MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32
Ciwanno, Piştî Binavbûnê bi Pêş ve Herin!
“Em bi hezkirinê … di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin” (EFESÎ 4:15).
KILAM 56 Rêya Rastiyê Hilbijêre
PÊŞGOTIN *
1. Gelek ciwanan jixwe çi kiriye?
HER SAL, bi hezaran ciwan tên bin av kirin. Eger te jî ev gav avêtiye, bawer be ku hem Yehowa hem xwişk û bira pir dilşad in (Methelokên Silêman 27:11). Ka bifikire ku heta niha, tu çi qas bi pêş ve çûyî: Te Kitêba Pîroz bi dil û can lêkolîn kiriye, belkî bi gelek salan. Bi saya vê lêkolînê, tu îqna bûyî ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye. Wekî din, te Nivîskarê Kitêba Pîroz, yanî Xwedê, nas kiriye û ji wî hez kiriye. Te ew qas ji Yehowa hez kiriye ku te jiyana xwe daye destê wî û bin av bûyî. Aferin ji te re!
2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?
2 Wexta ku te xwe ji bo binavbûnê hazir dikir, dilsoziya te bê guman dihat ceribandin. Her ku tuyê mezintir bibî, tuyê rastî ceribandinên din jî bêyî. Îblîs wê hewl bide ku xîreta te bitemirîne û te ji Yehowa dûr bixe (Efesî 4:14). Dîqat bike ku tu nekevî dafikên wî! Gelo çi dikare alî te bike ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî û li gor sonda xwe ya xwedayînê bijî? Ji bo vê, lazim e ku tu ji aliyê ruhî ve bi dewamî bi pêş ve herî (Îbranî 6:1). Gelo çawa?
TU ÇAWA DIKARÎ DI RIYA RASTIYÊ DE BI PÊŞ VE HERÎ?
3. Piştî binavbûnê, lazim e ku hemû şagirtên Îsa Mesîh çi bikin?
3 Piştî binavbûnê, gerek em li gor şîreta ku Pawlosê şandî dabû xwişk û birayên li bajarê Efesê hereket bikin. Wî ji wan re gotibû ku bila ew bibin şagirtên “gihîştî” (Efesî 4:13). Yanî, wî ji wan re digot ku gerek ew bi dewamî bi pêş ve herin. Pawlos mezinbûna ruhî dişiband mezinbûna zarokan. Gava zarokek tê dinyayê, dê û bavê wî pir şa dibin. Lê belê, ew nikare heta bi hetayê wek zarokekî virnî bimîne. Bi zeman re, gerek ew ‘dev ji tiştên zaroktiyê berde’ (1. Korîntî 13:11). Halê şagirtên Îsa Mesîh jî wisa ye. Piştî binavbûnê, gerek em bi dewamî bi pêş ve herin. Ka em bala xwe bidin çend tewsiyeyên ku dikarin alî me bikin ku em bi pêş ve herin.
4. Kîjan sifet dikare alî te bike ku tu piştî binavbûnê jî ji aliyê ruhî ve bi dewamî bi pêş ve herî? (Filîpî 1:9)
4 Ji Yehowa hê jî zêdetir hez bike. Tu jixwe ji Yehowa pir hez dikî. Dîsa jî, tu dikarî ji wî hê jî zêdetir hez bikî. Gelo çawa? Li gor Filîpî 1:9 (bixwîne), Pawlosê şandî dua dikir ku hezkirina Filîpiyan “hê û hê zêdetir bibe”. Gelo hezkirina me çawa dikare “zêdetir bibe”? Ji bo vê, lazim e ku em “zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de” bi dest bixin. Her ku em Yehowa baştir nas bikin, emê ji wî zêdetir hez bikin û qîmetê bidin sifet û karên wî. Emê bixwazin dilê wî şa bikin û tiştên ku li wî xweş nayên nekin, û emê xîret bikin ku daxwaza wî rind fehm bikin û bînin cih.
5-6. Em çawa dikarin ji Yehowa hê jî zêdetir hez bikin?
5 Wekî din, ji bo ku em ji Yehowa hê jî zêdetir hez bikin, gerek em Kurê wî, yê ku bi awayekî kamil dişibe Bavê xwe, rindtir nas bikin (Îbranî 1:3). Ji bo vê, riya herî baş ev e ku em çar qeydên Încîlê lêkolîn bikin. Eger te hê ji xwe re nekiriye adet ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî, ji îro ve dest pê bike. Li dema xwendina van qeydan, rind bala xwe bide sifetên Îsa Mesîh. Ew yekî dilgerm bû, û wî ji zarokan hez dikir û ew hembêz dikirin (Marqos 10:13-16). Şandiyên wî dikaribû bi rihetî ji wî re behsa hîs û fikrên xwe bikin (Metta 16:22). Sebeba vê ev bû ku Îsa Mesîh çav dida Bavê xweyî ezmanî. Yehowa jî yekî dilgerm e. Em dikarin ji wî re bi rihetî dua bikin û dilê xwe ji wî re vekin, çimkî em dizanin ku ew me rexne nake, lê ji me hez dike û xema me dixwe (1. Petrûs 5:7).
6 Îsa Mesîh yekî dilşewat bû. Mettayê şandî di heqê wî de wisa nivîsî: “Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn” (Metta 9:36). Gelo Yehowa li mirovan çawa dinêre? Bi van gotinên dilgerm, Îsa Mesîh nîşan dabû ku Xwedê ji me çi qas hez dike: “Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe” (Metta 18:14). Her ku em Îsa Mesîh baştir nas bikin, emê ji Yehowa jî zêdetir hez bikin.
7. Wê çima baş be ku tu bi xwişk û birayên bitecrûbe re wextê derbas bikî?
7 Ji bo ku tu bibî şagirtekî gihîştî û dilovan, bi xwişk û birayên bitecrûbe re wextê derbas bike. Ka bala xwe bidê ku ew çi qas dilxweş in. Ew tu caran poşman nabin ku ew bûne xizmetkarên Yehowa. Ji wan rica bike ku bila ew behsa hin serpêhatiyên xwe yên xizmetê bikin. Wexta ku gerek tu qerareke muhîm bidî, ji wan şîretê bixwaze, çimkî wek Kitêba Pîroz nîşan dide, “zêdebûna şêwirmendan” tiştekî bifeyde ye (Methelokên Silêman 11:14, Mizgînî).
8. Eger şikên te hebin ka Kitêba Pîroz rast dibêje yan na, tu dikarî çi bikî?
8 Ji şikên xwe bifilite. Wek paragrafa 2yan dibêje, Îblîs dixwaze riya te bigire, da ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve neçî. Mesela, ew hewl dide ku di heqê hin gotinên Kitêba Pîroz de şikan bixe dilê te. Hin kes wê belkî ji te re bibêjin ku Xwedê tune û her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê. Gava tu biçûk bûyî, te belkî pir bala xwe nedida vê mijarê. Lê niha, tu êdî diçî mektebê, û dibe ku ev pirs rojekê li dersê derkeve meydanê. Gotinên mamoste yên li ser teoriya peresanê, yanî li ser teoriya ku her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê, belkî li te bimantiq xuya bikin. Lê belê, ji bîr neke ku mamoste bi îhtimaleke mezin îsbatên ku Xwedê heye tu caran hûr û kûr lêkolîn nekirine. Bîne bîra xwe ku Methelokên Silêman 18:17 çi dibêje: “Di doza xwe de yê ku pêşiyê diaxife, biheq tê dîtin, lê belê yekî din derkeve û pirsiyariyê li wî bike.” Li şûna ku tu tiştên ku li mektebê tên gotin korkorane qebûl bikî, rind bala xwe bide rastiyên Kitêba Pîroz. Li weşanên me lêgerînê bike. Bi xwişk û birayên ku berê ji teoriya peresanê bawer dikir re sohbetê bike. Ji wan bipirse ka çi ew îqna kirine ku Xaliqekî dilovan bi rastî heye. Sohbetên wisa dikarin bala te bikişînin ser îsbatên ku Xwedê heye.
9. Serpêhatiya Melissayê çi rêyî te dide?
9 Xwişkeke bi navê Melissa ji lêkolîna mijara peresanê pir feyde dît. * Ew dibêje: “Li mektebê, teoriya peresanê wisa tê hînkirin qey rastiyeke îsbatkirî ye. Di serî de, min nedixwest lêkolînê bikim, çimkî ez ditirsiyam ku ezê têderxim ku teoriya peresanê rast e. Dîsa jî, min ji xwe re got ku Yehowa naxwaze ku em bê pirs û sual ji wî re xizmet bikin. Loma, min dest bi lêkolînê kir, û min çend weşanên * li ser vê mijarê xwendin. Ev yek ji bo min pir bifeyde bû. Xwezî ku min zûtir dest pê bikira.”
10-11. Çi dikare alî te bike ku tu ji aliyê exlaqê ve pak bimînî? (1. Selanîkî 4:3, 4)
10 Ji aliyê exlaqê ve pak bimîne. Li dema ciwaniyê, xwestekên cinsî dikarin xurt bin, û dibe ku hemsaliyên te zorê li te bidin ku tu bêexlaqiyê bikî. Îblîs dixwaze ku tu li gor xwestekên xwe hereket bikî. Gelo çi dikare alî te bike ku tu ji aliyê exlaqê ve pak bimînî? (1. Selanîkî 4:3, 4 bixwîne). Di duayên xwe de dilê xwe ji Yehowa re veke. Ji wî re behsa hîsên xwe bike, û rica bike ku bila ew qewetê bide te (Metta 6:13). Yehowa ji bîr nake “ku em ax in”, û ew hazir e ku alî te bike (Zebûr 103:13, 14). Wekî din, tu dikarî ji Kitêba Pîroz alîkariyê bistînî. Li Melissayê zor dihat ku xwe ji fikrên bêexlaq dûr bigire. Ew dibêje: “Min Kitêba Pîroz her roj dixwend, û vê yekê alî min dikir ku ez dev ji micadeleya xwe bernedim. Bi saya xwendina Kitêba Pîroz, min dianî bîra xwe ku ez aîdî Yehowa me û ku ez dixwazim ji wî re xizmet bikim” (Zebûr 119:9).
11 Nefikire ku tu dikarî problemên xwe bê alîkarî safî bikî. Ji dê û bavê xwe re behsa micadeleya xwe bike. Helbet ne hêsan e ku tu di heqê meseleyên şexsî de xeber bidî, lê wê baş be ku tu vêya bikî. Melissa dibêje: “Min dua kir ku Yehowa cesaretê bide min, û min ji bavê xwe re behsa problema xwe kir. Dû re, dilê min rihet bû. Min dizanibû ku Yehowa bi min serbilind e.”
12. Tu çawa dikarî qerarên baş bidî?
12 Bala xwe bide prensîpên Kitêba Pîroz. Hêdî hêdî, dê û bavê te wê zêdetir serbestiyê bidin te ku tu xwe bi xwe qeraran bidî. Lê belê, tecrûbeya te hê ew qas tune. Gelo tu çawa dikarî hay ji xwe hebî, da ku tu şaşiyeke mezin nekî û dostaniya xwe ya bi Yehowa re xera nekî? (Methelokên Silêman 22:3). Xwişkeke bi navê Kari fehm kiriye ku şagirtekî gihîştî ji bo her qerarê hewceyî qanûn û qaîdeyan nîne. Gelo çi alî wê dike ku ew qerarên baş bide? Ew dibêje: “Lazim bû ku ez ne tenê qaîdeyan, lê prensîpên Kitêba Pîroz jî fehm bikim.” Wexta ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, ji xwe bipirse: “Gelo ev qisim di heqê nêrîna Yehowa de çi nîşan dide? Gelo tê de prensîp hene, yên ku dikarin rêberiya min bikin? Eger ez li gor van prensîpan bimeşim, ezê çi feydeyan bistînim?” (Zebûr 19:7; Îşaya 48:17, 18). Xwendina Kitêba Pîroz û fikirîna li ser prensîpên Kitêba Pîroz wê alî te bikin ku tu qerarên baş bidî, yên ku wê li Yehowa xweş bên. Her ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, tuyê bibînî ku ne lazim e ku ji bo her tiştî qaîdeyek hebe, çimkî tuyê fehm bikî ku Yehowa li ser hin meseleyan çi difikire.
13. Hevalên baş dikarin li ser te çawa tesîr bikin? (Methelokên Silêman 13:20)
13 Bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bike. Çawa ku me dîtiye, hevalên te dikarin alî te bikin ku tu bibî şagirtekî gihîştî (Methelokên Silêman 13:20 bixwîne). Serpêhatiya xwişkeke bi navê Sara bîne ber çavê xwe. Sarayê dilxweşiya xwe hêdî hêdî winda dikir. Gelo çi alî wê kir ku ew nêrîna xwe biguherîne? Sara dibêje: “Li wexta rast, min ji xwe re hevalên baş dîtin. Ez û xwişkeke ciwan, me Birca Çavdêriyê her hefte bi hev re lêkolîn dikir. Hevaleke din jî alî min kir ku ez li civînan cewaban bidim. Bi alîkariya hevalên min, min fehm kir ku lêkolîna şexsî û dua çi qas muhîm in. Dostaniya min ya bi Yehowa re xurttir bû, û min dilxweşiya xwe ji nû ve qezenc kir.”
14. Julien çawa ji xwe re hevalên baş dîtin?
14 Gelo tu çawa dikarî ji xwe re dost û hevalên baş hilbijêrî? Birayekî bi navê Julien, ê ku niha rîspiyê civatê ye, wisa dibêje: “Gava ez ciwan bûm, min bi saya xizmetê ji xwe re hevalên baş dîtin. Ew mizgînvanên bixîret bûn, û wan rêyî min da ku xizmet tiştekî çi qas xweş e. Loma, min xizmeta tamrojî ji xwe re kir hedef. Wekî din, min fehm kir ku gava min tenê bi hemsaliyên xwe re hevaltî dikir, ez bi eslê xwe ji hevaltiyên baş û balkêş mehrûm dimam. Paşê, min li Beytelê jî ji xwe re hevalên baş dîtin. Emsala wan alî min kir ku ez wexta xwe bi mijûliyên baştir derbas bikim, û bi vî awayî, ez nêzîktirî Yehowa bûm.”
15. Di warê dost û hevalan de, Pawlosê şandî çi şîret dabû Tîmotêyos? (2. Tîmotêyos 2:20-22)
15 Eger tu fehm bikî ku kesekî di civatê de ji bo te hevalekî baş nîne, gerek tu çi bikî? Li sedsala yekê jî kesên wisa hebûn. Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re gotibû ku bila ew xwe ji kesên ku li gor daxwaza Xwedê nameşin, dûr bigire (2. Tîmotêyos 2:20-22 bixwîne). Me pir xîret kiribû ku em bibin dostên Yehowa, loma gerek em îznê nedin ku kesek vê dostaniya biqîmet sist bike (Zebûr 26:4).
JI BO PÊŞVEÇÛNÊ, ÇIMA MUHÎM E KU TU JI XWE RE HEDEFAN DEYNÎ?
16. Tu dikarî ji xwe re çi cure hedefan deynî?
16 Ji xwe re hedefên hêja deyne. Ji xwe re hedefên baş hilbijêre, yên ku wê baweriya te xurttir bikin û alî te bikin ku tu bibî şagirtekî gihîştî (Efesî 3:16). Mesela, tu dikarî qerarê bide ku tuyê Kitêba Pîroz zêdetir bixwînî û lêkolîn bikî (Zebûr 1:2, 3). Yan jî, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu zêdetir û ji dil dua bikî. Belkî lazim e ku tu zêdetir dîqat bikî ku tu bi çi mijûl dibî û wexta xwe çawa derbas dikî (Efesî 5:15, 16). Gava Yehowa dibîne ku tu çi qas xîret dikî ku bi pêş ve herî, ewê ji te razî be.
17. Wê çima baş be ku tu alî kesên din bikî?
17 Her ku tu alî kesên din bikî, tuyê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35). Madem ku tu ciwan î û wext û qeweta te heye, wê baş be ku tu alî kesên din bikî. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu alî xwişk û birayên extiyar yan nexweş bikî. Belkî tu dikarî ji bo wan hin karên biçûk bikî yan alî wan bikî ku ew hacetên elektronîk bi kar bînin. Eger tu bira yî, ji xwe re bike hedef ku tu bibî alîkarê xizmetê, da ku tu karibî zêdetir alî xwişk û birayan bikî (Filîpî 2:4). Wekî din, gava tu ji mirovan re behsa mizgîna Padîşahiyê dikî, tu nîşan didî ku tu ji wan hez dikî (Metta 9:36, 37). Eger îmkana te hebe, xizmeta tamrojî ji xwe re bike hedef.
18. Xizmeta tamrojî çawa dikare alî te bike ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî?
18 Xizmeta tamrojî ji gelek aliyan ve rê vedike ku tu nêzîktirî Yehowa bibî. Eger tu bibî pêşeng, tuyê belkî rojekê karibî herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Yan jî, tuyê belkî bikaribî li Beytelê yan li projeyên avakirinê ya teşkîlatê bixebitî. Pêşengeke ciwan a bi navê Kaitlyn wisa dibêje: “Piştî ku ez bin av bûbûm, xizmeta tevî xwişk û birayên bitecrûbe pir alî min dikir ku ez ji aliyê ruhî ve mezin bibim. Emsala wan daxwaza min xurttir dikir ku ez Kitêba Pîroz zêdetir lêkolîn bikim û bibim mamosteyeke baş.”
19. Her ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, tuyê çi bereketan bistînî?
19 Her ku tu nêzîktirî Yehowa bibî, tuyê gelek bereketan bistînî, û tuyê nekevî pey hedefên pûç (1. Yûhenna 2:17). Tuyê seba qerarên xerab serê xwe nexî belayê, lê tuyê serkeftin û dilşadiya rastîn bi dest bixî (Methelokên Silêman 16:3). Tuyê ji hemû xwişk û birayên din re jî bibî emsaleke baş (1. Tîmotêyos 4:12). Ya herî muhîm jî, hizûr wê bikeve dilê te, çimkî tuyê emîn bî ku Yehowa ji te razî ye û dostê te ye (Methelokên Silêman 23:15, 16).
KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide
^ Gava ciwanên me bin av dibin, em pir dilşad dibin. Helbet lazim e ku ev şagirtên nû piştî binavbûnê jî ji aliyê ruhî ve bi dewamî bi pêş ve herin. Ev meqale wê nîşanî me bide ku ciwanên ku nû bin av bûne çawa dikarin di riya rastiyê de bi pêş ve herin.
^ Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.
^ Kitêba Is There a Creator Who Cares About You?, broşûra The Origin of Life—Five Questions Worth Asking (bi zimanê Îngilîzî) û broşûra Jiyanê Çawa Dest pê Kir?.