Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

Ji Danîêl Pêxember Hîn Bibe

Ji Danîêl Pêxember Hîn Bibe

“Tu gelekî hatî hezkirin” (DANÎÊL 9:23, Mizgînî).

KILAM 73 Me Cesûr Bike

PÊŞGOTIN a

1. Gelo Danîêl pêxember çima ket çavê memûrên Babîliyan?

 DEMA ku Danîêl pêxember hê xort bû, Babîliyan ew bi êsîrî ji welatê wî bir Babîlê. Lê wisa xuya dike ku kêfa memûrên Babîliyan ji Danîêl re hat. Wan bi çavên xwe dît ku Danîêl yekî çawa ye (1. Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbateke esilzade bû. Ji ber van sebeban, Babîliyan ew perwerde kir, da ku di xizmeta qesrê de kar bike (Danîêl 1:3, 4, 6, Mizgînî).

2. Yehowa li ser Danîêl çawa difikirî? (Hêzekîêl 14:14)

2 Yehowa ji Danîêl hez dikir, ne ji ber bejn û bala wî yan nav û dengê wî, lê ji ber sifetên wî yên baş. Yehowa got ku Danîêl mîna Nûh û Eyûb pêxember e. Wan bi dehsalan li cem Xwedê navekî baş ji xwe re qezenc kiribû. Ya balkêş ew e ku wê demê, Danîêl nêzîkî 20 salî yan hê ciwantir bû (1. Mûsa 5:32; 6:9, 10; Eyûb 42:16, 17; Hêzekîêl 14:14 bixwîne). Di temamiya jiyana Danîêl pêxember de, Yehowa her tim jê hez dikir (Danîêl 10:11, 19).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi bipeyivin?

3 Di vê meqaleyê de, emê li ser du sifetên Danîêl, ên ku ew li ber çavê Xwedê dikirin yekî biqîmet, lêkolîn bikin. Serê pêşîn, emê van sifetan yek bi yek nas bikin û bibînin ku wî ev sifet kengê û çawa nîşan didan. Paşê, emê bibînin ku çi alî Danîêl dikir ku ew van sifetan ava bike. Dawiya dawîn, emê hîn bibin ku em çawa dikarin wî ji xwe re bikin mîsal. Ev meqale her çi qas ji bo kesên ciwan hatiye nivîsandin jî, em gişt dikarin ji mîsala Danîêl pêxember bielimin.

WEK DANÎÊL BICESARET BE

4. Danîêl çawa cesaret nîşan da? Mîsalekê bide.

4 Carinan dibe ku tirs bikeve dilê kesên bicesaret jî, lê ew îznê nadin ku ev tirs rê li ber wan bigire ku ew ya rast bikin. Danîêl xortekî pir bicesaret bû. Du caran wî cesaret da xuyakirin. Cara ewilî wî teqrîben du salan piştî ku Babîliyan Orşelîm wêran kir cesaret nîşan da. Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar di xewneke ecêb de peyker, yanî heykelekî mezin dît. Wî tehdîd kir ku eger xewn neyê gotin û şîroveya wê neyê kirin, ewê zilamên xwe yên şehreza – Danîêl jî yek ji wan bû – bikuje (Danîêl 2:3-5). Lazim bû ku Danîêl zû tiştekî bike, çimkî jiyana gelek kesan di talûkeyê de bû. Ew “ket hûndir û ji padîşah wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Danîêl 2:16, Mizgînî). Ji bo vê, cesaret û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Danîêl berî vê carê xewn şîrove kiribûn. Wî ji hevalên xwe Şadrak, Meşak, û Abed-Nego b rica kir ku bila ew “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin” (Danîêl 2:18, Mizgînî). Yehowa cewab da duayên wan. Bi alîkariya Xwedê, Danîêl xewna Nebûkadnetsar şîrove kir. Ew û hevalên wî ji mirinê filitîn.

5. Cesareta Danîêl dîsa çawa hat ceribandin?

5 Hinek wext piştî ku Danîêl xewna li ser heykelê mezin şîrove kir, cesareta wî dîsa hat ceribandin. Nebûkadnetsar di xewneke din a ecêb de dareke pir mezin dît. Danîêl bi cesaret maneya xewna padîşah jê re zelal kir. Wî got ku padîşah wê ji bo wextekê hem hişê xwe hem jî textê xwe winda bike (Danîêl 4:25). Padîşah dikaribû Danîêl mîna dijminê xwe bidîta û ew bikuşta. Lê Danîêl cesaret nîşan da û xewna wî zelal kir.

6. Çi alî Danîêl dikir ku ew bicesaret be?

6 Gelo çi alî Danîêl dikir ku ew di jiyana xwe de bicesaret be? Gava ew ciwan bû, ew helbet ji mîsala dê û bavê xwe dielimî. Bê şik wan guh dida rêberiya ku Yehowa dabû dê û bavan, û wan Qanûna Xwedê hînî zarokên xwe dikir (5. Mûsa 6:6-9). Danîêl hem Deh Emir hem jî gelek hûrgiliyên Qanûnê nas dikirin. Mesela, wî dizanibû ku xizmetkarekî Xwedê dikare çi bixwe û çi nexwe c (3. Mûsa 11:4-8; Danîêl 1:8, 11-13). Wekî din, Danîêl tarîxa qewmê Xwedê hîn bûbû û dizanibû ku çi hatibû serê kesên ku ji Yehowa re îtaet nekiribû (Danîêl 9:10, 11). Bi saya serpêhatiyên di jiyana xwe de, Danîêl dît ku Yehowa û melekên wî alîkariya wî dikin (Danîêl 2:19-24; 10:12, 18, 19).

Danîêl pêxember lêkolîn dikir, dua dikir û xwe dispart Yehowa. Bi vî awayî, wî cesareta xwe ava dikir (Li paragrafa 7an binêre)

7. Wekî din, çi alî Danîêl dikir ku bicesaret be? (Li resim jî binêre.)

7 Danîêl nivîsarên pêxemberên Xwedê lêkolîn kiribûn, mesela sozên ku Xwedê dabûn Yêremya pêxember. Ji vê lêkolînê, Danîêl fehm kir ku dawiya êsîriya Cihûyan a li Babîlê nêzîk e (Danîêl 9:2). Gava Danîêl dît ku gotinên pêxemberan tên cih, baweriya wî ya bi Yehowa qewîtir bû, û yên ku xwe dispêrin Xwedê dikarin pir bicesaret bin (li Romayî 8:31, 32, 37-39 jî binêre). A herî muhîm, Danîêl gelek caran ji bavê xweyî ezmanî re dua dikir (Danîêl 6:10). Wî gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf dikirin û dilê xwe jê re vedikir. Û Danîêl alîkarî jî dixwest (Danîêl 9:4, 5, 19). Mîna me hemûyan, ew bicesaret nehat dinyayê. Danîêl pêxember lêkolîn dikir, dua dikir û xwe dispart Yehowa. Bi vî awayî, wî cesareta xwe ava dikir.

8. Em çawa dikarin cesaretê ava bikin?

8 Ji bo ku em cesaretê ava bikin, gerek em çi bikin? Dibe ku dê û bavê me dixwazin ku em bicesaret bin. Lê ew nikarin vî sifetî mîna mîraseke malbatî derbasî me bikin. Bidestxistina cesaretê dişibe hînbûna hunereke nû. Ji bo bipêşxistina hunerekê rêyek ew e ku mirov li kirinên mamosteyê xwe mêze bike û dû re mîna wî bike. Bi eynî awayî, em dikarin mêze bikin ku kesên din çawa cesaretê nîşan didin û dû re mîna wan bikin. Îcar em ji Danîêl pêxember çi elimîn? Mîna wî, lazim e ku em Peyva Xwedê baş nas bikin. Gerek em dostaniyeke qewî ya bi Yehowa re ava bikin. Ji bo vê lazim e ku em dilê xwe li ber wî vekin. Û gerek em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku ew li pişta me ye. Bi vî awayî, emê li hemberî ceribandinan bicesaret bisekinin.

9. Çima bifeyde ye ku em bicesaret bin?

9 Feydeyên cesaretê gelek in. Ka bala xwe bide serpêhatiya Ben. Li Almanyayê, di mekteba wî de, her kesî bawer dikir ku jiyan bi tesadûfî hatiye meydanê. Wan digot ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser xuliqandinê tenê çîrok in. Rojekê fersend ket destê Ben ku li pêş sinifê bisekine. Wî bawerî û nêrîna xwe ya li ser xuliqandinê bicesaret pêşkêş kir. Gelo netîce bû çi? Ben dibêje: “Mamosteyê min rind guhdarî kir. Wî meqaleya ku min ji bo piştgiriya nêrîna xwe bi kar anî, kopî kir û da hemû xwendekarên di sinifa min de.” Hevaldersên Ben çi difikirîn? Ben dibêje: “Gelek hevaldersên min guh da xeberdana min û pesnê min da.” Wek ku serpêhatiya Ben nîşan dide, mirovên bicesaret gelek caran hurmeta kesên din qezenc dikin. Wekî din, cesareta me dikare li ser kesên dilpak tesîr bike ku ew Yehowa nas bikin. Bê şik, pir muhîm e ku em cesareta xwe ava bikin.

WEK DANÎÊL DILSOZ BE

10. Dilsozî çi ye?

10 Di Kitêba Pîroz de, peyva Îbranî, ya ku wek “dilsoz” yan “hezkirina dilsoz” hatiye tercûmekirin tê maneya eleqeyeke kûr û dilgerm, ya ku Xwedê bi hezkirinê nîşanî xizmetkarên xwe dide. Eynî peyv ji bo tarîfkirina hezkirina ku di nav xizmetkarên Xwedê de heye, tê bikaranîn (2. Samûyêl 9:6, 7). Bi zeman re, dilsoziya me dikare xurttir bibe. Emê niha bibînin ku dilsoziya Danîêl çawa xurttir dibû.

Yehowa dilsoziya Danîêl pêxember xelat dike. Ew melekekî xwe dişîne û devê şêran digire (Li paragrafa 11an binêre)

11. Gava Danîêl kal bû, dilsoziya wî çawa hat ceribandin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

11 Dilsoziya Danîêl ya ji Yehowa re gelek caran hat ceribandin. Gava ew ji 90î mezintir bû, ceribandina herî zehmet hat serê wî. Wê demê, Babîl ji aliyê Med û Farisan ve hatibû bindestkirin, û Daryûs Padîşah hukimdar bû. Memûrên li qesrê ji Danîêl nefret dikir û qedrê Xwedayê wî nedigirt. Loma wan ji bo kuştina Danîêl planek çêkir. Bi tesîra wan, Padîşah qanûnek derxist, da ku bihata ceribandin ka Danîêl wê ji padîşah yan Xwedayê xwe re dilsoz be. Ji bo ku Danîêl îsbat bikira ku ew wek her kesî ji padîşah re dilsoz e, gerek wî 30 rojî ji Yehowa re dua nekira. Danîêl ev yek red kir. Ji ber vê yekê, ew hat avêtin çala şêran. Lê Yehowa dilsoziya Danîêl xelat kir û ew ji devê şêran filitand (Danîêl 6:12-15, 20-22). Mîna Danîêl, gelo em çawa dikarin dilsoziyeke ku nayê şikandin ava bikin?

12. Danîêl dilsoziya xwe ya ji Yehowa re çawa ava dikir?

12 Wek berê hat gotin, dilsozî li ser bingeha hezkirineke xurt tê avakirin. Tu kesî nikaribû dilsoziya Danîêl ya ji Yehowa re xera bikira, çimkî wî ji dil û kezebê ji Bavê xweyî ezmanî hez dikir. Gelo Danîêl ev hezkirina qewî çawa ava dikir? Bê şik, ew kûr difikirî ku kîjan sifetên Yehowa hene û ku wî çawa ew nîşan didan (Danîêl 9:4). Wekî din, Danîêl bi şikirdarî dianî bîra xwe ku Yehowa çi qas xêr û qencî li wî û xelkê wî kiribû (Danîêl 2:20-23; 9:15, 16).

Wek Danîêl pêxember, eger tu ji dil ji Yehowa hez bikî, tuyê dilsoziyeke ku nayê şikandin ava bikî (Li paragrafa 13an binêre)

13. (a) Dilsoziya ciwanên me çawa tê ceribandin? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.) (b) Gava kesek ji te bipirse ku gelo Şahidên Yehowa destekê didin kesên homoseksuel, teyê çi bigota? (Li vîdeoyê temaşe bike.)

13 Wek li dema Danîêl, mirovên ku qedrê Yehowa û standardên wî nagirin li derdora ciwanên me jî hene. Dibe ku mirovên wisa hurmetê nadin kesên ku ji Xwedê hez dikin. Mesela, ka bala xwe bide xortekî bi navê Gabriel, yê ku li Awistralyayê dijî. Gava ew diçû mektebê, tiştekî wisa hat serê wî. Mamosteya wî ji sinifê pirsî ku eger hevalekî we bigota ku ew homoseksuel e, weyê çi bikira? Mamosteyê got ku bila hemû kesên ku destekê didin hevalekî wisa li aliyekî bisekinin û yên ku destekê nadin li aliyê din. Gabriel dibêje: “Ji xeynî min û birayekî din, hemû hevalders li aliyê kesên ku destekê didin jiyaneke wisa sekinîn.” Tiştê ku paşê qewimî dilsoziya Gabriel ya ji Yehowa re da ceribandin. Ew dibêje: “Di saeta dawîn a dersê de, hem hevalders hem jî mamosteya me heqaret li me kir. Çi ji destê min hat min kir ku ez baweriya xwe bi awayekî sakîn û maqûl biparêzim, lê wan qet guh neda min.” Gelo Gabriel xwe çawa hîs dikir? Ew dibêje: “Rast e, zehmet bû ku wan bi gotinên tehl hicûmî min kir. Lê ez şa bûm, çimkî ez ji Yehowa re dilsoz mam û min baweriya xwe parast.” d

14. Em çawa dikarin dilsoziyeke ku nayê şikandin ava bikin?

14 Mîna Danîêl, em çi qas zêdetir ji Yehowa hez bikin, emê ew qas zêdetir bi dil û can ji wî re dilsoz bimînin. Eger em sifetên Yehowa baştir nas bikin, emê hê jî zêdetir ji wî hez bikin. Mesela, em dikarin li ser tiştên ku wî xuliqandine lêkolîn bikin (Romayî 1:20). Ji bo ku qedir û hezkirina Yehowa di dilê te de mezintir bibe, tu dikarî vîdeo û meqaleyên biçûk ên ji rêzemeqaleya “Kê Ew Çêkiriye?” bixwînî yan li wan temaşe bikî. Wekî din, tu dikarî broşûrên Jiyanê Çawa Dest pê Kir? û Destpêka Jiyanê – Pênc Pirsên Muhîm (bi zimanê Îngilîzî) lêkolîn bikî. Ester, xwişkeke ciwan ya ji Danîmarkayê, li ser van weşanan wisa dibêje: “Fikrên ku hatine nivîsandin pir xweş in. Broşûr nabêjin ku gerek mirov bi çi bawer bike; ew tenê rastiyan pêşkêş dikin û dihêlin ku mirov bi xwe qerarekê bide.” Ben wisa dibêje: “Van meqale û broşûran baweriya min hê jî xurttir kir û îsbat kir ku Xwedê her tişt çêkiriye.” Piştî lêkolînkirina van meqale û broşûran, tuyê jî rastiya van peyvên Kitêba Pîroz qebûl bikî, ku dibêjin: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin” (Peyxam 4:11).

15. Rêyeke din a ji bo avakirina dostaniya bi Yehowa re çi ye?

15 Ji bo avakirina hezkirina ji Yehowa rêyeke din ew e ku em li ser jiyana Kurê wî Îsa Mesîh kûr lêkolîn bikin. Xwişkeke ciwan a bi navê Samira, ya ku li Almanyayê dijî, ev yek kir. Ew dibêje: “Bi saya Îsa Mesîh, min Yehowa baştir nas kir.” Gava Samira zarok bû, li wê zor dihat ku hîsên Yehowa bîne ber çavê xwe. Lê wê fehm dikir ku Îsa Mesîh çi hîs dikir. Ew dibêje: “Ez ji Îsa Mesîh hez dikim, çimkî ew yekî dilovan bû û ji zarokan hez dikir.” Her ku Samira di heqê Îsa Mesîh de hîn dibû, dostaniya wê ya bi Yehowa re qewîtir dibû. Gelo çima? Ew dibêje: “Min hêdî hêdî fehm dikir ku Îsa Mesîh di her tiştî de Bavê xwe Yehowa ji xwe re dikir mînak. Ew pir dişibin hev, çimkî yek ji sebebên ku Yehowa Îsa Mesîh şand dinyayê ew bû ku em Yehowa baştir nas bikin” (Yûhenna 14:9). Ji bo ku tu dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikî, tu dikarî Îsa Mesîh baştir nas bikî. Eger tu wisa bikî, hezkirina te ya ji Yehowa û dilsoziya te ya ji wî re wê mezintir bibin.

16. Çima gerek em dilsoz bin? (Zebûr 18:25; 37:28)

16 Kesên dilsoz gelek caran dostaniyên saxlem û daîmî ava dikin (Rût 1:14-17). Ji xeynî vê, kesên ku ji Yehowa re dilsoz in bihizûr in. Gelo çima? Çimkî Yehowa ji yê dilsoz re dilsoz e (Zebûr 18:25; 37:28 bixwîne). Belê, Xaliqê her tiştî hazir e ku bibe dostê me! Tu dijmin, tu tengasî yan heta mirin jî nikare vê dostaniya qewî xera bike (Danîêl 12:13; Lûqa 20:37, 38; Romayî 8:38, 39). Em bi dil û can dixwazin wek Danîêl pêxember ji Yehowa re dilsoz bimînin!

JI MÎSALA DANÎÊL PÊXEMBER HÎN BIBE

17-18. Wekî din, em dikarin ji Danîêl çi hîn bibin?

17 Di vê meqaleyê de, me li ser du sifetên Danîêl pêxember lêkolîn kir. Lê em dikarin gelek tiştên din jî ji wî bielimin. Mesela, Yehowa çend xewn û dîtinî nîşanî Danîêl dan û bi qeweta xwe alî wî kir ku ew wan şîrove bike. Gelek ji wan gotinên Xwedê hatin cih. Lê hin gotinên Xwedê yên li ser pêşerojê hê nehatine cih. Gava ew bên cih, ewê li ser her kesî tesîr bikin.

18 Di meqaleya din de, emê li ser du wehdên Kitêba Pîroz, ên ku Danîêl pêxember nivîsandibûn, lêkolîn bikin. Fehmkirina wan dikare alî me hemûyan bike ku em îro qerarên baş bidin. Ev gotinên li ser rojên li pêş me dikarin cesaret û dilsoziya me xurttir bikin. Bi vî awayî, em dikarin li hemberî tengasiyên ku wê bên serê me ji Yehowa re dilsoz bimînin.

KILAM 119 Em Hewceyî Îmanê ne

a Xizmetkarên Yehowa yên ciwan rastî zor û zehmetiyan tên. Cesaret û dilsoziya wan jî tên ceribandin. Ji ber baweriya wan a bi xuliqandinê, belkî hevaldersên wan henekên xwe bi wan dikin. Yan belkî ew dixwazin wan îqna bikin ku xizmeta ji Xwedê re û jiyana li gor standardên wî tiştekî dûrî aqil e. Lê wek ev meqale nîşan dide, yên ku mîna Danîêl pêxember bi dilsozî û bi cesaret ji Yehowa re xizmetê dikin bi rastî bihîkmet in.

b Babîliyan ev nav li wan danîbûn.

c Ji ber sê sebebên muhtemel, Danîêl xwarina Babîliyan red kir: (1) Dibe ku xwarina goştê wan heywanan li gor Qanûnê qedexekirî bû (5. Mûsa 14:7, 8). (2) Dibe ku di goşt de xwîn bi temamî nehatibû rijandin (3. Mûsa 17:10-12). (3) Dibe ku ew xwarin wek qismekî îbadeta ji îlahên sexte re dihat dîtin (li 3. Mûsa 7:15 û 1. Korîntî 10:18, 21, 22 jî binêre).

d Li ser jw.org li vîdeoya Karê Rastiyê” wê Edilayê Bîne (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.