Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Li gor 2. Selanîkî 3:14, lazim e ku çavê me li ser hin kesan be. Gelo ev rêberî ji rîspiyan re yan ji hemû xwişk û birayan re hat dayîn?

Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Selanîkê re wisa nivîsî: “Eger kesek guh nede gotinên vê nameya me, bila çavê we li ser wî be” (2. Selanîkî 3:14, NWT). Berê, me digot ku ev rêberî ji rîspiyan re hat dayîn. Me digot ku eger ji kesekî re dîsa û dîsa şîret bê dayîn, lê ew prensîpên Kitêba Pîroz dîsa jî binpê bike, rîspî dikarin gotarekê pêşkêş bikin, da ku çavê civatê li ser wî be. Piştî vê gotarê, xwişk û birayan êdî bi vî kesî re hevaltî nedikir.

Lê belê, me fehm kiriye ku gerek em nêrîna xwe ya li ser vê ayetê biguherînin. Xuya ye ku rêberiya Pawlosê şandî nîşan dide ku carinan, gerek xwişk û bira çi bikin. Ji ber vê yekê, ne lazim e ku rîspî gotarekê pêşkêş bikin. Sebebê vê guhertinê çi ye? Ka bala xwe bide ayetên berî vê rêberiyê.

Ji gotinên Pawlos tê fehmkirin ku li civata Korîntê, hin kes “bi awayekî bêserûber” dijiyan. Yanî, wan guh nedida şîretên îlhamkirî. Berê, gava Pawlos çûbû wê civatê, wî ji xwişk û birayan re wisa gotibû: “Eger yek nexwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe.” Dîsa jî, hin kesan nedixwest ji bo debara xwe bixebitin – her çi qas ji destê wan dihat ku vêya bikin. Bi ser de, ew “tevli karûberên yên din” jî dibûn. Îcar lazim bû ku xwişk û bira li kesên wisa çawa binêrin? (2. Selanîkî 3:6, 10-12).

Pawlosê şandî wisa got: “Bila çavê we li ser wî be.” Peyva Yûnanî, ya ku di vê cimleyê de hat bikaranîn, tê maneya ku gerek mirov li hemberî kesekî wisa bidîqat be. Pawlos ev rêberî da temamiya civatê, ne tenê rîspiyan (2. Selanîkî 1:1; 3:6). Yanî, gava xwişk û birayan didît ku kesek guh nade şîreteke îlhamkirî, wan dikaribû qerar bidaya ku “êdî bi wî re hevaltiyê nekin”.

Gelo ev yek tê maneya ku ev kes wek kesekî ku ji civatê hatiye derxistin, dihat dîtin? Na, çimkî Pawlos wisa got: “Wek bira şîretan lê bikin.” Yanî xwişk û birayan dîsa jî li civînan û li xizmetê tev li kesekî wisa dibûn, lê wan ji bo mijûliyên din pê re wext derbas nedikir. Gelo çima? Pawlos got: “Da ku ew fedî bike.” Yanî, armanca vê rêberiyê ev bû ku kesê ku guh nade şîretan ji kirinên xwe fedî bike û xwe serrast bike (2. Selanîkî 3:14, 15, NWT).

Gelo em çawa dikarin li gor vê şîretê hereket bikin? Ewilî, gerek em rind bizanin ka tiştê ku kesek dike bi rastî jî “bêserûber” e yan na. Pawlos behsa kesên ku tercîhên wan yan qerarên wan ên wijdanî yên ji me cuda ne, nedikir. Wî behsa kesên ku tenê dilê me êşandiye jî nedikir. Pawlos behsa kesên wisa dikir, ên ku bi qesdî guh nadin şîretên ji Kitêba Pîroz.

Îro, eger em bibînin ku xwişk yan birayek bi serhişkî guh nade şîretên ji Kitêba Pîroz a, gerek em xwe bi xwe qerarê bidin ku êdî bi wî re hevaltiyê nekin. Ji ber ku ev yek qerareke şexsî ye, gerek em li derveyî malbata xwe behsa vê yekê nekin. Wekî din, gerek em dîsa jî li civînan û li xizmetê tev li wî bin. Eger ew xwe serrast bike, em dikarin dîsa bi wî re hevaltiyê bikin.

a Mesela, dibe ku xwişk yan birayek naxwaze ji bo debara xwe bixebite, tevî kesekî ku ne Şahidê Yehowa ye bi armanca zewacê hevaltiyê dike yan paşgotiniyê dike (1. Korîntî 7:39; 2. Korîntî 6:14; 2. Selanîkî 3:11, 12; 1. Tîmotêyos 5:13). Kesên ku dev ji van tiştan bernadin, “bêserûber” in.