Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Şahidên Yehowa li malperên ji bo hevdûnaskirinê çawa dinêrin?

Yehowa dixwaze ku jin û mêr di zewaca xwe de bextewar bin û bi dewamî bi hev re bimînin (Metta 19:4-6). Eger tu dixwazî bizewicî, gelo tu çawa dikarî ji xwe re kesekî minasib bibînî? Ji ber ku Yehowa em xuliqandine, ew dizane ku gerek em çi bikin, da ku zewaca me serkeftî be. Loma, eger tu li gor prensîpên wî hereket bikî, tuyê netîceyên herî baş bi dest bixî. Ka bala xwe bide hin ji van prensîpan.

Di serî de, gerek em rastiya van gotinan qebûl bikin: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye” (Yêremya 17:9). Wexta ku du kes hevdû nû nas dikin û dixwazin bi hev re bizewicin, hîsên wan dikarin ew qas qayîm bin ku ew êdî nikarin qerarên rast bidin. Qerarên ku mirov tenê li gor hîs û dilê xwe didin gelek caran netîceyên xerab tînin (Methelokên Silêman 28:26). Loma, heta ku du kes hevdû rind nas nekin, wê baş be ku ew ji hev re gotinên romantîk nebêjin û ji bo zewacê sozê nedin hevdû.

Methelokên Silêman 22:3 (NWT) wisa dibêje: “Yê aqilmend talûkeyê dibîne û xwe vedişêre, lê yê bêtecrûbe bi pêş dikeve û serê xwe dixe belayê.” Gelo talûkeyên bikaranîna malperên ji bo hevdûnaskirinê çi ne? Çi heyf e ku hin kes bi destê malperên wisa dikevin tora kesên derewçîn. Bi ser de, hin kesên nedurist hesabên sexte saz dikin ku kesên bêhay bixapînin û pereyê wan bidizin. Carinan, kesên xapînok xwe wek Şahidên Yehowa nîşan didin.

Talûkeyeke din jî heye: Hin malperên ji bo hevdûnaskirinê bi destê formulên matematîkî hesab dikin ku kî li kê minasib bê. Lê belê, qet îsbat tune ku metodên wisa bi rastî serkeftî ne. Ji bo zewaceke bextewar, ma bimantiq e ku mirov xwe bispêre, ne prensîpên Kitêba Pîroz, lê formulên ku ji aliyê însanan ve hatine çêkirin? (Methelokên Silêman 1:7; 3:5-7).

Methelokên Silêman 14:15 wisa dibêje: “Kesê hişsivik bi her gotinê ve bawer dibe, lê belê yê baqil jî hisabê gava xwe ya davêje dike.” Berî ku tu bi kesekî re bizewicî, pir muhîm e ku tu vî kesî rind nas bikî. Lê belê, bi destê malperên ji bo hevdûnaskirinê, ev yek pir zor e. Ma mirov dikare kesekî din tenê ji profîla Înternetê û bi destê peyamên elektronîk rind nas bike? Gava kesên ku hevdû tenê bi saya malperekê nas kiribû, rû bi rû rastî hev tên, ew gelek caran ecêbmayî dimînin.

Zebûrbêj wisa gotibû: “Rûneniştim ez li ba derewkaran, û min neda pey durûyan” (Zebûr 26:4). Hinek difikirin ku normal e ku mirov qisûrên xwe li profîla li malpera Înternetê veşêre û xwe xweşiktir nîşan bide. Loma ew xisûsiyetên xwe yên xerab li malperên Înternetê eşkere nakin. Hin kes xwe belkî wek Şahidên Yehowa nîşan didin, lê gelo ev yek rast e? Eger rast be jî, gelo ew ji aliyê ruhî ve gihîştî ne? Gelo dostaniya wan ya bi Yehowa re di çi halî de ye? Civata wan li wan çawa dinêre? Gelo dibe ku ew ji aliyê ruhî ve sist in yan jî ‘hevalên xerab’ in? (1. Korîntî 15:33; 2. Tîmotêyos 2:20, 21). Wekî din, gelo ew li gor Kitêba Pîroz serbest in ku bizewicin? Gerek tu van tiştan bizanibî, lê heta ku tu bi xwişk û birayên din, ên ku vî kesî rind nas dikin, xeber nedî, ev yek çawa mumkin e? (Methelokên Silêman 15:22). Xwişk yan birayekî dilsoz wê helbet bi kesekî nebawermend re nekeve “bin eynî nîrî” (2. Korîntî 6:14; 1. Korîntî 7:39).

Madem ku talûkeyên bikaranîna malperên ji bo hevdûnaskirinê ew qas pir in, wê baştir be ku tu bi awayên din li hevalekî bigerî. Gelo tu çawa dikarî kesekî nas bikî? Gava Şahidên Yehowa ji bo civînan yan ji bo armancên din li hev top dibin, tu dikarî xwişk û birayan rû bi rû nas bikî.

Her ku hûnê bi hev re wext derbas bikin, hûnê bibînin ka hedef û fikrên we dişibin hev yan na

Wexta ku em nikarin li hev top bibin, mesela seba pandemiya COVID-19 yan sebebên din, em bi destê hacetên elektronîk dikevin civînan. Li demên wisa, tu dikarî Şahidên azib nas bikî û ji gotar û cewabên wan fehm bikî ka halê wan ê ruhî çawa ye (1. Tîmotêyos 6:11, 12). Wekî din, hûn belkî dikarin li komên biçûk, ên ku piştî civînan tên sazkirin, bi hev re sohbetê bikin. Ji xeynî vê, gava xwişk û bira li ser Înternetê ji bo sohbetkirinê li hev top dibin, tu dikarî bibînî ku kesê ku tu dixwazî nas bikî yekî çawa ye (1. Petrûs 3:4). Bi zeman re, her ku hûn hevdû baştir nas bikin, hûnê bibînin ka hedef û fikrên we dişibin hev û ka hûn li hev tên yan na.

Gava xwişk û birayên azib li gor prensîpên Kitêba Pîroz hevdû nas dikin, îhtimal hê mezintir e ku ew ji xwe re hevalekî baş bibînin û bextewar bin (Methelokên Silêman 18:22).