MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34
Di Rastiyê de Rêve Here
“Ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune” (3. YÛHENNA 4).
KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me
PÊŞGOTIN *
1. Çima baş e ku em behsa vê yekê bikin ku em çawa hatin “rastiyê”?
“TU ÇAWA hatî rastiyê?” Di nav Şahidên Yehowa de, ev pirs gelek caran tê pirsîn. Gava em hevdû nas dikin, yek ji pirsên ewilî, yên ku em ji hevdû dipirsin, ev e. Em pir hez dikin ku ji hevdû re behsa serpêhatiyên xwe bikin û bibêjin ku me çawa Yehowa nas kir (Romayî 1:11). Sohbetên wisa tînin bîra me ku riya rastiyê çi qas biqîmet e. Wekî din, qerara me xurttir dibe ku em her daîm ‘di rastiyê de rêve herin’, yanî li gor daxwaza Yehowa bimeşin (3. Yûhenna 4).
2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?
2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin sebebên ku em çima ji rastiyê hez dikin. Paşê, emê bibînin ku em çawa dikarin bi dewamî qîmetê bidin vê hediyeya biqîmet. Ev meqale wê şikurdariya me zêde bike ku Yehowa em ber bi rastiyê ve kişandine (Yûhenna 6:44). Wekî din, ev meqale wê daxwaza me xurttir bike ku em ji kesên din re jî behsa rastiyê bikin.
EM ÇIMA JI “RASTIYÊ” HEZ DIKIN?
3. Em herî zêde çima ji rastiyê hez dikin?
3 Em ji bo gelek sebeban ji rastiyê hez dikin. A herî muhîm, em ji Yehowa, yê ku Çavkaniya rastiyê ye, hez dikin. Bi destê Kitêba Pîroz, em ne tenê hîn bûne ku ew Xaliqê erd û ezmanan e, lê em pê hesiyane ku ew Bavê meyî dilovan e û xema me dixwe (1. Petrûs ). Em dizanin ku Yehowa “Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e” ( 5:72. Mûsa 34:6). Yehowa ji edaletê hez dike (Îşaya 61:8). Gava ew dibîne ku em êşê dikişînin, ew xemgîn dibe, û ew hazir e ku li wexta rast hemû kul û derdan ji holê rake (Yêremya 29:11). Em bi çar çavan li benda wê rojê ne! Belê, yek ji sebebên ku em ji Yehowa çima ew qas hez dikin, ev e.
4-5. Pawlosê şandî hêviya me çima dişiband lengerekî?
4 Wekî din, em çima ji rastiyê hez dikin? Riya rastiyê ji bo me pir bifeyde ye. Mesela, bi saya rastiya Kitêba Pîroz, hêviya me heye. Pawlosê şandî di heqê vê hêviyê de wisa nivîsî: “Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e” (Îbranî 6:19). Çawa ku lenger qeyîkê saxlem digire, hêviya me jî dikare me li dema tengasiyan saxlem bigire.
5 Li vê ayetê, Pawlosê şandî bi eslê xwe behsa hêviya jiyana li ezmanan dikir, a ku şagirtên meshkirî li benda wê ne. Lê belê, hêviya şagirtên ku li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne jî wek “lenger” e (Yûhenna 3:16). Belê, hêviya jiyana herheyî jiyana me bimane kiriye.
6-7. Yvonne’ê ji hînbûna rastiya di heqê pêşerojê de çawa feyde dîtiye?
6 Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Yvonne. Gava ew zarok bû, wê rastiya Kitêba Pîroz nedizanibû, û ew ji mirinê ditirsiya. Carekê, wê ev cimle xwendibû: “Dawiya dawî, her kes dimire.” Yvonne dibêje: “Seba van gotinan, şevê xew nediket çavê min, û ez li ser pêşerojê difikirîm. Min ji xwe re digot: ‘Ez bawer nakim ku jiyan tenê ew qas e. Ez çima hatim dinyayê?’ Min nedixwest ku bimirim!”
7 Paşê, gava Yvonne ciwan bû, ew rastî Şahidên Yehowa hat. Ew dibêje: “Ez îqna bûm ku ez dikarim heta bi hetayê li Ceneta li rûyê erdê bijîm.” Gelo xwişka me ji rastiyê çawa feyde dîtiye? Ew dibêje: “Ez êdî seba tirsa ji pêşerojê yan ji mirinê şevê hişyar namînim.” Yvonne pir qîmetê dide rastiyê, û ew bi dil û can ji kesên din re behsa hêviya xwe dike (1. Tîmotêyos 4:16).
8-9. (a) Li meseleke Îsa Mesîh, zilamekî çi qas qîmet dida xezîneya ku wî dîtibû? (b) Rastî ji bo te çi qas biqîmet e?
8 Mizgîna Padîşahiya Xwedê jî pareke rastiyê ye. Îsa Mesîh rastiya di heqê Padîşahiyê de dişiband xezîneyeke veşartî. Li gor Metta 13:44, Îsa Mesîh wisa gotibû: “Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.” Ev zilam li vê xezîneyê nedigeriya, lê gava wî ew dît, wî fedakariyeke mezin kir ku wê bi dest bixe. Heta, çi di destê wî de hebû, wî di oxira vê xezîneyê de her tişt firot. Gelo çima? Wî dizanibû ku qîmeta wê ji hemû tiştên ku wî feda kiribûn, girantir e.
9 Bê şik, tu jî li rastiyê wisa dinêrî. Tu tiştekî ku dinya pêşkêşî me dike nikare bi qasî xizmeta Yehowa dilşadiyê bide me. Bi ser de, hêviya me heye ku em heta bi hetayê di bin hukimdariya Padîşahiyê de bijîn. Wekî din, dostaniya me ya bi Yehowa re hêjayî her fedakariyê ye, loma em bi dil û can xîret dikin ku “bi her awayî li wî xweş bên” (Kolosî 1:10).
10-11. Michael çima jiyana xwe guherand?
10 Gelek ji me fedakariyên mezin kirine ku dilê Yehowa şa bikin. Hin ji me dev ji kariyerên baş berdaye. Hinek jî êdî nakevin pey dewlemendiyê. Hin kesan wexta ku Yehowa nas kir, jiyana xwe bi temamî guherand. Mesela, birayekî bi navê Michael wisa kir. Gava ew zarok bû, wî Yehowa nas nedikir. Di xortaniya xwe de, ew karate hîn bû. Ew dibêje: “Spor ji bo min pir muhîm bû. Carinan, ez difikirîm ku ji min biqewettir kes tune.” Lê belê, gava Michael dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, ew hîn bû ku Yehowa li şidetê çawa dinêre (Zebûr 11:5). Michael li ser xwişk û birayê ku bi wî re kursê îdare kiribû wisa dibêje: “Wan tu caran ji min re nedigot ku gerek ez dev ji karateyê berdim. Wan tenê rastiya Kitêba Pîroz hînî min dikir.”
11 Her ku Michael di heqê Yehowa de hîn dibû, wî ji Yehowa zêdetir hez dikir. Bi xisûsî li wî xweş dihat ku Yehowa li hemberî xizmetkarên xwe çi qas dilrehm e. Bi zeman re, Michael fehm kir ku gerek ew qerareke muhîm bide. Ew dibêje: “Ji bo min pir zor bû ku ez dev ji karateyê berdim. Lê min dizanibû ku eger ez vêya bikim, Yehowa wê ji min razî be, û ez emîn bûm ku xizmeta wî hêjayî her fedakariyê ye.” Michael fehm kir ku rastiya Kitêba Pîroz çi qas biqîmet e, û şikurdariya wî bû sebeb ku ew jiyana xwe biguherîne (Aqûb 1:25).
12-13. Rastiya Kitêba Pîroz çawa alî Mayliyê kir?
12 Kitêba Pîroz qîmeta rastiyê dişibîne çirayeke ku di tariyê de diçirise (Zebûr 119:105; Efesî 5:8). Xwişka me Mayli, ya ku li Azerbeycanê dijî, pir qîmetê dide ronahiya ku wê ji Peyva Xwedê standiye. Bavê wê Misilman bû, û diya wê Cihû bû. Mayli dibêje: “Min tu caran şik nedikir ku Xwedê heye, lê hin pirsên min hebûn. Mesela, min meraq dikir: ‘Xwedê çima însan xistin dinyayê? Însan çima temamiya emrê xwe êşê dikişînin û paşê jî heta bi hetayê di cehenemê de dişewitin?’ Mirovan digot ku her tişt qerara Xwedê ye. Loma min meraq dikir: ‘Gelo Xwedê wek kûklabazekî ye, yê ku ji êşa însanan kêfê distîne?’”
13 Mayli bi dewamî li cewabên pirsên xwe digeriya. Bi zeman re, wê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û hat ser riya rastiyê. Ew dibêje: “Mantiqa Kitêba Pîroz ez îqna kirim û alî min kir ku ez bibim însanekî dilşad. Melûmatên pêbawer ên Peyva Xwedê hizûr daye min.” Wek Mayliyê, em gişt pesnê Yehowa didin, ê ku em “ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine” (1. Petrûs 2:9).
14. Em çawa dikarin ji rastiyê hê jî zêdetir hez bikin? (Li çarçoveya “ Mînakên Din” jî binêre.)
14 Çend serpêhatiyên ku qîmeta rastiyê nîşan didin, ev in. Bê şik tu jî gelek serpêhatiyên wisa dizanî. Gelo em ji bo çi sebebên din ji rastiyê hez dikin? Lêkolîneke şexsî ya li ser vê mijarê wê alî te bike ku tu ji rastiyê hê jî zêdetir hez bikî.
EM ÇAWA DIKARIN NÎŞAN BIDIN KU EM JI RASTIYÊ HEZ DIKIN?
15. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji rastiyê hez dikin?
15 Bi vê ku em bi dewamî li Kitêba Pîroz û li weşanên li ser esasê Kitêba Pîroz lêkolînê dikin, em nîşan didin ku em ji rastiyê hez dikin. Ferq nake ku çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, gerek em dev ji hînbûnê bernedin. Di hejmara pêşîn a vê kovarê de wisa hatibû gotin: “Wek kulîlkeke biçûk a li çola jiyanê, dora rastiyê bi zîvanên şaşiyê ve girtî ye û hindik mabû bihata fetisandin. Ji bo ku tu rastiyê bibînî, lazim e ku tu bi dewamî lê bigerî. … Ji bo ku tu rastiyê bi dest bixî, lazim e ku tu xwe xwar bikî û wê hildî. Tenê bi yek kulîlka rastiyê razî nebe. … Kulîlkan bi dewamî ber hev bike, li zêdetir kulîlkan bigere.” Lêkolîn îşekî giran e, lê bi rastî jî hêjayî keda me ye.
16. Ji bo lêkolînê, tu kîjan metodê bi kar tînî? (Methelokên Silêman 2:4-6)
16 Hin kes ji xwendin û lêkolînê pir hez nakin. Lê belê, Yehowa ji me re dibêje ku bila em dev ji lêgerînê bernedin, da ku em rastiyê baştir fehm bikin (Methelokên Silêman 2:4-6 bixwîne). Keda me badîhewa nîne. Birayekî bi navê Corey zelal dike ku gava ew Kitêba Pîroz dixwîne, ew çawa yek bi yek bala xwe dide her ayetê: “Ez her jêrenotê dixwînim, li her referansê dinêrim û zêdetir lêgerînê dikim. … Bi vî şeklî, ez ji xwendinê pir feydeyê dibînim!” Metoda me ya lêkolînê her çi be jî, wê baş be ku em vêya bi dil û can bikin û bi vî awayî nîşan bidin ku em çi qas qîmetê didin rastiyê (Zebûr 1:1-3).
17. Em çawa dikarin li gor rastiyê bimeşin? (Aqûb 1:25)
17 Em helbet dizanin ku ne bes e ku em rastiyê tenê lêkolîn bikin. Ji bo ku em jê feydeyê bistînin û dilşadiya rastîn bi dest bixin, gerek em li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:25 bixwîne). Gelo em çawa dikarin bizanibin ka em li gor rastiyê dimeşin yan na? Tewsiyeya birayekî me ev e ku em xwe analîz bikin û tê derxin ka em di kîjan waran de serkeftî ne, û gerek em di kîjan waran de zêdetir bixîret bin. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin” (Filîpî 3:16).
18. Em çima xîret dikin ku ‘di rastiyê de rêve herin’?
18 Ka bîne ber çavê xwe ku eger em çi ji destê me tê bikin ku ‘di rastiyê de rêve herin’, emê çi feydeyên mezin bistînin! Hem jiyana me wê baştir be hem jî emê dilê Yehowa û dilê xwişk û birayan şa bikin (Methelokên Silêman 27:11; 3. Yûhenna 4). Bi dîtina te, ma ne lazim e ku em ji rastiyê hez bikin û li gor rastiyê bijîn?
KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me
^ Wek Şahidên Yehowa, em riya xwe gelek caran wek “rastî” bi nav dikin. Ferq nake ku em nû ketin vê rê yan bi gelek salan di vê rê de dimeşin, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku em çima ji rastiyê hez dikin. Bi vî şeklî, emê hê jî zêdetir xîret bikin ku dilê Yehowa şa bikin.