Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

Alîkariya ji bo Kesên ku ji Civatê Hatine Derxistin

Alîkariya ji bo Kesên ku ji Civatê Hatine Derxistin

“Li ezmên kêfxweşiya li ser gunehkarekî ku tobe kiriye, wê ji kêfxweşiya li ser 99 kesên rast, ên ku ne lazim e ku ew tobe bikin, zêdetir bibe” (LÛQA 15:7, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku çima lazim e ku hin kes ji civatê bên derxistin û rîspî çawa dikarin alî wan bikin ku ew tobe bikin, da ku Yehowa ji nû ve ji wan razî be.

1-2. (a) Yehowa li kesên ku gunehên giran dikin, lê tobe nakin, çawa dinêre? (b) Yehowa hêvî dike ku kesên gunehkar çi bikin?

 YEHOWA çavê xwe ser her tiştî nagire, û ew ji guneh nefret dike (Zebûr 5:4-6). Ew dixwaze ku em qedrê qanûnên wî bigirin, ên ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ne. Yehowa helbet dizane ku em qisûrdar in û nikarin bi awayekî kamil guhdariya wî bikin (Zebûr 130:3, 4). Ji aliyê din ve, ew îznê nade ku mirovên xerab kerema wî wek bahaneya ji bo bêşermiyê bi kar bînin (Cihûda 4). Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku kesên ku guh nadin Xwedê wê li cenga Harmegedonê bên helakkirin (2. Petrûs 3:7; Peyxam 16:16).

2 Lê belê, Yehowa naxwaze ku kesek bê helakkirin. Wek me di meqaleyên berê de dîtibû, Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku ew “dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9). Wek Yehowa, rîspiyên civatê jî bi sebir alî gunehkaran dikin ku ew xwe serrast bikin û ji nû ve nêzîkî Yehowa bibin. Lê belê, hin gunehkar tobe nakin (Îşaya 6:9). Rîspî her çi qas dîsa û dîsa hewl didin ku alî wan bikin jî, hin kes dev ji gunehkirinê bernadin û tobe nakin. Îcar lazim e ku rîspî çi bikin?

“MIROVÊ XERAB JI NAV XWE DERXIN”

3. (a) Eger kesek tobe neke, lazim e ku rîspî çi bikin? (b) Çima bi eslê xwe tercîha kesê gunehkar e ku ew ji civatê bê derxistin?

3 Eger kesek ji gunehê xweyî giran tobe neke, lazim e ku rîspî li gor vê rêberiya 1. Korîntî 5:13 hereket bikin: “Mirovê xerab ji nav xwe derxin.” Bi eslê xwe, kesê gunehkar xwe bi xwe tercîh kiriye ku wisa be. Bi rastî jî,  a çi çandiye, ew wê jî didirû (Galatî 6:7). Em çima wisa difikirin? Çimkî rîspiyan dîsa û dîsa alî wî kir, lê wî alîkariya wan qebûl nekir û tobe nekir (2. Qiralan 17:12-15). Hal û hereketên wî nîşan didin ku ew naxwaze li gor qanûnên Yehowa bijî (5. Mûsa 30:19, 20).

4. Gava kesekî ku ji gunehê xwe tobe nake ji civatê tê derxistin, çima îlanek tê xwendin?

4 Gava gunehkarekî ku tobe nake ji civatê tê derxistin, îlanek tê xwendin, da ku civat bizane ku ew êdî Şahidê Yehowa nîne. Armanca vê îlanê ne ev e ku kesê gunehkar nizm bike. Sebeb ev e ku xwişk û bira bizanin ku gerek ew êdî bi wî re “nebin heval” û “heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Korîntî 5:9-11). Çima lazim e ku civat wisa bike? Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike” (1. Korîntî 5:6). Eger kesên ku gunehên giran dikin û tobe nakin ji civatê nehatana derxistin, dibe ku kesên din wê bifikiriyana ku ne hewce ye ku ew xwe li qanûnên Yehowa bigirin (Methelokên Silêman 13:20; 1. Korîntî 15:33).

5. Gerek em li kesekî ku ji civatê hatiye derxistin çawa binêrin, û çima?

5 Îcar gerek em li kesekî ku ji civatê hatiye derxistin çawa binêrin? Em her çi qas bi wî re hevaltiyê nekin jî, bila em nefikirin ku halê wî êdî bêçare ye, lê wî wek miyeke windabûyî bibînin. Miyeke ku ji hewşa xwe çûye û rêya xwe winda kiriye dikare vegere. Ji bîr neke ku miya windabûyî sond xwaribû ku ewê li gor daxwaza Yehowa bijî. Niha ew li gor sonda xwe hereket nake, û ev yek rewşeke bitalûke ye (Hêzekîêl 18:31). Dîsa jî, madem ku Yehowa hê hazir e ku rehmê li wî bike, hêvî heye ku ewê vegere. Madem ku wisa ye, rîspî çawa dikarin alî kesekî gunehkar bikin, ê ku ji civatê hatiye derxistin?

RÎSPÎ ÇAWA ALÎ KESÊN KU JI CIVATÊ HATINE DERXISTIN, DIKIN?

6. Rîspî çawa alî kesên ku ji civatê hatine derxistin, dikin?

6 Gelo kesekî ku ji civatê hatiye derxistin êdî hatiye terkkirin û mecbûr e ku bi tena serê xwe vegere ba Yehowa? Helbet na. Gava rîspî ji kesekî ku ji gunehê xwe tobe nake re dibêjin ku ewê ji civatê bê derxistin, ew jê re zelal dikin ku ew dikare çi bike, da ku vegere civatê. Ji xeynî vê, bi gelemperî ew jê re dibêjin ku çend meh bi şûn de, ew dixwazin dîsa bi wî re sohbetê bikin, da ku pê derxin ka wî fikra xwe guhertiye yan na. Eger kesê gunehkar qebûl bike ku dîsa bi rîspiyan re xeber bide, ewê di dema hevdîtinê de jê rica bikin ku bila ew tobe bike û vegere. Eger wî fikra xwe hê neguhertibe jî, rîspî wê paşê dîsa hewl bidin ku car caran pê re xeber bidin.

7. Piştî ku kesek ji civatê hatiye derxistin, rîspî dilovaniya Yehowa çawa ji xwe re emsal digirin? (Yêremya 3:12)

7 Wek Yehowa, rîspî hewl didin ku rehmê li kesekî ku ji civatê hatiye derxistin, bikin. Mesela, gava miletê Îsraîlê ji rêya Xwedê şaş dibû, Yehowa li bendê nedisekinî ku Îsraîlî gava pêşîn bavêjin. Berî ku wan tobe dikir jî, Yehowa hazir bû ku alî wan bike. Di meqaleya diduyan a vê kovarê de, me dîtibû ku Yehowa çawa ji Hoşeya pêxember re gotibû ku bila ew bi jina xwe re dîsa li hev were. Wê demê, jina wî hê di nav gunehekî giran de bû. Bi destê vê mîsalê, Yehowa nîşan da ku ew çi qas dilrehm e (Hoşeya 3:1; Maleyaxî 3:7). Wek Yehowa, rîspiyên civatê jî ji dil dixwazin ku kesê gunehkar vegere, û ew naxwazin astengan deynin ber wî (Yêremya 3:12 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne).

8. Çîroka kurê windabûyî di heqê rehm û dilovaniya Yehowa de çi nîşan dide? (Lûqa 15:7)

8 Çîroka kurê windabûyî, ya ku me di meqaleya diduyan a vê kovarê de lêkolîn kiribû, bîne ber çavê xwe. Gava bav kurê xwe dît, ê ku vedigeriya malê, “ew bi lez çû pêşiya wî û xwe avêt stûyê wî û ew bi nermî maç kir” (Lûqa 15:20, NWT). Bala xwe bidê ku bav li bendê nesekinî heta ku kurê wî efû bixwaze. Ji ber ku ew bavekî dilovan bû, wî gava pêşîn avêt. Rîspî jî gerek li hemberî kesên ku rêya xwe şaş kiriye, wisa bin. Ew dixwazin ku miyên windabûyî “vegerin malê” (Lûqa 15:22-24, 32, NWT). Gava gunehkarek vedigere, Yehowa, Îsa Mesîh, melek û temamiya civatê kêfxweş dibin (Lûqa 15:7 ji tercûmeya NWT bixwîne).

9. Yehowa dixwaze ku kesên gunehkar çi bikin?

9 Heta vira, me rind fehm kiriye ku Yehowa îznê nade ku kesên ku ji gunehên xwe yên giran tobe nakin, wek ferdên civatê bimînin. Dîsa jî, ew pişta xwe li rûyê gunehkaran nazivirîne. Ew dixwaze ku ew vegerin ba wî. Nêrîna Yehowa a li ser kesên tobedar di Kitêba Pîroz de wisa tê nîşandayîn: “Ezê nedilsoziya wan qenc bikim. Ezê ji wan ji dil hez bikim, çimkî hêrsa min derbas bûye” (Hoşeya 14:4, NWT). Madem ku Yehowa li kesên tobedar wisa dinêre, ma ne lazim e ku rîspî jî wisa bikin? Wekî din, ma ne lazim e ku kesên ku ji Yehowa dûr ketine zû vegerin ba wî?

10-11. Rîspî çawa dikarin alî kesên ku berê ji civatê hatibûn derxistin, bikin?

10 Gelo rîspî çawa dikarin alî kesên ku gelek sal berê ji civatê hatibûn derxistin, bikin? Dibe ku wan êdî dev ji gunehkirinê berdaye. Heta, dibe ku wan ji bîr kiriye ku ew çima ji civatê hatibûn derxistin. Halê wan her çi be jî, rîspî wê xîret bikin ku wan bibînin û ziyaret bikin. Li ziyaretên wisa, rîspî wê teklîf bikin ku bi wan re dua bikin, û ewê wan teşwîq bikin ku ew vegerin civatê. Helbet, eger kesek gelek sal ji civatê dûr mabe, belkî lazim e ku ew Yehowa ji nû ve nas bike û Kitêba Pîroz ji nû ve lêkolîn bike. Loma, eger ew bibêje ku ew dixwaze vegere civatê û ew her çi qas di civatê de hê nehatibe qebûlkirin jî, rîspî dikarin ji kesekî rica bikin ku bi wî re kursa Kitêba Pîroz îdare bike. Gerek qerara ku kursa Kitêba Pîroz bê derbaskirin yan na ji aliyê rîspiyan ve bê dayîn.

11 Madem ku rehma Yehowa ew qas mezin e, rîspî gerek çi ji destê wan tê bikin ku alî kesên ku ji civatê hatine derxistin, bikin. Bila ew bizanin ku derî ji wan re vekirî ye û ew dikarin vegerin civatê. Eger kesekî gunehkar tobe bike û dev ji kirinên xwe yên nebaş berde, ew dikare di civatê de zû bê qebûlkirin (2. Korîntî 2:6-8).

12. (a) Bi xisûsî kengê lazim e ku rîspî dîqat bikin? (b) Çima gerek em nefikirin ku hin gunehkar nikarin ji aliyê Yehowa ve bên efûkirin? (Li jêrenotê jî binêre.)

12 Carinan lazim e ku rîspî pir dîqat bikin berî ku ew kesekî ji nû ve di civatê de qebûl bikin. Mesela, eger kesekî zarokek îstismar kiribe, li dijî rastiyê serî hildabe yan plan çêkiribe ku ji zewaca xwe bifilite, gerek rîspî rind bizanin ka wî bi rastî tobe kiriye yan na (Maleyaxî 2:14; 2. Tîmotêyos 3:6). Lazim e ku ew kerî biparêzin. Lê belê, gerek em fehm bikin ku eger kesek ji dil tobe bike û dev ji gunehkirinê berde, Yehowa hazir e ku wî dîsa qebûl bike. Loma, her çi qas lazim e ku rîspî li hemberî kesên ku xerabî li kesên din kiriye, bidîqat bin jî, gerek ew nebêjin ku hin gunehkar nikarin ji aliyê Yehowa ve bên efûkirin b (1. Petrûs 2:10).

CIVAT DIKARE ÇI BIKE?

13. Ji bo me, ferqa di nav kesekî ku ji aliyê rîspiyan ve hatiye serrastkirin û kesekî ku ji civatê hatiye derxistin çi ye?

13 Wek me di meqaleya berê de dîtibû, eger îlanek bê xwendin ku kesek hatiye serrastkirin, em dikarin dîsa jî bi wî re hevaltiyê bikin, çimkî em dizanin ku wî tobe kiriye û dev ji gunehkirinê berdaye (1. Tîmotêyos 5:20). Ew hê aîdî civatê ye, û ew hewceyî teşwîqa xwişk û birayan e (Îbranî 10:24, 25). Lê belê, halê kesekî ku ji civatê hatiye derxistin ne wisa ye. Gerek em êdî bi wî re “nebin heval” û “heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Korîntî 5:11).

14. Şagirtên Îsa Mesîh dikarin li gor wijdanê xwe qerarê bidin ku çi bikin yan nekin? (Li resim jî binêre.)

14 Gelo ev yek tê maneya ku eger kesek ji civatê hatibe derxistin, gerek em ji wî bi temamî birevin? Na. Helbet gerek em pê re hevaltiyê nekin. Lê belê, şagirtên Îsa Mesîh dikarin li gor wijdanê xwe, yê ku li ser esasê Kitêba Pîroz hatiye perwerdekirin, qerarê bidin ku kesekî ku ji civatê hatiye derxistin – ê ku belkî merivê wan e yan berê hevalê wan bû – teklîfî civînekê bikin. Eger ew were, gerek em çi bikin? Berê, me silav nedida kesên wisa. Lê niha, me êdî fehm kiriye ku gerek her şagirtê Îsa Mesîh li gor wijdanê xwe, yê ku li ser esasê Kitêba Pîroz hatiye perwerdekirin, xwe bi xwe qerarê bide ku çi bike. Hin kes belkî difikirin ku gava kesekî ku ji civatê hatiye derxistin tê civînekê, minasib e ku ew silavê bidin wî yan bixêrhatina wî bikin. Lê belê, gerek em dirêj dirêj pê re sohbetê nekin û pê re hevaltiyê nekin.

Şagirtên Îsa Mesîh dikarin li gor wijdanê xwe, yê ku li ser esasê Kitêba Pîroz hatiye perwerdekirin, qerarê bidin ka kesekî ku ji civatê hatiye derxistin teklîfî civînekê bikin yan na û li civînê ji kesekî wisa re silavê bidin yan na (Li paragrafa 14an binêre)


15. 2. Yûhena 9-11 behsa çi cure gunehkaran dike? (Li çarçoveya “ Gelo Yûhena û Pawlos Behsa Eynî Gunehî Dikir?” jî binêre.)

15 Dibe ku hin kes ji xwe bipirsin: “Ma Kitêba Pîroz nabêje ku şagirtekî Îsa Mesîh, ê ku silavê dide kesekî wisa ‘dibe hevparê kirinên wî yên xerab’?” (2. Yûhena 9-11 bixwîne). Ayetên din ên 2. Yûhena nîşan didin ku ev rêberî behsa kesên wisa dike, yên ku li hemberî rastiyê serî hildidin yan hewl didin ku kesên din ji rêyê derxin (Peyxam 2:20). Loma, eger kesek hîndariyên sexte yan gunehên din bi awayekî aktîf bi pêş bixe, rîspî wê wî ziyaret nekin. Helbet dîsa jî hêvî heye ku rojekê, aqlê wî wê were serê wî. Lê heta wê demê, emê silavê nedin wî û wî teklîfî civînan nekin.

WEK YEHOWA DILREHM Û DILOVAN BE

16-17. (a) Yehowa dixwaze ku kesên gunehkar çi bikin? (Hêzekîêl 18:32) (b) Wek hevalkarên Yehowa, rîspî çawa dikarin alî gunehkaran bikin?

16 Em ji van pênc meqaleyan çi hîn bûne? Yehowa naxwaze ku kesek helak bibe (Hêzekîêl 18:32 bixwîne). Ew dixwaze ku kesên gunehkar dîsa bibin dostên wî (2. Korîntî 5:20). Ji ber vê yekê, Yehowa Xwedê her tim ji xizmetkarên xwe, yên ku ji wî dûr ketine, rica kiriye ku ew tobe bikin û vegerin ba wî. Wek hevalkarên Yehowa, rîspiyên civatê jî alî gunehkaran dikin ku ew tobe bikin (Romayî 2:4; 1. Korîntî 3:9).

17 Gava kesên gunehkar tobe dikin, li ezmên dilxweşiyeke mezin çêdibe. Wexta ku miyeke windabûyî vedigere civatê, Yehowa pir şa dibe. Her ku em rehm, dilovanî û kerema wî tînin ber çavê xwe, em ji wî hê jî zêdetir hez dikin! (Lûqa 1:78).

KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me

a Di vê meqaleyê de, kesê gunehkar wek mêr tê nîşandayîn. Lê belê, rêberiya ji bo jinan jî eynî ye.

b Li gor Kitêba Pîroz, sebebê ku gunehek nikare bê efûkirin ne ev e ku çi hatiye kirin, lê ev e ku guneh bi serhişkî hatiye kirin, yanî bi dijminahiya li hemberî Xwedê. Lê belê, tenê Yehowa û Îsa Mesîh dikarin qerarê bidin ka gunehek hêjayî efûkirinê ye yan na (Marqos 3:29; Îbranî 10:26, 27).