Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27

Sebra Yehowa ji Xwe re Emsal Bigire

Sebra Yehowa ji Xwe re Emsal Bigire

“Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin” (LÛQA 21:19).

KILAM 114 “Sebir Bikin”

PÊŞGOTIN a

1-2. Gotinên Îşaya 65:16, 17 çawa dilê me xurt dikin ku em sebir bikin?

 DI SALA 2017an de, Şahidên Yehowa li seranserê dinyayê civînên mezin ên bi navê “Qewî Bin û Sebir Bikin!” saz kiribûn. Bernameya van civînan nîşan dabû ku em çawa dikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin. Ji wê demê û pê ve, çar sal derbas bûne, û hê lazim e ku em li hemberî zehmetên vê dinyayê sebir bikin.

2 Zehmetên jiyanê pir in. Mesela, hin kes seba mirina meriv yan hevalekî xwe xemgîn in. Hin kes bi nexweşiyeke giran re micadele dikin yan êdî kal û pîr bûne. Zilm, zordarî yan felaketên tebîetê tên serê gelek kesan. Wekî din, nexweşiyên wek COVID-19 li ser temamiya dinyayê tesîr dikin. Ma tu ne hesreta wê rojê yî ku hemû kul û derd wê heta bi hetayê xelas bibin? (Îşaya 65:16, 17 bixwîne).

3. Gerek em çi bikin, û çima?

3 Jiyan her çi qas zor be jî, em dizanin ku tengasiyên hê jî girantir dikarin bên serê me (Metta 24:21). Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em sebra xwe her ku diçe zêde bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin” (Lûqa 21:19). Ji bo ku sebra me zêde bibe, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku kesên din çawa li hemberî eynî tengasiyan sebir dikin.

4. Ji aliyê sebrê ve, Yehowa çima emsala herî baş e?

4 Ji aliyê sebrê ve, emsala herî baş, Yehowa ye. Ka bifikire: Dinya di bin kontrola Îblîs de ye, û kul û derd pir in. Yehowa dikaribû hemû problem hemen safî bikirana, lê ew sebir dike û li benda wexta rast e (Romayî 9:22). Niha emê bala xwe bidin 9 tiştên ku Yehowa li hemberî wan sebir dike.

YEHOWA LI HEMBERÎ ÇI SEBIR DIKE?

5. Navê Xwedê çawa tê reşkirin, û tu li ser vê çi difikirî?

5 Reşkirina navê wî. Yehowa ji navê xwe hez dike, û ew dixwaze ku her kes qedrê navê wî bigire (Îşaya 42:8). Lê belê, êdî 6.000 sal e ku navê wî tê reşkirin (Zebûr 74:10, 18, 23). Vê pirsgirêkê li baxçeyê Adenê dest pê kiribû. Wê demê, Îblîs (yanî “Îftiraker”) got ku Xwedê tiştên baş ji Adem û Hewayê vedişêre (1. Mûsa 3:1-5). Ji wê demê û pê ve, gelek kes dibêjin ku Yehowa însanan ji tiştên ku ji wan re lazim in, mehrûm dihêle. Vê derewê dilê Îsa Mesîh pir diêşand. Loma, wî ji şagirtên xwe re got ku bila ew wisa dua bikin: “Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be” (Metta 6:9).

6. Yehowa çima îzin daye ku ew qas wext derbas bibe heta ku doza serweriyê safî bibe?

6 Dijminahiya li hemberî serweriya wî. Heqê Yehowa heye ku li ser erd û ezmanan hikum bajo, û hikumdariya wî, hikumdariya herî baş e (Peyxam 4:11). Lê belê, Îblîs gelek melek û însan dane bawerkirin ku heqê Xwedê tune ku hikum bajo. Ji bo îsbatkirina heqdariya serweriya Yehowa, wext lazim bû. Loma, Yehowa fersend daye ku însan fehm bikin ku hikumdariya bê rêberiya wî nikare serkeftî bibe (Yêremya 10:23). Bi saya sebra Xwedê, ev doz wê bi temamî safî bibe. Her kes wê bizanibe ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare aştî û emniyeta rastîn bîne.

7. Kê li hemberî Yehowa serî hildaye, û Yehowa wê çi bike?

7 Serhildana hin zarokên wî. Gava melek û însan hatin xiluqandin, ew kamil û bêqisûr bûn. Lê paşê, yek ji melekan li hemberî Yehowa serî hilda û bû Şeytan (yanî “Dijber”). Wekî din, wî însanên kamil Adem û Hewa dehf dan ku ew jî li hemberî Yehowa serî hildin. Bi zeman re, melek û însanên din jî li hemberî Yehowa serî hilda (Cihûda 6). Paşê, hin Îsraêliyan dev ji îbadeta rast berda û dest bi pûtperestiyê kir (Îşaya 63:8, 10). Vê yekê dilê Yehowa pir diêşand. Dîsa jî, wî heta niha sebir kiriye, û ewê hê jî bi sebir li bendê bisekine heta ku wexta rast bê ku ew hemû dijminên xwe helak bike û xizmetkarên xwe yên dilsoz ji xerabiya vê sîstemê bifilitîne.

8-9. Di heqê Yehowa de çi îftira tên belavkirin, û em çawa dikarin piştgiriya Yehowa bikin?

8 Derewên Îblîs. Gava Îblîs xizmetkarê Yehowa Eyûb sûcdar dikir, wî bi eslê xwe digot ku hemû xizmetkarên Yehowa tenê ji bo menfaeta xwe ji wî re îbadetê dikin (Eyûb 1:8-11; 2:3-5). Heta îro jî, Îblîs îftirayên xwe belav dike (Peyxam 12:10). Gava em li hemberî tengasiyan sebir dikin û ji Yehowa re dilsoz dimînin ji ber ku em ji wî hez dikin, em îsbat dikin ku gotinên Îblîs derew in. Wek Eyûb, emê seba sebra xwe bereketan bistînin (Aqûb 5:11).

9 Îblîs bi destê alimên dînî dibêje ku Xwedê zalim e û ku sebeba hemû kul û derdan ew e. Mesela, gava zarok dimirin, hinek dibêjin ku sebeb ev e ku Xwedê hewceyî melekan e û ew birin ba xwe. Çi dereweke mezin! Em rind dizanin ku gava em giran nexweş dikevin yan hezkiriyekî me dimire, ev yek ne sûcê Xwedê ye. Em bawer in ku rojekê, Xwedê wê her tiştî serrast bike. Wê baş be ku em ji dinya alem re bibêjin ku Yehowa çi qas dilovan e. Xwedê ji me re wisa dibêje: “Lawê min, bi zaniyarî bike ku, bila dilê min kêfxweş bibe, da ku, bersivê bidim yê ku min dişermîne” (Methelokên Silêman 27:11).

10. Zebûr 22:23, 24 di heqê Yehowa de çi dibêje?

10 Êş û jana xizmetkarên wî. Yehowa dilrehm e. Gava em seba zilm, nexweşî yan qisûrên xwe dinalin, dilê wî bi me dişewite (Zebûr 22:23, 24 bixwîne). Yehowa êş û jana me dibîne, û ew dixwaze me ji vî halî bifilitîne (li 2. Mûsa 3:7, 8; Îşaya 63:9 jî binêre). Di demeke nêzîk de, ev soza Kitêba Pîroz wê bê cih: “[Xwedê] wê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).

11. Yehowa li xizmetkarên xwe yên mirî çawa dinêre?

11 Hesreta dostên wî yên mirî. Yehowa hesreta xizmetkarên xwe yên mirî ye, û ew dixwaze wan dîsa bibîne (Eyûb 14:15). Mesela, bîne ber çavê xwe ku Yehowa çi qas bêriya dostê xwe Birahîm kiriye (Aqûb 2:23). Yan jî, bifikire ku ew çi qas dixwaze xizmetkarê xwe Mûsa dîsa bibîne, yê ku wî “rû bi rû” pê re xeber dida (2. Mûsa 33:11). Wekî din, Xwedê bê guman gelek dixwaze stranên Dawid û zebûrbêjên din dîsa bibihîze (Zebûr 104:33). Ev dostên Xwedê niha di xewa mirinê de ne, lê Yehowa ew ji bîr nekirine (Îşaya 49:15). Hemû xisûsiyetên şexsiyeta wan di bîra wî de ne. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku “hemû ji wî re sax in” (Lûqa 20:38). Rojekê, Xwedê wê wan ji mirinê rake. Wê rojê, dengê duayên wan wê dîsa bikeve guhê wî, û dilê wî wê dîsa bi îbadeta wan xweş bibe. Eger te jî hezkiriyekî xwe winda kiriye, bila hêviya rabûna miriyan dilê te rihet bike û teseliyê bide te.

12. Li van rojên xerab, Yehowa bi xisûsî seba çi aciz dibe?

12 Zilm û zordarî. Gava serhildana li baxçeyê Adenê dest pê kir, Yehowa dizanibû ku berî ku halê dinyayê baş bibe, ewê hê jî xerabtir bibe. Yehowa ji xerabî, bêedaletî û zordariya dinyayê nefret dike. Ew bi xisûsî xema sêwî, jinebî û belengazan dixwe (Zekerya 7:9, 10). Gava xizmetkarên Yehowa zilmê dibînin û dikevin hebsê, Yehowa pir aciz dibe. Bawer be ku ew ji hemû kesên ku tevî wî sebir dikin, hez dike.

13. Xwedê li bêexlaqiyê çawa dinêre?

13 Zêdebûna bêexlaqiyê. Însan di sûretê Xwedê de hatine xuliqandin, loma gerek ew xisûsiyetên Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Lê belê, Îblîs hewl dide ku însanan ji rê derxîne, da ku ew bênamûsî û bêexlaqiyê bikin. Li rojên Nûh, xerabiya însanan “jan da dilê” Yehowa (1. Mûsa 6:5, 6, 11). Îro jî, dinya her ku diçe xerabtir dibe. Îblîs bê guman kêfxweş e ku zîna, homoseksuelî û bêexlaqiyên din pir belavbûyî ne (Efesî 4:18, 19). Ew bi xisûsî dixwaze xizmetkarên Yehowa bixe dafikên xwe. Di demeke nêzîk de, Yehowa wê nîşan bide ku ew ji her cure bêexlaqiyê çi qas nefret dike.

14. Însan çawa tebîetê xera dikin?

14 Xerakirina tebîetê. Hikumdariya însanan zerarê dide hem însanên din hem jî tebîetê, ya ku Yehowa emanetî însanan kiriye (Waiz 8:9; 1. Mûsa 1:28). Hin zanyar dibêjin ku seba kirinên însanan, di hundirê çend salan de weke yek milyon cinsên nebat û heywanan dikarin winda bibin. Belê, halê dinyayê bi rastî jî yeman e! Em pir şa ne ku Yehowa soz daye ku “xerakirina yên ku dinyayê xera dikin” nêzîk e, û dinya wê bibe cenet (Peyxam 11:18; Îşaya 35:1).

TIŞTÊN KU EM JI SEBRA YEHOWA HÎN DIBIN

15-16. Çi dikare alî me bike ku em wek Yehowa sebir bikin? Mîsalekê bide.

15 Belê, Bavê meyî ezmanî bi hezaran salan li hemberî problemên mezin sebir kiriye (li çarçoveya “ Yehowa li Hemberî Çi Sebir Dike?” binêre). Yehowa wê bikaribûya ev sîstema xerab ji zû de ve helak bikira. Lê belê, wî heta niha sebir kiriye, û me ji sebra wî feyde dîtiye. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Doktor ji jinikeke bihemle re dibêje ku zarokê di zikê wê de nexweş e û wê pir zehmetê bikişîne û zû bimire. Dîsa jî, dê û bav şa ne ku zarokê wan wê bê dinyayê. Ji ber ku ew ji zarokê xwe hez dikin, ew hazir in ku li dijî tengasiyan sebir bikin û çi qas ji destê wan tê jiyana zarok xweş bikin.

16 Mîna zarokê li vê mîsalê, hemû zarokên Adem û Hewayê qisûrdar in. Dîsa jî, Yehowa ji wan hez dike û xema wan dixwe (1. Yûhenna 4:19). Lê belê, Yehowa wek dê û bavê li vê mîsalê bêçare nîne. Wî rojek tayîn kiriye ku hemû kul û derdên însanan ji holê rake (Metta 24:36). Madem ku Yehowa ji me ew qas hez dike û sebir dike, ma ne lazim e ku em jî sebir bikin?

17. Li gor Îbranî 12:2, 3, emsala Îsa Mesîh çawa dikare alî me bike ku em sebra xwe winda nekin?

17 Yehowa ji aliyê sebrê ve emsala herî baş e. Îsa Mesîh jî sebra Bavê xwe ji xwe re emsal digirt. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî di oxira me de li hemberî muxalefet, heqaret û mirinê sebir kir (Îbranî 12:2, 3 bixwîne). Sebra Yehowa bê guman alî Îsa Mesîh dikir ku ew sebir bike, û sebra Yehowa dikare alî me bike ku em jî sebir bikin.

18. Li gor 2. Petrûs 3:9, sebra Yehowa ji bo me çima bifeyde ye?

18 2. Petrûs 3:9 bixwîne. Yehowa ji bo helakkirina vê sîstema xerab rojek tayîn kiriye. Bi saya sebra wî, bi milyonan kesên dilpak hatine topkirin. Ew şa ne ku Yehowa sebir kiriye û fersend daye ku ew bên dinyayê, wî nas bikin û jiyana xwe bidin destê wî. Wexta ku bi milyonan însanên ku heta dawiyê sebir kiriye bên xelaskirin, emê hê jî baştir têgihîjin ku sebra Yehowa çi qas di cih de bû.

19. Gerek em çi bikin, û emê çi xelatê bistînin?

19 Yehowa rêyî me dide ku em çawa dikarin bi dilxweşî sebir bikin. Li gel êş û jana ku Îblîs aniye meydanê, Yehowa “Xwedayê dilşad” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Em jî dikarin bi dilşadî sebir bikin heta ku Yehowa navê xwe pîroz bike, heqdariya serweriya xwe îsbat bike, xerabiyê ji holê rake û derdên me safî bike. Bila em sebra xwe tu caran winda nekin, lê bînin bîra xwe ku Bavê meyî ezmanî jî sebir dike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne” (Aqûb 1:12).

KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike

a Derd û zehmetên her kesî hene. Hin ji van derdan îro nayên safîkirin, loma gerek em sebir bikin. Bi eslê xwe, Yehowa jî li hemberî gelek tiştan sebir dike. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin 9 tiştên ku Xwedê li hemberî wan sebir dike. Wekî din, emê bibînin ku sebra Yehowa çima bifeyde ye, û wê çima baş be ku em jî mîna wî sebir bikin.