MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36
Barê Mecbûr Hilgire û yê Nelazim Bavêje
“Em jî her giraniyê … ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin” (ÎBRANÎ 12:1).
KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle
PÊŞGOTIN a
1. Li gor Îbranî 12:1, ji bo ku em di beza jiyanê de bigihîjin hedefê, gerek em çi bikin?
KITÊBA Pîroz jiyana xizmetkarên Xwedê dişibîne bezekê. Bezvanên ku bi serkeftî digihîjin hedefê bi jiyana bêdawî tên xelatkirin (2. Tîmotêyos 4:7, 8). Gerek em çi ji destê me tê bikin ku beza xwe dewam bikin, çimkî hedef pir nêzîk e. Pawlosê şandî, yê ku beza jiyanê bi serkeftî qedand, anîbû zimên ku çi wê alî me bike ku em jî bi ser bikevin. Wî wisa gotibû: “Her giraniyê … ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin” (Îbranî 12:1 bixwîne).
2. Maneya gotina ku gerek em “her giraniyê … ji ser xwe bavêjin” çi ye?
2 Pawlosê şandî nivîsand ku gerek em “her giraniyê … ji ser xwe bavêjin”. Gelo wî dixwest bigota ku gerek xizmetkarên Xwedê tu barekî hilnegirin? Na! Mexseda gotinên wî ew bû ku gerek em hemû giraniyên nelazim ji ser xwe bavêjin. Barên wisa dikarin ji me re bibin asteng û me gelekî biwestînin. Ji bo ku em li ber xwe bidin, gerek em zû pê derxin ku kîjan barên nelazim li ser pişta me ne û wan ji ser xwe bavêjin. Di eynî wextê de, em naxwazin barên ku gerek em hilgirin ji ser xwe bavêjin. Eger em barên xwe yên mecbûr hilnegirin, emê di bezê de nemînin (2. Tîmotêyos 2:5). Gelo gerek em kîjan baran hilgirin ser xwe?
3. (a) Li gor Galatî 6:5, gerek em çi hilgirin ser xwe? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin, û çima?
3 Galatî 6:5 bixwîne. Pawlosê şandî nivîsand ku “her kes wê barê xwe hilgire”. Bi vê gotinê, Pawlosê şandî behsa mesûliyetên me yên li ber Xwedê dikir. Tu kes nikare li şûna me vî barî hilgire. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku kîjan “barên me” hene û em çawa dikarin wan hilgirin. Wekî din, emê bielimin ku kîjan barên nelazim li ser pişta me ne û em çawa dikarin wan ji ser xwe bavêjin. Eger em barên xwe hilgirin ser xwe û barên nelazim ji ser xwe bavêjin, emê di beza jiyanê de bigihîjin hedefê.
BARÊN KU GEREK EM HILGIRIN
4. Sonda xwedayînê çima ne barekî giran e? (Li resim jî binêre.)
4 Sonda xwedayînê. Gava me jiyana xwe da destê Yehowa, me soz da wî ku emê jê re îbadetê bikin û daxwaza wî bînin cih. Gerek em li ser vê sondê bimînin. Jiyana li gor sonda xwedayînê mesûliyeteke pir cidî ye, lê ne barekî giran e. Çimkî Yehowa em xuliqandine ku em li gor daxwaza wî bijîn (Peyxam 4:11). Wî em di sûretê xwe de çêkirine û daxwaza ku em wî nas bikin û jê re îbadetê bikin xistiye dilê me. Ji ber vê yekê, em dikarin nêzîkî wî bibin û ji kirina daxwaza wî zewqê bistînin (Zebûr 40:8). Wekî din, gava em li gor daxwaza Xwedê dijîn û li ser şopa Îsa Mesîh dimeşin, em “rihetiyê ji bo canê xwe” dibînin (Metta 11:28-30).
5. Çi dikare alî te bike ku tu sonda xwedayînê bînî cih? (1. Yûhenna 5:3)
5 Tu çawa dikarî vî barî hilgirî? A yekê, hezkirina di nav xwe û Yehowa de xurttir bike. Li ser hemû tiştên ku Yehowa ji bo te kirine û li ser xêr û bereketên ku ewê bide te kûr bifikire. Gava hezkirina Xwedê di dilê te de mezintir bibe wê ji te re hêsantir be ku tu bi ya wî bikî (1. Yûhenna 5:3 bixwîne). A diduyan, Îsa Mesîh ji xwe re bike mîsal. Wî daxwaza Xwedê bi serkeftî anî cih, çimkî wî bi destê duayê ji Yehowa alîkarî dixwest û xelata xwe dianî ber çavê xwe (Îbranî 5:7; 12:2). Mîna Îsa Mesîh bike. Bi destê duayê ji Yehowa qewetê bixwaze û hêviya jiyana bêdawî di hiş û dilê xwe de zindî bihêle. Gava hezkirina te ya ji Xwedê mezintir bibe û tu mîna Îsa Mesîh bikî, tuyê sonda xwedayînê bînî cih.
6. Çima gerek em mesûliyetên malbatî bînin cih? (Li resim jî binêre.)
6 Mesûliyetên malbatî. Di beza jiyanê de, gerek em ji merivên xwe zêdetir ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez bikin (Metta 10:37). Lê ev yek nayê maneya ku gerek em mesûliyetên malbatî îhmal bikin. Ji aliyê din ve, ji bo ku Xwedê û Îsa Mesîh ji me razî bin, em mecbûr in ku mesûliyetên malbatî bînin cih (1. Tîmotêyos 5:4, 8). Eger em wisa bikin, emê kêfxweş bibin. Yehowa dixwaze ku jin û mêr ji hev hez bikin û qedrê hev bigirin. Ew dixwaze ku dê û bav ji zarokên xwe hez bikin û wan perwerde bikin. Wekî din, ew dixwaze ku zarok bi ya dê û bavê xwe bikin. Bi vî awayî, li malê wê hizûr hebe (Efesî 5:33; 6:1, 4).
7. Tu çawa dikarî mesûliyetên xwe yên malbatî bînî cih?
7 Tu çawa dikarî vî barî hilgirî? Hem jin hem mêr hem jî zarok gerek xwe bispêrin hîkmeta ku di Kitêba Pîroz de heye. Îznê nede ku urf û adet yan fikrên kesên zana li ser gotin û kirinên te tesîr bikin. Û tenê li gor hîsên xwe qeraran nede (Methelokên Silêman 24:3, 4). Di weşanên me de, şîretên baş hene. Wan rind lêkolîn bike. Ewê alî te bikin ku tu prensîpên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de bînî cih. Mesela, dersa 49 û 50yî ya kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! şîretên baş dide jin û mêr, dê û bav û zarokan. b Eger maliyên te vê yekê nekin jî, tu bi xwe gotinên Kitêba Pîroz bi dil û can bînî cih. Gava tu wisa bikî, malbata te wê ji vê yekê feydeyê bistîne û bereketa Yehowa wê li ser te be (1. Petrûs 3:1, 2).
8. Qerarên me dikarin li ser me çawa tesîr bikin?
8 Mesûliyeta qerarên me. Yehowa îradeya azad daye me û dixwaze ku em ji qerarên baş dilxweşiyê bistînin. Lê ew me ji netîceyên qerarên nebaş naparêze (Galatî 6:7, 8). Ji ber vê yekê, em bi xwe ji gotin, qerar û hereketên nebaş mesûl in. Kirinên me dikarin wijdanê me nerihet bikin. Lê belê, fikra ku em ji qerarên xwe mesûl in alî me dike ku em gunehên xwe îtiraf bikin, şaşiyên xwe serrast bikin û eynî şaşiyan dîsa nekin. Hereketên bi vî rengî alî me dikin ku em di beza jiyanê de li ser lingan bimînin.
9. Eger te qerareke nebaş dabe, tu dikarî çi bikî? (Li resim jî binêre.)
9 Tu çawa dikarî vî barî hilgirî? Eger tu nikaribî qerareke nebaş bi şûn de vegerînî, rewşa xwe ya nû qebûl bike. Tiştê çû nede dû. Wext û qeweta xwe li ser vê yekê derbas neke ku tu xwe heqdar derxî yan kesên din sûcdar bikî. Li şûna vê, şaşiyên xwe qebûl bike û li gor rewşa xwe ya nû gavên baş bavêje. Eger tu xwe sûcdar hîs dikî, bi dilnizmî ji Yehowa re dua bike, şaşiya xwe ji wî re bibêje û ji wî rica bike ku ew te efû bike (Zebûr 25:11; 51:3, 4). Ji kesên ku te dilê wan êşandiye efû bixwaze. Eger lazim be, ji rîspiyan alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14, 15). Ji şaşiyên xwe bielime û xîret bike ku tu wan dîsa nekî. Eger tu wisa bikî, tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê li hemberî te dilrehm be û alîkariya lazim bide te (Zebûr 103:8-13).
BARÊN KU GEREK EM “JI SER XWE BAVÊJIN”
10. Hêvî û daxwazên nemaqûl çima barekî giran in? (Galatî 6:4)
10 Hêvî û daxwazên nemaqûl. Eger em xwe bi kesên din re muqayese bikin, barê me wê girantir bibe (Galatî 6:4 bixwîne). Ev yek dikare di hiş û dilê me de çavnebarî û reqabetê peyda bike (Galatî 5:26). Eger em bixwazin mîna kesên din eynî tiştan bi dest bixin, dibe ku em tiştekî ku ji hal û qeweta me zêde ye bikin û zerarê bidin xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Hêviya ku hatiye texîr kirin [derengxistin], dil nexweş dike” (Methelokên Silêman 13:12). Îcar hesab bike ku hêvî û daxwazên nemaqûl dikarin dilê me çi qas biêşînin. Tiştên wisa dikarin me biwestînin û bibin sebeb ku em di beza jiyanê de hêdî hêdî baz bidin (Methelokên Silêman 24:10).
11. Çi dikare alî te bike ku tu xwe ji daxwazên nemaqûl dûr bixî?
11 Tu çawa dikarî vî barî ji ser xwe bavêjî? Yehowa qet tiştekî zêdeyî qewet û îmkanên me ji me nexwaze. Gerek em jî tiştekî zêdeyî qewet û îmkanên xwe ji xwe nexwazin (2. Korîntî 8:12). Yehowa me bi kesên din re qet muqayese nake (Metta 25:20-23). Xizmeta te, dilsoziya te û sebra te li pêş çavê wî pir biqîmet e. Bi dilnizmî qebûl bike ku emir, sihet û rewşa te dikarin îmkanên te bisînor bikin. Mîna Barzîllay, gava siheta te nebaş bibe, îmtiyazên nû qebûl neke (2. Samûyêl 19:35, 36). Mîna Mûsa, alîkariyê qebûl bike û gava mumkin be, hin mesûliyetan bide kesên din (2. Mûsa 18:21, 22). Kesên ku hedê xwe dizanin tiştekî nemaqûl ji xwe naxwazin, çimkî ev yek dikare bibe sebeb ku ew di beza jiyanê de ji qewetê bikevin.
12. Gelo em ji qerarên nebaş ên kesên din mesûl in? Zelal bike.
12 Xwe ji qerarên nebaş ên kesên din mesûl nebîne. Em nikarin ji bo kesên din qeraran bidin û wan ji netîceyên qerarên nebaş biparêzin. Mesela, belkî kurek yan keçek qerarê bide ku dev ji xizmeta Yehowa berde. Ev qerar dikare dilê dê û bav gelekî bişewitîne. Lê belê, dê û bavên ku xwe ji qerareke nebaş a zarokê xwe sûcdar dikin, barekî giran datînin ser pişta xwe. Yehowa naxwaze ku ew barekî wisa hilgirin ser xwe (Romayî 14:12).
13. Gerek dê û bav li ser qerareke nebaş a zarokê xwe çawa bifikirin?
13 Tu çawa dikarî vî barî ji ser xwe bavêjî? Ji bîr neke ku Yehowa serbestî daye me hemûyan ku em bi xwe qeraran bidin. Mesela, gerek her kes qerarê bide ka ew dixwaze ji Yehowa re xizmetê bike yan na. Yehowa dizane ku dê û bav ne bêqisûr in. Ew dixwaze ku hûn çi ji destê we tê bikin. Qerara ku zarokê wê dide mesûliyeta wî bi xwe ye, ne ya we ye (Methelokên Silêman 20:11). Lê dîsa jî, belkî dê û bav ji ber şaşiyên xwe yên berê diqehirin. Eger wisa be, dilê xwe ji Yehowa re veke û ji wî efû bixwaze. Ew dizane ku hûn nikarin tiştê çûyî bi şûn de bizivirînin. Û zarok çi biçîne, wê wî hilîne. Yanî, Yehowa ji we naxwaze ku hûn zarokê xwe ji netîceyên qerareke nebaş biparêzin. Eger zarokê we bixwaze li Yehowa vegere, Yehowa wê wî ji dil qebûl bike (Lûqa 15:18-20).
14. Çima gerek em ji bin barê xwesûcdarkirinê derkevin?
14 Xwesûcdarkirina zêde. Dema ku em guneh dikin, tiştekî normal e ku em xwe sûcdar dihesibînin. Lê belê, Yehowa qet naxwaze ku em xwe pir sûcdar hîs bikin. Gerek em vî barî ji ser milê xwe bavêjin. Eger me gunehê xwe îtiraf kiribe, tobe kiribe û gavên lazim avêtibin ku eynî gunehî dîsa nekin, em dikarin emîn bin ku Yehowa em efû kirine (Karên Şandiyan 3:19). Piştî van gavan, Yehowa ji me naxwaze ku em bi dewamî xwe sûcdar bihesibînin. Ew dizane ku hîsên xwesûcdarkirinê dikarin zerareke mezin bidin me (Zebûr 31:10). Eger em pir xemgîn bibin, dibe ku em dev ji beza jiyanê berdin (2. Korîntî 2:7).
15. Eger tu xwe pir sûcdar derdixî, gelo çi dikare alî te bike? (1. Yûhenna 3:19, 20) (Li resim jî binêre.)
15 Tu çawa dikarî vî barî ji ser xwe bavêjî? Eger hîsên xwesûcdarkirinê te pir dilteng dikin, li ser efûkariya rastîn a ji Xwedê bifikire (Zebûr 130:4). Gava Xwedê kesên ku ji dil tobe kiriye efû dike, ew vê sozê dide wan: “Êdî ez ê sûcên wan ne di bîra xwe de bînim!” (Yêremya 31:34). Ev yek tê maneya ku Yehowa wê gunehên te yên berê nede rûyê te. Loma nefikire ku netîceyên gunehên te îsbat dikin ku Yehowa tu efû nekirî. Û eger şaşiyên te yên berê xizmeta te niha sînordar dikin, gazinan ji xwe neke. Yehowa hew li ser gunehên te difikire û gerek tu jî li ser wan nefikirî (1. Yûhenna 3:19, 20 bixwîne).
RÊYA SERKEFTINÊ BAZDAN E
16. Mîna bezvanan, gerek em çi fehm bikin?
16 Di beza jiyanê de, gerek em “wisa bibezin … ku [em] xelatê bistînin” (1. Korîntî 9:24). Eger em barên mecbûr û yên nelazim ji hev ferq bikin, emê bi ser bikevin. Di vê meqaleyê de, me bi destê hin mîsalan dît ku gerek em çi hilgirin û çi bavêjin. Lê hin mîsalên din jî hene. Îsa Mesîh got: “Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe” (Lûqa 21:34). Gelek ayetên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu guhertinên lazim bikî, da ku tu di beza jiyanê de bi ser bikevî.
17. Em çima dikarin emîn bin ku emê di beza jiyanê de bi ser bikevin?
17 Em emîn in ku emê di beza jiyanê de serkeftî bin, çimkî Yehowa wê qewetê bide me (Îşaya 40:29-31). Loma baz bide û mîna Pawlosê şandî çi ji destê te tê bike ku tu xelatê qezenc bikî! (Filîpî 3:13, 14). Tu kes nikare li şûna te baz bide, lê bi alîkariya Yehowa tu dikarî bigihîjî hedefê. Yehowa dikare alî te bike ku tu barê mecbûr hilgirî û yên nelazim ji ser xwe bavêjî (Zebûr 68:19). Bi qeweta Yehowa, tu dikarî di beza jiyanê de bi ser bikevî! Netirse, Xwedê bi te re ye!
KILAM 65 Tu Caran Nesekine!
a Ev meqale wê alî me bike ku em di beza jiyanê de baz bidin. Wek bezvanan, gerek em hin baran hilgirin ser xwe. Mesela, gerek em li gor sonda xwedayînê bijîn, mesûliyetên malbatî bînin cih û li qerarên xwe xwedî derkevin. Lê gerek em her barê nelazim ji ser xwe bavêjin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku maneya vê yekê çi ye.
b Ji bo ku tu li ser vê mijarê zêde hîn bibî, bikeve malpera jw.org.