Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

Çavê Yehowa li ser Xizmetkarên Wî ye

Çavê Yehowa li ser Xizmetkarên Wî ye

“Çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin” (ZEBÛR 33:18).

KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”

PÊŞGOTIN *

1. Îsa Mesîh çima xwestibû ku Yehowa şagirtên wî biparêze?

 LI ŞEVA berî ku Îsa Mesîh mir, wî tiştekî xisûsî ji Bavê xweyî ezmanî rica kiribû. Wî ji Yehowa xwestibû ku bila ew şagirtên wî biparêze (Yûhenna 17:15, 20). Yehowa helbet xizmetkarên xwe her tim diparastin, û çavê wî her tim li ser wan bû. Lê belê, Îsa Mesîh dizanibû ku Îblîs wê hê jî zêdetir li dijî wan şer bike. Loma, ji bo ku ew karibin li hemberî hicûma Îblîs qewî bisekinin, ew hewceyî alîkariya Yehowa ne.

2. Li gor Zebûr 33:18-20, çima ne lazim e ku em ji tengasiyan bitirsin?

2 Îro, sîstema Îblîs pir zorê dide şagirtên Îsa Mesîh. Tengasiyên ku em rastî wan tên dikarin cesareta me bişikînin û dilsoziya me biceribînin. Lê belê, çawa ku emê li vê meqaleyê bibînin, qet ne lazim e ku em bitirsin. Çavê Yehowa li ser me ye – ew hemû tengasiyên me dibîne, û ew tim hazir e ku alî me bike ku em di heqê wan de werin der. Ka em bala xwe bidin du serpêhatiyên ji Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin” (Zebûr 33:18-20 bixwîne).

WEXTA KU EM XWE BÊKES HÎS DIKIN

3. Dibe ku em xwe kengê bêkes hîs bikin?

3 Li seranserê dinyayê xwişk û birayên me her çi qas gelek bin jî, dibe ku em xwe carinan bêkes hîs bikin. Mesela, gava ciwanên me baweriya xwe li ber hevaldersên xwe diparêzin yan gava ew derbasî civateke din dibin, dibe ku ew xwe tenê hîs bikin. Carinan jî, dibe ku em xemgîn bin, bikevin depresyonê û bifikirin ku em bi tena serê xwe mane. Dibe ku em dilê xwe ji kesên din re venakin ji ber ku em ditirsin ku ewê me fehm nekin. Car caran, em belkî meraq dikin ka kesek xema me dixwe yan na. Sebeb her çi be jî, gava em xwe bêkes hîs dikin, dibe ku endîşe bikeve dilê me û em xwe bêçare bibînin. Yehowa naxwaze ku em bikevin halekî wisa. Em vêya ji ku dizanin?

4. Gelo Êlyas pêxember çima got: “Ez tenê mam”?

4 Serpêhatiya Êlyas pêxember bîne ber çavê xwe. Jina Ahab Padîşah Îzebelê sond xwaribû ku ewê wî bikuje, loma Êlyas reviya û zêdetirî 40 rojî rêve çû (1. Qiralan 19:1-9). Dawiya dawî, ew li hundirê şikeftekê rûnişt, û wî ji Yehowa re got: “[Wek pêxember] ez tenê mam” (1. Qiralan 19:10). Li welêt, pêxemberên din jî hebûn. Mesela, Obadya 100 pêxember ji destê Îzebelê xelas kiribûn (1. Qiralan 18:7, 13). Îcar Êlyas xwe çima tenê hîs dikir? Kitêba Pîroz bi temamî zelal nake ku sebeba hîsên Êlyas çi bû. Gelo ew difikirî ku hemû pêxemberên ku Obadya xelas kiribûn êdî hatine kuştin? Gelo sebeb ev bû ku piştî hadîseya li ser Çiyayê Karmelê, tu kes venegeriya ser riya Yehowa? Yan jî, gelo Êlyas difikirî ku tu kes halê wî fehm nake û xema wî naxwe? Sebeb her çi bû jî, em emîn in ku Yehowa rind fehm dikir ku Êlyas xwe çima tenê hîs dikir, û Yehowa dizanibû ku ew çawa dikare alî wî bike.

Gava em xwe bêkes hîs dikin, serpêhatiya Êlyas çawa dikare dilê me rihet bike? (Li paragrafên 5 û 6an binêre)

5. Yehowa çawa rêyî Êlyas da ku ew tenê nîne?

5 Gelo Yehowa çawa alî Êlyas kir? Pêşî, ji bo ku Êlyas dilê xwe veke, wî du caran ji wî pirsî: “Li vê derê çi karê te heye?” (1. Qiralan 19:9, 13). Gava Êlyas behsa derdê xwe kir, Yehowa guh da wî. Paşê, Yehowa qudreta xwe nîşanî Êlyas da û îsbat kir ku ew li kêleka wî ye. Wekî din, Yehowa ji Êlyas re got ku li welatê Îsraêlê, gelek kesên din jî bi dilsozî ji wî re îbadetê dikin (1. Qiralan 19:11, 12, 18). Piştî ku Êlyas dilê xwe ji Yehowa re vekir û cewaba wî bihîst, dilê wî bê şik rihet bû. Hingê Yehowa çend wezîfeyên muhîm dan Êlyas: Wî jê re got ku bila ew Hazael wek padîşahê Sûriyeyê, Yehû wek padîşahê Îsraêlê û Êlîşa wek pêxember tayîn bike (1. Qiralan 19:15, 16). Bi vî şeklî, Yehowa alî wî kir ku ew bala xwe bide tiştên pozîtîf. Wekî din, Xwedê Êlîşa wek alîkar da wî. Gava tu xwe bêkes hîs dikî, gelo tu çawa dikarî ji Yehowa alîkariyê bistînî?

6. Wexta ku tu xwe tenê hîs dikî, tu dikarî di heqê çi de dua bikî? (Zebûr 62:8)

6 Yehowa dixwaze ku tu ji wî re dua bikî. Ew derdên te dibîne, û wî soz daye ku ewê her gav guh bide duayên te (1. Selanîkî 5:17). Kitêba Pîroz dibêje ku “duaya rastan wî dilxweş dike” (Methelokên Silêman 15:8). Wexta ku tu xwe tenê hîs dikî, gelo tu dikarî di heqê çi de dua bikî? Wek Êlyas, dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 62:8 bixwîne). Ji wî re behsa xem û derdên xwe bike û bibêje ku ew li ser te çawa bandor dikin. Ji Yehowa rica bike ku bila ew sebrê bide te. Eger tu xwe li mektebê tenê hîs dikî û ditirsî ku ji hevaldersên xwe re behsa Kitêba Pîroz bikî, dua bike ku Yehowa hîkmet û cesaretê bide te, da ku tu karibî bi zelalî û bi zarşîrînî xeber bidî (Lûqa 21:14, 15). Eger tu xemgîn î yan xwe bêcesaret hîs dikî, ji Yehowa bixwaze ku ew alî te bike ku tu ji xwişk yan birayekî bitecrûbe re behsa hîsên xwe bikî. Tu dikarî ji Yehowa rica bikî ku bila ew alî vî kesî bike, da ku ew derdê dilê te rind fehm bike. Dilê xwe ji Yehowa re veke, tê derxe ku cewaba wî çi ye û alîkariya kesên din qebûl bike. Ev yek wê alî te bike ku tu xwe bi zêdeyî tenê hîs nekî.

Gelo tu xîret dikî ku zêdetir xizmetê bikî û bi kesên din re derkevî xizmetê? (Li paragafa 7an binêre)

7. Tu ji serpêhatiya Mauricio çi hîn bûyî?

7 Yehowa îşekî muhîm daye me hemûyan. Emîn be ku ew xîreta te dibîne û qîmetê dide hem xizmeta te hem jî îşê ku tu di civatê de dikî (Zebûr 110:3). Gava tu xwe tenê hîs dikî, wê çima baş be ku tu bi van îşên Yehowa mijûl bî? Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî ciwan ê bi navê Mauricio. * Demeke kin piştî ku Mauricio hatibû binavkirin, yekî ji dostên wî hêdî hêdî ji riya rastiyê dûr diket. Mauricio dibêje: “Gava min didît ku ew çawa ji Yehowa dûr dikeve, min xwebaweriya xwe winda kir. Min meraq dikir ka ezê bikaribim soza ku min dabû Yehowa bînim cih û di malbata Yehowa de bimînim. Min xwe tenê hîs dikir, û ez difikirîm ku tu kes hîsên min fehm nake.” Gelo çi alî Mauricio kir? Ew dibêje: “Min xizmeta xwe zêde kir. Vêya alî min kir ku ez bi zêdeyî li ser xwe û li ser hîsên xwe nesekinim. Wexta ku ez bi kesên din re derdiketim xizmetê, ez kêfxweş dibûm, û min xwe ew qas tenê hîs nedikir.” Eger ne mumkin e ku em bi xwişk û birayan re derkevin xizmetê, em dîsa jî dikarin bi wan re nameyan binivîsin yan bi telefonê xizmet bikin. Wekî din, çi alî Mauricio kir? Ew dibêje: “Ez bi îşên civatê zêdetir mijûl dibûm. Gava min li civîna Jiyan û Xizmetê wezîfe distandin, min ev wezîfe bi dil û can hazir dikirin û pêşkêş dikirin. Van wezîfeyan rêyî min dida ku Yehowa û kesên din qîmetê didin min.”

WEXTA KU EM DIKEVIN TENGASIYÊN GIRAN

8. Tengasiyên giran çawa dikarin li ser me bandor bikin?

8 Em dizanin ku di van rojên dawîn de, em dikarin rastî hin tengasiyan bên (2. Tîmotêyos 3:1). Dîsa jî, gava ku problemên nehêvîkirî tên serê me, dibe ku em ecêbmayî bimînin. Mesela, dibe ku em ji nişka ve ji aliyê madî ve tengasiyê bibînin, giran nexweş bikevin yan hezkiriyekî xwe winda bikin. Bi ser de, tiştên wisa dikarin pey hev yan di eynî demê de bên serê me. Îcar dibe ku em xwe bêçare hîs bikin. Eger tiştekî wisa çêbe, gerek em ji bîr nekin ku çavê Yehowa li ser me ye. Bi alîkariya wî, em dikarin li hemberî hemû tengasiyan sebat bikin.

9. Eyûb rastî çi tengasiyan hat?

9 Ka bîne bîra xwe ku Yehowa çawa alî Eyûb kiribû. Di hundirê demeke kin de, çend felaket hatin serê vî zilamê dilsoz. Di eynî rojê de, Eyûb hemû keriyên xwe winda kirin, û xizmetkarên wî hatin kuştin. Ya herî xerab jî, hemû zarokên wî mirin (Eyûb 1:13-19). Wexteke kin piştî vê, gava wî hê şîn digirt, Eyûb giran nexweş ket (Eyûb 2:7). Halê Eyûb ew qas xerab bû ku wî wisa got: “Ez ji jiyana xwe ve dikerihim” (Eyûb 7:16).

Yehowa ji Eyûb re vedibêje ku ew çawa li tiştên ku wî xuliqandine xwedî derdikeve. Bi vî şeklî, Yehowa wî dide bawerkirin ku ew xema wî jî dixwe (Li paragrafa 10an binêre)

10. Yehowa çawa alî Eyûb kir, da ku ew karibe dilsoz bimîne? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

10 Çavê Yehowa li ser Eyûb bû. Yehowa ji wî hez dikir, loma wî alî wî kir, da ku ew karibe dilsoz bimîne. Mesela, ji bo ku Eyûb hîkmet û dilovaniya Yehowa baştir fehm bike, Yehowa ji wî re behsa çend heywanên balkêş kir (Eyûb 38:1, 2; 39:9, 13, 19, 27; 40:15; 41:1, 2). Wekî din, Yehowa bi destê xortekî dilsoz ê bi navê Elîhû cesaret û teselî da Eyûb. Elîhû anî bîra wî ku Yehowa sebra xizmetkarên xwe her tim xelat dike. Ji xeynî vê, Yehowa hin fikrên Eyûb bi destê Elîhû serrast kirin. Elîhû alî Eyûb kir ku ew bi zêdeyî li ser xwe nefikire, lê bala xwe bide mezinahiya Yehowa (Eyûb 37:14). Wekî din, Yehowa wezîfeyek da Eyûb; wî jê re got ku bila ew ji bo sê hevalên xwe, yên ku guneh kiribû, dua bike (Eyûb 42:8-10). Gava em rastî tengasiyên giran tên, gelo Yehowa çawa destekê dide me?

11. Wexta ku em rastî tengasiyan tên, Kitêba Pîroz dilê me çawa rihet dike?

11 Yehowa bi me re xeber nade çawa ku wî bi Eyûb re xeber dabû, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide (Romayî 15:4). Bi saya hêviya ku ew dide me, ew dilê me rihet dike. Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin ji gelek ayetan teseliyê bistînin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku tu tişt û tu tengasî nikare “me ji hezkirina Xwedê … veqetîne” (Romayî 8:38, 39). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku “Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê” (Zebûr 145:18). Yehowa ji me re dibêje ku eger em xwe bispêrin wî, emê karibin li hemberî hemû tengasiyan sebat bikin û dilxweş bimînin (1. Korîntî 10:13; Aqûb 1:2, 12). Peyva Xwedê tîne bîra me ku xelata ku Yehowa pêşkêşî me dike, bêdawî ye, lê tengasiyên ku em niha dikişînin tenê ji bo demekê ne (2. Korîntî 4:16-18). Yehowa soz dide ku ewê sebeba eslî ya hemû tengasiyên me, yanî Îblîs û alîgirên wî, ji holê rake (Zebûr 37:10). Ayetên ku em ji niha ve ezber dikin dikarin li pêşerojê alî me bikin ku em li hemberî tengasiyan sebat bikin.

12. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin, gerek em çi bikin?

12 Yehowa dixwaze ku em Kitêba Pîroz bi dewamî lêkolîn bikin û li ser kûr bifikirin. Her ku em tiştên ku em jê hîn dibin di jiyana xwe de pêk tînin, baweriya me xurttir dibe, û em nêzîktirî Bavê xweyî ezmanî dibin. Ev yek wê qewetê bide me, da ku em li hemberî tengasiyan sebat bikin. Wekî din, Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku xwe dispêrin Peyva wî. Tengasiya me her çi be jî, ruhê pîroz wê “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide me, da ku em karibin li hemberî her tiştî sebat bikin (2. Korîntî 4:7-10, NWT).

13. Xwarina ruhî, ya ku “xulamê dilsoz” tedarek dike, çawa alî me dike ku em li hemberî tengasiyan sebat bikin?

13 Bi saya vîdeo, muzîk û meqaleyên ku “xulamê dilsoz û şehreza” têr û tije tedarek dike, Yehowa alî me dike ku em baweriya xwe ava bikin û ji aliyê ruhî ve hişyar bimînin (Metta 24:45). Gerek em van tiştên ku Yehowa dide destê me, rind bi kar bînin. Xwişkeke ku li Amerîkayê dijî tîne zimên ku ew çi qas qîmetê dide van xwarinên ruhî: “Di hundirê 40 salên ku min ji Yehowa re xizmet kiriye de, dilrastiya min gelek caran hatiye ceribandin.” Şoforekî serxweş li erebeya kalikê wê xist û ew mir, dê û bavê wê giran nexweş ketin û mirin û ew bi xwe jî du caran bi kanserê nexweş ket. Gelo çi alî wê dikir ku ew li gel van çetinahiyan sebat bike? Ew wisa dibêje: “Yehowa her tim li min xwedî derdikeve. Xwarina ruhî, ya ku ew bi destê xulamê dilsoz tedarek dike alî min dikir ku ez sebat bikim. Loma, ez dikarim wek Eyûb wisa bibêjim: ‘Heta ku ez sax bim, ez dev ji dilrastiya xwe bernadim!’” (Eyûb 27:5, NWT).

Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin? (Li paragrafa 14an binêre)

14. Gava em rastî tengasiyan tên, Yehowa çawa bi destê xwişk û birayan destekê dide me? (1. Selanîkî 4:9)

14 Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî ji hevdû hez bikin û di dema tengasiyê de dilê hevdû rihet bikin (2. Korîntî 1:3, 4; 1. Selanîkî 4:9 bixwîne). Wexta ku em rastî tengasiyan tên, xwişk û bira wek Elîhû hazir in ku alî me bikin, da ku em dilsoz bimînin (Karên Şandiyan 14:22). Mesela, gava zilamê xwişkeke bi navê Diane giran nexweş ket, civata wê alî wê kir ku ew ji aliyê ruhî ve xurt bimîne. Ew dibêje: “Pir zehmet bû. Lê belê, li wan mehên zor, me qudret û dilovaniya Yehowa didît. Civata me piştgiriya me dikir. Wan em ziyaret dikirin, ji me re telefon dikirin û em hembêz dikirin, da ku em sist nekevin. Ji ber ku ez erebeyê najom, xwişk û birayan ez dibirim civînan û xizmetê.” Ma em ne dilşad in ku em para malbateke ew qas dilgerm in?

JI BO ELEQEYA YEHOWA ŞIKURDAR BE

15. Em çima emîn in ku em dikarin li hemberî çetinahiyan dilsoz bimînin?

15 Zû dereng, emê gişt rastî tengasiyan bên. Lê wek me dîtiye, em tenê nînin. Wek bavekî dilovan, çavê Yehowa her tim li ser me ye. Ew li kêleka me ye, ew hawarên me dibihîze, û ew her gav hazir e ku piştgiriya me bike (Îşaya 43:2). Em dizanin ku em dikarin li hemberî çetinahiyan dilsoz bimînin, çimkî wî bi comerdî her tişt tedarek kiriye, da ku em karibin sebat bikin. Li demên zor, em ji hediyeyên wek dua, Kitêba Pîroz, têr û tije xwarina ruhî û xwişk û birayên dilgerm qewetê distînin.

16. Em çawa dikarin di bin siya Yehowa de bimînin?

16 Em çi qas şikurdar in ku çavê Bavê meyî ezmanî li ser me ye. “Bi wî şa ye dilê me” (Zebûr 33:21). Ji bo ku em ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmetê didin eleqeya wî, wê baş be ku em ji hemû tiştên ku wî tedarek kirine ku alî me bike, feydeyê bistînin. Wekî din, gerek em xîret bikin ku di bin siya Xwedê de bimînin. Eger em çi ji destê me tê bikin ku guh bidin Yehowa û ya rast bikin, çavê wî wê heta bi hetayê li ser me be! (1. Petrûs 3:12).

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

^ Ji bo ku em karibin serî bi tengasiyên jiyanê re derxin, desteka Yehowa ji me re lazim e. Ev meqale wê baweriya me xurttir bike ku çavê Yehowa li ser me ye. Ew tengasiyên me dibîne, û ew alî me dike ku em di heqê wan de werin der.

^ Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.