Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

KILAM 130 Hevdû Efû Bikin

Civat Gerek li Gunehkaran Çawa Binêre?

Civat Gerek li Gunehkaran Çawa Binêre?

“Eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê [“alîkarê”, NWT] me Îsa Mesîhê rastdar heye” (1. YÛHENA 2:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gava birayekî li Korîntê gunehekî giran kir, civatê çi kir.

1. Daxwaza Yehowa çi ye?

 GAVA Yehowa însanên pêşîn çêkirin, wî îradeya azad da wan. Gava tu qeraran didî, tu vê hediyeyê bi kar tînî. Qerara herî muhîm, a ku kesek dikare bide, ev e ku ji Yehowa re xizmet bike û bikeve malbata xizmetkarên wî. Yehowa dixwaze ku her kes wisa bike, çimkî ew ji însanan hez dike û xêra wan dixwaze. Ew dixwaze ku mirov bibin dostên wî û heta hetayê bijîn (5. Mûsa 30:19, 20; Galatî 6:7, 8).

2. Yehowa li gunehkarên ku tobe nakin, çawa dinêre? (1. Yûhena 2:1)

2 Lê belê, Yehowa zorê li tu kesî nake ku ji wî re xizmet bike. Her kes dikare li gor dilê xwe qerarê bide ku çi bike. Eger xwişk yan birayekî vaftîzbûyî qanûna Xwedê xera bike û gunehekî giran bike, lazim e ku çi bê kirin? Eger ew tobe neke, gerek ew ji civatê bê derxistin (1. Korîntî 5:13). Dîsa jî, Yehowa ji dil hêvî dike ku kesê gunehkar vegere ba wî. Bi eslê xwe, yek ji sebebên muhîm ku wî fîdye tedarek kiriye ev e ku rêya efûkirinê ji bo gunehkarên tobedar veke (1. Yûhena 2:1 bixwîne). Xwedayê meyî dilovan ji gunehkaran rica dike ku bila ew tobe bikin (Zekerya 1:3; Romayî 2:4; Aqûb 4:8).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

3 Yehowa dixwaze ku nêrîna me ya li ser guneh û gunehkaran mîna nêrîna wî be. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin. Gava tu vê meqaleyê dixwînî, ka bala xwe bidê ku (1) gava birayekî li civata Korîntê gunehekî giran kir, civatê çi kir, (2) gava kesê gunehkar tobe kir, Pawlos çi rêberî da civatê, û (3) li gor vê serpêhatiya Kitêba Pîroz, Yehowa li kesên ku gunehên giran dikin, çawa dinêre.

DI SEDSALA YEKÊ DE, NÊRÎNA LI SER GUNEHÊN GIRAN ÇAWA BÛ?

4. Li civata Korîntê çi çêbû? (1. Korîntî 5:1, 2)

4 1. Korîntî 5:1, 2 bixwîne. Di sefera xwe ya sisêyan de, Pawlosê şandî bihîst ku li civata nû ya li bajarê Korîntê tiştekî ecêb çêdibû. Li wê derê, birayek bi jina bavê xwe re radiket. Tiştekî wisa “di nav miletên xwedênenas de jî” çênedibû! Civatê hem çavê xwe li ser kirinên kesê gunehkar digirt hem jî difikirîn ku ew dikare di civatê de bimîne. Hin kes belkî difikirîn ku ev yek nîşan dide ku Xwedê li hemberî însanên qisûrdar çi qas dilrehm e. Lê belê, Yehowa çavê xwe li ser gunehên giran nagire. Ji ber vê rezaletê, navê civatê xerab derdiket. Bi ser de, wî dikaribû bibûya sebeb ku kesên din jî mîna wî bikin. Gelo Pawlos çi rêberî da wê civatê?

5. Pawlosê şandî ji civatê re çi got, û maneya gotinên wî çi bû? (1. Korîntî 5:13) (Li resim jî binêre.)

5 1. Korîntî 5:13 bixwîne. Bi îlhama Xwedê, Pawlos nameyek nivîsî û tê de got ku gerek gunehkarê ku tobe nake ji civatê bê derxistin. Lazim bû ku xwişk û birayên din çi bikin? Pawlos ji wan re got ku bila ew êdî “pê re têkiliyê nekin, heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Korîntî 5:11). Gava mirov bi hev re rûdinin û xwarinê dixwin, ew bi hev re sohbetê jî dikin. Loma, Pawlos dixwest bigota ku gerek xwişk û bira bi kesekî wisa re wextê derbas nekin, da ku ew di bin tesîra wî ya xerab de nemînin (1. Korîntî 5:5-7). Wekî din, vê yekê wê belkî alî wî bikira ku ew giraniya sûcê xwe fehm bike, ji kirinên xwe şerm bike û tobe bike.

Bi îlhama Xwedê, Pawlos di nameya xwe de got ku gerek gunehkarê ku tobe nake ji civatê bê derxistin (Li paragrafa 5an binêre)


6. Li ser esasê nameya Pawlosê şandî, civatê çi kir, û kesê gunehkar çi kir?

6 Piştî ku Pawlosê şandî nameya xwe ji civata Korîntê re şandibû, wî meraq kir ka civatê çi kir. Hingê Tîtos xebereke baş anî. Civatê guh dabû rêberiya Pawlos û kesê gunehkar ji civatê derxistibû (2. Korîntî 7:6, 7). Wekî din, di hundirê çend mehan de, kesê gunehkar êdî ji gunehê xwe tobe kiribû. Wî hal û hereketên xwe serrast kiribûn û dest pê kiribû ku li gor qanûnên Yehowa bijî (2. Korîntî 7:8-11). Îcar Pawlosê şandî çi rêberî da civatê?

GAVA KESÊ GUNEHKAR TOBE KIR, CIVATÊ ÇI KIR?

7. Netîceya baş a derxistina kesê gunehkar çi bû? (2. Korîntî 2:5-8)

7 2. Korîntî 2:5-8 bixwîne. Pawlosê şandî ji civata Korîntê re wisa got: “Ew cezayê ku pirraniya we daye kesê weha, têrê dike.” Yanî, terbiyeya ku ji wî re hatibû dayîn bifeyde bû û alî wî kiribû ku ew tobe bike (Îbranî 12:11).

8. Pawlos paşê ji civatê re çi got?

8 Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî ji civatê re got ku bila ew wî bi dilovanî efû bikin, teseliyê bidin wî û nîşanî wî bidin ku ew ji wî hez dikin. Ka bala xwe bidê ku Pawlos ne tenê got ku gerek civat wî ji nû ve di nav xizmetkarên Yehowa de qebûl bikin. Ji xeynî vê, Pawlos got ku gerek ew bi hal û hereketên xwe nîşanî wî bidin ku ew wî ji dil efû dikin û ji wî hez dikin. Lazim bû ku birayê tobedar bibîne ku xwişk û birayên din bi rastî dilxweş in ji ber ku ew vegeriyaye civatê.

9. Belkî çima li hin kesan zor dihat ku kesê gunehkar, ê ku tobe kiribû, efû bikin?

9 Gelo li hin xwişk û birayan zor dihat ku gunehkarê tobedar dîsa di nav xwe de qebûl bikin? Kitêba Pîroz nabêje ku çi çêbû, lê helbet îhtimal heye ku wisa bû. Kirinên wî temamiya civatê aciz kiribû û belkî şermî anîbû ser hin xwişk û birayan. Wan pir xîret dikir ku xwe li qanûnên Yehowa bigirin, û hin kes belkî difikirîn ku kesekî ew qas gunehkar ne hêja ye ku dîsa di nav wan de bê qebûlkirin (li Lûqa 15:28-30 jî binêre). Çima ew qas muhîm bû ku xwişk û bira nîşan bidin ku ew ji birayê tobedar hez dikin?

10-11. Eger rîspiyan gunehkarê tobedar efû nekira, çi wê biqewimiya?

10 Ka bîne ber çavê xwe ku eger rîspiyan mirovê tobedar di civatê de qebûl nekira yan eger piştî vegerîna wî, xwişk û bira li hemberî wî dilovan nebûna, çi wê biqewimiya. Wî zilamî wê bikaribûya ‘di nav xemgîniya zêde de’ bifetisiya û bifikiriya ku halê wî bêçare ye. Bi ser de, dibe ku wî dev ji xîreta xwe berdaya ku ji nû ve nêzîkî Xwedê bibe.

11 Eger xwişk û birayên din gunehkarê tobedar efû nekira, dostaniya wan a bi Yehowa re jî wê biketa talûkeyê. Gelo çima? Çimkî îcar ewê ne wek Yehowa efûkar, lê wek Îblîs sert û bêrehm bûna. Bi eslê xwe, wanê dilê Îblîs şa bikira, çimkî ewê bibûna sebeb ku ev zilam ji Yehowa re xizmet neke (2. Korîntî 2:10, 11; Efesî 4:27).

12. Lazim bû ku civat çi bike?

12 Îcar lazim bû ku xwişk û birayên li civata Korîntê çi bikin, da ku ne Îblîs, lê Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Lazim bû ku ew mîna Yehowa li gunehkarê tobedar binêrin. Ka bala xwe bidê ku hin nivîskarên Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi gotibû. Mesela, Dawid Padîşah gotibû ku ew “qenc û bexişkar” e (Zebûr 86:5). Mîka pêxember wisa nivîsîbû: “Xwedayê wekî te, yê ku fesadiyan paqij dike û … diborîne kî ye?” (Mîka 7:18). Îşaya pêxember jî wisa gotibû: “Bila kesê xerab rêya xwe û yê ku fesadiyê dike bila ramanên xwe berde û vegere XUDAN û dê ew jê re dilovaniyê bike û bila vegere Xwedayê me, ji ber ku bi zêdeyî dê ew biborîne” (Îşaya 55:7).

13. Çima minasib bû ku gunehkarê tobedar ji nû ve di civatê de bê qebûlkirin? (Li çarçoveya bi navê “ Zilamê li Korîntê Kengê ji Nû ve di Civatê de Hat Qebûlkirin?” binêre.)

13 Ji bo ku ew Yehowa ji xwe re emsal bigirin, lazim bû ku xwişk û birayên li Korîntê zilamê tobedar dîsa qebûl bikin û jê re nîşan bidin ku ew ji wî hez dikin. Civatê “di her tiştî de” guhdariya rêberiya Pawlos kir û gunehkarê tobedar qebûl kir (2. Korîntî 2:9). Rast e ku tenê çend meh derbas bûn piştî ku ew ji civatê hatibû derxistin, lê terbiyeya ku jê re hatibû dayîn bû sebeb ku ew tobe bike. Loma, ne lazim bû ku zêdetir wext derbas bibe heta ku ew ji nû ve di civatê de bê qebûlkirin.

WEK YEHOWA ADIL Û DILREHM BE

14-15. Ji serpêhatiya ji Korîntê, em çi hîn bûne? (2. Petrûs 3:9) (Li resim jî binêre.)

14 Ev serpêhatî “ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn” (Romayî 15:4). Ji vê serpêhatiyê, em fehm dikin ku Yehowa îznê nade ku kesên ku gunehên giran dikin di nav xizmetkarên wî de bimînin. Ew nabêje ku gerek “bi dilovanî” îzin bê dayîn ku gunehkarên ku tobe nakin di civatê de bimînin. Belê, Yehowa dilrehm e, lê ew çavê xwe li ser gunehên giran nagire û ew standardên xwe naguherîne (Cihûda 4). Eger Yehowa îzin bidaya ku kesên ku tobe nakin di civatê de bimînin, wanê bikaribûya zerarê bidin temamiya civatê (Methelokên Silêman 13:20; 1. Korîntî 15:33).

15 Dîsa jî, em fehm dikin ku Yehowa naxwaze ku kesek helak bibe. Loma, ew fersenda xelasbûnê dide her kesî. Eger kesek xwe serrast bike û xîret bike ku ji nû ve nêzîkî Yehowa bibe, ew hazir e ku rehmê li wî bike (Hêzekîêl 33:11; 2. Petrûs 3:9 bixwîne). Loma, gava zilamê li Korîntê tobe kir û dev ji gunehkirinê berda, Yehowa bi destê Pawlos ji civatê re got ku gerek ew wî efû bikin û ji nû ve di civatê de qebûl bikin.

Ji ber ku em rehm û hezkirina Yehowa ji xwe re emsal digirin, em bi dilgermî bixêrhatina kesên ku ji nû ve di civatê de tên qebûlkirin, dikin (Li paragrafên 14 û 15an binêre)


16. Serpêhatiya zilamê li civata Korîntê çi nîşanî me dide?

16 Ji serpêhatiya zilamê li civata Korîntê, em hezkirin, rastdarî û edaleta Yehowa rind dibînin (Zebûr 33:5). Ma tu jî nafikirî ku Yehowa hêjayî pesnan e? Ji ber ku em gişt qisûrdar in, em hewceyî efûkirina wî ne. Em spasdar in ji ber ku Yehowa fîdye tedarek kiriye, ya ku esasê efûkirinê ye. Em çi qas şa ne ku Yehowa Xwedê ji xizmetkarên xwe ew qas hez dike û xêra wan dixwaze!

17. Di meqaleyên din de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

17 Gava kesek îro gunehekî giran dike, gerek civat çi bike? Gelo rîspî çawa dikarin li gor daxwaza Yehowa alî kesên gunehkar bikin, da ku ew tobe bikin? Gava rîspî qerarê didin ku kesekî ji civatê derxin yan ji nû ve di civatê de qebûl bikin, gerek civat çi bike? Di meqaleyên din de, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike