Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Îsa Mesîh kengê bû Serokkahîn, û peymana nû kengê hat girêdan?

Di sala 29an a P.M. de, gava Îsa bin av bû, ew bû Serokkahîn. Em vêya ji ku dizanin? Bi binavbûna xwe, Îsa nîşan da ku ew hazir e ku li ser gorîgeha sembolîk – a ku daxwaza Xwedê temsîl dike – bê qurban kirin (Gal. 1:4; Îbr. 10:5-10). Madem ku ev gorîgeha sembolîk li wexta binavbûna Îsa hebû, xuya ye ku perestgeha ruhî ya mezin jî li wê demê hat meydanê. Ev perestgeh hemû taybetiyên îbadeta pak a li ser esasê fîdyeyê temsîl dike, û gorîgeh pareke muhîm a vê perestgeha ruhî ye (Met. 3:16, 17; Îbr. 5:4-6).

Ji bo vê perestgeha ruhî ya mezin serokkahîn jî lazim bû. Ji ber vê yekê, Îsa “bi Ruhê Pîroz û bi hêzê” hat mesh kirin (Kar. 10:37, 38; Mar. 1:9-11). Gelo em ji ku dizanin ku Îsa berî mirin û rabûna xwe wek Serokkahîn hatibû tayîn kirin? Ji bo cewaba vê pirsê, wê baş be ku em bala xwe bidin ku Harûn û serokkahînên din li gor Qanûna Mûsa çawa dihatin tayîn kirin.

Li gor Qanûna Mûsa, tenê serokkahîn dikaribû bikeve Cihê Herî Pîroz. Di nav Cihê Herî Pîroz û Cihê Pîroz de perde hebû. Serokkahîn tenê li Roja Kefaretê ji vê perdeyê derbas dibû (Îbr. 9:1-3, 6, 7). Harûn û serokkahînên piştî wî wek serokkahîn dihatin tayîn kirin berî ku ew ji perdeya konê îbadetê re derbas dibûn. Mîna wan, Îsa jî bê guman wek Serokkahînê perestgeha ruhî ya mezin hat tayîn kirin berî ku ew ji perdeya mecazî, yanî ji bedena xwe, derbas bû û çû ezmanan (Îbr. 10:20). Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî got ku Îsa wek “Serokkahîn ... derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin,” yanî ew “ket ezmên bi xwe” (Îbr. 9:11, 24).

Peymana nû kengê hat girêdan? Gava Îsa hilkişiya ezmanan û jiyana xwe ya bêqisûr di oxira me de pêşkêş kir, peymana nû hat girêdan û dest pê kir. Gelo çawa?

A yekê, Îsa çû ba Yehowa. A diduyan, wî qîmeta qurbana xwe pêşkêşî Yehowa kir. A sisêyan jî, Yehowa qîmeta xwîna rijandî ya Îsa qebûl kir. Heta wê demê, peymana nû dest pê nekiribû.

Kitêba Pîroz rasterast nabêje ku Yehowa qîmeta qurbana Îsa kengê qebûl kir. Loma, em nizanin ka peymana nû li kîjan rojê hat girêdan û dest pê kir. Lê belê, em dizanin ku Îsa 10 rojên berî Roja Pentîkostê hilkişiya ezmanan (Kar. 1:3). Pir wext derbas nebû ku wî qîmeta qurbana xwe pêşkêşî Yehowa kir, û Yehowa ew qebûl kir (Îbr. 9:12). Li Roja Pentîkostê xuya bû ku peymana nû dest pê kir (Kar. 2:1-4, 32, 33). Eşkere bû ku peymana nû êdî dest pê kiribû.

Bi kurtasî, wexta ku Yehowa qîmeta xwîna rijandî ya Îsa Mesîh qebûl kir û kesên meshkirî kirin para vê peymanê, peymana nû hat girêdan. Paşê, peymana nû dest pê kir, û Serokkahîn Îsa bû Navberkarê vê peymanê (Îbr. 7:25; 8:1-3, 6; 9:13-15).