Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31

Dua – Hediyeyeke Biqîmet

Dua – Hediyeyeke Biqîmet

“Bila dua min li pêş te wek bixûrê … be!” (ZEBÛR 141:2).

KILAM 47 Roj bi Roj Dua Bike!

PÊŞGOTIN *

1. Gerek em li vê yekê ku Yehowa îznê dide ku em ji wî re dua bikin, çawa binêrin?

 BI DÎTINA TE, ma ev yek ku em dikarin ji Xwediyê erd û ezmanan re bi serbestî dua bikin hediyeyeke biqîmet nîne? Ka bifikire: Saet û cih her çi be jî, em dikarin dilê xwe ji Yehowa re vekin. Yehowa her zimanî fehm dike, û berî ku em dua bikin, ne lazim e ku em ji wî destûra xisûsî bistînin. Eger em li nexweşxaneyê yan li zindanê bin jî, Bavê meyî dilovan her tim guh dide duayên me. Çi keremeke mezin!

2. Dawid Padîşah çawa nîşan dida ku ew qîmetê dide îmtiyaza duayê?

2 Dawid Padîşah pir qîmet dida îmtiyaza duayê. Wî ji Yehowa re wisa got: “Bila dua min li pêş te wek bixûrê … be” (Zebûr 141:1, 2). Di rojên Dawid de, bixûra pîroz, a ku ji aliyê kahînan ve ji bo îbadetê dihat bikaranîn, bi dîqat dihat hazirkirin (2. Mûsa 30:34, 35). Mîna vê, Dawid dixwest peyvên duayên xwe bi dîqat hilbijêre. Daxwaza me jî ev e, çimkî em jî helbet dixwazin ku duayên me li Yehowa xweş bên.

3. Gava em ji Yehowa re dua dikin, gerek em çi ji bîr nekin?

3 Wexta ku em ji Yehowa re dua dikin, gerek em bi awayekî hurmetkar xeber bidin. Ka dîtiniyên Îşaya, Hêzekîêl, Danîêl û Yûhenna bîne ber çavê xwe. Ev dîtinî her çi qas ji hev cuda bin jî, ew ji aliyekî ve dişibin hev: Ew gişt Yehowa wek Padîşahekî mezin nîşan didin. Mesela, di dîtiniya Îşaya pêxember de, Yehowa “li ser textekî bilind û mezin rûniştî” bû (Îşaya 6:1-3). Di dîtiniya Hêzekîêl pêxember de, Yehowa li ser erebeya xwe ya ezmanî rûniştî bû, û derdora wek keskesor dibiriqî (Hêzekîêl 1:26-28). Di dîtiniya Danîêl de, “Yê Herheyî” bi cilên spî xuya dikir, û “textê wî pêt bi pêt bû” (Danîêl 7:9, 10, Mizgînî). Di dîtiniya Yûhennayê şandî de, Yehowa li ser textekî rûniştî bû, û “li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû” (Peyxam 4:2-4). Gava em mezinahiya Yehowa tînin ber çavê xwe, em fehm dikin ku dua îmtiyazeke çi qas mezin e. Loma, gerek em bi awayekî hurmetkar dua bikin. Gelo çawa?

“HÛN BI VÎ AWAYÎ DUA BIKIN”

4. Gotinên pêşîn ên duaya emsal, a ku li Metta 6:9, 10 derbas dibe, çi rêyî me didin?

4 Metta 6:9, 10 bixwîne. Li Weaza li ser Çiyê, Îsa Mesîh rêyî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa dua bikin, da ku Xwedê ji wan razî be. Serê pêşîn, Îsa Mesîh behsa çend mijarên muhîm kir, ên ku rasterast bi armanca Yehowa ve girêdayî ne: Pîrozkirina navê Xwedê, hatina Padîşahiya ku wê hemû dijminên Xwedê ji holê rake û bereketên ku ewê li ser erdê û li ser însaniyetê bibarîne. Wê baş be ku em jî di duayên xwe de behsa tiştên wisa bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku armanca Xwedê ji bo me çi qas muhîm e.

5. Gelo minasib e ku em di heqê meseleyên şexsî de dua bikin?

5 Paşê, Îsa Mesîh nîşan da ku em dikarin di heqê meseleyên şexsî de jî dua bikin. Mesela, em dikarin ji Yehowa rica bikin ku ew nanê rojê bide me, ku ew gunehên me efû bike, ku ew me ji ceribandinê biparêze û ku ew me ji destê Îblîs xelas bike (Metta 6:11-13). Gava em ji bo van tiştan ji Yehowa re dua dikin, em nîşan didin ku em qebûl dikin ku bê wî nabe û ku em dixwazin dilê wî şa bikin.

Mêr dikare tevî jina xwe di heqê çi de dua bike? (Li paragrafa 6an binêre) *

6. Gelo gerek em tenê ji bo mijarên ku duaya emsal rasterast behsa wan dike, dua bikin?

6 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re negot ku gerek ew duaya emsal peyv bi peyv dubare bikin. Li duayên din, Îsa Mesîh behsa meseleyên din dikir, ên ku wê demê ji bo wî muhîm bûn (Metta 26:39, 42; Yûhenna 17:1-26). Em jî dikarin di duayên xwe de behsa hemû derdên xwe bikin. Gava lazim e ku em qerarekê bidin, em dikarin dua bikin ku Yehowa hîkmetê bide me (Zebûr 119:33, 34). Berî ku em îşekî zor bikin, em dikarin dua bikin ku ew rêberiya me bike (Methelokên Silêman 2:6). Dê û bav dikarin ji bo zarokên xwe dua bikin, zarok dikarin ji bo dê û bavê xwe dua bikin, û em gişt dikarin ji bo xwendekarên xwe û ji bo yên ku em di xizmetê de rastî wan tên, dua bikin. Lê belê, gerek em ne tenê daxwazan bînin zimên.

Em dikarin di duayên xwe de ji bo çi spas bikin? (Li paragrafên 7 heta 9an binêre) *

7. Çima lazim e ku em di duayên xwe de pesnê Yehowa bidin?

7 Gava em dua dikin, gerek em ji bîr nekin ku pesnê Yehowa bidin. Xwedê bi rastî jî hêjayî hemû pesnan e. Kitêba Pîroz di heqê wî de wisa dibêje: “Ya Reb, tu qenc û bexişkar î, … tu dilovan û keremdar î, kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î” (Zebûr 86:5, 15). Belê, gelek sebebên me hene ku em pesnê Yehowa bidin – hem ji bo sifetên wî hem ji bo kirinên wî.

8. Em dikarin ji bo çi ji Yehowa re spas bikin? (Zebûr 104:12-15, 24)

8 Ji xeynî vê ku em di duayên xwe de pesnê Yehowa bidin, em dixwazin ji wî re ji bo hemû tiştên xweş, ên ku wî dane me, spas bikin. Mesela, em dikarin ji bo xweşikiya dar û gulan, ji bo xwarinên tehmxweş û ji bo dost û hevalên biqîmet spas bikin. Bavê meyî dilovan van tiştan û gelek tiştên din dide me, da ku em dilxweş bibin (Zebûr 104:12-15, 24 bixwîne). A herî muhîm jî, em dikarin ji Yehowa re spas bikin ji ber ku ew têr û tije xwarina ruhî tedarek dike û hêviyeke bêemsal daye me.

9. Çi dikare alî me bike ku em ji bîr nekin ku ji Yehowa re spas bikin? (1. Selanîkî 5:17, 18)

9 Gelo çi dikare alî te bike ku tu bereketên Yehowa ji bîr nekî? Mesela, tu dikarî ji xwe re binivîsî ku te ji bo çi dua kiribû û paşê binêrî ka Yehowa çawa cewab daye duayên te. Dû re, ji wî re spas bike (1. Selanîkî 5:17, 18 bixwîne). Gava ku kesek ji me re spas dike, ma em şa nabin? Mîna vê, gava em ji Yehowa re “şikirdar bin” ji ber ku wî cewab daye duayên me, ew pir şa dibe (Kolosî 3:15). Wekî din, wê baş be ku em ji bo çi ji Xwedê re spas bikin?

JI YEHOWA RE JI BO KURÊ WÎ SPAS BIKE

10. Li gor 1. Petrûs 2:21, gerek em çima spasdar bin ku Yehowa Kurê xwe şand dinyayê?

10 1. Petrûs 2:21 bixwîne. Gerek em ji Yehowa re spasdar bin ji ber ku wî Kurê xweyî ezîz şand ku me hîn bike. Wexta ku em jiyana Îsa Mesîh lêkolîn dikin, em di heqê Yehowa de gelek tiştan hîn dibin, û em fehm dikin ku gerek em çi bikin, da ku ew ji me razî be. Eger em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin, em dikarin bibin dostên Yehowa Xwedê û bi wî re “di aştiyê de” bin (Romayî 5:1).

11. Çima muhîm e ku em bi navê Îsa Mesîh ji Yehowa re dua bikin?

11 Em ji Yehowa re şikurdar in ku em dikarin bi navgîniya Îsa Mesîh ji wî re dua bikin. Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa cewabê dide duayên me. Gava em bi navê Îsa Mesîh dua dikin, Yehowa me dibihîze û cewabê dide. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe” (Yûhenna 14:13, 14).

12. Wekî din, gerek em çima ji bo Îsa Mesîh şikurdar bin?

12 Li ser esasê fîdyeyê, Yehowa gunehên me efû dike. Li gor Nivîsarên Pîroz, Îsa Mesîh Serokkahînê me ye, “yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye” (Îbranî 8:1). Ba Bavê me Yehowa, Îsa Mesîh alîkarê me ye (1. Yûhenna 2:1). Em ji Yehowa re pir şikurdar in ku wî Serokkahînekî ew qas dilovan tayîn kiriye, yê ku kêmasiyên me fehm dike û ji bo me rica dike (Romayî 8:34; Îbranî 4:15). Ji ber ku em însanên qisûrdar in, meyê nikaribûya bê fîdyeya Îsa Mesîh ji Yehowa re dua bikira. Belê, peyv têra me nakin ku em şikurdariya xwe ya ji bo fîdyeya Îsa Mesîh bînin zimên!

JI BO XWIŞK Û BIRAYAN DUA BIKE

13. Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh çawa nîşan da ku ew ji şagirtên xwe hez dike?

13 Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji bo şagirtên xwe dirêj dirêj dua kir. Wî ji Bavê xwe rica kir ku bila ew wan ji Îblîs biparêze (Yûhenna 17:15). Ev yek nîşan dide ku Îsa Mesîh ji wan çi qas hez dikir. Ew her çi qas li ber îmtihaneke giran bû jî, wî ji bo halxweşiya şandiyên xwe xem dikir.

Em dikarin di oxira xwişk û birayan de ji bo çi dua bikin? (Li paragrafên 14 heta 16an binêre) *

14. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji xwişk û birayan hez dikin?

14 Wek Îsa Mesîh, gerek em jî ne tenê li ser hewcedariyên xwe bifikirin. Wê baş be ku em her gav ji bo xwişk û birayên din jî dua bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşanî Yehowa bidin ku em guh didin emrê Îsa Mesîh, ê ku gotibû ku gerek em ji hevdû hez bikin (Yûhenna 13:34). Duayên ji bo xwişk û birayan ne badîhewa ne. Peyva Xwedê dibêje ku “duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e” (Aqûb 5:16).

15. Xwişk û birayên me çima hewceyî duayên me ne?

15 Li seranserê dinyayê, xwişk û birayên me rastî gelek tengasiyan tên. Loma, ew hewceyî duayên me ne. Em dikarin ji Yehowa rica bikin ku bila ew alî wan bike ku ew li hemberî nexweşî, felaketên tebîetê, şerê hundirîn, zilm û tengasiyên din sebat bikin. Wekî din, em dikarin ji bo xwişk û birayên fedakar dua bikin, ên ku alî kesên hewcedar dikin. Eger tu hin ji van xwişk û birayan şexsen nas dikî, tu dikarî bi xisûsî ji bo wan dua bikî. Ev yek ku tu ji Yehowa rica dikî ku bila ew alî wan bike nîşan dide ku tu bi rastî ji wan hez dikî.

16. Gerek em çima ji bo birayên mesûl dua bikin?

16 Birayên ku rêberiya civatê dikin şikurdar in ku em ji bo wan dua dikin. Bi rastî jî, tesîra duayên wisa mezin e. Pawlosê şandî jî dizanibû ku ew hewceyî duayên xwişk û birayan e. Wî wisa nivîsî: “Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn” (Efesî 6:19). Îro jî, gelek birayên jîr û jêhatî hene, yên ku rêberiya me dikin. Gava em ji Yehowa rica dikin ku bila ew îşê wan bibereket bike, em nîşan didin ku em ji wan hez dikin.

GAVA EM LI BER KESÊN DIN DUA DIKIN

17-18. Gava em li ber kesên din dua dikin, gerek em çi ji bîr nekin?

17 Carinan lazim e ku em li ber kesên din dua bikin. Mesela, ferz bike ku du xwişk diçin kurseke Kitêba Pîroz. Îdarevan ji xwişka din rica dike ku bila ew dua bike. Eger xwişka alîkar vê xwendekarê hê ew qas rind nas nake, wê belkî baştir be ku ew piştî dersê dua bike. Ev yek wê alî wê bike ku ew li gor hewcedariyên xwendekarê dua bike.

18 Gava ji birayan re wezîfe tê dayîn ku ew li îbadetê yan li civînên xizmetê dua bikin, gerek ew ji bîr nekin ku armanca civînê çi ye. Ne minasib e ku ew bi destê duayê şîretê bidin yan tiştekî îlan bikin. Li piraniya civînan, ji bo kilam û duayê 5 deqe hene, loma ne lazim e ku birayê ku dua dike gotinên xwe dirêj bike, bi xisûsî li destpêka civînê (Metta 6:7).

DUA PIR MUHÎM E

19. Çi wê alî me bike ku em ji bo roja Yehowa hazir bin?

19 Her ku em nêzîktirî roja Yehowa dibin, gerek em hê jî zêdetir dua bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin” (Lûqa 21:36). Belê, wê baş be ku em bi dewamî dua bikin, da ku em ji aliyê ruhî ve hişyar bimînin û ji bo roja Xwedê hazir bin.

20. Duayên me çawa dikarin wek bixûra bêhnxweş bin?

20 Li vê meqaleyê, gelo em çi hîn bûne? Em pir qîmetê didin îmtiyaza duayê. Di duayên xwe de, wê baş be ku em herî zêde bala xwe bidin mijarên ku rasterast bi armanca Yehowa ve girêdayî ne. Wekî din, wê baş be ku em bînin zimên ku em ji bo Kurê Xwedê û Padîşahiya wî çi qas şikurdar in. Pir muhîm e ku em ji bo xwişk û birayan dua bikin. Em helbet dikarin ji bo hewcedariyên xwe yên madî û manewî jî dua bikin. Dua bi rastî jî hediyeyeke mezin e, loma wê baş be ku em rind bifikirin ka emê di duayên xwe de çi bibêjin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê duayên me wek bixûra bêhnxweş bibîne. Belê, “duaya rastan wî dilxweş dike” (Methelokên Silêman 15:8).

KILAM 45 Fikrên Dilê Min

^ Em şikurdar in ku Yehowa îznê dide me ku em ji wî re dua bikin. Em dixwazin ku duayên me ji bo wî wek bixûra bêhnxweş bin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin di heqê çi de dua bikin. Wekî din, emê bibînin ku gava em li ber kesên din dua dikin, gerek em bala xwe bidin çi.

^ RESIM: Zilamek bi pîreka xwe re ji bo emniyeta qîza xwe, ya ku diçe mektebê, ji bo siheta bavê xwe yê extiyar û ji bo pêşveçûna ruhî ya xwendekareke jina xwe dua dike.

^ RESIM: Birayekî ciwan ji Yehowa re ji bo fîdyeya Îsa Mesîh, ji bo xweşikiya dinyayê û ji bo xwarinên tehmxweş spas dike.

^ RESIM: Xwişkek dua dike ku bila Yehowa ruhê xwe bide Koma Rêberiyê û alî kesên ku rastî zilm û felaketan hatine, bike.