Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

“Hevdû Ava Bikin”

“Hevdû Ava Bikin”

“Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. SELANÎKÎ 5:11).

KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin

PÊŞGOTIN *

1. Li gor 1. Selanîkî 5:11, em gişt çi karî dikin?

 GELO civata te qet saloneke nû ava kiriye? Tê bîra te ku civîna pêşîn a li salona nû çawa derbas bûbû? Wê demê, tu ji Yehowa re pir şikurdar bûyî, ne wisa ye? Belkî tu ew qas dilşad bûyî ku çavên te bi hêstiran ve tije bûn û tu nikaribûyî kilamê jî bibêjî. Belê, em bi salonên ku em ava dikin pesnê Yehowa didin. Lê belê, ne bes e ku em tenê salonên xweşik ava bikin. Gerek em mirovên ku tên salonê jî ava bikin. Ev kar hê jî zêdetir rûmetê bide Yehowa. Li ayeta sereke ya vê meqaleyê, yanî li 1. Selanîkî 5:11, Pawlosê şandî behsa vî karê avakirina sembolîk dikir (bixwîne).

2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Pawlosê şandî rind dizanibû ku xwişk û birayan çawa ava bike. Wî halê wan rind fehm dikir. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku wî çawa alî xwişk û birayan dikir (1) ku ew li hemberî tengasiyan sebat bikin, (2) ku ew bi hev re di aştiyê de bimînin û (3) ku baweriya wan qewîtir bibe. Ka em bibînin ku em çawa dikarin Pawlosê şandî ji xwe emsal bigirin û xwişk û birayan ava bikin (1. Korîntî 11:1).

SEBATKIRINA LI HEMBERÎ TENGASIYAN

3. Pawlos di warê kar û xizmetê de çawa terazdar bû?

3 Pawlos ji xwişk û birayan pir hez dikir. Ji ber ku ew jî ketibû gelek tengasiyan, wî halê wan rind fehm dikir. Carekê, pereyê Pawlos nemabû û lazim bû ku ew ji bo debara xwe û hevalên xwe li karekî bigere (Karên Şandiyan 20:34). Ji ber vê yekê, gava ew gihîşt bajarê Korîntê, Pawlos di serî de tevî Akîlas û Priskîlayê di îşê konçêkeriyê de dixebitî. Dîsa jî, wî her roja Sebtê xebera xêrê dida Cihû û Yûnanan. Paşê, gava Sîlas û Tîmotêyos jî hatin wê derê, “Pawlos xwe bi tevahî da hînkirina peyvê” (Karên Şandiyan 18:2-5). Belê, Pawlosê şandî di jiyana xwe de berî her tiştî bala xwe dida xizmeta Yehowa. Pawlos ji her aliyî ve mirovekî jîr û jêhatî bû, loma wî dikaribû bi wijdanekî paqij teşwîqê bide xwişk û birayan. Wî ji wan re got ku bila ew îznê nedin ku çetinahiyên jiyanê û hewcedariyên malbatê bibin sebeb ku ew “tiştên hê muhîmtir” – yanî îbadeta Yehowa – îhmal bikin (Filîpî 1:10, NWT).

4. Pawlos û Tîmotêyos çawa alî xwişk û birayan dikir ku ew li hemberî zilmê dilsoz bimînin?

4 Demeke kin piştî ku civata li bajarê Selanîkê hatibû sazkirin, şagirtên nû rastî zilma giran hatin. Gava komeke muxalifan nikaribû Pawlos û Sîlas bidîtana, wan çend birayên din birin ber serwerên bajêr û got: “Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin” (Karên Şandiyan 17:6, 7). Ka bîne ber çavê xwe ku ev şagirtên nû seba vê muxalefetê çi qas ditirsiyan! Bi ser de, Pawlos û Sîlas nikaribû li Selanîkê bimana ku dilê wan xurt bikin. Dîsa jî, Pawlos tiştek kir, da ku şagirtên li vî bajarî di xizmetê de sist nebin. Wî ji wan re got: “Me Tîmotêyos … şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we, da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe” (1. Selanîkî 3:2, 3). Bi îhtimaleke mezin, Tîmotêyos bi xwe li Lîstrayê, yanî li bajarê xwe, rastî zilmê hatibû. Li wê derê, wî dîtibû ku Pawlos çawa cesaret dabû xwişk û birayan. Wî dîtibû ku li dawiyê, Yehowa ew çawa bibereket kiribûn, loma wî dikaribû xwişk û birayên li Selanîkê bide bawerkirin ku Yehowa wê alî wan jî bike (Karên Şandiyan 14:8, 19-22; Îbranî 12:2).

5. Ramon çawa ji alîkariya rîspiyekî feyde didît?

5 Wekî din, Pawlosê şandî çawa qewet dida xwişk û birayan? Gava Pawlos û Barnabas vedigeriyan Lîstra, Qonya û Entakyayê, wan di her civatê de rîspî tayîn kirin (Karên Şandiyan 14:21-23). Civatan bê guman ji van birayên tayînkirî pir teşwîq distand, û îro jî wisa ye. Ka binêre ku birayekî bi navê Ramon çi dibêje: “Gava ez 15 salî bûm, bavê min ji malê çû, û diya min ji civatê hat derxistin. Min xwe bêkes û bêcesaret hîs dikir.” Gelo çi alî Ramon dikir ku ew li hemberî van çetinahiyan sebat bike? Ew dibêje: “Rîspiyekî bi navê Tony li civînan û li wextên din bi min re sohbet dikir. Wî ji min re vedigot ku hin kesan çawa li hemberî tengasiyan dilşadiya xwe winda nedikir. Tony Zebûr 27:10 ji min re xwend û gelek caran behsa Hîzqiya padîşah dikir. Bavê vî padîşahî her çi qas emsaleke baş nebû jî, ew ji Yehowa re dilsoz mabû.” Gelo alîkariya vî rîspiyî çawa li ser Ramon tesîr kir? Ew dibêje: “Bi saya teşwîqa Tony, min bi zeman re dest bi xizmeta tamrojî kir.” Rîspîno, hay ji kesên ku wek Ramon hewceyî “gotina xweş” in hebin û alî wan bikin! (Methelokên Silêman 12:25).

6. Pawlos çawa bi destê serpêhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê cesaret dida xwişk û birayan?

6 Pawlosê şandî anî bîra xwişk û birayan ku ‘ewrekî şahidan’ çawa bi saya qeweta Yehowa li hemberî çetinahiyan sebat kiribû (Îbranî 12:1). Pawlos dizanibû ku serpêhatiyên kesên ku berê li hemberî tengasiyên cur bi cur bi ser ketibûn dikarin cesaretê bidin xwişk û birayan û alî wan bikin ku ew bala xwe bidin “bajarê Xwedayê jîndar” (Îbranî 12:22). Îro jî wisa ye. Ma kî ji vê ku Yehowa çawa alî Gîdeon, Barak, Dawid, Samûyêl û gelek kesên din kiribû, qewetê nastîne? (Îbranî 11:32-35). Emsalên dilsoziyê yên rojên me jî dikarin cesaretê bidin me. Li gelek nameyên ku digihîjin merkeza cîhanî ya Şahidên Yehowa, xwişk û bira tînin zimên ku wan ji serpêhatiyên kesên dilsoz çi qas teşwîq standiye.

PARASTINA AŞTIYA DI NAV XWIŞK Û BIRAYAN DE

7. Şîreta Pawlos a li Romayî 14:19-21 çi rêyî me dide?

7 Gava em aştiyê bi gotin û kirinên xwe bi pêş dixin, em xwişk û birayan ava dikin. Em îznê nadin ku yekîtiya me seba nêrînên cuda xera bibe. Wekî din, heta ku prensîpeke Kitêba Pîroz neyê binpêkirin, em li ser heqê xwe nasekinin. Ka bala xwe bide mîsalekê: Di civata Romayê de hin şagirtên Îsa Mesîh Cihû bûn, hinek jî ji miletên din bûn. Wexta ku Qanûna Mûsa hat îbtalkirin, êdî ne lazim bû ku ew xwe ji xwarinên ku berê qedexe bûn, dûr bigirin (Marqos 7:19). Ji wê wextê û pê ve, hin şagirtên Cihû xwe êdî serbest hîs dikir ku ji van xwarinan bixwin. Lê belê, hinek dîsa jî difikirîn ku gerek ew ji van xwarinan nexwin. Ji bo ku aştî û yekîtiya civatê xera nebe, lazim bû ku ew çi bikin? Pawlosê şandî ji wan re wisa got: “Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî” (Romayî 14:19-21 bixwîne). Bi van gotinan, Pawlos rêyî xwişk û birayan dida ku minaqeşeyên wisa çi qas zerarê didin hemû xwişk û birayan. Loma, Pawlos hazir bû ku dev ji tercîhên xwe berde, da ku tu kes seba kirinên wî ji rastiyê dûr nekeve (1. Korîntî 9:19-22). Lazim e ku em jî li ser tercîhên şexsî şeredev nekin, da ku em kesên din ava bikin û aştiyê biparêzin.

8. Gava meseleyeke cidî derket meydanê, Pawlos çi kir, da ku aştiya civatê xera nebe?

8 Gava hin kesan fikrên Pawlosê şandî qebûl nedikirin, wî dîsa jî aştî xwedî dikir. Mesela, hin kesan digot ku şagirtên ji miletên din jî gerek bên sinetkirin, belkî ji bo ku ew ji aliyê Cihûyan ve neyên rexnekirin (Galatî 6:12). Ev nêrîn bi dîtina Pawlos şaş bû, lê dîsa jî, wî bi dilnizmî qebûl kir ku şandî û rîspiyên li Orşelîmê li ser vê meseleyê bigihîjin qerarekê (Karên Şandiyan 15:1, 2). Bi vî awayî, Pawlosê şandî alî wan kir ku ew dilşadî û aştiya civatê biparêzin (Karên Şandiyan 15:30, 31).

9. Em çawa dikarin Pawlos ji xwe re emsal bigirin?

9 Eger ku meseleyeke cidî derkeve meydanê, wê baş be ku em ji birayên mesûl, ên ku Yehowa tayîn kirine, rêberiyê bixwazin. Gelek caran, em dikarin rêberiya Kitêba Pîroz li weşanên me yan li telîmatên teşkîlatê bibînin. Eger em van telîmatan di ser nêrînên xwe yên şexsî re bigirin, emê aştiya civatê bi pêş bixin.

10. Pawlos aştiya di civatê de çawa bi pêş dixist?

10 Ji ber ku Pawlos dixwest aştiyê bi pêş bixe, wî bala xwe dida, ne xisûsiyetên negatîf ên xwişk û birayan, lê sifetên wan ên baş. Mesela, li dawiya nameya xwe ya ji Romayiyan re, Pawlos navên gelek xwişk û birayan anîn zimên û di heqê piraniya wan de tiştên xweş gotin. Wê baş be ku em jî wek Pawlosê şandî sifetên baş ên xwişk û birayan bînin zimên. Bi vê yekê, em dikarin hezkirin û dostaniya di nav xwişk û birayan de ava bikin.

11. Eger di nav me û kesên din de problemek çêbe, em çawa dikarin li hev werin?

11 Car caran, xwişk û birayên bitecrûbe jî dikarin li ser hin meseleyan bi hev re minaqeşe bikin. Pawlosê şandî û dostê wî Barnabas jî carekê bi hev re minaqeşe kiribû ka Marqos bi xwe re bibin yan na. Kitêba Pîroz dibêje: “Devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan” (Karên Şandiyan 15:37-39). Lê belê, Pawlos, Barnabas û Marqos paşê dîsa li hev hatin. Bi vî şeklî, wan nîşan da ku ew qîmetê didin aştî û yekîtiya civatê. Demeke bi şûn de, Pawlos pesnê Barnabas û Marqos da (1. Korîntî 9:6; Kolosî 4:10). Eger di nav me û xwişk û birayên din de problemek çêbe, gerek em jî bi wan re li hev werin û bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Bi vî awayî, em dikarin aştî û yekîtiyê biparêzin (Efesî 4:3).

XURTKIRINA BAWERIYA XWIŞK Û BIRAYAN

12. Hin xwişk û birayên me rastî çi çetinahiyan tên?

12 Gava em baweriya xwişk û birayan xurttir dikin, em wan ava dikin. Mesela, hin xwişk û birayên me ji aliyê malbat, hevalkar yan hevaldersên xwe ve rastî muxalefetê tên. Hinek jî giran nexweş yan dilmayî ne. Wekî din, hin xwişk û birayên me bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye û bi hesret li benda dawiya vê sîstemê ne. Tiştên wisa dikarin baweriya wan biceribînin. Li sedsala yekê jî, hin kes rastî tengasiyên wisa dihatin. Gelo Pawlos çawa qewet dida wan?

Wek Pawlosê şandî, em çawa dikarin kesên din ava bikin? (Li paragrafa 13an binêrin) *

13. Pawlos çawa alî xwişk û birayan kir ku ew karibin cewabê bidin qerfên mirovan?

13 Pawlos Nivîsarên Pîroz bi kar dianîn ku baweriya xwişk û birayan ava bike. Mesela, li hin şagirtên Cihû belkî zor dihat ku cewabê bidin maliyên xwe yên nebawermend, ên ku ew rexne dikirin û digotin ku Cihûtî ji Mesîhîtiyê çêtir e. Nameya Pawlos a ji Îbraniyan re bê şik pir qewet da wan xwişk û birayan (Îbranî 1:5, 6; 2:2, 3; 9:24, 25). Bi alîkariya muhakemeya wî, wan dikaribû dengê muxalifan bibiriya. Îro, em dikarin rêyî xwişk û birayan bidin ku ew çawa dikarin bi destê weşanên me cewabê bidin kesên ku qerfên xwe bi wan dikin. Mesela, eger mamoste û hevaldersên zarok û ciwanên me li ser wan dikenin ji ber ku ew baweriya xwe bi Xwedê tînin û teoriya peresanê qebûl nakin, em dikarin rêyî wan bidin ku ew çawa dikarin di weşanên me de * cewabên baş bibînin.

Wek Pawlosê şandî, em çawa dikarin kesên din ava bikin? (Li paragrafa 14an binêrin) *

14. Pawlos her çi qas bi belavkirina mizgînê mijûl bû jî, wî çi îhmal nedikir?

14 Pawlos ji xwişk û birayan re got ku bila ew “hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbranî 10:24). Wî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî alî xwişk û birayan dikir. Mesela, gava li Cihûstanê xela rabû, Pawlos hin hewcedariyên xwişk û birayên li wê derê tedarek kirin (Karên Şandiyan 11:27-30). Pawlos her çi qas bi îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê mijûl bû jî, ew her tim hazir bû alîkariyê bide belengazan (Galatî 2:10). Bi vî awayî, wî baweriya xwişk û birayan ava dikir ku Yehowa wê li wan xwedî derkeve. Îro, gava em wext, xîret û hunerên xwe di îşê alîkariya piştî felaketan de bi kar tînin yan ji bo fealiyetên teşkîlatê bexşan didin, em jî baweriya xwişk û birayan ava dikin. Bi van awayan û bi awayên din, em baweriya wan xurttir dikin ku Yehowa wan tu caran terk nake.

Wek Pawlosê şandî, em çawa dikarin kesên din ava bikin? (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15-16. Gerek em li hemberî kesên ku baweriya wan sist bûye, çawa bin?

15 Pawlos hêviya xwe ji kesên ku baweriya wan sist bûye, nedibirî. Dilê wî bi wan dişewitî, û wî bi awayekî germ û pozîtîf bi wan re xeber dida (Îbranî 6:9; 10:39). Mesela, li temamiya nameya xwe ya ji Îbraniyan re, wî gelek caran got “em” û “me”. Bi vî awayî, wî nîşan da ku ew bi xwe jî hewceyî van şîretan e (Îbranî 2:1, 3). Wek Pawlos, em jî hêviya xwe ji kesên ku baweriya wan sist bûye, nabirin, lê em ji dil bi wan eleqedar dibin. Bi vî şeklî, em wan ava dikin û nîşanî wan didin ku em ji wan hez dikin. Gava em bi dilgermî û nezaket xeber didin, xwişk û birayên me ji gotinên me hê jî zêdetir qewetê distînin.

16 Pawlos ji xwişk û birayan re got ku Yehowa kirinên wan ên qenc dibîne (Îbranî 10:32-34). Eger baweriya xwişk yan birayekî sist bûye û em dixwazin destekê bidinê, em jî dikarin wek Pawlos bikin. Mesela, em dikarin jê bipirsin ka ew çawa hatibû ser riya rastiyê yan jê re bibêjin ku bila ew bîne bîra xwe ku Yehowa çawa destek dabû wî. Em dikarin wî bidin bawerkirin ku Yehowa qenciya wî ji bîr nake û wî tu caran terk nake (Îbranî 6:10; 13:5, 6). Sohbetên wisa dikarin daxwaza van xwişk û birayên hêja xurttir bikin ku ew dev ji xizmeta Yehowa bernedin.

“DI BER DILÊ HEV DE WERIN”

17. Wê baş be ku em kîjan hunerên xwe bi pêş bixin?

17 Çawa ku kesên ku bi dewamî di îşê avakirinê de dixebitin bi zeman re dibin hoste, em jî dikarin di warê avakirina hevdû de bi zeman re bibin hoste. Ji bo ku qeweta xwişk û birayên me zêde be ku ew li hemberî tengasiyan sebat bikin, em dikarin ji wan re behsa serpêhatiyên kesên dilsoz bikin. Ji bo ku em aştiyê bi pêş bixin, em dikarin behsa sifetên baş ên kesên din bikin. Eger problem derkevin meydanê, em dikarin aştiyê biparêzin yan ji nû ve li hev werin. Wekî din, em dikarin bala xwişk û birayan bikişînin ser gotinên Kitêba Pîroz, desteka madî û manewî bidin wan û qewetê bidin kesên ku ji aliyê ruhî ve sist bûne. Bi van awayan, em dikarin baweriya xwişk û birayan bi dewamî ava bikin.

18. Wê baş be ku em bi dewamî çi bikin?

18 Çawa ku karkirina li projeyên avakirinê yên teşkîlatê kêfê dide me, avakirina xwişk û birayan jî me dilxweş dike. Her avahî zû dereng hildiweşe, lê netîceyên baş ên avakirina xwişk û birayan dikarin heta bi hetayê bimînin. Loma, bila em her tim “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin”! (1. Selanîkî 5:11).

KILAM 100 Mêvanperwer Be

^ Jiyana li vê dinyayê zehmet e. Xwişk û birayên me rastî gelek tengasiyan tên. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidinê ku Pawlosê şandî çawa cesaret dida xwişk û birayan, û emê bibînin ku em çawa dikarin wî ji xwe re bikin emsal.

^ Mesela, li broşûrên Jiyanê Çawa Dest pê Kir? û The Origin of Life—Five Questions Worth Asking (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

^ RESIM: Bavek rêyî qîza xwe dide ku ew çawa dikare melûmata ji weşanên me bi kar bîne ku ji mamoste û hevaldersên xwe re zelal bike ku ew çima cejna Noelê pîroz nake.

^ RESIM: Jin û mêrek derbasî herêmeke din bûne ku di îşê alîkariya piştî felaketan de bixebitin.

^ RESIM: Rîspiyek birayekî ku baweriya wî sist bûye, ziyaret dike. Ew ji wî re hin resmên ji Kursa Xizmeta Pêşengiyê, ya ku wan çend sal berê bi hev re derbas kiribû, nîşan dide. Gava ew li resman dinêre, ew tîne bîra xwe ku wan çi qas kêf standibû, û daxwaza wî zêde dibe ku ji nû ve ji Yehowa re xizmet bike. Bi zeman re, ew vedigere civatê.