Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

Gelo Tu Dikarî Bibî Mamosteyê Kitêba Pîroz?

Gelo Tu Dikarî Bibî Mamosteyê Kitêba Pîroz?

“Xwedê ... dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê” (FILÎPÎ 2:13).

KILAM 64 Karê Çinînê Dilê Me Xweş Dike

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa ji bo te çi kir?

 TU ÇAWA bûyî Şahidê Yehowa? Serê pêşîn, te mizgîn ji kesekî bihîst – belkî ji dê û bavê xwe, ji hevalkar yan hevaldersekî xwe yan jî bi saya xizmeta mal bi mal (Marqos 13:10). Paşê, kesekî bi te re pir wext derbas kir û xîret kir ku Kitêba Pîroz hînî te bike. Bi saya kursa Kitêba Pîroz, te Yehowa nas kir û hez kir, û te fehm kir ku ew jî ji te hez dike. Yehowa tu ba xwe kişandî, û tu bûyî şagirtê Îsa Mesîh. Niha, tu li benda jiyana bêdawî yî (Yûhenna 6:44). Tu bê guman ji Yehowa re şikurdar î ji ber ku wî kesek şand ba te ku rastiyê hînî te bike û ji ber ku Yehowa tu wek xizmetkarekî xwe qebûl kirî.

2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de bipeyivin?

2 Em şa ne ku em rastiyê dizanin, û em hazir in ku alî kesên din bikin ku ew jî bên ser riya jiyanê. Li hin xwişk û birayan hêsan tê ku mizgînê mal bi mal belav bikin, lê li wan zor tê ku kursên Kitêba Pîroz pêşkêş bikin û îdare bikin. Eger ev yek li te jî zor tê, tuyê ji tewsiyeyên li vê meqaleyê feydeyê bistînî. Emê bibînin ku çi dikare daxwaza me zêde bike ku em bibin mamosteyên Kitêba Pîroz û mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh. Wekî din, emê bibînin ku eger li me zor tê ku kursên Kitêba Pîroz îdare bikin, em çawa dikarin serî bi astengên xwe re derxînin. Pêşî, emê bibînin ku çima muhîm e ku em hem mizgînvan hem mamoste bin.

MIZGÎNÊ BELAV BIKE Û MIROVAN HÎN BIKE

3. Em çima mizgînê belav dikin?

3 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî ji şagirtên xwe re got ku gerek ew du tiştan bikin: A yekê, wî got ku gerek ew mizgîna Padîşahiyê belav bikin, û wî rêyî wan da ku gerek ew vêya çawa bikin (Metta 10:7; Lûqa 8:1). Mesela, wî nîşanî şagirtan da ku gava mirov mizgînê qebûl dikin yan nakin, gerek ew çi bikin (Lûqa 9:2-5). Wekî din, Îsa Mesîh ji berê ve got ku mizgîn gerek ji hemû miletan re bê dayîn (Metta 24:14; Karên Şandiyan 1:8). Loma, bersiva mirovan her çi be jî, lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh dev ji belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedê bernedin.

4. Ji xeynî vê ku em mizgînê belav bikin, Metta 28:18-20 nîşan dide ku gerek em çi bikin?

4 A diduyan, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku gerek ew mirovan hîn bikin ku ew hemû tiştên ku wî emir kirine, pêk bînin. Hin kes difikirin ku ev îşê belavkirina mizgînê û hînkirinê li sedsala yekê xelas bû. Gelo ev yek rast e? Na! Îsa Mesîh got ku ev îşê muhîm wê “heta dawiya dinyayê”, yanî heta rojên me dewam bike (Metta 28:18-20 bixwîne). Bi îhtimaleke mezin, gava Îsa Mesîh ev emir da, weke 500 şagirtên wî li wê derê bûn û gotinên wî bihîstin (1. Korîntî 15:6). Ji xeynî vê, li peyxama ku Îsa Mesîh da Yûhennayê şandî, wî bi zelalî got ku gerek hemû şagirtên wî alî kesên din bikin ku ew Yehowa nas bikin (Peyxam 22:17).

5. Li gor 1. Korîntî 3:6-9, îşê belavkirina mizgînê û îşê hînkirinê çawa bi hev ve girêdayî ne?

5 Pawlosê şandî îşê me dişiband îşê cotkariyê. Ne bes e ku cotkar tenê toximan biçîne. Pawlos wisa got: “Min çand, Apolos av da ... hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne” (1. Korîntî 3:6-9 bixwîne). Ji ber ku em xebatkarên li “zeviya Xwedê” ne, ne bes e ku em tenê toximên rastiyê biçînin. Gerek em bi dewamî kontrol bikin ka toximên ku me çandine di çi halî de ne û çawa mezin dibin (Yûhenna 4:35). Em helbet dizanin ku yê ku toximan mezin dike, Xwedê ye.

6. Îşê mamoste çi ye?

6 Em li ‘yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ digerin (Karên Şandiyan 13:48, NWT). Ji bo ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, gerek em alî wan bikin ku ew tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibin (1) fehm bikin, (2) qebûl bikin û (3) di jiyana xwe de pêk bînin (Yûhenna 17:3; Kolosî 2:6, 7; 1. Selanîkî 2:13). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz tên civînan, em gişt dikarin bi hezkirin û dilgermiya xwe ji wan re bibin emsal û bi vî awayî alî wan bikin (Yûhenna 13:35). Dibe ku pir wext û qewet lazim e ku mamoste alî xwendekarê xwe bike ku ew dev ji adet û baweriyên nerast berde (2. Korîntî 10:4, 5). Belkî gelek meh wê derbas bibin heta ku kesek van gavan bavêje û hazir bibe ku bin av bibe. Lê belê, çi qas xîret lazim be jî, îşê mamoste badîhewa nîne!

HEZKIRIN DAXWAZA ME ZÊDE DIKE

7. Çi daxwaza me zêde dike ku em hem mizgînê belav bikin hem jî mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh?

7 Gelo em çima hem mizgînê belav dikin hem jî xîret dikin ku mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh? Sebeba herî muhîm ev e ku em ji Yehowa hez dikin. Gava em çi ji destê me tê dikin ku mizgînê belav bikin û mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh, em nîşan didin ku em ji Xwedê hez dikin (1. Yûhenna 5:3). Ka bifikire: Ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî, tu jixwe mizgînê mal bi mal belav dikî. Bi îhtimaleke mezin, di serî de li te zor dihat ku tu vî emrî pêk bînî. Gava tu li xizmetê diçûyî ber deriyê pêşîn, belkî lingên te dilerizîn. Dîsa jî, ji ber ku te dizanibû ku Îsa Mesîh dixwaze ku tu vî îşî bikî, te guh da emrê wî. Bi zeman re, tu êdî hînî vî îşî bûyî. Lê belê, gelo tu hê ji îdarekirina kursên Kitêba Pîroz ditirsî? Eger wisa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji vê tirsê bifilitî û karibî kursa Kitêba Pîroz teklîf bikî. Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin daxwaza xwe zêde bikin ku em bibin mamoste û mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh.

8. Li gor Marqos 6:34, çi dikare daxwaza me zêde bike ku em mirovan hîn bikin?

8 Sebebeke din ev e ku em ji însanan hez dikin. Carekê, Îsa Mesîh û şagirtên wî piştî xizmetê pir westiyayî bûn. Wan dixwest herin cihekî ku hebekî îstirhetê bikin, lê elaleteke mezin ket pey wan. Dilê Îsa Mesîh bi wan dişewitî, loma wî “dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir” (Marqos 6:34 bixwîne). Wê rojê, Îsa Mesîh her çi qas westiyayî bû jî, ew hazir bû ku mirovan hîn bike. Gelo çima? Çimkî wî hîsên mirovan fehm dikirin. Wî didît ku derdê wan çi qas giran e û ew çi qas hewceyî hêviyê ne, loma wî dixwest alî wan bike. Îro jî halê mirovan eynî ye. Ew her çi qas ji halê xwe razî xuya bikin jî, ew bi eslê xwe miyên windabûyî û bêşivan in. Pawlosê şandî got ku însanên wisa “bê hêvî û bê Xwedê” ne (Efesî 2:12). Ew li ser ‘riya ku dibe helakê’ ne (Metta 7:13). Gava em tînin ber çavê xwe ku mirovên li deşta me çi qas hewceyî rastiyê ne, ma dilê me bi wan naşewite? Belê, em ji însanan hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Alîkariya herî baş ev e ku em ji wan re kursa Kitêba Pîroz teklîf bikin.

9. Li gor Filîpî 2:13, Yehowa çawa dikare alî me bike?

9 Eger tu kursa Kitêba Pîroz teklîf nakî ji ber ku tu difikirî ku ev yek wê pir wexta te bixwe, dilê xwe ji Yehowa re veke. Ji wî alîkariyê bixwaze ku daxwaza te zêde bibe ku tu ji xwe re xwendekarekî Kitêba Pîroz bibînî û kursekê îdare bikî (Filîpî 2:13 bixwîne). Yûhennayê şandî gotibû ku Xwedê wê duayên ku li gor daxwaza wî ne, bibihîze (1. Yûhenna 5:14, 15). Loma, tu dikarî emîn bî ku bi alîkariya Yehowa, tu dikarî daxwaza xwe zêde bikî ku mirovan bikî şagirtên Îsa Mesîh.

SERÎ BI ASTENGÊN DIN RE DERXÎNE

10-11. Hin xwişk û bira çima difikirin ku ew nikarin kursên Kitêba Pîroz îdare bikin?

10 Em helbet dizanin ku pir muhîm e ku em mirovan hîn bikin. Lê belê, hin tişt dikarin bibin sebeb ku em xwe paş bigirin. Niha emê bala xwe bidin hin ji van asteng û çetinahiyan, û emê bibînin ku em çawa dikarin serî bi wan re derxînin.

11 Şertên me dikarin ji me re bibin asteng. Mesela, siheta hin mizgînvanan ne baş e, û hinek jî êdî kal û pîr bûne. Eger ba te problemeke wisa heye, bîne bîra xwe ku pandemiya COVID-19 çi rêyî me daye: Me fehm kiriye ku em bi hêsanî dikarin kursên Kitêba Pîroz bi navgîniya Înternetê îdare bikin. Loma, tu jî belkî dikarî ji malê bi kesekî re dest bi kurseke Kitêba Pîroz bikî. Ev yek ji bo sebebeke din jî bifeyde ye. Hin kes dixwazin kursa Kitêba Pîroz bistînin, lê ew li saetên ku xwişk û birayên me bi gelemperî diçin xizmetê, musaîd nînin. Lê belê, ew belkî sibehê zû yan êvarê musaîd in. Gelo tu dikarî li saetên wisa kurseke Kitêba Pîroz îdare bikî? Îsa Mesîh jî nîvê şevê bi zilamekî bi navê Nîkodêmos re sohbet kir, çimkî Nîkodêmos li wê wextê dixwest sohbetê bike (Yûhenna 3:1, 2).

12. Em ji ku dizanin ku em dikarin bibin mamosteyên baş?

12 Em belkî difikirin ku hunerên me nagihîjin ku em kursên Kitêba Pîroz îdare bikin. Hin kes difikirin ku berî ku ew bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz îdare bikin, gerek ew zanîna xwe zêde bikin yan bibin mamosteyên hê baştir. Eger tu wisa difikirî, van sê nuqteyan bîne ber çavê xwe: A yekê, Yehowa emîn e ku tu dikarî kesên din hîn bikî (2. Korîntî 3:5). A diduyan, Îsa Mesîh, yê ku “li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji [wî] re hatiye dayîn”, destûr daye te ku tu însanan hîn bikî (Metta 28:18). Û ya sisêyan, tu dikarî xwe bispêrî alîkariya kesên din. Mesela, Îsa Mesîh xwe dispart Bavê xwe, û wî tiştên ku wî ji Bavê xwe hîn bûbû, digotin. (Yûhenna 8:28; 12:49). Wê baş be ku tu jî xwe bispêrî Bavê xweyî ezmanî. Wekî din, ji bo destpêkirin û îdarekirina kursên Kitêba Pîroz, tu dikarî ji nazirê koma xizmetê, ji pêşengekî yan ji mizgînvanekî bitecrûbe alîkariyê bixwazî. Mesela, ji bo ku xwebaweriya te zêde bibe, tu dikarî ji wan rica bikî ku ew te bi xwe re bibin kursên xwe.

13. Çima lazim e ku em hînî metod û hacetên nû bibin?

13 Belkî li me zor tê ku em hînî metod û hacetên nû bibin. Metoda îdarekirina kursên Kitêba Pîroz êdî guheriye. Weşana me ya sereke, ya ku em ji bo kursên Kitêba Pîroz bi kar tînin, kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! ye. Ji bo vê, lazim e ku em xwe ji bo kursê rind hazir bikin û kursê bi awayekî nû îdare bikin. Li kursên ku bi alîkariya vê kitêbê tên derbaskirin, paragrafên ku gerek bên xwendin hindik in, û fersendên ji bo sohbetkirinê zêde ne. Gava em mirovan hîn dikin, gerek em zêdetir vîdeo û çavkaniyên elektronîk wek JW Library® bi kar bînin. Eger li te zor tê ku van hacetan bi kar bînî, ji xwişk yan birayekî alîkariyê bixwaze. Belkî li me hêsan nayê ku em dev ji metodên berê berdin, lê bi alîkariya Yehowa û kesên din, emê hêdî hêdî hînî van metodên nû bibin û ji kursên Kitêba Pîroz hê jî zêdetir kêfê bistînin. Wek pêşengek dibêje, ev metoda lêkolînê “kêfê dide hem xwendekaran hem jî mamosteyan”.

14. Eger mirovên li deşta me guh nedin me, gerek em çi ji bîr nekin, û gotinên 1. Korîntî 3:6, 7 çawa dil didin me?

14 Li deşta me belkî zor e ku em dest bi kursên Kitêba Pîroz bikin. Dibe ku li deşta me, gelek kes naxwazin guh bidin mizgînê. Gelo çi dikare alî me bike ku em dîsa jî nêrîneke pozîtîf xwedî bikin? Ji bîr neke ku seba halê dinyayê, fikir û nêrînên mirovan dikarin zû biguherin. Kesên ku berê nedixwest guh bidin mizgînê wê belkî têgihîjin ku ew hewceyî Xwedê ne (Metta 5:3). Hin kesên ku weşanên me berê tim red dikirin bi zeman re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wekî din, em dizanin ku Yehowa “Xudanê dexlê” ye (Metta 9:38). Xwedê dixwaze ku em dev ji reşandina toximan û avdanê bernedin, lê belê yê ku toximan mezin dike, ew e (1. Korîntî 3:6, 7). Ji xeynî vê, em dizanin ku eger mirovên ku em rastî wan tên kursa Kitêba Pîroz qebûl nekin jî, Yehowa wê xîreta me xelat bike. Belê, xîreta me ji netîceyên ku em bi dest dixin, muhîmtir e! b

JI ÎŞÊ HÎNKIRINÊ KÊFÊ BISTÎNE

Belavkirina mizgînê û îşê hînkirinê çawa li ser jiyana mirovan tesîr dike? (Li paragrafên 15 heta 17an binêre) c

15. Yehowa li xizmeta me çawa dinêre?

15 Gava kesek rastiya Kitêba Pîroz qebûl dike û ji kesên din re jî behsa rastiyê dike, dilê Yehowa şa dibe (Methelokên Silêman 23:15, 16). Yehowa bê guman seba xîreta xizmetkarên xwe pir dilşad e. Mesela, di sala xizmetê ya 2020an de, li gel pandemiyê, 7.705.765 kursên Kitêba Pîroz hatin îdarekirin, û bi saya van kursan, 241.994 kes bin av bûn. Ev şagirtên nû jî wê kursên Kitêba Pîroz îdare bikin û zêdetir mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh (Lûqa 6:40). Bi dîtina te, ma xîreta me dilê Yehowa şa nake?

16. Wê baş be ku em ji xwe re çi hedef deynin?

16 Îşê hînkirinê helbet hêsan nîne, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin mirovan hîn bikin ku ew jî ji Bavê meyî ezmanî hez bikin. Gelo em dikarin ji xwe re hedef deynin ku herî kêm yek xwendekarê me hebe? Eger em hemû fersendan bixebitînin ku kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî mirovan bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê xîreta me bibereket bike.

17. Eger fersenda me hebe ku em kurseke Kitêba Pîroz îdare bikin, ev yek wê li ser me çawa tesîr bike?

17 Çi îmtiyazeke mezin e ku em mizgînê belav dikin û mirovan hîn dikin! Ev îş dilê me pir şa dike. Pawlosê şandî, yê ku alî gelek kesên li bajarê Selanîkê kiribû ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, wisa got: “Ma di hatina Xudanê me Îsa de, li ber wî, hêviya me an şahiya me an taca me ya pesindanê çi ye? Erê, ma ne hûn in? Çimkî, rûmet û şahiya me hûn in” (1. Selanîkî 2:19, 20; Karên Şandiyan 17:1-4). Îro jî, gelek xwişk û bira vê dilşadiyê distînin. Xwişkeke bi navê Stéphanie, ya ku tevî zilamê xwe alî gelek kesan kiriye ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin, wisa dibêje: “Ji vê ku em alî mirovan bikin ku ew jiyana xwe bidin destê Yehowa, tiştekî xweştir tune!”

KILAM 57 Mizgînê Bê Pêşhikum Belav Bike

a Ji xeynî vê ku em mizgînê belav bikin, gerek em mirovan hîn bikin ku ew hemû tiştên ku Îsa Mesîh li me emir kirine, pêk bînin. Gelo çi dikare daxwaza me zêde bike ku em herin û mirovan hîn bikin? Gava em mizgînê belav dikin û mirovan dikin şagirtên Îsa Mesîh, em rastî çi çetinahiyan tên? Gelo em çawa dikarin serî bi van çetinahiyan re derxînin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

b Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Alî Xwendekarên Mizgînvanên Din Bike ku Ew ber bi Binavbûnê ve Herin” binêre (Birca Çavdêriyê, Adar 2021).

c RESIM: Kursa Kitêba Pîroz jiyana mirovan diguherîne: Di serî de, zilamek bê armanc dijî û ji Yehowa dûr e. Paşê, Şahidên Yehowa li xizmetê rastî wî tên, û ew kursa Kitêba Pîroz qebûl dike. Bi saya tiştên ku ew hîn dibe, ew jiyana xwe dide destê Yehowa û bin av dibe. Bi zeman re, ew jî dibe mamoste. Li dawiyê, her kes li cenetê ye.