Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28

Padîşahiya Xwedê Dest bi Hukimdariyê Kiriye!

Padîşahiya Xwedê Dest bi Hukimdariyê Kiriye!

“Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî” (PEYXAM 11:15).

KILAM 22 Bila Daxwaza Xwedê bi Destê Padîşahiyê Bê Cih

PÊŞGOTIN *

1. Halê dinyayê çi îsbat dike?

 GAVA tu halê dinyayê dibînî, gelo tu bawer î ku rojekê, her tişt wê baştir bibe? Di malbatan de, hezkirin her ku diçe winda dibe. Li seranserê dinyayê, zilm û zordarî zêde dibe, û gelek mirov hêrsok in û tenê ji xwe hez dikin. Gelek kes êdî îtibara xwe bi kesên biotorîte naynin. Ji aliyê din ve, ev yek ku halê dinyayê ew qas xerab e dikare baweriya te xurttir bike ku her tişt wê baştir bibe. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku “di rojên dawîn de”, mirov wê wisa bin (2. Tîmotêyos 3:1-5). Pêkhatina vê wehdê – ya ku tu kes nikare înkar bike – bi eşkereyî îsbat dike ku Îsa Mesîh bûye Padîşahê Padîşahiya Xwedê, û wî êdî dest bi hukimdariyê kiriye. Di heqê Padîşahiyê de, gelek tiştên din jî ji berê ve hatibûn gotin. Niha, emê li çend wehdên din binêrin, ên ku di van salan de hatine cih.

Wek parçeyên resmekî mezin, wehdên ji kitêbên Danîêl û Peyxamê bi hev re bi zelalî nîşan didin ku Yehowa wê armanca xwe çawa bîne cih (Li paragrafa 2yan binêre)

2. Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin, û çima? (Resmê li rûyê kovarê şîrove bike.)

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin (1) wehdeke ku rêyî me dide ku Padîşahiyê kengê dest bi hukimdariyê kir, (2) wehdên ku rêyî me didin ku Îsa Mesîh li ezmanan bûye Padîşahê Padîşahiya Xwedê û (3) wehdên ku nîşan didin ku çi wê bê serê dijminên Padîşahiya Xwedê. Emê bibînin ku wek parçeyên resmekî mezin, ev wehd çawa nîşan didin ku di cedwela armanca Yehowa de, em gihîştine ku derê.

EM JI KU DIZANIN KU PADÎŞAHIYÊ KENGÊ DEST BI HUKIMDARIYÊ KIR?

3. Danîêl 7:13, 14 di heqê Padîşahê Padîşahiya Xwedê de çi dibêje?

3 Wek Danîêl 7:13, 14 ji berê ve gotibû, Îsa Mesîh hukimdarê herî baş e, çimkî hukimdariya wî wê tu caran nekeve destê kesekî din. Mirovên ji hemû miletan wê ji wî re xizmet bikin. Ayetên din ên kitêba Danîêl jî ji berê ve nîşan dabû ku Îsa Mesîh wê piştî ‘heft deman’ Padîşahiyê bistîne. Gelo em dikarin pê derxin ku Îsa Mesîh kengê bû Padîşah?

4. Zelal bike ku Danîêl 4:10-17 çawa alî me dike ku em sala ku Îsa Mesîh bû Padîşah, hesab bikin. (Li jêrenotê jî binêre.)

4 Danîêl 4:10-17 (Mizgînî) bixwîne. “Heft dem” tên maneya 2.520 sal. Vê wextê B.M. di sala 607an de dest pê kir. Wê salê, bajarê Orşelîmê ji aliyê Babîliyan ve hat wêran kirin, û padîşahê dawîn ji textê Yehowa hat rakirin. “Heft dem” P.M. di sala 1914an de xelas bûn. Wê salê, Yehowa kesê ku “heq” aîdî wî ye, yanî Îsa Mesîh, kir Padîşahê Padîşahiya xwe * (Hêzekîêl 21:25-27).

5. Wehda di heqê ‘heft deman’ de ji bo me çima bifeyde ye?

5 Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Pêkhatina wehda di heqê ‘heft deman’ de baweriya me xurttir dike ku Yehowa sozên xwe di wextê de tîne cih. Çawa ku wî ji bo avabûna Padîşahiya xwe tarîx danîbû, ewê wehdên din jî li gor salnameya xwe pêk bîne. Belê, roja Yehowa wê dereng nemîne! (Habaqûq 2:3).

EM JI KU DIZANIN KU ÎSA MESÎH NIHA PADÎŞAH E?

6. (a) Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh niha li ezmanan hukim dajo? (b) Wehda li Peyxam 6:2-8 vê yekê çawa îsbat dike?

6 Nêzîkî dawiya xizmeta xwe ya li rûyê erdê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re zelal kir ku mirov wê çawa fehm bikin ku wî li ezmanan dest bi hukimdariyê kiriye. Mesela, wî got ku şer, xela û erdhej wê çêbin. Wekî din, wî got ku “li cih cihan” nexweşî wê hebin. Pandemiya COVID-19 yek ji van nexweşiyan e. Bûyerên wisa gişt parên “nîşana” hazirbûna Îsa Mesîh in (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:7, 10, 11). Zêdetirî 60 sal piştî ku Îsa Mesîh vegeriyabû ezmanan, wî dîsa ji Yûhennayê şandî re got ku ev bûyer wê biqewimin (Peyxam 6:2-8 bixwîne). Ji wexta ku Îsa Mesîh di sala 1914an de bû Padîşah û pê ve, gotinên wî bi rastî jî hatine cih.

7. Piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, halê dinyayê çima hê jî xerabtir bû?

7 Piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, halê dinyayê çima hê jî xerabtir bû? Li gor Peyxam 6:2, piştî ku Îsa Mesîh dest bi hukimdariyê kiribû, wî pêşî li dijî Îblîs û cinên wî şer kir. Beşa 12an a kitêba Peyxamê nîşan dide ku Îblîs mexlûb bû û tevî cinan hat avêtin erdê. Netîce bû çi? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Wey li erdê û li deryayê, ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we” (Peyxam 12:7-12).

Em helbet şa nabin ku tiştên xerab diqewimin, lê pêkhatina gotinên Kitêba Pîroz baweriya me xurttir dike ku Padîşahiya Xwedê êdî hukim dajo (Li paragrafa 8an binêre)

8. Gava em pêkhatina wehdên di heqê Padîşahiyê de bi çavê xwe dibînin, ev yek li ser me çawa tesîr dike?

8 Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Hem halê dinyayê hem jî xisûsiyetên mirovan nîşan didin ku Îsa Mesîh bi rastî jî bûye Padîşah. Loma, gava em dibînin ku însanên li derdora me çi qas xwehez û hêrsok in, em bi zêdeyî li ber xwe nakevin, çimkî em fehm dikin ku hal û hereketên wan îsbat dikin ku Padîşahî êdî hukim dajo! (Zebûr 37:1). Her ku em nêzîktirî Harmegedonê dibin, halê dinyayê wê hê jî xerabtir bibe (Marqos 13:8; 2. Tîmotêyos 3:13). Ma em şikurdar nînin ku Bavê meyî dilovan ji me re zelal dike ku sebeba van tiştan çi ye?

ÇI WÊ BÊ SERÊ DIJMINÊN PADÎŞAHIYA XWEDÊ?

9. Wehda li Danîêl 2:28, 31-35 di heqê qudreta cîhanî ya dawîn de çi dibêje, û ev qudret kengê derket meydanê?

9 Danîêl 2:28, 31-35 (Mizgînî) bixwîne. Îro, ev wehd jî li ber çavê me tê cih. Xewna Nebûkadnetsar nîşan dabû ku di rojên dawîn de – yanî piştî destpêka hukimdariya Îsa Mesîh – çi wê biqewime. Wê demê, qudreteke cîhanî, ya ku bi piyên “ji hesin û ji gilê” tê temsîlkirin, wê derketa meydanê. Ev qudret, qudreta cîhanî ya dawîn e, û ew dijminê Îsa Mesîh e. Li dema Şerê Cîhanî yê Yekem, gava Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ketin îtifaqeke xisûsî, ev qudreta cîhanî hat meydanê. Xewna Nebûkadnetsar bala me dikişîne ser du xisûsiyetên vê qudretê, yên ku ji xisûsiyetên padîşahiyên berê cuda ne.

10. (a) Danîêl pêxember îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê çawa tarîf kiribû? (b) Gerek em dîqat bikin ku em çi nekin? (Li çarçoveya “ Hay ji Gilê Hebe!” binêre.)

10 Ferqa pêşîn ev e ku îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê ne bi metaleke wek zêr yan zîv, lê bi tevliheviya hesin û gilê tê temsîlkirin. Gil “nîjada mirov” yanî xelk temsîl dike (Danîêl 2:43). Îro bi zelalî tê dîtin ku li hilbijartinan, li kampanyayên ji bo heqên sîvîl, li protestoyên mezin û li sendîkayan, bandora xelkê çawa riya vê qudreta cîhanî digire û car caran îznê nade ku ew daxwaza xwe pêk bîne.

11. Çêbûna qudreta cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê çawa baweriya me xurttir dike ku em êdî di rojên dawîn de dijîn?

11 A diduyan, qudreta Brîtanya û Amerîkayê bi piyên peyker tê temsîlkirin. Yanî, li gor Kitêba Pîroz, ev qudreta cîhanî qudreta dawîn a rêza qudretên cîhanî ye. Qudreteke din wê cihê wê negire, lê ewê li cenga Harmegedonê tevî hemû hukimdariyên din ên dinyayê ji aliyê Padîşahiya Xwedê ve were wêrankirin * (Peyxam 16:13, 14, 16; 19:19, 20).

12. Wehda Danîêl pêxember çi îsbatên din nîşan dide, yên ku baweriya me xurttir dikin?

12 Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Wehda Danîêl îsbatên din jî nîşan dide ku em niha di rojên dawîn de dijîn. Zêdetirî 2.500 sal berê, Danîêl pêxember ji berê ve gotibû ku piştî Babîlê, çar qudretên din wê li ser xizmetkarên Xwedê bandor bikin. Wekî din, wî nîşan dabû ku qudreta Brîtanya û Amerîkayê wê qudreta cîhanî ya dawîn be. Ev yek baweriya me xurttir dike ku di demeke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê hukimdariyên dinyayê bi temamî ji holê rake û li ser dinyayê hukim bajo (Danîêl 2:44).

13. “Padîşahê heştan” û “deh padîşah”, ên ku Peyxam 17:9-12 behsa wan dike, çi temsîl dikin, û ev wehd çawa hatiye cih?

13 Peyxam 17:9-12 bixwîne. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, wehdeke din a di heqê rojên dawîn de hat cih. Serokên dinyayê dixwest tiştekî wisa bikin ku şer êdî çênebe. Loma, li meha Çileyê ya sala 1920an, wan Komeleya Neteweyan saz kir. Li meha Cotmehê ya sala 1945an, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li şûna wê hat sazkirin. Ev rêxistin wek “padîşahê heştan” tê binavkirin, lê ew bi xwe qudreteke cîhanî nîne. Ew hêza xwe ji qudretên siyasî distîne, yên ku piştgiriya wê dikin. Bi zimanekî sembolîk, Kitêba Pîroz wan wek “deh padîşah” bi nav dike.

14-15. (a) Peyxam 17:3-5 di heqê “Babîla mezin” de çi dibêje? (b) Dînê sexte îro di çi halî de ye?

14 Peyxam 17:3-5 bixwîne. Bi îlhama Yehowa Xwedê, Yûhennayê şandî di dîtiniyekê de fahîşeyeke bi navê “Babîla mezin” dît, a ku împaratoriya cîhanî ya dînê sexte temsîl dike. Gelo ev dîtinî çi eyan dike? Heta îro, dînên sexte gelek caran bi qudretên siyasî yên dinyayê re hevkariyê dikin û destekê didin wan. Lê belê, di demeke nêzîk de, Yehowa wê bixe dilê qudretên siyasî “ku daxwaza wî pêk bînin”. Netîce wê bibe çi? Ev qudretên siyasî, yanî “deh padîşah”, wê hicûmî teşkîlatên dînên sexte bikin û wan helak bikin (Peyxam 17:1, 2, 16, 17).

15 Em ji ku dizanin ku dawiya “Babîla mezin” nêzîk e? Ji bo cewaba vê pirsê, bîne bîra xwe ku li demên berê, bajarê Babîl çawa bi ava Çemê Firatê dihat parastin. Mîna vê, kitêba Peyxamê miletên ku piştgiriya “Babîla mezin” dikin dişibîne “ava” ku wê diparêze (Peyxam 17:15). Lê belê, kitêba Peyxamê dibêje ku ev av wê ‘biçike’. Ev yek tê maneya ku gelek kes wê dev ji dînê sexte berdin (Peyxam 16:12). Ev wehd îro tê cih. Gelek kes dev ji dînê sexte berdidin û li çareyên din digerin ku problemên xwe safî bikin.

16. Fehmkirina wehdên di heqê xuyabûna Neteweyên Yekbûyî û helakbûna “Babîla mezin” de ji bo me çima bifeyde ye?

16 Gelo em ji van wehdan çi feydeyê distînin? Ji xeynî îsbatên ku me berê dîtibûn, xuyabûna Neteweyên Yekbûyî û sistbûna dînê sexte îsbat dikin ku em di rojên dawîn de dijîn. “Babîla mezin” her ku diçe desteka mirovan winda dike. Lê belê, li gor Kitêba Pîroz, teşkîlatên dînên sexte wê bi awayekî din bên hilweşandin. Çawa ku me dîtiye, Yehowa wê bixe dilê ‘deh padîşahan’ – yanî qudretên siyasî, yên ku piştgiriya Neteweyên Yekbûyî dikin – ku ew “daxwaza wî pêk bînin”. Gava “Babîla mezin” ji nişka ve bê helakkirin, dinya wê şaş bimîne * (Peyxam 18:8-10). Helakbûna “Babîla mezin” wê dinyayê bihejîne û belkî bibe sebeba tengasiyan, lê xizmetkarên Xwedê wê şa bin ji ber ku ev dijmina Xwedê êdî tune ye û di demeke nêzîk de, ewê ji destê vê sîstema xerab bên filitandin (Lûqa 21:28).

JI PÊŞEROJÊ NETIRSE

17-18. (a) Em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin? (b) Li meqaleya din, emê bala xwe bidin çi?

17 Danîêl ji berê ve gotibû ku zanîna rast wê zêde bibe. Bi rastî jî wisa ye! Em wehdên di heqê rojên me de êdî fehm dikin (Danîêl 12:4, 9, 10). Wexta ku em dibînin ku gotinên Kitêba Pîroz çawa tên cih, ma em ji Yehowa re û ji Peyva wî re heyran namînin? (Îşaya 46:10; 55:11). Ji bo ku baweriya te hê jî xurttir bibe, Nivîsarên Pîroz bi dewamî lêkolîn bike û alî kesên din bike ku ew jî bibin dostên Xwedê. Yehowa wê hemû kesên ku xwe dispêrin wî biparêze û bi dewamî aştiyê bide wan (Îşaya 26:3).

18 Li meqaleya din, emê bala xwe bidinê ku Kitêba Pîroz di heqê civata şagirtên Îsa Mesîh a di rojên dawîn de ji berê ve çi gotibû. Emê bibînin ku pêkhatina van wehdan çawa bi pêkhatina wehdên di heqê rojên dawîn de girêdayî ye. Wekî din, emê bala xwe bidin hin îsbatên ku Padîşahê me Îsa Mesîh bi şagirtên xwe yên dilsoz eleqedar dibe.

KILAM 61 Ey Şahidên Yehowa, Dilxurt Bin!

^ Em bi rastî jî di rojên xisûsî de dijîn. Çawa ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû, Padîşahiya Xwedê êdî dest bi hukimdariyê kiriye. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend wehdên ku hatine cih, da ku baweriya me xurttir bibe û em hem îro hem jî li pêşerojê sakîn û hêvîdar bimînin.

^ Li fikra 4an a dersa 32yan a kitêba Heta bi Hetayê Dilxweş Be! binêre û li vîdeoya Padîşahiya Xwedê ji Sala 1914an ve Hukim Dajo temaşe bike.

^ Ji bo zêdetir agahiya di heqê wehda Danîêl pêxember de, li kovara The Watchtower a 15 Hezîran 2012, rûp. 14-19 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

^ Ji bo zêdetir agahiya di heqê pêşerojê de, li beşa 21ê a kitêba God’s Kingdom Rules! (bi zimanê Îngilîzî) binêre.