Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

Xizmetkarên Yehowa ji Rastdariyê Hez Dikin

Xizmetkarên Yehowa ji Rastdariyê Hez Dikin

“Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne” (METTA 5:6).

KILAM 9 Yehowa Padîşahê Me ye!

PÊŞGOTIN *

1. Ûsiv rastî çi ceribandinê hat, û wî çi kir?

 ÛSIV kurê Aqûb rastî ceribandineke zor hat. Jina efendiyê wî jê re wisa got: “Bi min re rakeve.” Ûsiv daxwaza wê red kir. Belkî hin kes wê wisa bibêjin: “Ma Ûsiv çima daxwaza wê qebûl nekir?” Efendî ne li malê bû. Bi ser de, Ûsiv tenê xulam bû, û vê jinikê dikaribû serê wî bixista belayê ji ber ku wî ew red kir. Lê belê, her cara ku jinikê digot ku bila Ûsiv pê re rakeve, wî daxwaza wê red dikir. Gelo çima? Ûsiv wisa got: “Çawa ez ê xerabiyek ûsa mezin bikim û li dijî Xwedê gunehan bikim?” (1. Mûsa 39:7-12).

2. Ûsiv ji ku dizanibû ku zîna gunehekî li dijî Xwedê ye?

2 Gelo Ûsiv ji ku dizanibû ku zîna di çavê Xwedê de gunehekî giran e? Qanûna Mûsa, ya ku digot “Zinê neke”, ancax 200 sal bi şûn de ji Îsraêliyan re hat dayîn (2. Mûsa 20:14). Ev qanûn her çi qas hê nehatibû danîn jî, Ûsiv rind fehm dikir ku Yehowa li zînayê çawa dinêre. Mesela, Ûsiv bê şik dizanibû ku Yehowa zewac ji bo yek jin û yek mêr saz kiribû. Bi îhtimaleke mezin, wî bihîstibû ku Yehowa namûsa bapîra wî Sarayê çawa du caran parastibû. Wekî din, Xwedê namûsa jina Îshaq Rebekayê jî parastibû (1. Mûsa 2:24; 12:14-20; 20:2-7; 26:6-11). Gava Ûsiv li ser van tiştan difikirî, wî fehm kir ku li ber çavê Xwedê çi rast e û çi şaş e. Ji ber ku Ûsiv ji Xwedê hez dikir, wî dixwest li gor standardên Yehowa hereket bikira.

3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

3 Ma em gişt ji rastdariyê hez nakin? Dîsa jî, ji ber ku em qisûrdar in, eger em hay ji xwe nebin, nêrîna dinyayê ya li ser rastdariyê dikare li ser me bandor bike (Îşaya 5:20; Romayî 12:2). Loma, emê bibînin ku rastdarî çi ye û çima muhîm e ku em jê hez bikin. Paşê, emê bala xwe bidin sê gavên ku em dikarin bavêjin, da ku em ji standardên Yehowa hê jî zêdetir hez bikin.

RASTDARÎ ÇI YE?

4. Bi nêrîna gelek kesan, rastdarî çi ye?

4 Gelek kes difikirin ku kesekî rast yekî qure ye, kesên din rexne dike yan jî xwe ji yên din çêtir dibîne. Lê belê, Xwedê xisûsiyetên wisa nefret dike. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî alimên dînî rexne dikirin ji ber ku wan standardên xwe yên rastdariyê bi pêş dixistin (Waiz 7:16; Lûqa 16:15). Kesekî rast xwe ji kesên din çêtir nabîne.

5. Li gor Kitêba Pîroz, rastdarî çi ye?

5 Rastdarî sifetekî pir xweş e. Kesekî rast tiştên ku li ber çavê Yehowa rast in, dike. Maneya peyvên Kitêba Pîroz, ên ku wek “rastdarî” hatine wergerandin, ev e ku kesek jiyana xwe li gor standardên bilind ên Yehowa dajo. Mesela, Yehowa emir dabû ku kesên ku ticaretê dikin ‘wezna rast’ bi kar bînin (5. Mûsa 25:15). Loma, şagirtekî Îsa Mesîh, ê ku dixwaze li ber çavê Xwedê rast be, gerek di hemû îş û karên xwe de durist be. Kesekî rast ji edaletê jî hez dike; gava kesekî din rastî neheqiyê tê, ew xemgîn dibe. Wekî din, kesekî ku ji dil rast e tîne ber çavê xwe ku Yehowa wê li qerarên wî çawa binêre, çimkî ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike (Kolosî 1:10).

6. Em çima dikarin emîn bin ku standardên Yehowa ji bo me baş in? (Îşaya 55:8, 9)

6 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Çavkaniya rastdariyê ye. Ji ber vê yekê, Yehowa wek “welatê rastiyê” tê binavkirin (Yêremya 50:7). Madem ku Yehowa Xaliqê her tiştî ye, tenê heqê wî heye ku standardan deyne ku çi rast e û çi şaş e. Em gunehkar û nekamil in, loma kêmasiyên me gelek caran li ser nêrînên me bandor dikin. Lê belê, Yehowa bêqisûr e, û ew ji me baştir dizane ku çi rast e û çi şaş e (Methelokên Silêman 14:12; Îşaya 55:8, 9 bixwîne). Dîsa jî, madem ku em di sûretê Xwedê de hatine xuliqandin, em dikarin li gor standardên wî yên rastdariyê bijîn (1. Mûsa 1:27). Em ji dil dixwazin vêya bikin! Em ji Bavê xweyî ezmanî pir hez dikin, loma çi qas ji destê me tê, em dixwazin çav bidin wî (Efesî 5:1).

7. Em çima hewceyî standardên saxlem in?

7 Standardên Yehowa ji bo me bifeyde ne. Gelo çima? Van mîsalan bîne ber çavê xwe: Eger her bankayê xwe bi xwe qerar bidaya ku qîmeta dolarekê çi qas e yan eger her fîrmaya avakirinê xwe bi xwe qerar bidaya ku dirêjahiya metreyekê çi qas e, kaoseke mezin wê çêbûya, ne wisa ye? Yan jî, eger doktor li gor standardên tibî hereket nekira, gelek kesên nexweş wê jiyana xwe winda bikira. Belê, standardên saxlem me diparêzin. Mîna vê, standardên Yehowa jî me diparêzin.

8. Kesên ku ji rastdariyê hez dikin wê çi bereketan bistînin?

8 Yehowa kesên ku xîret dikin ku li gor standardên wî bijîn, bibereket dike. Ew soz dide ku kesên rast wê erdê mîras bistînin û heta bi hetayê li wê derê bijîn (Zebûr 37:29). Li wê demê, aştî û yekîtî wê hebe, û her kes wê dilşad be. Yehowa wê jiyaneke wisa bide me. Belê, gelek sebeb hene ku em ji rastdariyê hez bikin! Gelo em çawa dikarin ji vî sifetî hê jî zêdetir hez bikin? Ka bala xwe bide van 3 gavan.

JI STANDARDÊN YEHOWA HÊ JÎ ZÊDETIR HEZ BIKE

9. Çi wê alî me bike ku em ji rastdariyê hez bikin?

9 Gav 1: Ji Yê ku standardan datîne, hez bike. Ji bo ku em karibin ji rastdariyê hez bikin, gerek em ji Yê ku qerarê dide ku çi rast e û çi şaş e, hez bikin. Her ku em ji Yehowa zêdetir hez bikin, emê bixwazin li gor standardên wî bimeşin. Ka bifikire: Eger Adem û Hewayê ji Yehowa hez bikira, ma wanê qanûna wî binpê bikira? (1. Mûsa 3:1-6, 16-19).

10. Birahîm çi kir ku fikrên Yehowa baştir fehm bike?

10 Ji bo ku em şaşiya Adem û Hewayê dubare nekin, gerek em bi dewamî di heqê Yehowa de hîn bibin, qîmetê bidin sifetên wî û xîret bikin ku em fikrên wî fehm bikin. Her ku em vêya bikin, emê ji Yehowa zêdetir hez bikin. Bîne bîra xwe ku Birahîm ji Yehowa çi qas hez dikir. Gava li wî zor dihat ku qerarên Yehowa fehm bike, wî dîsa jî serî hilnedida, lê wî hewl dida ku Yehowa baştir nas bike. Mesela, wexta ku Birahîm bihîst ku Yehowa dixwaze bajarên Sodom û Gomorayê wêran bike, ew pêşî ditirsiya ku “Hakimê hemû dinyayê” wê kesên rast tevî kesên xerab helak bike. Birahîm dixwest bizanibûya ka Xwedê wê bi rastî vêya bike yan na, loma wî bi dilnizmî çend pirs pirsîn. Yehowa bi sebir cewab da wî. Li dawiyê, Birahîm tê derxist ku Yehowa li dilê her kesî dinêre û tu caran kesên bêsûc tevî kesên sûcdar ceza nake (1. Mûsa 18:20-32, NWT).

11. Birahîm çawa nîşan da ku ew ji Yehowa hez dike û baweriya xwe bi wî tîne?

11 Piştî ku Birahîm bi Yehowa re di heqê bajarên Sodom û Gomorayê de xeber dabû, Birahîm bê şik ji Bavê xweyî ezmanî zêdetir hez kir û hurmet kir. Çend sal bi şûn de, baweriya Birahîm bi awayekî giran hat ceribandin. Yehowa ji wî xwest ku bila ew kurê xwe Îshaq qurban bike. Birahîm êdî Yehowa rind nas dikir, loma ew bê pirs û sual hazir bû ku daxwaza Yehowa pêk bîne. Ka bîne ber çavê xwe ku li wî çi qas zor hat ku xwe hazir bike û bikeve rê. Bi îhtimaleke mezin, Birahîm tiştên ku wî di heqê Yehowa de dizanibûn, anîn bîra xwe. Mesela, wî dizanibû ku Yehowa wê tu caran zilm û neheqiyê neke. Wek Pawlosê şandî nivîsî, Birahîm bawer bû ku Yehowa dikare kurê wî Îshaq ji mirinê rake (Îbranî 11:17-19). Jixwe, Yehowa soz dabû ku Îshaq wê bibe bavê miletekî, lê li wê demê, zarokên Îshaq hê tune bûn. Birahîm ji Yehowa hez dikir, û ew bawer bû ku Yehowa wê her tim bi rastdarî hereket bike. Çi qas zor bû jî, Birahîm bi bawerî guh da Yehowa (1. Mûsa 22:1-12).

12. Em çawa dikarin Birahîm ji xwe re bikin emsal? (Zebûr 73:28)

12 Em çawa dikarin Birahîm ji xwe re bikin emsal? Wek Birahîm, gerek em jî xîret bikin ku Yehowa baştir nas bikin. Ev yek wê alî me bike ku em nêzîktirî wî bibin û ji wî zêdetir hez bikin (Zebûr 73:28 bixwîne). Wijdanê me wê li gor fikrên Yehowa bê perwerdekirin (Îbranî 5:14). Wijdanekî wisa wê me li hemberî ceribandinan biparêze. Emê xwe ji her tiştê ku dikare dilê Bavê meyî ezmanî biêşîne û zerarê bide dostaniya me ya bi wî re, dûr bigirin. Wekî din, gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji rastdariyê hez dikin?

13. Em çawa dikarin li pey rastdariyê herin? (Methelokên Silêman 15:9)

13 Gav 2: Roj bi roj ji rastdariyê zêdetir hez bike. Kesekî ku dixwaze bedena xwe qewîtir bike gerek roj bi roj sporê bike. Mîna vê, ji bo ku em ji standardên rastdariyê yên Yehowa hê jî zêdetir hez bikin, gerek em jî roj bi roj xîret bikin. Yehowa sînorên me rind dizane, loma ew ji me tiştên ku ji destê me nayên, teleb nake (Zebûr 103:14). Yehowa “ji yê ku li pey rastiyê diçe hez dike” (Methelokên Silêman 15:9 bixwîne). Piştî ku me di xizmeta Yehowa de ji xwe re hedefek daniye, em xîret dikin ku li pey vê hedefê herin. Lazim e ku em bi eynî xîretê li pey rastdariyê herin. Yehowa wê bi dewamî alî me bike ku em bi pêş bikevin (Zebûr 84:5, 7).

14. “Zirxê rastdariyê” çi ye û ew çima ji me re lazim e?

14 Yehowa dibêje ku “emrên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3). Bi eslê xwe, emrên wî me roj bi roj diparêzin. Çekên leşkerî, yên ku Pawlos behsa wan kiribû, bîne bîra xwe (Efesî 6:14-18). Kîjan çek dilê me diparêze? “Zirxê rastdariyê”, yê ku standardên rastdariyê yên Yehowa temsîl dike. Çawa ku zirxan dilê leşkeran diparast, standardên rastdariyê yên Yehowa Xwedê jî dikarin dilê meyî sembolîk – yanî xwestek, hîs û fikrên me – biparêzin. Loma, emîn be ku “zirxê rastdariyê” ba te heye! (Methelokên Silêman 4:23).

15. Tu çawa dikarî “zirxê rastdariyê” li xwe bikî?

15 Tu çawa dikarî “zirxê rastdariyê” li xwe bikî? Bi vê ku tu qerarên xwe li gor standardên Xwedê bidî. Mesela, gava tu qerarê didî ku çi bibêjî, guh bidî kîjan muzîkê, li çi cure fîlm yan malperên Înternetê temaşe bikî yan kîjan kitêbê bixwînî, ji xwe bipirse: “Ev tişt wê li ser dilê min çawa tesîr bike? Gelo ev tişt li Yehowa xweş tê yan gelo ew bi sifetên nerast vê girêdayî ye, mesela bi bêexlaqî, zilm û zordarî, çavbirçîtî û xweheziyê ve?” (Filîpî 4:8). Eger tu qerarên xwe li gor daxwaza Yehowa bidî, standardên wî yên rastdariyê wê dilê te biparêzin.

Rastdariya te dikare bibe “mîna pêlên behrê” (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16-17. Gotinên li Îşaya 48:18 çawa nîşan didin ku em dikarin heta bi hetayê li gor standardên Yehowa bijîn?

16 Gelo tu qet xem dikî ka tuyê bikaribî roj bi roj, sal bi sal li gor standardên Yehowa bijî? Ka bala xwe bide van gotinên Yehowa: “Xwezî ku te guh bidaya emrên min! Hingê aştiya te wê bibûya mîna çemekî, û rastdariya te mîna pêlên behrê” (Îşaya 48:18, NWT). Yehowa soz dide ku rastdariya me wê bibe “mîna pêlên behrê”. Bîne ber çavê xwe ku tu li ber behrê sekinî yî û pêlên avê pey hev tên. Gelo tuyê bifikiriyayî ku rojekê, ev pêl wê xelas bibin? Na! Tu dizanî ku pêl bi hezaran salan diçin û tên, û wê heta bi hetayê wisa dewam bikin.

17 Rastdariya te dikare bibe mîna pêlên behrê! Gelo çawa? Berî ku tu qerarekê bidî, bifikire ku Yehowa wê bixwesta ku tu çi qerarê bidî, û vêya bike. Qerara te her çi qas zor xuya bike jî, Bavê teyî dilovan wê alî te bike ku tu her roj bi rastdariyê hereket bikî (Îşaya 40:29-31).

18. Çima gerek em kesên din li gor standardên xwe rexne nekin?

18 Gav 3: Hukim bihêle destê Yehowa. Gerek em xîret bikin ku li gor standardên Yehowa bijîn, lê gerek em kesên din rexne nekin û xwe ji wan çêtir nebînin. Heqê me tune ku em kesên din li gor standardên xwe binirxînin, çimkî “Hakimê hemû dinyayê” Yehowa ye (1. Mûsa 18:25, NWT). Yehowa em tayîn nekirine ku em li ser kesên din hukim bidin. Jixwe, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em dev ji hukimdayînê berdin (Metta 7:1). *

19. Ûsiv çawa nîşan da ku ew îtibara xwe bi hukmê Yehowa dianî?

19 Ka em serpêhatiya Ûsiv dîsa bînin ber çavê xwe. Wî li ser kesên din – heta li ser yên ku xerabî li wî kiribû jî – hukim nedida. Birayên wî hicûmî wî kiribû, ew wek xulam firotibû û paşê ji bavê xwe re gotibû ku ew mirî ye. Gelek sal bi şûn de, Ûsiv dîsa rastî birayên xwe hat. Ew êdî hukimdarekî biqudret bû, û wî dikaribû bi sertî li ser wan hukim bidaya û heyfa xwe bistanda. Birayên wî her çi qas seba kirinên xwe poşman bûn jî, ew ditirsiyan ku Ûsiv wê heyfa xwe bistîne. Lê belê, Ûsiv ji wan re got: “Netirsin. Ma ez di cihê Xwedê de me?” (1. Mûsa 37:18-20, 27, 28, 31-35; 50:15-21, Mizgînî). Belê, Ûsiv bi dilnizmî hukim hişt destê Yehowa.

20-21. Ji bo em xwe ji kesên din çêtir nebînin, gerek em çi bikin?

20 Mîna Ûsiv, em jî hukim dihêlin destê Yehowa. Mesela, em nafikirin ku em sebeba eslî ya hal û hereketên xwişk û birayan dizanin, çimkî em nikarin bibînin ku di dilê wan de çi heye. Tenê Yehowa dizane ku niyeta mirovan bi rastî çi ye (Methelokên Silêman 16:2). Kok û kultura mirovan her çi be jî, ew ji wan hez dike, û ew dixwaze ku em jî “dilê xwe … fireh bikin” (2. Korîntî 6:13). Loma, em xîret dikin ku ji hemû ferdên malbata xweye ruhî hez bikin, û em li ser wan hukim nadin.

21 Wekî din, gerek em li kesên ku ne Şahidên Yehowa ne jî hukim nedin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Ma teyê di heqê merivekî xweyî nebawermend de wisa bigota, “Ewê tu caran rastiyê qebûl neke”? Tenê kesekî qure, yê ku xwe ji kesên din çêtir dibîne, wê wisa bibêje. Yehowa fersendê dide hemû mirovan ku ew tobe bikin (Karên Şandiyan 17:30). Ji bîr neke: Yehowa kesên ku xwe ji kesên din çêtir dibînin wek kesên nerast dibîne.

22. Tu çima biqerar î ku ji rastdariyê hez bikî?

22 Eger em qîmetê bidin standardên rastdariyê yên Yehowa, emê dilşad bin û ji kesên din re bibin emsal. Di netîceyê de, ewê ji me zêdetir hez bikin û nêzîktirî Xwedê bin. Bila em her tim “tî û birçiyên rastdariyê” bin (Metta 5:6). Bawer be ku Yehowa xîreta te dibîne û ji pêşveçûna te razî ye. Di dinyayê de nerastî her çi qas zêde be jî, hêviya xwe winda neke. Tu caran ji bîr neke ku “Xudan ji rastan hez dike” (Zebûr 146:8).

KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike

^ Li vê dinyaya zalim, kesên ku ji rastdariyê hez dikin, pir hindik in. Dîsa jî, bi milyonan însan xwe li riya rastdariyê digirin. Bê şik, tu jî yek ji wan î. Tu xwe li vê rê digirî ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî û ji ber ku Yehowa ji rastdariyê hez dike. Gelo em çawa dikarin ji rastdariyê hê jî zêdetir hez bikin? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku rastdarî çi ye û em çawa dikarin jê feydeyê bistînin. Wekî din, emê bala xwe bidin çend gavên ku wê alî me bikin ku em ji vî sifetî hê jî zêdetir hez bikin.

^ Carinan lazim dibe ku rîspiyên civatê li ser meseleyên ku bi guneh û tobekirinê ve girêdayî ne, hukim bidin (1. Korîntî 5:11; 6:5; Aqûb 5:14, 15). Dîsa jî, ew bi dilnizmî dikin bîra xwe ku ew nikarin bibînin ku di dilê mirovan de çi heye. Ew dizanin ku bi eslê xwe, ew li şûna Yehowa hukim didin (li 2. Dîrokan 19:6 jî binêre). Loma, gerek ew xwe li standardên edaletê yên Yehowa bigirin, ên ku terazdar û dilrehm in.