MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34
Ji Wehdên Kitêba Pîroz Hîn Bibe
“Yên şehreza wê fêm bikin” (DANÎÊL 12:10, Mizgînî).
KILAM 98 Nivîsarên Pîroz ji Îlhama Xwedê ne
PÊŞGOTIN a
1. Çi dikare alî me bike ku em ji lêkolînkirina wehdên Kitêba Pîroz dilxweşiyê bistînin?
GELO tu li ser lêkolînkirina wehdên Kitêba Pîroz çi difikirî? Birayekî ciwan ê bi navê Ben dibêje: “Ez ji lêkolînkirina wehdên Kitêba Pîroz zewqê distînim.” Ma tu jî wek wî difikirî? Yan ji bo te zehmet e ku tu wehdên Xwedê fehm bikî? Dibe ku kêfa te ji lêkolînkirina wan re nayê. Lê dîsa jî, gava tu baştir fehm bikî ku Yehowa ew wehd çima dane nivîsandin, dibe ku tu nêrîna xwe biguherînî.
2. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?
2 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku gerek em wehdên Kitêba Pîroz çima baştir fehm bikin û em çawa dikarin wan lêkolîn bikin. Paşê, emê li ser du wehdên ji kitêba Danîêl pêxember lêkolîn bikin û bielimin ku fehmkirina wan ji bo me çima bifeyde ye.
ÇIMA GEREK EM WEHDÊN KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN BIKIN?
3. Ji bo ku em wehdên Kitêba Pîroz fehm bikin, gerek em çi bikin?
3 Ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz ji me re alîkarî lazim e. Bala xwe bide vê mîsalê: Tu diçî cihekî nenas, lê hevalekî te, yê ku wê derê baş nas dike, bi te re tê. Ew ji sedî sed dizane ku hûn tam li ku derê ne û rê ber bi ku ve diçe. Bê şik tu bi hatina hevalê xwe gelek memnûn î! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind dizane ku sibe û dusibe çi wê biqewime. Loma ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz, gerek em bi dilnizmî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Danîêl 2:28; 2. Petrûs 1:19, 20).
4. Yehowa wehdên xwe çima dane nivîsandin? (Yêremya 29:11) (Li resim jî binêre.)
4 Mîna dê û bavekî qenc, Yehowa dixwaze ku zarokên wî bibin xwediyê pêşerojeke xweş û geş (Yêremya 29:11 bixwîne). Yehowa ji berê ve dikare bibêje ku li pêşerojê çi wê biqewime, û gotina wî tim rast derdikeve. Ji bo ku em bizanibin ku kîjan tiştên muhîm wê biqewimin, Xwedê wehdên xwe di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin (Îşaya 46:10). Wehdên Kitêba Pîroz diyariyên biqîmet ên ji Bavê meyî ezmanî ne. Lê tu çawa dikarî emîn bibî ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê wê bi rastî bên cih?
5. Keç û xort dikarin ji serpêhatiya Max çi bielimin?
5 Li mektebê, ciwanên me rastî gelek kesan tên, ên ku qedrê Kitêba Pîroz kêm yan qet nagirin. Gotin û kirinên wan dikarin şik û gumanê di hiş û dilê ciwanên me de çêkin. Birayekî bi navê Max dibêje: “Gava ez diçûm mektebê, ez ne emîn bûm ku dê û bavê min dînê rast hînî min dikin. Û min ji xwe dipirsî ka Kitêba Pîroz bi rastî ji Xwedê ye.” Dê û bavê wî çawa alî wî kir? Ew dibêje: “Dê û bavê min neqehirîn, her çi qas ew xemgîn bûn.” Dê û bavê Max cewabên pirsên wî ji Kitêba Pîroz dan. Max bi xwe jî tiştek kir. Ew dibêje: “Min li ser wehdên Kitêba Pîroz lêkolîn dikir û tiştên ku dielimîm ji kesên din re digotin.” Gelo netîce bû çi? Max Dibêje: “Piştî vê, ez emîn bûm ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve hatiye îlhamkirin!”
6. Eger şikên te hebin, gerek tu çi bikî, û çima?
6 Mîna Max, eger di heqê Kitêba Pîroz de şik û guman di hiş û dilê te de peyda bibin, li ber xwe nekeve. Lê pir muhîm e ku tu zû tiştekî bikî. Şik û guman dişibin zengê. Eger zeng bê îhmalkirin, bi zeman re ew dikare tiştekî biqîmet bixwe û xera bike. Ji bo ku baweriya te ji “zengê” bê paqijkirin, gerek tu ji xwe bipirsî: “Gelo ez bi gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê bawer dikim?” Eger tu ne emîn bî, gerek tu li ser wehdên Kitêba Pîroz, ên ku hatine cih, lêkolîn bikî. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî?
GEREK EM WEHDÊN KITÊBA PÎROZ ÇAWA LÊKOLÎN BIKIN?
7. Danîêl pêxember di warê lêkolînkirina wehdên Xwedê de mîsaleke çawa hiştiye? (Danîêl 12:10) (Li resim jî binêre.)
7 Danîêl pêxember di warê lêkolînkirina wehdên Xwedê de mîsaleke baş hiştiye. Wî wehdên Xwedê bi niyeta rast lêkolîn dikirin, çimkî wî dixwest rastiyê bizanibe. Wekî din, Danîêl yekî dilnizm bû. Wî dizanibû ku gava ew ji Yehowa re sadiq bimîne, Yehowa wê alî wî bike ku ew wehdên wî fehm bike (Danîêl 2:27, 28; Danîêl 12:10 bixwîne). Danîêl xwe dispart alîkariya Yehowa û wisa îsbat dikir ku ew yekî dilnizm e (Danîêl 2:18). Danîêl bi dîqat lêkolîn dikir. Wî Nivîsarên Pîroz, ên ku di destê wî de hebûn, hûr û kûr lêkolîn dikirin (Yêremya 25:11, 12; Danîêl 9:2). Gelo tu çawa dikarî mîna Danîêl pêxember bikî?
8. Hin kes çima bawer nakin ku wehdên Kitêba Pîroz wê werin cih, lê gerek em çi bikin?
8 Bi niyeta rast lêkolîn bike. Gelo armanca lêkolîna te ew e ku tu rastiyê fehm bikî? Eger wisa be, Yehowa wê alîkariya te bike (Yûhenna 4:23, 24; 14:16, 17). Lê hin kes wehdên Xwedê ji bo armanceke din lêkolîn dikin. Ew dixwazin îsbat bikin ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve nehatiye îlhamkirin. Ew difikirin ku madem ku Kitêba Pîroz ne ji Xwedê ye, ew bi xwe dikarin qerarê bidin ku çi rast e û çi şaş e. Lê belê, gerek em bi niyeta rast lêkolîn bikin. Wekî din, ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz, sifetekî muhîm ji me re lazim e.
9. Ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz kîjan sifet ji me re lazim e? Zelal bike.
9 Dilnizm be. Yehowa soz dide ku ewê alîkariya kesên dilnizm bike (Aqûb 4:6). Loma, ji bo ku em wehdên Kitêba Pîroz fehm bikin, gerek em ji Xwedê re dua bikin û ji wî alîkariyê bixwazin. Ji xeynî vê, gerek em qebûl bikin ku em hewceyî alîkariya xulamê dilsoz in. Ew ji aliyê Yehowa ve tê bikaranîn ku xwarina ruhî di wexta rast de bide me (Lûqa 12:42). Yehowa yekî bitertîb û binîzam e. Ji ber vê yekê, ew tenê bi rêya çavkaniyekê alî me dike ku em rastiyên di Peyva wî de fehm bikin (1. Korîntî 14:33; Efesî 4:4-6).
10. Tu ji serpêhatiya Estherê çi dielimî?
10 Bi dîqat lêkolîn bike. Li ser wehdeke ku tu meraq dikî dest bi lêkolînê bike. Xwişka me Esther eynî wisa kir. Wê gotinên pêxemberan ên li ser hatina Mesîh meraq dikirin. Ew dibêje:“Gava ez 15 salî bûm, min lêkolîn kir ka ev gotin bi rastî berî hatina Mesîh hatibûn nivîsandin yan na. Tiştên ku wê li ser Tomarên Behra Mirî xwendin, ew îqna kir. Ew dibêje: “Hin ji van tomaran berî hatina Mesîh hatibûn nivîsandin, loma ez emîn bûm ku gotinên wan bi rastî jî ji Xwedê ne. Ji bo ku min ew tişt fehm bikirana, lazim bû ku min ew çend caran bixwendana.” Lê xîreta wê ne badîhewa bû. Piştî ku wê çend wehdên Kitêba Pîroz bi dîqat lêkolîn kirin, ew dibêje: “Min bi zelalî dît ku gotinên Kitêba Pîroz rast in!”
11. Çima lazim e ku em emîn bin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in?
11 Gava em dibînin ku hin wehdên di Peyva Xwedê de çawa hatin cih, em hê jî zêdetir baweriya xwe bi Yehowa û rêberiya wî tînin. Wekî din, îro çi qas xem û derdên me hebin jî, wehdên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em bi dilekî xweş û rihet li rojên li pêş xwe binêrin. Emê niha bala xwe bidin du wehdên ku ji aliyê Danîêl pêxember ve hatibûn nivîsandin û îro tên cih. Fehmkirina wan dikare alî me bike ku em qerarên bihîkmet bidin.
ÇIMA MUHÎM E KU EM MANEYA LINGÊ JI HESIN Û HERIYÊ FEHM BIKIN?
12. Lingên ji hesin û heriyê çi temsîl dikin? (Danîêl 2:41-43)
12 Danîêl 2:41-43 ji wergera Mizgînî bixwîne. Nebûkadnetsar Padîşah di xewna xwe de dît ku lingê heykel hem ji hesin hem jî ji gilê yan heriyê pêk tê. Gava em gotinên di kitêba Danîêl û Peyxamê de didin ber hev, em fehm dikin ku lingê heykel îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike. Îro, ew hêza cîhanî ya herî xurt e. Li ser vê hêza cîhanî, Danîêl dibêje ku “wê beşekî padîşahiyê hêzdar be, yê din jî qels be”. Gelo çima? Çimkî xelkê ku bi heriya nerm hatiye temsîlkirin li ser qudreta vê hêza cîhanî tesîr dike û wê zeîf dike. b
13. Em ji gotinên Danîêl pêxember kîjan rastiyên muhîm dielimin?
13 Ji şîroveya Danîêl pêxember a li ser heykel û bi xisûsî a li ser lingê wî, em çend rastiyên muhîm dielimin. A yekê, Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê qeweta xwe bi hin awayan nîşan daye. Mesela, di qezenckirina Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de, wan roleke sereke lîstiye. Lê belê, qudreta vê hêza cîhanî tê zeîfkirin, çimkî welatiyên wê li dijî hev û li dijî dewletê şer dikin. A diduyan, berî ku Padîşahiya Xwedê hemû hukimdariyên mirovan helak bike, ev îtifaq wê hêza cîhanî ya dawîn be. Dibe ku dewletên din hewl bidin ku Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê bin dest bikin, lê ewê şûna wê negirin. Em vê yekê dizanin, çimkî “kevirê” ku Padîşahiya Xwedê temsîl dike wê lingê heykel parçe parçe bike, yê ku îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike (Danîêl 2:34, 35, 44, 45).
14. Tiştên ku Xwedê ji berê ve li ser hesin û heriyê gotibûn çawa alî me dikin ku em qerarên bihîkmet bidin?
14 Gelo tu bawer dikî ku gotinên Xwedê yên li ser lingê ji hesin û heriyê rast in? Eger wisa be, ev yek wê li ser jiyana te tesîr bike. Tuyê di vê dinyayê de nedî pey mal û milk, çimkî tu dizanî ku ev dinyaya xerab wê di demeke nêzîk de bê tunekirin (Lûqa 12:16-21; 1. Yûhenna 2:15-17). Fehmkirina van tiştên ku Xwedê ji berê ve gotine alî me dikin ku em qîmeta karê mizgîndayîn û hînkirinê bizanibin (Metta 6:33; 28:18-20). Piştî lêkolînkirina vê wehda Xwedê, ji xwe bipirse: “Gelo qerarên min nîşan didin ku ez bawer dikim ku Padîşahiya Xwedê wê di demeke nêzîk de hemû hukûmetên mirovan qir bike?”
“PADÎŞAHÊ BAKUR” Û “PADÎŞAHÊ BAŞÛR”
15. “Padîşahê Bakur” û “Padîşahê Başûr” îro kî ne? (Danîêl 11:40)
15 Danîêl 11:40 ji wergera Mizgînî bixwîne. Beşa 11an a kitêba Danîêl behsa du padîşahan yan hêzên siyasî dike, yên ku bi hev re ketine reqabetê. Gava em van gotinan û gotinên din ên Kitêba Pîroz didin ber hev, em dikarin “Padîşahê Bakur” wek Rûsya û hevalbendên wê tarîf bikin. “Padîşahê Başûr” jî Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike. c
16. Kesên ku li bin hukimdariya “Padîşahê Bakur” dijîn rastî kîjan tengasiyan tên?
16 Xizmetkarên Xwedê, yên ku li bin hukimdariya “Padîşahê Bakur” dijîn, ji aliyê vî padîşahî ve rastî zilm û zordariyê tên. Hin Şahidên Yehowa ji ber baweriya xwe lêdan xwariye yan hatine avêtin hebsê. Tehdeya ji aliyê “Padîşahê Bakur” ve baweriya wan ne sist, lê qewîtir kiriye. Gelo çima? Ji ber ku xwişk û birayên me dizanin ku Danîêl pêxember ji berê ve gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê rastî muxalefetê bên d (Danîêl 11:41). Ji ber ku em vê yekê dizanin, hêviya me wê qewî bimîne û emê ji Yehowa re dilsoz bimînin.
17. Xizmetkarên Xwedê, yên ku li bin hukimdariya “Padîşahê Başûr” dijîn, rastî kîjan tengasiyan hatine?
17 Di demên berê de, “Padîşahê Başûr” jî hicûmî xizmetkarên Yehowa dikir. Mesela, di wexta Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de, gelek bira ji ber bêterefbûna xwe hatin hebskirin. Ji ber eynî sebebî, hin zarokên Şahidên Yehowa ji mektebê hatin derxistin. Di van salên dawîn de, dilsoziya xizmetkarên Yehowa, yên ku li bin hukimdariya vî padîşahî dijîn, bi awayên din hat ceribandin. Mesela, di wexta hilbijartinan de, dibe ku şagirtekî Îsa Mesîh bê ceribandin ku destekê bide partiyeke siyasî yan aliyê siyasetvanekî bigirin. Ew her çi qas dengê xwe nadin jî, dibe ku ew di hiş û dilê xwe de teref bigirin. Lê belê, ji bo ku em bi temamî bêteref bimînin, gerek em rind bala xwe bidin hem kirinên xwe hem jî hîs û fikrên xwe! (Yûhenna 15:18, 19; 18:36).
18. Dijminahiya di navbera her du padîşahan de li ser me çawa tesîr dike? (Li resim jî binêre.)
18 Gava kesên ku baweriya xwe bi wehdên Kitêba Pîroz naynin dibînin ku reqabeta di navbera “Padîşahê Başûr” û “Padîşahê Bakur” de dewam dike, ziravê wan diqete (Danîêl 11:40). Li ba her du padîşahan bi têra xwe bombeyên atomî hene. Ew dikarin jiyana li rûyê erdê bi temamî hilweşînin. Lê em dizanin ku Yehowa îznê nade ku ev yek biqewime (Îşaya 45:18). Loma, dijminahiya di navbera “Padîşahê Bakur” û “Padîşahê Başûr” de me natirsîne, lê baweriya me qewî dike. Ev yek îsbat dike ku dawiya vê sîstemê nêzîk e.
RIND BALA XWE BIDE WEHDÊN KITÊBA PÎROZ
19. Di heqê wehdên Kitêba Pîroz de gerek em çi ji bîr nekin?
19 Em nizanin ku hin wehdên Kitêba Pîroz wê çawa bên cih. Danîêl pêxember bi xwe maneya her tiştê ku wî nivîsandibû fehm nekiribû (Danîêl 12:8, 9). Rast e, em tam nizanin ku wehdên Xwedê wê çawa bên cih. Lê ev yek nayê maneya ku ewê rast dernekevin. Em dikarin bawer bin ku mîna berê, Yehowa wê tam di wexta rast de tiştên ku gerek em bizanibin ji me re eşkere bike (Amos 3:7).
20. Di demeke nêzîk de, kîjan gotinên Kitêba Pîroz wê bên cih, û gerek em bi dewamî çi bikin?
20 Îlana “aştî û ewledarî” yan selamet û emniyet wê bê kirin (1. Selanîkî 5:3). Paşê hêzên siyasî wê hicûmî dînê sexte bikin û wî helak bikin (Peyxam 17:16, 17). Piştî vê, ewê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin (Hêzekîêl 38:18, 19). Ev qewimandin wê derbasî şerê dawîn ê Harmegedonê bibin (Peyxam 16:14, 16). Em dikarin emîn bin ku di wexteke nêzîk de, ev tişt wê biqewimin. Heta hingê, em her tim dixwazin şikirdariya xwe ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin. Û emê baş bala xwe bidin wehdên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin ku ew jî eynî tiştî bikin.
KILAM 95 Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe
a Rewşa dinyayê her çi qas ber bi xerabiyê ve diçe jî, em bawer in ku rojên xweş li benda me ne. Gava em li ser tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotine lêkolîn dikin, em vê baweriyê bi dest dixin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima gerek em li ser wehdên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Wekî din, emê bala xwe bidin du tiştên ku Danîêl pêxember li ser pêşerojê gotibûn û bibînin ku fehmkirina wan ji bo me çima bifeyde ye.