Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27

“Zêdetir li ser Xwe Nefikire”

“Zêdetir li ser Xwe Nefikire”

“Ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila ... bi sergiranî bifikire” (ROM. 12:3).

KILAM 130 Hevdu Bibaxşînin

PÊŞGOTIN *

1. Li gor Filîpî 2:3, dostaniya me bi kesên din re çawa bi dilnizmiyê ve girêdayî ye?

XIZMETKARÊN Yehowa bi dilnizmî guhdariya qanûnên wî dikin, çimkî ew fehm dikin ku Yehowa her tim dizane ku ji bo wan çi baş e (Ef. 4:22-24). Kesên dilnizm ji daxwaza xwe zêdetir bala xwe didin daxwaza Yehowa, û ew xwe ji kesên din bilindtir nabînin. Bi vî awayî, dostaniya wan a bi Yehowa re û bi xwişk û birayan re qewîtir dibe (Filîpî 2:3 bixwîne).

2. Pawlos çi fehm dikir, û emê li vê meqaleyê çi bielimin?

2 Lê belê, eger em dîqat nekin, şexsiyeta me wê bişibe şexsiyeta mirovên li dinyaya Îblîs, yên ku qure û xwehez in. * Ji nameya Pawlos, a ku wî ji xwişk û birayên li Romayê re nivîsî, tê fehm kirin ku hin kes rastî vê problemê dihatin. Loma Pawlos wisa nivîsî: “Ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila ... bi sergiranî bifikire” (Rom. 12:3). Pawlos fehm dikir ku lazim e ku em li ser xwe bifikirin. Lê belê, bi saya dilnizmiyê, emê bi dereceyeke maqûl li xwe binêrin. Ev meqale wê nîşan bide ku dilnizmî çawa dikare alî me bike ku em (1) di zewacê de, (2) seba îmtiyazên xwe û (3) li medyaya civakî nebin mirovên qure.

DI ZEWACÊ DE DILNIZM BE

3. Sebeba problemên zewacê çi ye, û hin kes çi dikin ku van probleman çareser bikin?

3 Yehowa dixwaze ku jin û mêr bi hev re bextewar bin. Lê ji ber ku em mirovên biqisûr in, di zewacê de carinan problem tên meydanê. Pawlosê şandî jî got ku kesên zewicî wê rastî hin tengasiyan bên (1. Kor. 7:28). Hin jin û mêr bi zêdeyî bi hev re şer dikin û ji ber vê yekê poşman dibin ku ew zewicîn. Eger nêrîna vê dinyayê li ser wan tesîr kiribe, ew belkî difikirin ku wê baştir be ku ew hev berdin. Ji ber ku ew tenê li xêra xwe digerin, ew bawer dikin ku wê baştir be ku ew hev berdin.

4. Gerek nêrîna me li ser zewacê çawa be?

4 Pir muhîm e ku em li ser zewaca xwe bi awayekî negatîf nenêrin. Em dizanin ku li gor Kitêba Pîroz, ji bo hevberdanê tenê yek sebeb heye – bêexlaqiya cinsî (Met. 5:32). Gava em di zewaca xwe de rastî probleman tên, quretî dikare fikrên wisa bîne meydanê: “Ez bextewar nînim. Ew ji min hez nake. Belkî wê baştir be ku ez bi kesekî din re bizewicim.” Belê, mirovên qure herî zêde li ser xwe difikirin. Li gor hîkmeta dinyayê, gerek mirov li gor dilê xwe hereket bike, û eger jin û mêr di zewaca xwe de bextewar nînin, ew dikarin hev berdin. Lê belê, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre” (Flp. 2:4). Yehowa dixwaze ku em zewaca xwe xwedî bikin, ne ku xera bikin (Met. 19:6). Loma, gerek em herî zêde ne li ser xwe, lê li ser daxwaza Xwedê bifikirin.

5. Li gor Efesî 5:33, gerek jin û mêr çi bikin?

5 Gerek jin û mêr ji hevdû hez bikin û qedrê hev bigirin (Efesî 5:33 bixwîne). Kitêba Pîroz hîn dike ku “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35). Dilnizmî wê alî jin û mêran bike ku ew hezkirina xwe eyan bikin û qedrê hev bigirin. Bi saya dilnizmiyê, ewê “ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din” bigerin (1. Kor. 10:24).

Jin û mêrên dilnizm ne li dijî hev, lê bi hev re dixebitin (Li paragrafa 6an binêre)

6. Serpêhatiya Steven û Stephanie’yê çi rêyî me dide?

6 Bi saya dilnizmiyê, gelek şagirtên Îsa di zewaca xwe de hê bextewartir bûne. Ka bala xwe bide gotinên birayekî bi navê Steven: “Eger hûn bibin yek, hûnê hevkariyê bikin, bi xisûsî gava ku problem tên meydanê. Hûnê nebêjin ‘gelo ji bo min çi baştir e?’, lê ‘gelo ji bo me çi baştir e?’” Pîreka wî Stephanie bi wî hemfikir e. Ew wisa dibêje: “Tu kes naxwaze tevî dijminekî bijî. Wexta ku problem derdikevin meydanê, em xîret dikin ku li sebeba van probleman bigerin. Paşê, em dua dikin, lêgerînê dikin û li çareyan digerin. Li şûna ku em hicûmî hev bikin, em hicûmî problemê dikin.” Belê, eger jin û mêr li ser xwe zêdetir nefikirin, ewê bextewartir bibin.

BI DILNIZMÎ JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

7. Gerek em li îmtiyazên xwe çawa binêrin?

7 Ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em xizmetkarên Yehowa ne (Zeb. 27:4; 84:10). Eger birayek hazir e ku zêdetir mesûliyetan bistîne, ev tiştekî baş e. Di Kitêba Pîroz de jî tê gotin ku “eger yek ji dil çavdêriyê bixwaze, ew karekî qenc dixwaze” (1. Tîm. 3:1). Lê belê, gava ji wî re mesûliyet tê dayîn, gerek ew li ser xwe zêdetir nefikire (Lûqa 17:7-10). Gerek ew bi dilnizmî ji kesên din re xizmetê bike (2. Kor. 12:15).

8. Em ji serpêhatiyên Diyotrefîs, Ûzziya û Abşalom çi dielimin?

8 Di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên kesên ku li ser xwe zêdetir difikirîn hene. Diyotrefîs pozbilind bû û dixwest xwe di nav civatê de “derxe pêş” (3. Yûh. 9). Ûzziya yekî qure bû û dixwest wezîfeyeke ku ji wî re nehatibû dayîn, bîne cih (2. Dîr. 26:16-21). Abşalom dixwest bibe padîşah, loma wî dikir ku dilê mirovan ‘bidize’ (2. Sam. 15:2-6). Ev serpêhatî rêyî me didin ku Yehowa ji mirovên nedilnizm razî nîne (Mtl. 25:27). Mirovên qure û xwehez bi zeman re rastî netîceyên xerab tên (Mtl. 16:18).

9. Îsa çi emsal hişt?

9 Îsa Mesîh ne mîna van mirovên qure bû. Ew “sûretê Xwedê” bû, lê wî dîsa jî got: “Bav ji min mezintir e” (Kol. 1:15; Yûh. 14:28, KP). Di temamiya kaînatê de, tenê Yehowa ji Îsa mezintir e, lê Îsa dîsa jî li ser xwe zêdetir nafikire. Wî ji şagirtên xwe re got: “Yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e” (Lûqa 9:48). Gava em tevî pêşeng, alîkarên xizmetê, kalên civatê û nazirên herêmê, yên ku wek Îsa dilnizmiyê eyan dikin, hevkariyê dikin, ma em dilxweş nabin? Xizmetkarên Yehowa yên dilnizm xîret dikin ku hezkirinê bi pêş ve bixin. Wekî ku Îsa got, şagirtên wî yên rastîn wê ji hezkirina di nav wan de bên nas kirin (Yûh. 13:35).

10. Eger tu difikirî ku problemên civatê nayên serrast kirin, wê baş be ku tu çi bikî?

10 Eger di civatê de hin problem hene û tu difikirî ku kalên civatê rind bala xwe nadin van probleman, wê baş be ku tu çi bikî? Li şûna ku tu gilî û gazinan bikî, bi dilnizmî destek bide birayên mesûl (Îbr. 13:17). Ji xwe wisa bipirse: “Gelo bi rastî lazim e ku problemên ku ez dibînim bên serrast kirin? Gelo lazim e ku ew niha bên serrast kirin? Gelo heqê min heye ku wan serrast bikim? Ji bo min, çi muhîmtir e: yekîtiya civatê yan nêrîna min?”

Hunerên kesên ku mesûliyetên wan hene çi qas mezin bin jî, gerek ew dilnizm bin (Li paragrafa 11an binêre) *

11. Li gor Efesî 4:2, 3, netîceyên dilnizmiyê çi ne?

11 Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ne ev e ku kesek hunermend yan jîr û jêhatî be, lê ev e ku ew dilnizm û aştîhez be. Ji ber vê yekê, xîret bike ku tu bi dilnizmî ji Yehowa re xizmet bikî. Bi vî awayî, yekîtiya civatê wê xurttir bibe (Efesî 4:2, 3 bixwîne). Di xizmetê de aktîf be. Li fersendan bigere ku tu li kesên din qenciyê bikî. Di civatê de mesûliyeta kesekî hebe yan tune be jî, ji her kesî re mêvanperwer be (Met. 6:1-4; Lûqa 14:12-14). Eger tu bi dilnizmî bi xwişk û birayan re hevkariyê bikî, ewê ne tenê hunerên te, lê dilnizmiya te jî bibînin.

LI MEDYAYA CIVAKÎ DILNIZM BE

12. Kitêba Pîroz li ser hevaltiyê çi dibêje?

12 Hevaltî tiştekî pir xweş e (Zeb. 133:1). Dost û hevalên Îsa Mesîh jî hebûn (Yûh. 15:15). Kitêba Pîroz behsa feydeyên dostaniyên saxlem dike (Mtl. 17:17; 18:24). Wekî din, Xwedê dibêje ku gerek em xwe ji kesên din dûr negirin (Mtl. 18:1). Gelek kes difikirin ku bi saya medyaya civakî, ewê xwe bêkes hîs nekin û ji xwe re gelek dost û hevalan bibînin. Lê belê, gava em medyaya civakî bi kar tînin, gerek em hay ji xwe hebin.

13. Hin kesên ku medyaya civakî bi kar tînin, rastî çi problemê tên?

13 Li gor zanyaran, kesên ku bi zêdeyî bi medyaya civakî mijûl in xwe tenê hîs dikin û dikevin depresyonê. Gelo çima? Gelek kes resmên xwe yên herî xweşik, resmên tatîlê yan resmên hevalên xwe li medya civakî diweşînin, û kesên ku van resman dibînin belkî dilteng dibin û difikirin ku jiyana kesên din ji jiyana wan xweştir e. Xwişkeke me, ya ku 19 salî ye, wisa dibêje: “Gava min didît ku li dawiya heftiyê, her kes kêfê dike, lê ez li malê rûdinim, min çavnebariya wan dikir.”

14. Li ser bikaranîna medyaya civakî, 1. Petrûs 3:8 çi şîreta baş dide?

14 Helbet feydeyên medyaya civakî jî hene. Mesela, em bi saya medyaya civakî dikarin bi dost û merivên xwe re xeber bidin û hay ji wan hebin. Lê belê, te qet bala xwe daye ku hin kes çawa bi resim yan nivîsên xwe dixwazin bala kesên din bikişînin ser xwe? Wisa xuya dike qey ew ji her kesî re dibêjin: “Ka li min binêre!” Wekî din, hin kes li bin resmên xwe yan li bin resmên kesên din tiştên xerab dinivîsin. Gerek em wisa nekin! Em şagirtên Îsa ne, loma gerek em di her warî de dilnizmî û hezkirinê eyan bikin (1. Petrûs 3:8 bixwîne).

Gava kesên din resmên te dibînin, gelo ewê çi bifikirin? Ku tu dilnizm î yan ku tu pesnê xwe didî? (Li paragrafa 15an binêre)

15. Kitêba Pîroz çawa alî me dike ku em li ser xwe zêdetir nefikirin?

15 Eger tu medyaya civakî bi kar tînî, ji xwe bipirse: “Gava kesên din nivîs, resim yan vîdeoyên min dibînin, gelo ewê bifikirin ku ez pesnê xwe didim? Gelo îhtimal heye ku kesên din wê çavnebariya min bikin?” Kitêba Pîroz dibêje: “Her tiştê ku di dinyayê de ye, xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê, ne ji Bav, lê ji dinyayê ne” (1. Yûh. 2:16). Şagirtên Îsa li şan û şohretê nagerin. Ev guh didin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin” (Gal. 5:26). Dilnizmî alî me dike ku em nebin mîna mirovên vê dinyayê, yên ku li ser xwe zêdetir difikirin.

“BI SERGIRANÎ BIFIKIRE”

16. Gerek em xwe çima ji quretiyê dûr bixin?

16 Ji ber ku mirovên qure ‘bi sergiranî nafikirin’, pir muhîm e ku em dilnizmiyê bi pêş bixin (Rom. 12:3). Mirovên qure şerok û xwehez in. Fikir û hereketên wan gelek caran êşê didin hem wan hem jî kesên din. Heta ku ew nêrîna xwe neguherînin, ewê di bin bandora Îblîs de bimînin (2. Kor. 4:4; 11:3). Lê belê, mirovekî dilnizm ‘bi sergiranî difikire’. Ew xwe mezin nabîne, lê kesên din ji xwe bilindtir dibîne (Flp. 2:3). Wekî din, ew dizane ku “Xwedê li hember pozbilindan disekine lê keremê li nefsbiçûkan dike” (1. Ptr. 5:5). Kesên ku bi sergiranî difikirin helbet naxwazin bibin dijminên Xwedê.

17. Ji bo ku em her tim dilnizm bin, gerek em çi bikin?

17 Belê, pir xîret lazim e ku em bi dewamî dilnizm bibin. Mesela, gerek em “şexsiyeta kevin” ji ser xwe bavêjin û “şexsiyeta nû” li xwe bikin. Ji bo vê, lazim e ku em li ser jiyana Îsa kûr bifikirin û wî ji xwe re bikin emsal (Kol. 3:9, 10, WDN; 1. Ptr. 2:21). Eger em dilnizm bin, emê pir feydeyan bistînin. Mesela, malbata me wê hê bextewartir bibe, yekîtiya civatê wê xurttir bibe û emê medyaya civakî bi awayekî rast bi kar bînin. A herî muhîm jî, Yehowa wê me bibereket bike û ji me razî bibe.

KILAM 117 Berên Qenciyê

^ par. 5 Îro, gelek mirov qure û xwehez in. Loma gerek em dîqat bikin ku em nebin mîna wan. Li vê meqaleyê, emê bielimin ku di kîjan 3 waran de gerek em li ser xwe zêdetir nefikirin.

^ par. 2 NOT: Mirovên qure xwe ji yên din bilindtir dibînin. Ji ber vê yekê, mirovên qure xwehez in. Lê belê, dilnizmî alî mirovan dike ku ew nebin kesên xwehez. Bi saya dilnizmiyê, mirov dikare dev ji quretiyê berde û “zêdetir li ser xwe nefikire”.

^ par. 56 RESIM: Kalekî civatê, yê ku li civînên mezin gotaran pêşkêş dike û rêberiya kesên din dike, bi dilxwazî xizmet dike û di paqijkirina Salona Îbadetê de kar dike.