MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28
Ne Reqabetê, lê Aştiyê bi Pêş Bixe
“Quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin” (GALATÎ 5:26).
KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze
PÊŞGOTIN a
1. Seba reqabetê, hin kes çi dikin?
ÎRO, gelek kes herî zêde ji xwe hez dikin. Loma ew bi hev re dikevin reqabetê. Mesela, li tîcaretê, hin kes metodên sert bi kar tînin ku li ser reqîbên xwe bi ser bikevin. Li sporê, hin sporvan bi qesdî hevdû birîndar dikin, da ku bi pêş bikevin. Li îmtihanan, hin telebe hîleyan dikin ji bo ku bikevin zanîngehê. Şagirtên Îsa Mesîh dizanin ku kirinên wisa, “kirinên nefsê” ne (Galatî 5:19-21). Lê belê, gelo dibe ku hin xwişk û bira di civatê de bê hemdî bibin sebeba reqabetê? Ev yek meseleyeke cidî ye, çimkî reqabet dikare yekîtiya me xera bike.
2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?
2 Li vê meqaleyê, emê li ser hin sifetên xerab xeber bidin, ên ku dikarin bibin sebeba reqabeta di nav xwişk û birayan de. Wekî din, emê bala xwe bidin serpêhatiyên hin kesên dilsoz, ên ku xwe ji reqabetê dûr digirt. A yekê, emê bibînin ku em çawa dikarin niyetên xwe analîz bikin.
NIYETÊN XWE ANALÎZ BIKE
3. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
3 Car caran bifeyde ye ku em niyetên xwe analîz bikin. Mesela, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez xwe her tim bi kesên din re muqayese dikim? Gelo ez ji bo çi xîret dikim? Ji bo ku ez ji kesên din çêtir bim yan ji bo ku ez dilê Yehowa şa bikim?” Çima lazim e ku em van pirsan ji xwe bipirsin? Ka binêre ku Peyva Xwedê çi dibêje.
4. Li gor Galatî 6:3, 4, gerek em xwe çima bi kesên din re muqayese nekin?
4 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em xwe bi kesên din re muqayese nekin (Galatî 6:3, 4 bixwîne). Gelo çima? Eger em xwe ji kesên din çêtir hesab bikin, quretî dikare bikeve dilê me. Ji aliyê din ve, eger em bifikirin ku kesên din ji me çêtir in, dibe ku em cesareta xwe winda bikin. Loma, her du fikir jî bizerar in (Romayî 12:3). Xwişkeke bi navê Katerîna, b ya ku li Yûnanîstanê dijî, wisa dibêje: “Min xwe her tim bi kesên din re muqayese dikir, ên ku ji min re xweşiktir û di xizmetê de hostetir xuya dikir û zûtir ji xwe re hevalên nû didîtin. Loma, min xwe bêqîmet hîs dikir.” Gerek em ji bîr nekin ku sebeba ku Yehowa em ba xwe kişandine ne ev bû ku em xweşik yan zarşîrîn in yan ji ber ku her kes ji me hez dike. Sebeb ev bû ku em hazir bûn ku ji wî hez bikin û guh bidin Îsa Mesîh (Yûhenna 6:44; 1. Korîntî 1:26-31).
5. Serpêhatiya birayê Hyun çi rêyî me dide?
5 Wekî din, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo kesên din min wek yekî aştîhez yan jî wek yekî şerok dibînin?” Serpêhatiya birayekî bi navê Hyun, ê ku li Koreya Başûr dijî, bîne ber çavê xwe. Ji bo demekê, wî kesên ku di civatê de hin îmtiyaz standibûn, wek reqîbên xwe didîtin. Ew dibêje: “Min ev bira rexne dikirin, û ez gelek caran bi gotinên wan qayîl nedibûm.” Gelo netîce bû çi? Hyun wisa dibêje: “Nêrîna min yekîtiya civatê xera dikir.” Hin hevalên Hyun alî wî kir ku ew problema xwe bibîne. Hyun xwe serrast kir, û îro, ew rîspiyekî baş e. Eger em gelek caran ne aştiyê, lê reqabetê bi pêş dixin, gerek em vê xisûsiyeta xwe zû biguherînin.
XWE JI XWEHEZÎ Û ÇAVNEBARIYÊ DÛR BIGIRE
6. Li gor Galatî 5:26, reqabet bi kîjan sifetên xerab ve girêdayî ye?
6 Galatî 5:26 bixwîne. Gelo kîjan sifetên nebaş dikarin bibin sebeba reqabetê? Yek ji wan, xwehezî ye. Mirovên xwehez qure ne û herî zêde ji xwe hez dikin. Wekî din, çavnebarî jî sifetekî pir xerab e. Kesên çavnebar dixwazin ku tiştên ku ba kesên din hene, ba wan jî hebin. Ya xerabtir, hinek difikirin ku madem ku ev tişt ba wan tune ne, bila ba kesên din jî tune bin. Bi eslê xwe, çavnebarî bi nefretê ve girêdayî ye. Ma ne lazim e ku em van sifetan ji xwe dûr bixin?
7. Halê kesekî xwehez û çavnebar dişibe çi?
7 Sifetên wek xwehezî û çavnebarî wek kurmên darê ne, yên ku hundirê darê dixwin û dirizînin. Heta wextekê, belkî eşkere nîne ku dar êdî riziye, lê rojekê, ev dar wê bikeve. Mîna vê, kesek dikare heta wextekê ji Yehowa re xizmet bike, lê eger di dilê wî de xwehezî û çavnebarî hebin, ewê mîna dareke rizî bikeve (Methelokên Silêman 16:18). Di netîceyê de, ewê dev ji xizmeta Yehowa berde û zerarê bide xwe û kesên din. Gelo em çawa dikarin xwe ji xwehezî û çavnebariyê biparêzin?
8. Em çawa dikarin xweheziyê ji xwe dûr bixin?
8 Ji bo ku em xweheziyê ji xwe dûr bixin, wê baş be ku em li gor vê şîreta Pawlosê şandî hereket bikin: “Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire” (Filîpî 2:3). Gerek em şa bin ku gelek xwişk û bira hunerên xwe ji bo xizmet û rûmeta Yehowa bi kar tînin, û wê baş be ku em wan ‘di ser xwe re bigirin’. Wekî din, hunerên hin xwişk û birayan her çi qas mezin bin jî, gerek ew jî guh bidin şîreta Pawlos û sifetên me yên baş bibînin. Bi vî awayî, em gişt dikarin aştî û yekîtiya civatê bi pêş bixin.
9. Ji bo ku em çavnebariyê nekin, em dikarin çi bikin?
9 Ji bo ku em çavnebariyê nekin, wê baş be ku em sînorên xwe bizanibin. Eger em dilnizm bin, emê xîret nekin ku ji kesên din re nîşan bidin ku hunerên me ji yên wan mezintir in, lê emê xîret bikin ku ji kesên ku ji me jîr û jêhatîtir in, hîn bibin. Mesela, ferz bike ku birayek gotarên pir xweş pêşkêş dike. Em dikarin ji wî bipirsin ka ew çawa haziriyê dike. Yan jî, eger xwişkek xwarinên tamxweş çêdike, em dikarin ji wê hin tewsiyeyan bixwazin. Wekî din, eger li ciwanekî zor tê ku ji xwe re hevalên nû bibîne, ew dikare ji bo safîkirina vê çetinahiyê ji kesekî ku bi hêsanî bi kesên din re hevaltiyê dike, şîretê bixwaze. Bi vî awayî, em dikarin xwe ji çavnebariyê dûr bigirin û hunerên xwe bi pêş bixin.
JI SERPÊHATIYÊN KESÊN DILSOZ DERSAN BIGIRE
10. Gîdeon rastî çi problemê hat?
10 Serpêhatiya Gîdeon û zilamên ji eşîra Efrayîm bîne bîra xwe. Bi saya alîkariya Yehowa, Gîdeon û 300 leşkerên wî zafereke mezin bi dest xistibû. Lê paşê, zilamên Efrayîmî çûn ba Gîdeon, ne ji bo ku pesnê wî bidin, lê ji bo ku bi wî re şer bikin. Ew hêrs bûn, çimkî Gîdeon gazî wan nekiribû ku ew tevî wî li hemberî dijminên Xwedê şer bikin. Ji ber ku ew herî zêde bi rûmeta eşîra xwe eleqedar bûn, wan bala xwe nedida vê yekê ku Gîdeon navê Yehowa çawa pîroz kiribû û xizmetkarên wî filitandibûn (Serweran 8:1).
11. Gîdeon çawa bersiv da zilamên Efrayîmî?
11 Gîdeon bi dilnizmî ji wan re wisa got: “Ma li cem kirina we, ya ku niha ez dikim çi ye?” Paşê, wî bala wan kişand ser vê ku Yehowa ew çawa bibereket kiribûn. Hingê hêrsa Efrayîmiyan derbas bû (Serweran 8:2, 3). Belê, Gîdeon ji bo xatirê aştiyê bi dilnizmî bersiv da.
12. Em ji serpêhatiya Gîdeon û Efrayîmiyan çi dersê distînin?
12 Gelo em dikarin ji vê serpêhatiyê çi dersê bistînin? Ji mîsala Efrayîmiyan, em dibînin ku gerek em herî zêde ne bi rûmeta xwe, lê bi rûmeta Yehowa eleqedar bin. Eger tu serê malbatê yî yan rîspî yî, tu dikarî ji Gîdeon dersê bistînî. Eger kesek seba kirinên te xeyîdiye, xîret bike ku tu wî fehm bikî. Wekî din, wek Gîdeon, tu belkî dikarî pesnê vî kesî bidî. Ji bo vê, dilnizmî lazim e, bi xisûsî eger ev kes neheq e. Dîsa jî, ji bîr neke ku aştî ji heqbûna te muhîmtir e!
13. Hanna di çi halî de bû, û dilê wê çawa rihet bû?
13 Wekî din, serpêhatiya Hannayê bîne ber çavê xwe. Zilamê wê Êlqana ji wê pir hez dikir. Lê belê, hewiyeke Hannayê ya bi navê Pennîna hebû. Li gor Kitêba Pîroz, “zarokên Penînnayê hebûn, lê zarokên Hannayê tunebûn”. Ji ber vê yekê, Pennînayê dilê Hannayê tim diêşand. Loma, “Hanna digiriya û nan nedixwar” (1. Samûyêl 1:2, 6, 7, Mizgînî). Dîsa jî, Kitêba Pîroz nabêje ku Hannayê dixwest heyfa xwe ji Pennînayê bistanda. Hannayê tenê dilê xwe ji Yehowa re vekir û li bendê bû ku ew alî wê bike. Kitêba Pîroz eşkere nake ka Pennînayê dev ji xerabiya xwe berda yan na. Lê belê, em dizanin ku hizûr êdî ket dilê Hannayê (1. Samûyêl 1:10, 18).
14. Em dikarin ji serpêhatiya Hannayê çi dersê bistînin?
14 Em dikarin ji serpêhatiya Hannayê çi dersê bistînin? Eger kesek bi te re reqabetê bike, ne lazim e ku tu bikevî ber bayê wî. Li şûna ku tu xerabiyê li wî bikî, xîret bike ku tu bi wî re li hev bêyî (Romayî 12:17-21). Eger ew nêrîna xwe neguherîne jî, tuyê hizûra xwe winda nekî.
15. Apolos û Pawlosê şandî di kîjan waran de mîna hev bûn?
15 Ji xeynî vê, bala xwe bide dersên ku em dikarin ji serpêhatiya Apolos û Pawlosê şandî bigirin. Her diduyan jî Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Her du jî mamosteyên bi nav û deng bûn. Wekî din, her diduyan jî alî gelek kesan kiribû ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Dîsa jî, wan xwe wek reqîbên hev nedidît.
16. Apolos yekî çawa bû?
16 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Apolos bi eslê xwe ji Skenderyayê û zanebêj bû, hat Efesê. Wî Nivîsarên Pîroz qenc dizanibû” (Karên Şandiyan 18:24). Gava Apolos li bajarê Korîntê bû, hin kesan eşkere dikir ku ew ji Pawlos û hin birayên din zêdetir ji wî hez dikin (1. Korîntî 1:12, 13). Gelo ev yek li dilê Apolos xweş dihat? Em bawer in ku na! Heta, demeke piştî ku Apolos ji Korîntê çûbû, Pawlosê şandî ji wî re got ku bila ew dîsa here Korîntê (1. Korîntî 16:12). Eger Pawlos bifikiriya ku Apolos yekîtiya civata Korîntê xera dike, wiyê ew dîsa neşanda wê derê. Xuya ye ku Apolos hunerên xwe bi awayekî baş bi kar dianîn, yanî ji bo belavkirina mizgînê û ji bo teşwîqkirina civatê. Ji Kitêba Pîroz tê fehmkirin ku Apolos yekî dilnizm bû. Mesela, gava Akîlas û Priskîlayê “riya Xwedê hê rastir ji wî re şîrove kirin”, Kitêba Pîroz nabêje ku Apolos seba gotinên wan aciz bû (Karên Şandiyan 18:24-28).
17. Pawlosê şandî çawa aştî bi pêş dixist?
17 Wexta ku Pawlosê şandî serkeftinên Apolos didîtin, ew neditirsiya ku mirovên din wê ji wî zêdetir ji Apolos hez bikin. Şîreta ku Pawlosê şandî da civata Korîntê nîşan dide ku ew yekî dilnizm û maqûl bû û ku wî sînorên xwe dizanibûn. Gava hin kesan digot “ez yê Pawlos im”, wî xwe qure nedikir, lê wî hemû rûmet dida Yehowa û Îsa Mesîh (1. Korîntî 3:3-6).
18. 1. Korîntî 4:6, 7 di heqê Apolos û Pawlosê şandî de çi nîşan dide?
18 Gelo em dikarin ji gotin û kirinên Apolos û Pawlosê şandî çi dersan bistînin? Dibe ku em bi dil û can di îşê Yehowa de dixebitin, û belkî me alî gelek xwendekarên Kitêba Pîroz kiriye ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin. Lê belê, em rind dizanin ku me her çi kiribe jî, me ev yek tenê bi saya bereketa Yehowa kiriye. Wekî din, mîsala Apolos û Pawlos tiştekî din jî rêyî me dide: Îmtiyazên me çi qas zehf in, di destê me de ew qas fersend hene ku em aştiyê bi pêş bixin. Gava birayên tayînkirî tenê li ser esasê Kitêba Pîroz şîretan didin û bala xwişk û birayan dikişînin ser emsala Îsa Mesîh, ne ser xwe, û bi vî awayî aştî û yekîtiyê bi pêş dixin, ev yek dilê me pir şa dike (1. Korîntî 4:6, 7 bixwîne).
19. Her yek ji me dikare çi bike? (Li çarçoveya “ Nebe Sebeba Reqabetê” jî binêre.)
19 Xwedê hin huner dane her yekî ji me. Bi destê van huneran, em dikarin “ji hev re xizmetê bikin” (1. Petrûs 4:10). Em belkî difikirin ku rola ku em di civatê de dilîzin, biçûk e. Lê belê, ji bîr neke ku av, dilop dilop dibe gol! Loma, bila em reqabetê bi temamî ji dilê xwe derxin. Bila em çi ji destê me tê bikin ku aştî û yekîtiya civatê bi pêş bixin! (Efesî 4:3).
KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e
a Çawa ku qelşên biçûk dikarin kûpekî sist bikin, reqabet jî dikare civatê sist bike. Eger civat ne di yekîtiyê de be, xwişk û bira wê nikaribin tê de bi rihetî ji Yehowa re îbadetê bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çima muhîm e ku em xwe ji reqabetê dûr bigirin û em çawa dikarin aştiyê bi pêş bixin.
b Navên li vê meqaleyê hatine guherandin.