Noteke ji bo Xwendevanan
Xwendevanên Ezîz
Pênc meqaleyên lêkolînê yên di vê kovara Birca Çavdêriyê de cewabên van pirsan didin:
Yehowa çawa alî me dike, da ku em bikarin li hemberî guneh micadele bikin?
Maneya tobekirinê çi ye, û Yehowa çawa alî gunehkaran dikir, da ku ew tobe bikin?
Gava kesekî ji civata Korîntê bi qesdî guneh kir û tobe nekir, lazim bû ku civat çi bike?
Gava gunehên giran tên kirin, gerek rîspî çi bikin?
Piştî ku gunehkarekî ku tobe nekiriye ji civatê hatiye derxistin, civat çawa dikare jê re dilovan û dilrehm be?