Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34

Qenciya Yehowa “Tam Bikin û Bibînin”

Qenciya Yehowa “Tam Bikin û Bibînin”

“Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan!” (ZEBÛR 34:8).

KILAM 117 Wek Yehowa Qenc Be

PÊŞGOTIN a

1-2. Li gor Zebûr 34:8, em çawa dikarin qenciya Yehowa bibînin?

 FERZ BIKE ku tu diçî mêvantiyê û mazûvan xwarineke nenas datîne ber te. Gelo tu çawa dikarî bizanibî ka ev xwarin xweş e yan na? Mesela, tu dikarî li xwarinê binêrî, bêhna xwarinê hildî, terîfa xwarinê bixwazî yan ji kesên din bipirsî ka ew di heqê vê xwarinê de çi difikirin. Lê heta ku tuyê xwarinê tam nekî, tuyê nikaribî bizanibî ka ev xwarin wê li te xweş bê yan na.

2 Mîna vê, gava em Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê dixwînin, em di heqê qenciya Yehowa de hin tiştan hîn dibin. Wekî din, xwişk û birayan belkî ji me re behsa bereketên ku wan ji Yehowa standine, kiriye. Lê belê, lazim e ku em qenciya Yehowa bi xwe “tam bikin”, da ku em bi zelalî bibînin ku Yehowa çi qas qenc e (Zebûr 34:8 bixwîne). Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Tu dixwazî dest bi xizmeta tamrojî bikî, lê ji bo ku tu karibî bigihîjî vê hedefê, gerek tu jiyana xwe sadetir bikî. Dibe ku te gelek caran xwendiye ku Îsa Mesîh soz dabû ku eger em berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê bigerin, Yehowa wê hemû hewcedariyên me tedarek bike. Lê heta niha, te belkî di jiyana xwe de nedîtiye ku Yehowa vê sozê çawa pêk tîne (Metta 6:33). Dîsa jî, ji ber ku tu baweriya xwe bi soza Îsa Mesîh tînî, tu mesrefên xwe û îşê xwe kêmtir dikî û bi temamî bala xwe didî xizmeta xwe. Di netîceyê de, tu dibînî ku Yehowa hewcedariyên te çawa tedarek dike, û tu xwe bi xwe ‘tam dikî’ ku Yehowa çi qas qenc e.

3. Li gor Zebûr 31:19, herî zêde kî qenciya Yehowa dibîne?

3 Yehowa “ji her kesî re qenc e”, heta ji kesên ku wî nas nakin re jî (Zebûr 145:9, KP; Metta 5:45). Lê belê, bi xisûsî kesên ku ji Yehowa hez dikin û bi dil û can ji wî re xizmet dikin ji wî gelek bereketan distînin (Zebûr 31:19 bixwîne). Niha emê bala xwe bidin hin feydeyên ku em ji qenciya Yehowa distînin.

4. Yehowa çawa qenciya xwe ji kesên ku nêzîkî wî dibin re nîşan dide?

4 Her ku em tiştên ku em ji Yehowa hîn dibin, pêk tînin, em di jiyana xwe de netîceyên baş dibînin. Gava me Yehowa nû nas dikir, wî alî me dikir ku em dev ji fikir û kirinên xerab berdin, ên ku em ji wî dûr dixistin (Kolosî 1:21). Wexta ku me jiyana xwe da destê Yehowa û hatin binavkirin, me qenciya wî hê jî zêdetir dît, çimkî wî wijdanekî paqij da me û em wek dostên xwe qebûl kirin (1. Petrûs 3:21).

5. Li xizmetê, em çawa qenciya Yehowa dibînin?

5 Em qenciya Yehowa li xizmetê jî dibînin. Gelo tu yekî fediyok î? Bi eslê xwe, gelek xizmetkarên Yehowa fediyok in. Berî ku tu bûyî xizmetkarekî Yehowa, te belkî xeyal nedikir ku rojekê, tuyê herî ber deriyê kesên nenas ku mizgînê bidî wan. Lê îro, tu vî îşî bi dewamî dikî. Bi ser de, bi saya alîkariya Yehowa, tu êdî ji belavkirina mizgînê kêfê jî distînî! Tu desteka Yehowa bi gelek awayan dibînî. Gava tu rastî muxalifekî têyî, Xwedê alî te dike ku tu sakîn bimînî. Wekî din, ew alî te dike ku tu ayetên minasib nîşanî kesên eleqedar bidî. Gava tu kes guhdariya te nake, ew qewetê dide te ku tu xizmeta xwe berdewam bikî (Yêremya 20:7-9).

6. Perwerdeya ku em ji Yehowa distînin qenciya wî çawa nîşan dide?

6 Wekî din, ev yek ku Yehowa me ji bo xizmetê perwerde dike qenciya wî nîşan dide (Yûhenna 6:45). Mesela, li civîna Jiyan û Xizmetê, em hîn dibin ku em çawa dikarin bi mirovan re sohbet bikin. Hin sohbetên emsal belkî di serî de li me hebekî zor tên, lê gava em wan diceribînin, em belkî dibînin ku ew ji bo deşta me çi qas bifeyde ne. Wekî din, li civînan carinan tê gotin ku bila em mizgînê bi metodên nû belav bikin. Çi qas li me zor bê jî, wê baş be ku em xîret bikin ku van metodan biceribînin û bi vî awayî rê bidin Yehowa ku ew me bibereket bike. Niha emê bala xwe bidin hin ji van bereketan, û emê bibînin ku em çawa dikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin.

KESÊN KU XWE DISPÊRIN YEHOWA BEREKETAN DISTÎNIN

7. Eger em xîret bikin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin, emê çi bereketan bistînin?

7 Em hê jî nêzîktirî Yehowa dibin. Mîsala rîspiyekî bi navê Samuel, b ê ku tevî pîreka xwe li Kolombiyayê xizmet dike, bîne ber çavê xwe. Ew li civata xwe pêşeng bûn, lê wan dixwest derbasî cihekî din bibin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin. Lê belê, ji bo ku ew bigihîjin vê hedefê, lazim bû ku ew hin tiştan feda bikin. Samuel dibêje: “Me şîreta ji Metta 6:33 pêk anî, û me êdî tiştên nelazim nedikirîn. Lê belê, ya herî zor ev bû ku em dev ji mala xwe berdin, çimkî me ji mala xwe pir hez dikir, û mal bêdeyn bû.” Li cihê nû, wan ferq kir ku pereyekî biçûk têra wan dike. Samuel dibêje: “Me dîtiye ku Yehowa çawa rêberiya me dike û cewaba duayên me dide. Wî bi awayekî nû nîşanî me daye ku ew ji me razî ye û ji me hez dike.” Gelo tu jî dikarî xizmeta xwe berfirehtir bikî? Eger tu vêya bikî, tuyê nêzîktirî Yehowa bibî, û ewê te xwedî bike (Zebûr 18:25).

8. Gotinên Îvan û Vîktoriyayê çi rêyî me didin?

8 Em ji xizmeta xwe kêfê distînin. Serpêhatiya Vîktoriya û Îvan, jin û mêrekî ku li Qirgizistanê pêşeng in, bîne ber çavê xwe. Wan jiyaneke sade dajot, da ku ew karibin li cure cure projeyan – mesela li projeyên avakirinê – bixebitin. Îvan dibêje: “Em bi dil û can li her projeyê dixebitîn. Heta êvarê, em pir diwestiyan, lê dilê me bi hizûr ve tije dibû, çimkî me dizanibû ku me qeweta xwe ji bo îşê Padîşahiyê xerc dikir. Wekî din, me ji xwe re gelek hevalên nû dîtin, û me rojên pir xweş derbas dikirin” (Marqos 10:29, 30).

9. Xwişkeke ku halê wê zor e xizmeta xwe çawa zêde kiriye, û netîce bûye çi?

9 Şertên me her çi qas zor bin jî, em dikarin ji xizmeta Yehowa kêfê bistînin. Mesela, jinebiyeke extiyar a bi navê Mirreh, a ku li Afrîkaya Rojava dijî, berê doktor bû. Piştî ku ew teqawid bû, wê dest bi xizmeta pêşengiyê kir. Ji ber ku Mirreh bi artrîtê nexweş e, ew nikare di carekê de ji saetekê zêdetir mal bi mal xizmet bike. Loma, xizmeta umûmî ji bo wê hêsantir e. Wekî din, gelek xwendekarên Mirreh’yê hene, û ew bi telefonê bi wan re sohbet dike. Gelo çi alî Mirreh’yê dikir ku ew xizmeta xwe berfirehtir bike? Ew wisa dibêje: “Ez ji Yehowa û ji Îsa Mesîh pir hez dikim. Ez gelek caran dua dikim ku bila Yehowa alî min bike, da ku ez çi qas ji destê min tê ji wî re xizmet bikim” (Metta 22:36, 37).

10. Wek 1. Petrûs 5:10 nîşan dide, yên ku xizmeta xwe berfirehtir dikin ji Yehowa çi distînin?

10 Em ji Yehowa zêdetir perwerdeyê distînin. Ka bala xwe bide serpêhatiya pêşengekî bi navê Kenny, yê ku li girava Mauritiusê dijî. Gava wî mizgîn nû bihîst, wî dev ji zanîngehê berda, hat binavkirin û dest bi xizmeta tamrojî kir. Ew dibêje: “Niyeta min ev e ku ez li gor gotinên Îşaya Pêxember bijîm, ê ku wisa gotibû: ‘A vay ez, min bişîne!’” (Îşaya 6:8). Kenny di çend projeyên avakirinê de û di îşê tercûmekirinê de xebitî. Kenny dibêje: “Bi saya perwerdeya ku min standiye, min hunerên ku ji bo pêkanîna îşê min lazim in, bi dest xistine.” Ji xeynî hunerên teknîkî, ew tiştên din jî hîn bûye. Ew dibêje: “Min fehm kiriye ku sînorên min çi ne, û min dîtiye ku gerek ez kîjan sifetan bi pêş bixim, da ku ez ji Yehowa re baştir xizmet bikim” (1. Petrûs 5:10 bixwîne). Belkî tu jî dikarî li fersendên nû bigerî ku ji Yehowa zêdetir perwerdeyê bistînî.

Jin û mêrek li herêmeke ku li wê derê hewcedariya bi mizgînvanan heye, xizmet dikin; xwişkeke ciwan di projeya avakirina Salona Îbadetê de dixebite; jin û mêrekî extiyar bi telefonê mizgînê belav dikin. Ew gişt ji xizmeta xwe kêfê distînin (Li paragrafa 11an binêre)

11. Hin xwişkên li Koreya Başûr çi kir ku xizmeta xwe berfirehtir bikin, û netîce bû çi? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

11 Xwişk û birayên bitecrûbe jî dikarin ji perwerdeyê feydeyê bistînin. Mesela, li dema pandemiya COVID-19, rîspiyên li civateke li Koreya Başûr wisa nivîsî: “Hin kesên ku difikirîn ku siheta wan îznê nade ku ew mizgînê belav bikin vê yekê êdî bi destê vîdeokonferansan dikin. Sê xwişkên ku ji 80 salî mezintir in hînî teknolojiya nû bûne, û ew niha her tim bi vê metodê xizmet dikin” (Zebûr 92:14, 15). Gelo tu jî dixwazî xizmeta xwe berfirehtir bikî û qenciya Yehowa hê jî zêdetir ‘tam bikî’? Ka bala xwe bide hin gavên ku dikarin alî te bikin ku tu bigihîjî vê hedefê.

TU ÇAWA DIKARÎ XIZMETA XWE BERFIREHTIR BIKÎ?

12. Yehowa çi sozê dide kesên ku xwe dispêrin wî?

12 Xwe bispêre Yehowa. Wî soz daye ku eger em bi dil û can ji wî re xizmet bikin, ewê bereketan bibarîne ser me (Maleyaxî 3:10). Li Kolombiyayê, xwişka me Fabiolayê dît ku Yehowa vê sozê çawa tîne cih. Wexteke kin piştî ku ew hatibû binavkirin, wê dixwest bibe pêşenga daîmî. Lê belê, li wê demê wê nikaribû dest bi vê xizmetê bikira, çimkî lazim bû ku ew ji bo debara malbata xwe bixebite. Gava wext hat ku ew teqawid bibe, wê ji dil dua kir ku Yehowa alî wê bike. Fabiola dibêje: “Bi normalî, qebûlkirina mureceata ji bo teqawidbûnê pir wext dixwe, lê ya min, di hundirê mehekê de hat qebûlkirin. Wek mucize bû!” Du meh bi şûn de, ew bû pêşeng. Fabiola niha ji 70 salî mezintir e û êdî zêdetirî 20 sal e ku ew pêşeng e. Heta niha, wê alî 8 kesan kiriye ku bibin şagirtên Îsa Mesîh. Ew dibêje: “Ez xwe carinan bêtaqet hîs dikim, lê Yehowa roj bi roj alî min dike ku ez xizmeta xwe berdewam bikim.”

Birahîm, Sera, Aqûb û kahînên ku di Çemê Urdunê re derbas bûn xwe çawa dispart Yehowa? (Li paragrafa 13an binêre)

13-14. Kîjan serpêhatî dikarin alî me bikin ku em xwe bispêrin Yehowa û xizmeta xwe berfirehtir bikin?

13 Ji serpêhatiyên kesên ku xwe dispart Yehowa, dersan bigire. Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir. Gelek caran lazim bû ku wan gava pêşîn bavêta, da ku ew bereketa Yehowa bistînin. Mesela, Birahîm bi rê ket “bêyî ku bizane wê here ku derê” û ancax piştî vê, wî ji Yehowa bereketên mezin standin (Îbranî 11:8). Aqûb piştî ku bi melekekî re gulaş kir bereketeke xisûsî stand (1. Mûsa 32:24-30). Gava Îsraêlî hazir bûn ku bikevin Welatê Sozdayî, wan ancax piştî ku kahînan lingên xwe xistibûn Çemê Urdunê dikaribû derbas bibûna (Yêşû 3:14-16).

14 Wekî din, tu dikarî ji serpêhatiyên xwişk û birayên îroyîn, ên ku xwe dispart Yehowa û xizmeta xwe berfirehtir kiriye, feydeyê bistînî. Birayekî bi navê Payton û pîreka wî Dianayê ji serpêhatiyên xwişk û birayên ku xizmeta xwe berfirehtir kir, kêf distand. Mesela, serpêhatiyên wisa li rêza meqaleyan a bi navê “Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin” derbas dibin. Payton dibêje: “Gava ku me serpêhatiyên wan dixwendin, li me wisa dihat qey me li kesên ku xwarinên tamxweş dixwin, temaşe dikir. Loma, me jî xwest ‘tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan.’” Bi zeman re, Payton û Diana derbasî deşteke din bûn, a ku li wê derê mizgînvan hindik bûn. Gelo te li vîdeoyên li ser jw.org, ên ku nîşan didin ku hin xwişk û bira çawa ji bo xizmetê çûn cihên dûr, temaşe kiriye? c Meqale û vîdeoyên wisa dikarin alî te bikin ku tu li fersendan bigerî ku xizmeta xwe berfirehtir bikî.

15. Hevaltiya bi kesên ku herî zêde li Padîşahiyê digerin re çawa dikare alî me bike?

15 Bi kesên ku herî zêde li Padîşahiyê digerin re hevaltiyê bike. Gava mirov bi kesên ku ji xwarinekê hez dikin re wext derbas dike, îhtimal heye ku rojekê, ewê jî bixwaze vê xwarinê tam bike. Mîna vê, eger tu tevî kesên ku herî zêde bala xwe didin xizmeta Yehowa wext derbas bikî, ev yek wê alî te bike ku tu jî li fersendan bigerî ku xizmeta xwe berfirehtir bikî. Birayekî bi navê Kent wisa dibêje: “Hevaltiya tevî kesên ku Padîşahiyê dixin cihê pêşîn cesaret da min û pîreka min ku em jî tiştekî nû biceribînin.” Îro, Kent û pîreka wî Veronica li Sirbistanê pêşengên xisûsî ne.

16. Li gor mîsala Îsa Mesîh, a ku li Lûqa 12:16-21 derbas dibe, gerek em çima hazir bin ku fedakariyê bikin?

16 Hazir be ku ji bo Yehowa fedakariyê bikî. Ji bo ku em dilê Yehowa şa bikin, ne lazim e ku em dev ji her tiştê ku em jê hez dikin, berdin (Waiz 5:19, 20). Lê belê, eger em xizmeta xwe berfirehtir nakin ji ber ku em hazir nînin ku fedakariyê bikin, em dikarin wek mirovê li mîsala Îsa Mesîh bibin, ê ku jiyaneke rihet dajot, lê Xwedê ne xema wî bû (Lûqa 12:16-21 bixwîne). Birayekî bi navê Christian, ê ku li Fransayê dijî, wisa dibêje: “Min wext û qeweta xwe herî zêde ji bo Yehowa û ji bo malbata xwe xerc nedikir.” Christian û pîreka wî qerar da ku bibin pêşeng. Lê ji bo ku ew bigihîjin vê hedefê, lazim bû ku ew dev ji îşên xwe berdin. Ji bo ku debara xwe bikin, wan dest bi îşê paqijkirinê kir, û ew hîn bûn ku bi pereyekî biçûk razî bin. Ma ew seba fedakariya xwe poşman in? Na! Christian dibêje: “Em ji xizmeta xwe zêdetir kêfê distînin, û gava em dibînin ku xwendekarên Kitêba Pîroz û kesên eleqedar çawa di heqê Yehowa de melûmatê distînin, dilê me şa dibe.”

17. Hin kes çima di xizmetê de metodên nû naceribînin?

17 Di xizmetê de metodên nû biceribîne (Karên Şandiyan 17:16, 17; 20:20, 21). Li dema pandemiya COVID-19, lazim bû ku pêşengeke bi navê Shirley, ya ku li Amerîkayê dijî, metodên xizmeta xwe biguherîne. Di serî de, wê nedixwest bi telefonê xizmet bike. Lê belê, piştî ku ew li dema ziyareta nazirê herêmê perwerde stand, wê ev metoda xizmetê bi dewamî bi kar dianî. Shirley dibêje: “Ez pêşî ditirsiyam, lê niha ez ji vê metoda xizmetê pir kêfê distînim. Bi vê metodê, em digihîjin zêdetir însanan!”

18. Gava em hewl didin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin, çi dikare alî me bike ku em serî bi tengasiyan re derxînin?

18 Ji xwe re hedefekê deyne û xîret bike ku tu bigihîjî wê. Gava em rastî probleman tên, gerek em dua bikin û rind bifikirin ka em çawa dikarin wan safî bikin (Methelokên Silêman 3:21). Pêşengeke bi navê Sonia, ya ku li Ewropayê li komeke bi zimanê Romanî xizmet dike, dibêje: “Ez hedefên xwe li ser kaxizekê dinivîsim û vê kaxizê li cihekî ber çavan dizeliqînim. Li ser dolaba min, resmek heye. Li vî resmî, du rê rastî hev tên. Gava lazim dibe ku ez qerarekê bidim, ez li vî resmî dinêrim û difikirim ka qerara min wê alî min bike ku ez bigihîjim hedefa xwe yan na.” Sonia xîret dike ku seba zehmetan bi zêdeyî li ber xwe nekeve. Ew dibêje: “Her rewşa nû dikare bibe wek dîwarekî ku riya min digire yan jî wek pireke ku alî min dike. Her tişt bi nêrîna min ve girêdayî ye.”

19. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo qenciya Yehowa şikurdar in?

19 Yehowa me bi gelek awayan bibereket dike. Eger em ji bo van bereketan şikurdar in, emê çi ji destê me tê bikin ku pesnê wî bidin (Îbranî 13:15). Mesela, wê baş be ku em bifikirin ka em çawa dikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin. Bi vî awayî, emê bereketên din jî bistînin. Belê, wê baş be ku em li fersendên nû bigerin ku “tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan”. Hingê, emê wek Îsa Mesîh wisa bibêjin: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûhenna 4:34).

KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e

a Yehowa çavkaniya qenciyê ye. Ew tiştên qenc dide her kesî – heta însanên xerab jî. Lê belê, ew bi xisûsî ji bo xizmetkarên xwe yên dilsoz qenciyê dike. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa qenciya xwe çawa ji xizmetkarên xwe re nîşan dide. Wekî din, emê bibînin ku kesên ku xizmeta xwe zêde dikin çawa dikarin qenciya Yehowa bibînin.

b Hin nav hatine guherandin.

c Mesela, li ser jw.org, li vîdeoyên Witnessing in Isolated Territory—Australia û Witnessing in Isolated Territory—Ireland (bi zimanê Îngilîzî) temaşe bike.