Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Di Heqê Yehowa de Cewherên Ruhî Bibîne

Ji bo ku em ji xwendina Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, em dikarin gelek hacetên lêkolînê bi kar bînin. Lê armanca me ne tenê ew e ku em zanîna xwe kûrtir bikin. Em dixwazin di heqê şexsiyeta Yehowa de cewherên ruhî bibînin û hezkirina wî di dilê xwe de mezintir bikin. Ji bo vê, em dikarin ji xwe bipirsin: “Ev qismê Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi hîn dike?”

Mesela, em dikarin bala xwe bidinê ku li ser hezkirin, hîkmet, edalet, û qudreta Yehowa çi tê gotin. Lê belê, şexsiyeta Yehowa ne tenê ji van sifetan, lê ji gelek sifetên din ên pir xweş pêk tê. Gelo li ku derê tu dikarî zêdetir melûmatan bibînî?

Li Îndeksa Weşanên Birca Çavdêriyê (bi zimanê Îngilîzî), li bin sernivîsa “Yehowa” û paşê li bin sernivîsa “Sifetên Yehowa” zêdetirî 50 sifet hatine rêzkirin. Ji xwe re sifetekî ku bi xwendina Kitêba Pîroz ve girêdayî hilbijêre. (Eger bi zimanê te tenê Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa hebe, li bin sernivîsa “Yehowa Xwedê” binêre û paşê li bin sernivîsa “Sifetên Yehowa”.)