Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28

Qîmetê Bide Rastiyê

Qîmetê Bide Rastiyê

“Tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne” (2. TÎM. 3:14).

KILAM 56 Rastiyê Qebûl ke

PÊŞGOTIN *

1. Ji bo me, peyva “rastî” tê çi maneyê?

“TE RASTÎ çawa bihîst?” “Tu di rastiyê de mezin bûyî?” “Çend sal e ku tu di rastiyê de yî?” Ma tu jî carinan van pirsan ji xwişk û birayan napirsî? Gava em dibêjin “rastî”, em tarîf dikin ku em bi çi bawer dikin, çawa îbadetê dikin û çawa dijîn. Kesên ku “di rastiyê de” ne dizanin ku Kitêba Pîroz çi dibêje, û ew li gor prensîpên wê dijîn. Bi saya rastiyê, ew ji derewên dînî azad bûne. Wekî din, dinya her çi qas xerab be jî, ew dîsa jî bi saya rastiyê dilşad in (Yûh. 8:32).

2. Li gor Yûhenna 13:34, 35, dibe ku rastî serê pêşîn çima li mirovan xweş bê?

2 Di serî de, rastî li te çima xweş hat? Belkî rabûn û rûniştina xizmetkarên Yehowa yan jî hezkirina di nav wan de li te xweş hat (1. Ptr. 2:12). Gelek kes dibêjin ku gava ew cara pêşîn çûbûn civînê, ew herî zêde ne ji gotaran re, lê ji vê hezkirinê re heyran mabûn. Jixwe, Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê ji hezkirina di nav wan de bên nas kirin (Yûhenna 13:34, 35 bixwîne). Ancax, ev yek ji bo baweriyeke qewî ne bes e.

3. Eger em baweriya xwe tenê li ser hezkirina di nav xizmetkarên Xwedê de ava bikin, çi dikare biqewime?

3 Belê, ne bes e ku baweriya me li ser hezkirina di nav xizmetkarên Xwedê de ava bibe. Gelo çima? Ferz bike ku xwişk yan birayek – heta kalekî civatê yan pêşengek – gunehekî giran dike yan dilê te diêşîne. Yan jî, bîne ber çavê xwe ku yekî li hemberî rastiyê serî hildide û dibêje ku baweriya me şaş e. Eger tiştekî wisa biqewime, gelo tuyê dev ji xizmeta Yehowa berdî? Eger em baweriya xwe ne li ser dostaniya bi Yehowa re, lê tenê li ser hal û hereketên mirovên din ava bikin, baweriya me wê sist be. Helbet muhîm e ku em ji xwişk û birayan hez bikin, lê belê ev yek ne bes e. Gerek em ji xwe re îsbat bikin ku Kitêba Pîroz rastiya di heqê Yehowa de hîn dike (Rom. 12:2).

4. Li gor Metta 13:3-6, 20, 21, tengasî li ser hin kesan çawa tesîr dike?

4 Li gor gotinên Îsa, hin kes wê rastiyê bi dilxweşî qebûl bikin, lê baweriya wan wê paşê li hemberî “cefa û tengahiyê” biçilmise (Metta 13:3-6, 20, 21 bixwîne). Wan belkî fehm nedikir ku şagirtên Îsa wê rastî tengasiyan bên (Met. 16:24). Yan jî, ew belkî difikirîn ku jiyana şagirtên Îsa bê kul û derd e. Lê belê, rastî ev e ku li vê dinyayê, tiştên xerab dikarin bên serê me jî û me aciz bikin (Zeb. 6:6; Waiz 9:11).

5. Piraniya xwişk û birayên me çawa îsbat dikin ku ew qîmetê didin rastiyê?

5 Piraniya xizmetkarên Yehowa ji dil qîmetê didin rastiyê. Gava xwişk yan birayek dilê wan diêşîne yan tiştekî nerast dike, baweriya wan dîsa jî sist nabe (Zeb. 119:165). Bi ser de, her ku ew rastî probleman tên, baweriya wan xurttir dibe (Aqûb 1:2-4). Ji bo ku baweriya me jî ew qas qewî be, gerek em çi bikin?

ZANÎNA ZELAL BI DEST BIXE

6. Şagirtên Îsa yên pêşîn baweriya xwe li ser çi ava dikir?

6 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa baweriya xwe li ser “rastiya Mizgîniyê”, yanî li ser zanîna Kitêba Pîroz û hîndariyên Îsa Mesîh ava dikir (Gal. 2:5). Hemû tiştên ku em bi wan bawer dikin – mesela fîdye û rabûna Îsa Mesîh – parên vê rastiyê ne. Pawlosê şandî emîn bû ku ev hîndarî rast in. Wî bi alîkariya Nivîsarên Pîroz “îspat kir ku diviya Mesîh cefa bikişanda û ji nav miriyan rabûya” (Kar. 17:2, 3). Şagirtên pêşîn ev hîndarî qebûl dikirin û xwe dispart ruhê pîroz ku Peyva Xwedê fehm bikin. Wan ji xwe re îsbat dikir ku ev hîndarî li gor Nivîsarên Pîroz rast in (Kar. 17:11, 12; Îbr. 5:14). Baweriya wan ne tenê bi hîsên wan ve girêdayî bû, û wan ne tenê ji Yehowa re xizmet dikir ji ber ku wan ji hevaltiya xwişk û birayan kêf distend. Na, baweriya wan li ser zanîna zelal a di heqê Xwedê de ava bûbû (Kol. 1:9, 10).

7. Baweriyeke xurt çima muhîm e?

7 Rastiyên Peyva Xwedê naguherin (Zeb. 119:160). Mesela, gava xwişk yan birayek dilê me diêşîne yan gunehekî giran dike, rastî naguhere. Ji xeynî vê, gava em dikevin tengasiyê, rastî naguhere. Loma muhîm e ku em gotinên Kitêba Pîroz rind bizanibin û bawer bin ku ew rast in. Çawa ku lenger dikare li dema firtoneyê destek bide gemiyekê, baweriyeke xurt, a ku li ser rastiya Kitêba Pîroz hatiye ava kirin, dikare li dema tengasiyê alî me bike ku em dilsoz bimînin. Gelo em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin?

XWE ÎQNA BIKE

8. Wek 2. Tîmotêyos 3:14, 15 nîşan dide, Tîmotêyos çawa baweriya xwe bi rastiyê anî?

8 Tîmotêyos ji rastiyê emîn bû. Gelo çawa? (2. Tîmotêyos 3:14, 15 bixwîne). Diya wî û pîrika wî Nivîsarên Pîroz ji wî re elimandibûn. Ji xeynî vê, Tîmotêyos bê guman pir xîret dikir ku Nivîsarên Pîroz lêkolîn bike. Di netîceyê de, wî baweriya xwe bi Nivîsarên Pîroz anî. Paşê, Tîmotêyos, diya wî û pîrika wî mizgîna di heqê Îsa Mesîh de bihîst. Hezkirina di nav şagirtên Îsa de bê guman li ser Tîmotêyos tesîr dikir, û wî dixwest bi xwişk û birayan re hevaltiyê bike û alî wan bike (Flp. 2:19, 20). Dîsa jî, baweriya wî ne li ser hezkirina mirovan, lê li ser rastiya Kitêba Pîroz ava bû. Gava ew vê rastiyê hîn bû, wî dixwest bibe dostê Yehowa. Pir muhîm e ku tu jî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî û li ser gotinên wê yên di heqê Yehowa de muhakeme bikî.

9. Lazim e ku em bi kîjan sê rastiyên esasî bawer bin?

9 Serê pêşîn, gerek tu bi sê rastiyên esasî bawer bî: A yekê, lazim e ku tu bawer bikî ku Afirandêrê her tiştî Yehowa ye (2. Mû. 3:14, 15; Îbr. 3:4; Pey. 4:11). A diduyan, gerek tu îqna bî ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve hatiye îlham kirin (2. Tîm. 3:16, 17). A sisêyan jî, gerek tu bawer bî ku Şahidên Yehowa bi rastî jî xizmetkarên Yehowa ne, yên ku di bin rêberiya Mesîh de ji wî re xizmet dikin (Îşa. 43:10-12; Yûh. 14:6; Kar. 15:14). Ji bo ku tu van rastiyên esasî ji xwe re îsbat bikî, ne lazim e ku tu di heqê Kitêba Pîroz de her tiştî zanibî. Lê belê, gerek tu bi “aqlê” xwe baweriya xwe bi rastiyê bînî (Rom. 12:1, WDN).

KESÊN DIN ÎQNA BIKE

10. Ji xeynî vê ku em rastiyê bizanibin, gerek em hazir bin ku çi bikin?

10 Piştî ku tu bi xwe ji rastiyên esasî yên di heqê Xwedê, Kitêba Pîroz û xizmetkarên Xwedê de emîn bûyî, gerek tu hazir bî ku van rastiyan bi alîkariya Nivîsarên Pîroz ji kesên din re jî îsbat bikî. Gelo çima? Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em mesûl in ku tiştên ku em dielimin ji kesên din re jî bielimînin * (1. Tîm. 4:16). Bi ser de, gava em xîret dikin ku kesên din îqna bikin, baweriya me jî wê xurttir bibe.

11. Pawlos çawa ji me re bû emsal?

11 Pawlosê şandî xîret dikir “ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya [mirovan] bi Îsa bîne” (Kar. 28:23). Gava em rastiyê hîn dikin, em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin emsal? Ne bes e ku em tenê ji mirovan re behsa Kitêba Pîroz bikin. Her ku ew nêziktirî Yehowa dibin, gerek em alî wan bikin ku ew xwe bi xwe lêkolînê bikin û li ser gotinên Kitêba Pîroz kûr bifikirin. Em dixwazin ku ew rastiyê qebûl bikin, ne ji ber ku ew ji me re heyran in, lê ji ber ku wan bi xwe fehm kiriye ku gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê Xwedayê meyî dilovan de rast in.

Dê û bavno, ji bo ku baweriya zarokên we qewî be, “tiştên Xwedê yên kûr” hînî wan bikin (Li paragrafên 12 û 13an binêre) *

12-13. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew di rastiyê de bimînin?

12 Dê û bavno, hûn bê guman dixwazin ku zarokên we di rastiyê de bimînin. Hûn belkî difikirin ku eger di civatê de hevalên wan ên baş hebin, ewê ji aliyê ruhî ve rind bi pêş ve herin. Lê belê, ji bo ku zarokên we bi rastiyê bawer bin, ne bes e ku hevalên wan ên baş hebin. Gerek ew bi xwe bibin dostên Xwedê, û gerek ew îqna bin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in.

13 Eger dê û bav dixwazin rastiya di heqê Xwedê de ji zarokên xwe re hîn bikin, gerek ew jî di warê lêkolîna Kitêba Pîroz de bibin emsalên baş. Gerek ew li ser tiştên ku ew hîn bûne kûr bifikirin. Eger ew wisa bikin, ewê karibin zarokên xwe jî hînî vêya bikin. Çawa ku ew xwendekarên xwe hîn dikin, gerek ew zarokên xwe bi alîkariya hacetên ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz hîn bikin. Bi vî awayî, ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew qîmetê bidin Yehowa û “xulamê dilsoz û şehreza”, yê ku xwarina ruhî tedarek dike (Met. 24:45-47). Dê û bavno, ne bes e ku hûn tenê rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz hîn bikin. Li gor salî û fehmkirina wan, “tiştên Xwedê yên kûr” jî zarokên xwe re hîn bikin da ku baweriya wan xurttir bibe (1. Kor. 2:10).

PÊXEMBERIYÊN KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN BIKE

14. Çima lazim e ku em pêxemberiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin? (Li çarçoveya “ Gelo Tu Dikarî Van Pêxemberiyan Zelal Bikî?” jî binêre.)

14 Pêxemberiyên Kitêba Pîroz – yanî tiştên ku li Kitêba Pîroz ji berê de hatibûn gotin – alî me dikin ku baweriya me qewîtir bibe. Mesela, pêxemberiyên di heqê “rojên dawîn” de bê guman baweriya te xurttir kiriye (2. Tîm. 3:1-5; Met. 24:3, 7). Lê belê, gelek pêxemberiyên din jî hene, yên ku dikarin baweriya te xurttir bikin. Mesela, gelo tu dikarî zelal bikî ku pêxemberiyên li beşên 2 û 11an a kitêba Danîêl çawa hatine cih? * Eger baweriya te li ser Kitêba Pîroz ava bûye, baweriya te wê pir saxlem be. Mesela, halê xwişk û birayên me, yên ku li dema Şerê Cihanî yê Duyemîn rastî zilma giran dihatin, bîne ber çavê xwe. Wan hemû pêxemberiyên li ser rojên dawîn her çi qas bi zelalî fehm nedikirin jî, baweriya wan a bi Peyva Xwedê qewî bû.

Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, emê ji bo wexta ceribandinê hazir bin (Li paragrafên 15 heta 17an binêre) *

15-17. Li dema Naziyan, lêkolîna Kitêba Pîroz çawa alî xwişk û birayên me kir?

15 Di dema Naziyan de, bi hezaran xwişk û birayên me ketin kampan. Hitler û Heinrich Himmler, ê ku serokê SS bû, ji Şahidên Yehowa nefret dikir. Li gor gotinên xwişkekê, Himmler li kampekê ji xwişkên me re wisa got: “Yehowayê we bila li ezmanan hikum bajo, lê yên ku li erdê hikum diajon, em in! Emê bibînin ku kî xurttir e, hûn yan em!” Çi alî xizmetkarên Yehowa dikir ku ew dilsoz bimînin?

16 Van xwendekarên Kitêba Pîroz dizanibû ku Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de dest bi hikumdariyê kiribû. Loma, ew seba zilma giran şaş nediman. Ew bawer bûn ku tu kes nikare ji armanca Xwedê re bibe asteng. Wan dizanibû ku Hitler nikare îbadeta rast ji holê rake yan bi hikumeta xwe cihê Padîşahiya Xwedê bigire. Xwişk û birayên me emîn bûn ku rojekê, hikumdariya Hitler wê xelas bibe.

17 Baweriya van xwişk û birayan vala derneket. Pir wext derbas nebû ku rejîma Naziyan hilweşiya, û Heinrich Himmler – ê ku gotibû ku “yên ku li erdê hikum diajon, em in” – revî. Gava ew direviya, ew rastî birayekî me hat, ê ku berê girtî bû. Himmler ew nas kir û bi xemgînî jê pirs kir: “Ka bêje, Xwendekarê Kitêba Pîroz, halê me wê çi be?” Birayê me jê re got ku Şahidên Yehowa her tim dizanibû ku rojekê, ewê ji destê Naziyan bifilitin. Himmler, ê ku ji Şahidên Yehowa ew qas nefret kiribû, nizanibû ku çi cewabê bide. Çendek bi şûn de, wî xwe kuşt. Ji vê serpêhatiyê em çi dersê distînin? Lêkolîna Kitêba Pîroz û pêxemberiyên ku tê de hene dikare baweriya me xurt bike û alî me bike ku em li hemberî zilmê dilsoz bimînin (2. Ptr. 1:19-21).

18. Wek Yûhenna 6:67, 68 nîşan dide, em çima hewceyî “zanîn û fehmkirinê” ne?

18 Hezkirina di nav me de pir muhîm e û nîşan dide ku em bi rastî jî şagirtên Îsa ne. Lê ji xeynî vê, em hewceyî “zanîn û fehmkirinê” ne, ji bo ku em nekevin ber bayê “hîndariya mirovên xapînok” û kesên ku li dijî rastiyê serî hildidin (Flp. 1:9; Ef. 4:14). Carekê, gelek şagirtên Îsa ew seba gotinên wî terk kir, lê Petrûsê şandî baweriya xwe anî zimên ku “gotinên jiyana herheyî” ba Îsa ne (Yûhenna 6:67, 68 bixwîne). Li wê demê, Petrûs maneya hemû gotinên Îsa fehm nedikir. Dîsa jî, ew dilsoz ma, çimkî wî rastiya di heqê Mesîh de fehm kiribû. Tu jî dikarî baweriya xwe ya bi Kitêba Pîroz qewîtir bikî. Eger tu vêya bikî, baweriya te wê her tim bi ser bikeve, û tuyê karibî alî kesên din jî bikî ku baweriya wan qewîtir bibe (2. Yûh. 1, 2).

KILAM 72 Rastiya Padşatiyê Eyan kin

^ par. 5 Ev meqale wê alî me bike ku em zêdetir qîmetê bidin rastiya Peyva Xwedê. Wekî din, ev meqale wê rêyî me bide ku em çawa dikarin emîn bibin ku baweriya me rast e.

^ par. 10 Rêza meqaleyan a bi navê “Sohbeta bi Cîranekî re”, ya ku ji sala 2010an heta sala 2015an li kovara The Watchtower (bi zimanê Îngilîzî) derketibû, nîşan dide ku tu çawa dikarî li ser rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz muhakeme bikî. Hin ji mijarên ku di vê rêza meqaleyan de derbas bûn, ev in: “Gelo Îsa Xwedê ye?”, “Padîşahiya Xwedê Kengê Dest bi Hikumdariyê Kir?” û “Gelo Xwedê Mirovan Diavêje Cehenemê?

^ par. 14 Ji bo melûmata li ser van pêxemberiyan, li kovara The Watchtower a 15 Hezîran 2012 (bi zimanê Îngilîzî) û li kovara Birca Çavderiyê a Gulan 2020 binêre.

^ par. 60 RESIM: Li îbadeta malbatê, dê û bav tevî zarokên xwe lêkolîn dikin ku Kitêba Pîroz di heqê tengahiya mezin de çi dibêje.

^ par. 62 RESIM: Di tengahiya mezin de, malbat ji bo her tiştî hazir e.