (Eyûb 14:14, 15). Di wexta rast de, ewê wan ji mirinê rake (Yûh. 5:28). Gerek em ji bo sebra Yehowa şikurdar bin. Ji ber ku Yehowa sebir kiriye, fersend ketiye destê me û gelek kesên din ku tobe bikin (2. Ptr. 3:9). Yehowa fersendê dide her kesî ku jiyana bêdawî bistîne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo sebra wî şikurdar in? Gerek em bi dil û can li wan kesan bigerin, “ên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, û alî wan bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re xizmet bikin (Kar. 13:48, WDN). Bi vî awayî, ewê jî ji sebra Yehowa feydeyê bibînin.

18. Gerek em çima li kesên din sebir bikin?

18 Yehowa wê heta dawiya Hikumdariya Hezarsalî sebir bike ku em bibin mirovên bêqisûr. Heta wê demê, Yehowa hazir e ku şaşî û gunehên me efû bike. Ma ne lazim e ku em jî bala xwe bidin sifatên baş ên mirovên din û li wan sebir bikin? Mesela, vê serpêhatiya xwişkekê bîne ber çavê xwe. Zilamê wê seba nexweşiyeke psîkolojîk dev ji civînan berda. Xwişka me wisa dibêje: “Ez pir xemgîn bûm. Planên malbata me gişt xera bûn.” Dîsa jî, xwişka me li zilamê xwe sebir kir. Wê xwe dispart Yehowa, û wê tu caran cesareta xwe winda nekir. Ew wisa dibêje: “Zilamê min mirovekî pir baş e, û ew xîret dike ku hêdî hêdî qenc bibe.” Belê, pir muhîm e ku em li xwişk û birayên xwe û li merivên xwe, yên ku di tengasiyê de ne, sebir bikin.

19. Wê baş be ku em çi bikin?

19 Gava erd hat afirandin, Îsa û melek pir şa bûn. Gava dinya bi mirovên bêqisûr ve tije be, yên ku ji Yehowa hez dikin û ji wî re xizmet dikin, ewê dîsa çi qas şa bin! Wekî din, gava 144.000 hempadîşahên Îsa wê bibînin ku însan ji îşê wan çawa feydeyê distînin, ewê çi qas şa bin! (Pey. 4:4, 9-11; 5:9, 10). Bîne ber çavê xwe ku gava êş, kul û derd, nexweşî û mirin wê heta bi hetayê tune bin, emê jî çi qas şa bin! (Pey. 21:4). Heta wê rojê, bila em hezkirin, hîkmet û sebra Yehowa ji xwe re bikin emsal. Eger em wisa bikin, emê li gel tengasiyan jî dilxweşiya xwe tu caran winda nekin (Aqûb 1:2-4). Ma em ji bo hêviya rabûna miriyan ji Yehowa re şikurdar nînin? (Kar. 24:15).

KILAM 141 Emir Keremeta Mezin e

^ par. 5 Yehowa Bavekî dilovan, bihîkmet û bisebir e. Ev sifatên wî hem ji tiştên afirandî hem jî ji vê ku ew dixwaze mirovan ji mirinê rake, eyan dibin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend pirsên di heqê rabûna miriyan de, û emê bibînin ku em çawa dikarin şikurdariya xwe ji bo hezkirin, hîkmet û sebra Yehowa nîşan bidin.

^ par. 59 RESIM: Mirovekî çermesor, ê ku bi sedan sal berê miribû, li dema Hikumdariya Hezarsalî hatiye rakirin. Birayekî ku li Harmegedonê sax maye ji wî re hîn dike ku gerek ew çi bike ku ji fîdyeya Îsa Mesîh feydeyê bistîne.

^ par. 61 RESIM: Birayek ji patronê xwe re dibêje ku ew nikare her roj zêdetir bixebite, çimkî li hin êvaran, gerek ew here xizmet û civînan. Lê belê, ew dibêje ku eger hewce be, ew dikare li rojên din zêdetir bixebite.