Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

Ji Riya Rastiyê Dernekeve

Ji Riya Rastiyê Dernekeve

“Ji bo min, ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune” (3. YÛH. 4).

KILAM 54 “Eva ye Rê”

PÊŞGOTIN *

1. Wek 3. Yûhenna 3, 4 nîşan dide, çi dikare me şa bike?

GAVA Yûhennayê şandî bihîst ku kesên ku wî hîn kiribûn li gel probleman xizmeta xwe ya ji Yehowa re bi dilsozî berdewam dikir, ew bê guman pir şa bû. Yûhenna ew wek zarokên xwe didîtin, û wî pir xîret dikir ku baweriya wan xurt bike. Mîna vê, gava zarok û xwendekarên me jiyana xwe didin destê Yehowa û bi dilsozî ji wî re xizmet dikin, em pir şa dibin (3. Yûhenna 3, 4 bixwîne).

2. Armanca nameyên Yûhenna çi bû?

2 Di sala 98an a P.M. de, piştî ku Yûhenna ji sirgûna li girava Patmosê azad bûbû, ew bi îhtimaleke mezin li Efesê yan nêzikî Efesê dijiya. Li wan salan, wî bi îlhama ruhê pîroz sê name nivîsandin. Di van nameyan de, wî şagirtên Îsa teşwîq dikirin ku ew baweriya xwe xwedî bikin û ji riya rastiyê dernekevin.

3. Emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Li wê wextê, hemû şandiyên din êdî miribûn, û Yûhenna ji bandora mamosteyên sexte ya li ser civatan ditirsiya * (1. Yûh. 2:18, 19, 26). Van mamosteyan digot ku ew Xwedê nas dikin, lê wan guh nedida qanûnên Yehowa. Niha emê bala xwe bidin şîreta îlhamkirî, ya ku bi destê Yûhenna hatibû dayîn, û cewabên van sê pirsan bistînin: Em çawa dikarin di riya rastiyê de bimeşin? Em rastî çi cure astengan tên? Em çawa dikarin alî hevdû bikin ku em di rastiyê de bimînin?

EM ÇAWA DIKARIN DI RIYA RASTIYÊ DE BIMEŞIN?

4. Li gor 1. Yûhenna 2:3-6 û 2. Yûhenna 4, 6, em çawa dikarin di riya rastiyê de bimeşin?

4 Ji bo ku em di riya rastiyê de bimeşin, gerek em rastiya Kitêba Pîroz bizanin. Wekî din, gerek em “emrên [Yehowa] bînin cih” (1. Yûhenna 2:3-6; 2. Yûhenna 4, 6 bixwîne). Îsa bi awayekî bêqisûr guh dida Yehowa. Loma, eger em jî dixwazin guh bidin Yehowa, gerek em Îsa ji xwe re bikin emsal (Yûh. 8:29; 1. Ptr. 2:21).

5. Gerek em bi çi bawer bin?

5 Ji bo ku em ji riya rastiyê dernekevin, gerek em bawer bin ku Yehowa Xwedayê rastiyê ye û ku her tiştê ku ew bi navgîniya Kitêba Pîroz ji me re dibêje, rast e. Wekî din, gerek em bawer bin ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye. Îro, gelek kes bawer nakin ku Îsa niha wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hikum diajo. Yûhenna gotibû ku kesên ku bi rastiya di heqê Yehowa û Îsa de bi temamî bawer nînin bi hêsanî dikarin bên xapandin (2. Yûh. 7-11). Yûhenna wisa nivîsî: “Ji yê ku dibêje: ‘Îsa ne Mesîh e’ pê ve, kî derewkar e?” (1. Yûh. 2:22). Ji bo ku em neyên xapandin, gerek em Peyva Xwedê lêkolîn bikin. Bi vî awayî, emê Yehowa û Îsa nas bikin (Yûh. 17:3). Ji bo ku em ji rastiyê emîn bin, ev yek pir muhîm e.

EM RASTÎ ÇI CURE ASTENGAN TÊN?

6. Şagirtên ciwan carinan rastî kîjan astengê tên?

6 Hemû şagirtên Îsa gerek hay ji xwe hebin ku ew bi felsefeya dinyayê neyên xapandin (1. Yûh. 2:26). Bi xisûsî şagirtên ciwan gerek xwe ji vê dafikê biparêzin. Li Fransayê, xwişkeke 25 salî ya bi navê Alexia * wisa dibêje: “Gava ez ciwan bûm, fikrên dinyayê – mesela teoriya peresanê û felsefeya dinyayê – hişê min tev li hev dikir. Hîndariyên wisa carinan li min xweş dihatin, lê min ji xwe re digot ku ne baş e ku ez tenê guh bidim tiştên ku li mektebê tên hîn kirin û qet fersendê nedim Yehowa.” Loma Alexiayê kitêbeke * teşkîlatê lêkolîn kir, a ku îsbat dike ku jiyan hatiye afirandin. Di hundirê çend heftiyan de, gumanên wê betal bûn. Alexia wisa dibêje: “Min ji xwe re îsbat kir ku gotinên Kitêba Pîroz rast in. Min fehm kir ku eger ez li gor qanûnên Kitêba Pîroz bijîm, ezê dilxweşî û hizûrê bi dest bixim.”

7. Gerek em xwe ji çi dûr bigirin, û çima?

7 Emrê me çi qas be jî, pir muhîm e ku em xwe ji jiyaneke durû dûr bigirin. Yûhenna gotibû ku em nikarin hem di riya rastiyê de bimeşin hem jî bêexlaqiyê bikin (1. Yûh. 1:6). Ji bo ku Xwedê her tim ji me razî be, gerek em tu caran ji bîr nekin ku Yehowa dibîne ku em çi dikin. Mirovên din me her çi qas nebînin jî, Yehowa her tiştî dibîne (Îbr. 4:13).

8. Gerek em çi red bikin?

8 Gerek em nêrîna dinyayê a li ser gunehan red bikin. Yûhennayê şandî wisa nivîsandibû: “Eger em bêjin: ‘Gunehê me tune,’ em xwe dixapînin” (1. Yûh. 1:8). Di rojên Yûhenna de, hin kesên ku li hemberî rastiyê serî hilda digot ku mirov her çi qas bi qesdî gunehan bike jî, ew dikare wek dostê Yehowa bimîne. Îro jî gelek mirov wisa difikirin. Ew dibêjin ku ew bi Xwedê bawer dikin, lê ew nêrîna Yehowa ya li ser gunehan qebûl nakin, bi xisûsî nêrîna wî ya li ser exlaqê. Ji bo tiştên ku Yehowa wek guneh dibîne, ew dibêjin “tercîha şexsî” yan “jiyana alternatîf”.

Ciwanno, ji bo ku hûn karibin baweriya xwe biparêzin, rind fehm bikin ku Yehowa çima dibêje ku tiştek rast e yan şaş e (Li paragrafa 9an binêre) *

9. Ciwan gerek çima bi qanûnên Kitêba Pîroz ve girêdayî bimînin?

9 Carinan ji bo şagirtên ciwan zor e ku ew nekevin ber bayê hevalders yan hevalkarên xwe, yên ku difikirin ku bêexlaqî tiştekî normal e. Birayekî bi navê Alêksandar wisa tîne bîra xwe: “Gava ez diçûm mektebê, hin keçikan dixwest ku ez bi wan re rakevim. Ji ber ku hezkiriya min tunebû, wan digot: ‘Tu her hal homoseksuel î!’” Gava tu têyî ceribandin, ji bîr neke ku eger tu guh bidî Kitêba Pîroz, tuyê namûsa xwe, siheta xwe ya fîzîkî û psîkolojîk û dostaniya Yehowa xwedî bikî. Her ku tu li hemberî ceribandinê dilsoz bimînî, wê ji bo te hêsantir bibe ku tu ji riya rast dernekevî. Wekî din, ji bîr neke ku fikrên dinyayê a li ser cinsîtiyê ji Îblîs tên. Loma gava tu xwe ji bêexlaqiyê dûr digirî, tu ‘li hember Yê Xerab bi ser dikevî’ (1. Yûh. 2:14).

10. Gotinên 1. Yûhenna 1:9 çawa alî me dikin ku em bi wijdanekî paqij ji Yehowa re xizmet bikin?

10 Heqê Yehowa heye ku bibêje ku çi guneh e û çi na. Loma em çi ji destê me tê dikin ku guneh nekin. Lê eger em dîsa jî guneh bikin, gerek em sûcê xwe ji Yehowa re îtiraf bikin (1. Yûhenna 1:9 bixwîne). Wekî din, eger me gunehekî giran kiribe, gerek em ji kalên civatê alîkariyê bixwazin, çimkî Yehowa ew tayîn kirine ku me xwedî bikin (Aqûb 5:14-16). Dîsa jî, ne lazim e ku em bin barê şaşiyên xwe yên berê bimînin. Gelo çima? Çimkî Bavê meyî dilovan gunehên me bi saya fîdyeya Îsa Mesîh efû dike. Yehowa gotiye ku ewê gunehkarên tobedar efû bike, û ew bi rastî jî wisa dike. Loma em dikarin bi wijdanekî paqij ji Yehowa re xizmet bikin (1. Yûh. 2:1, 2, 12; 3:19, 20).

11. Em çawa dikarin xwe ji hîndariyên sexte biparêzin?

11 Gerek em fikrên kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye, red bikin. Ji wexta ku civata şagirtên Îsa hatibû saz kirin û pê ve, Îblîs her tim xîret dike ku baweriya xizmetkarên Xwedê sist bike. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em fehm bikin ku çi rast e û çi derew e. * Dijminên me belkî Înternetê yan medyaya civakî bi kar tînin ku baweriya me û hezkirina di nav me de sist bikin. Ji bîr neke ku propagandayên wisa ji kê tên, û wan red bike! (1. Yûh. 4:1, 6; Pey. 12:9).

12. Çima lazim e ku em baweriya xwe qewîtir bikin?

12 Ji bo ku em li hemberî hicûmên Îblîs saxlem bisekinin, gerek em bi Îsa û bi rola ku ew di armanca Xwedê de dilîze, bawer bin. Wekî din, gerek em bi kesên ku Yehowa hilbijartine ku rêberiya teşkîlata wî bikin, bawer bin (Met. 24:45-47). Ji bo ku em baweriya xwe zêde bikin, gerek em Peyva Xwedê lêkolîn bikin. Eger em wisa bikin, emê bişibin dareke bi kokên kûr. Pawlos ji civata Koloseyê re wisa nivîsî: “We çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin. Bi wî ve ra bidin [kok berdin, WDN] û ava bibin ... di baweriyê de qayîm bibin” (Kol. 2:6, 7). Eger baweriya me xurt be, Îblîs û kesên ku ketine ber bayê wî wê nikaribin me ji riya rastiyê derxînin (2. Yûh. 8, 9).

13. Gerek em ji bo çi hazir bin, û çima?

13 Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku dinya wê ji me nefret bike (1. Yûh. 3:13). Yûhenna gotibû ku “tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûh. 5:19). Her ku em nêziktirî dawiya dinyayê dibin, hêrsa Îblîs hê jî mezintir dibe (Pey. 12:12). Ji xeynî dafikên veşartî wek bêexlaqî yan derewên kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye, Îblîs wê bi destê zilm û zordariyê jî hicûmî me bike. Ew dizane ku hindik wexta wî maye ku xizmeta me bide sekinandin yan baweriya me bişikîne. Loma em şaş namînin ku îşê me li hin welatan bi qismî yan bi temamî hatiye qedexe kirin. Dîsa jî, xwişk û birayên me, yên ku li wan welatan dijîn, ji Yehowa re dilsoz dimînin. Ew îsbat dikin ku Îblîs çi bike jî, em dikarin serkeftî bibin!

ALÎ HEVDÛ BIKIN KU HÛN DI RASTIYÊ DE BIMÎNIN

14. Em çawa dikarin alî xwişk û birayên xwe bikin ku ew di rastiyê de bimînin?

14 Ji bo ku em alî xwişk û birayên xwe bikin ku ew di rastiyê de bimînin, gerek em dilşewat bin (1. Yûh. 3:10, 11, 16-18). Gerek em ji hevdû hez bikin – ne tenê gava her tişt baş e, lê gava problem derdikevin jî. Mesela, gelo tu kesekî ku hezkiriyekî xwe winda kiriye û hewceyî teselî û alîkariyê ye, nas dikî? Yan jî, gelo te bihîstiye ku xwişk û bira seba felaketekê hewceyî alîkariyê ne ku Salona Îbadetê yan malên xwe tamîr bikin? Gerek em hezkirin û dilşewatiya xwe, ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan bidin.

15. Wek 1. Yûhenna 4:7, 8 dibêje, gerek em çi bikin?

15 Çawa ku Bavê meyî dilovan ji me hez dike, gerek em jî ji hevdû hez bikin (1. Yûhenna 4:7, 8 bixwîne). Gava em hevdû efû dikin, em guh didin vî emrî. Mesela, dibe ku yekî dilê me êşandibe, lê paşê efû bixwaze. Gerek em vî kesî bi hezkirinê efû bikin û şaşiya wî ji bîr bikin (Kol. 3:13). Birayekî bi navê Aldo xemgîn bû gava birayekî din di heqê kultura wî de tiştekî nebaş got. Aldo dibêje: “Min gelek caran ji Yehowa alîkarî xwest ku ez li vî birayî bihêrs nebim.” Ji xeynî vê, Aldo bi wî re çû xizmetê. Gava ew li xizmetê bûn, Aldo jê re got ku ew seba gotinên wî çi qas xemgîn bû. Aldo dibêje: “Gava wî bihîst ku peyvên wî yên nebaş dilê min çi qas êşand, wî ji min efû xwest. Min ji dengê wî fehm kir ku ew seba gotinên xwe çi qas poşman bû. Welhasil, em wek dostên hev man, û me ev problem ji bîr kir.”

16-17. Gerek em çi bikin?

16 Yûhennayê şandî ji xwişk û birayan pir hez dikir û dixwest ku baweriya wan qewî be. Hezkirina wî ji şîretên ku wî bi îlhama Xwedê di sê nameyên xwe de nivîsandin, xuya ye. Em çi qas şa ne ku kesên mîna wî wê tevî Mesîh li ezmanan hikum bajon (1. Yûh. 2:27).

17 Xwişk û birano, guh bidin şîretên ku me li vê meqaleyê stendine! Her tim di riya rastiyê de bimeşin û di her tiştî de guhdariya Yehowa bikin. Ji bo vê, Peyva Xwedê lêkolîn bikin û pê bawer bin. Xwe bi temamî bispêrin Îsa Mesîh. Felsefeyên dinyayê û fikrên kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye, red bikin. Ji jiyaneke durû û ji gunehan dûr bisekinin. Li gor qanûnên exlaqê yên Yehowa bijîn. Kesên ku dilê we êşandiye efû bikin û alîkariya kesên hewcedar bikin. Bi vî awayî, hûnê karibin di riya rastiyê de bimînin.

KILAM 49 Şa ke Dilê Yehowa

^ par. 5 Ji ber ku dinya di bin kontrola Îblîs de ye, hêsan nîne ku em di riya rastiyê de bimeşin. Halê şagirtên Îsa yên pêşîn jî wisa bû. Sê nameyên Yûhennayê şandî alî wan dikir ku ew di riya rastiyê de bimînin. Ev sê name alî me jî dikin û rêyî me didin ku çi dikare me ji riya rastiyê derxîne, û em çawa dikarin xwe ji vêya biparêzin.

^ par. 6 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 6 Kitêba La vie: comment est-elle apparue? Evolution ou création? (Jiyanê Çawa Dest pê Kir – bi Peresanê yan bi Afirandinê?).

^ par. 11 Li meqaleya “Bi Lez bi Her Tiştî Bawer Nebe!” li kovara Birca Çavdêriyê ya Tebax 2018 binêre.

^ par. 60 RESIM: Li mektebê, xwişkeke ciwan propagandaya homoseksuel dibîne. (Li hin welatan, rengên keskesorê homoseksûeltiyê temsîl dikin.) Paşê, ew lêkolînê dike da ku baweriya xwe xurttir bike. Ev yek alî wê dike ku ew qerarên rast bide.