Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31

KILAM 12 Yehowa, Tu Bêemsal î

Yehowa Rêya Xelasbûna ji Guneh û Mirinê Çawa Vekiriye?

Yehowa Rêya Xelasbûna ji Guneh û Mirinê Çawa Vekiriye?

“Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da” (YÛHENA 3:16, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku Yehowa çawa alî me kiriye ku em li hemberî gunehkirinê micadele bikin. Wekî din, emê bibînin ku wî çawa rêya jiyana herheyî ji bo me vekiriye.

1-2. (a) Guneh çi ye, û em çawa dikarin li hemberî guneh bi ser bikevin? (Li “Not”ê binêre.) (b) Di vê meqaleyê de û di meqaleyên din ên vê kovarê de, emê çi hîn bibin? (Li “Nota ji bo Xwendevanan” a li vê kovarê jî binêre.)

 GELO tu dixwazî bizanî ku Yehowa Xwedê ji te çi qas hez dike? Ka lêgerînê bike û bibîne ku wî rêya xelasbûna ji guneh û mirinê ji bo te çawa vekiriye. Guneh a dijminekî zalim e, û tu nikarî vî dijminî bi tena serê xwe bin dest bikî. Em her roj guneh dikin, û ji ber guneh em dimirin (Romayî 5:12). Lê belê, xebereke baş heye! Bi alîkariya Yehowa, em dikarin li hemberî guneh bi ser bikevin. Wî soz daye ku ewê me ji vî halî bifilitîne!

2 Weke 6.000 sal berê, Yehowa Xwedê dest pê kir ku alî însanan bike, da ku ew bikarin li hemberî guneh micadele bikin. Gelo çima? Çimkî ew ji me hez dike. Wî ji destpêkê ve ji însanan hez kiriye, loma wî gelek tişt kirine ku di vê micadeleyê de alî me bike. Xwedê dizane ku netîceya guneh mirin e, û ew naxwaze ku em bimirin. Ew dixwaze ku em heta hetayê bijîn (Romayî 6:23). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin van sê pirsan: (1) Yehowa çawa hêvî daye însanên gunehkar? (2) Kesên ku di demên berê de dijiyan rizaya Yehowa çawa qezenc dikir? (3) Îsa Mesîh çi kir ku însanan ji guneh xelas bike?

YEHOWA ÇAWA HÊVÎ DAYE ÎNSANÊN GUNEHKAR?

3. Adem û Hewa çawa bûn gunehkar?

3 Gava Yehowa Xwedê însanên pêşîn çêkirin, wî dixwest ku ew dilxweş bin. Wî hêlîneke xweşik û karekî balkêş dan wan. Wekî din, wî ew zewicandin û fersend da wan ku ew bi hev re bextewar bin. Xwedê ji wan re got ku bila ew temamiya dinyayê bi zarokên xwe ve tije bikin û wê bikin ceneteke wek baxçeyê Adenê. Wî tenê tiştekî biçûk ji wan re qedexe kir, û wî ji berê ve ji wan re got ku eger ew guh nedin vî emrî û li hemberî wî serî hildin, ewê ji ber gunehê xwe bimirin. Em rind dizanin ku paşê çi çêbû. Melekekî ku ne ji Xwedê, ne jî ji wan hez dikir bû sebeb ku ew guneh bikin. Çi heyf e ku Adem û Hewa ketin ber bayê wî. Li şûna ku ew îtibara xwe bi Bavê xweyî dilovan bînin, wan guneh kir. Wek em dizanin, gotinên Yehowa rast derketin. Ji wê rojê û pê ve, ew êdî kal û pîr bûn, û dawiya dawîn, ew mirin (1. Mûsa 1:28, 29; 2:8, 9, 16-18; 3:1-6, 17-19, 24; 5:5).

4. Yehowa çima ji guneh nefret dike û alî me dike ku em li hemberî guneh micadele bikin? (Romayî 8:20, 21)

4 Yehowa ev serpêhatî di Kitêba Pîroz de daye nivîsandin, da ku em fehm bikin ku ew çima ji guneh ew qas nefret dike. Guneh me ji Yehowa dûr dixe û me ber bi mirinê ve dibe (Îşaya 59:2). Ji ber vê yekê, Îblîs – yanî melekê serhildêr, ê ku bû sebebê hemû kul û derdan – ji guneh hez dike. Çawa ku wî Adem û Hewa ceribandibûn, ew heta îro jî însanan diceribîne, da ku ew guneh bikin. Ew belkî difikirî ku li baxçeyê Adenê, wî serkeftineke mezin bi dest xist. Lê belê, wî fehm nedikir ku Yehowa çi qas dilovan e. Xwedê armanca xwe ya ji bo zarokên Adem û Hewayê neguhert. Ji ber ku Xwedê ji însanan hez dike, wî di cih de hêvî da wan (Romayî 8:20, 21 bixwîne). Yehowa dizanibû ku hin zarokên Adem û Hewayê wê ji wî hez bikin û ji wî alîkariyê bixwazin, da ku ew bikarin li hemberî guneh micadele bikin. Ji ber vê yekê, Yehowa rê vekiriye ku kesên ku ji wî hez dikin nêzîkî wî bibin û ji guneh û mirinê xelas bibin. Gelo çawa?

5. Yehowa kengê cara pêşîn hêvî da însanên gunehkar? (1. Mûsa 3:15)

5 1. Mûsa 3:15 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne. Yehowa di cih de fermana mirinê da Îblîs. Bi vî awayî, wî cara pêşîn hêvî da însanan. Xwedê ji berê ve gotibû ku zuriyetek wê derkeve meydanê û însanan xelas bike. Dawiya dawîn, ev zuriyet wê Îblîs helak bike û netîceyên xerabiya ku wî li baxçeyê Adenê kiribû, telafî bike (1. Yûhena 3:8). Lê belê, Yehowa ji berê ve gotibû ku zuriyet wê ji destê Îblîs cefayê bikişîne û bimire. Dîsa jî, Yehowa hazir bû ku li hemberî vê êşa mezin tehemul bike, da ku însan ji guneh û mirinê xelas bibin.

DI DEMÊN BERÊ DE, KESÊN GUNEHKAR ÇAWA RIZAYA YEHOWA QEZENC DIKIR?

6. Habîl, Nûh û kesên din çi dikir, da ku ew nêzîkî Yehowa bibin?

6 Piştî serhildana li baxçeyê Adenê, Yehowa hêdî hêdî zelal kir ku însanên gunehkar çawa dikarin nêzîkî wî bibin. Kesê pêşîn, ê ku baweriya xwe bi Yehowa anî, Habîl bû, kurê diduyan ê Adem û Hewayê. Ji ber ku Habîl ji Yehowa hez dikir û dixwest nêzîkî wî bibe, wî qurbanek pêşkêş kir. Habîl şivan bû, loma wî hin berxên xwe şerjê kirin û ew pêşkêşî Yehowa kirin. Gelo Yehowa çi kir? Wî “Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir” (1. Mûsa 4:4, Mizgînî). Kesên din jî ji Yehowa hez dikir û baweriya xwe bi wî dianî, û Yehowa qurbanên wan jî qebûl dikirin. Mesela, Nûh kesekî wisa bû (1. Mûsa 8:20, 21). Bi vê yekê ku Yehowa qurbanên wisa qebûl dikirin, wî nîşan dida ku însanên gunehkar dikarin rizaya wî qezenc bikin û nêzîkî wî bibin. b

7. Ji vê ku Birahîm hazir bû ku kurê xwe qurban bike, em çi hîn dibin?

7 Birahîm mirovekî pir bawermend bû. Rojekê, Yehowa tiştekî pir zor ji wî xwest. Wî jê re got ku bila ew kurê xwe wek qurban pêşkêş bike. Ev yek ji bo Birahîm bê şik pir zor bû! Dîsa jî, wî hazirî kir ku emrê Yehowa bîne cih. Lê berî ku wî kurê xwe bikuşta, Xwedê ew da sekinandin. Ji vê mîsalê, hemû kesên bawermend dikarin tiştekî pir muhîm fehm bikin. Yehowa jî hazir bû ku Kurê xweyî ezîz wek qurban pêşkêş bike. Belê, Yehowa ji însanan ew qas hez dike! (1. Mûsa 22:1-18).

8. Qurbanên li gor Qanûna Mûsa çi nîşan dida? (3. Mûsa 4:27-29; 17:11)

8 Çend sedsal bi şûn de, Qanûna ku ji miletê Îsraîlê re hat dayîn behsa gelek qurbanan dikir, ên ku gerek xizmetkarên Xwedê ji bo kefareta gunehên xwe pêşkêş bikin (3. Mûsa 4:27-29; 17:11 bixwîne). Bi eslê xwe, wan qurbanan nîşan dida ku Yehowa wê qurbaneke hê mezintir tedarek bike – qurbaneke ku wê însanan bi temamî ji guneh xelas bike. Bi îlhama Xwedê, pêxemberan ji berê ve gotibû ku zuriyeta sozdayî, yanî kurekî xisûsî yê Xwedê, wê cefayê bikişîne û wek miyeke qurbankirî bê kuştin (Îşaya 53:1-12). Ka bîne ber çavê xwe: Yehowa gotibû ku ewê Kurê xweyî ezîz wek qurban tedarek bike, da ku însanan – û te jî – ji guneh û mirinê xelas bike!

ÎSA MESÎH ÇI KIR KU ÎNSANAN JI GUNEH XELAS BIKE?

9. Yehya di heqê Îsa Mesîh de çi got? (Îbranî 9:22; 10:1-4, 12)

9 Piştî mîladê di sedsala yekê de, Yehya li Îsayê Nasirayî îşaret kir û got: “Va ye, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike!” (Yûhena 1:29, NWT). Van gotinên îlhamkirî nîşan dida ku zuriyeta sozdayî, Îsa Mesîh e. Îsa hazir bû ku canê xwe qurban bike. Ji bo însanên gunehkar êdî hêviyeke saxlem çêbû: Rojekê, ewê ji guneh bi temamî xelas bibin! (Îbranî 9:22; 10:1-4, 12 bixwîne).

10. Îsa Mesîh çawa îsbat kir ku ew ‘hat ku gazî gunehkaran bike’?

10 Îsa Mesîh bi xisûsî bala xwe dida kesên ku di bin barê guneh de dinalîn, û wî ji wan re got ku bila ew li pey wî werin. Wî dizanibû ku guneh sebebê hemû kul û derdan e. Loma, wî alî kesên ku ji ber gunehên xwe xemgîn bûn, dikir. Wî got: “Ne kesên ku siheta wan baş e, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in.” Wekî din, wî got: “Ez hatim, ne ku gazî kesên rast, lê gazî gunehkaran bikim” (Meta 9:12, 13, NWT). Îsa Mesîh bi rastî jî wisa dikir. Wî gunehên jinika ku lingên wî bi hêstirên xwe şûştin, bi dilrehmî efû kirin (Lûqa 7:37-50). Gava Îsa Mesîh li ser bîrê rastî jinikeke Sameryayî hat, wî dizanibû ku wê jiyaneke bêexlaq dajot. Dîsa jî, wî ji wê re behsa rastiya Xwedê kir (Yûhena 4:7, 17-19, 25, 26). Netîceya herî xerab a guneh, mirin e. Lê belê, Xwedê qudret da Îsa Mesîh ku ew jin, mêr û zarokan ji mirinê rake (Meta 11:5).

11. Însanên gunehkar çima ji Îsa Mesîh hez dikir?

11 Em ecêbmayî namînin ku kesên gunehkar ji Îsa Mesîh hez dikir. Wî hîsên wan fehm dikirin, û ew li hemberî wan dilrehm bû. Loma, mirov bi rihetî nêzîkî wî dibûn (Lûqa 15:1, 2). Îsa Mesîh jî pesnê wan dida ji ber ku wan baweriya xwe bi wî dianî (Lûqa 19:1-10). Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî yekî dilovan e (Yûhena 14:9). Bi gotin û kirinên xwe, wî nîşan dida ku Bavê wî yê dilrehm ji însanan hez dike û dixwaze alî wan bike ku ew li hemberî guneh bi ser bikevin. Îsa Mesîh daxwaza însanên gunehkar xurttir dikir ku ew xwe serrast bikin û li pey wî herin (Lûqa 5:27, 28).

12. Îsa Mesîh di heqê mirina xwe de çi hîn dikir?

12 Îsa Mesîh dizanibû ku çi wê were serê wî. Wî çend caran ji şagirtên xwe re gotibû ku mirov wê îxanetê li wî bikin û wî li ser darekî îdam bikin (Meta 17:22; 20:18, 19). Wî dizanibû ku bi saya qurbanbûna wî, gunehê dinyayê wê bê hildan – çawa ku Yehya îlan kiribû û pêxemberan ji berê ve gotibû. Wekî din, Îsa Mesîh hîn dikir ku piştî qurbanbûna wî, ewê ‘hemû cureyên mirovan bikişîne ba xwe’ (Yûhena 12:32, NWT). Yehowa ji kesên ku Îsa Mesîh wek Efendiyê xwe qebûl dikin û li ser rêya wî diçin, razî ye, û fersenda wan heye ku ‘ji guneh bên azadkirin’ (Romayî 6:14, 18, 22; Yûhena 8:32). Loma Îsa Mesîh bi dilekî xurt hazir bû ku bi îşkence bê kuştin (Yûhena 10:17, 18).

13. Îsa Mesîh çawa mir, û mirina wî di heqê Yehowa de çi nîşanî me dide? (Li resim jî binêre.)

13 Îsa Mesîh ji aliyê dostekî xwe ve rastî îxanetê hat. Dijminên wî ew girt, bi neheqî sûcdar kir, mehkûm kir û paşê îşkence li wî kir. Eskeran ew bir cihê îdamê û ew li ser darê îşkenceyê mix kir. Wexta ku Îsa bi dilsozî li hemû êş û janan tehemul dikir, Yehowa ji wî hê jî zêdetir êş dikişand. Madem ku Yehowa ji Kurê xwe ew qas hez dike, wî çima îzin da ku ew cefayê bikişîne û bê kuştin? Ji ber ku Yehowa ji me hez dike. Îsa Mesîh wisa got: “Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe” (Yûhena 3:16, NWT).

Gava Yehowa îzin da ku Kurê wî bê kuştin, wî êşeke mezin kişand, da ku em ji guneh û mirinê xelas bibin (Li paragrafa 13an binêre)


14. Qurbanbûna Îsa Mesîh çi nîşan dide?

14 Qurbanbûna Îsa Mesîh nîşan dide ku Yehowa ji zuriyeta Adem û Hewayê çi qas hez dike. Belê, qurbanbûna Îsa Mesîh îsbat dike ku Yehowa ji te çi qas hez dike. Yehowa Kurê xweyî ezîz şand dinyayê û êşeke mezin kişand ku me ji guneh û mirinê xelas bike (1. Yûhena 4:9, 10). Belê, ew bi rastî jî dixwaze alîkariya me bike ku em li dijî guneh micadele bikin û bi ser bikevin!

15. Gerek em çi bikin, da ku em ji fîdyeya Îsa Mesîh feydeyê bistînin?

15 Fîdyeya Îsa Mesîh hediyeyeke ji Xwedê ye. Bi saya vê hediyeyê, rê vebûye ku gunehên me bên efûkirin. Lê ji bo vê, gerek em jî tiştekî bikin. Gelo çi? Yehya û Îsa Mesîh wisa digot: “Tobe bikin, çimkî Hukimdariya ezmanan nêzîk bûye!” (Meta 3:1, 2; 4:17, NWT). Belê, eger em dixwazin nêzîkî Yehowa bibin û ji gunehên xwe bifilitin, gerek em ji dil tobe bikin. Gelo tobekirin tê çi maneyê û çawa alî me dike ku em li gel gunehkariya xwe dilê Yehowa xweş bikin? Di meqaleya din de, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

a NOT: Di Kitêba Pîroz de, peyva “guneh” carinan tê maneya kirina tiştekî ku Yehowa qedexe kiriye yan pêkneanîna emrekî Yehowa. Ji xeynî vê, peyva “guneh” dikare bê maneya halê qisûrdar yan gunehkar, ê ku me ji Adem mîras standiye. Ji ber vî gunehê mîrasstandî, em gişt dimirin.

b Yehowa qurbanên wan qebûl dikirin ji ber ku wî dizanibû ku Îsa Mesîh wê were û însanan bi qurbanbûna xwe bi temamî ji guneh û mirinê bifilitîne (Romayî 3:25).