Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

Wehdeke Kevn Tê Cih

Wehdeke Kevn Tê Cih

“Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê” (1. MÛSA 3:15, Mizgînî).

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bidin!

PÊŞGOTIN *

1. Demeke kin piştî ku Adem û Hewayê guneh kiribû, Yehowa çi kir? (1. Mûsa 3:15)

 DEMEKE kin piştî ku Adem û Hewayê guneh kiribû, Yehowa bi destê wehdekê hêvî da zuriyeta wan. Gotinên wî li 1. Mûsa 3:15 hatine nivîsandin (ji wergera Mizgînî’yê bixwîne).

2. Ev wehd çima muhîm e?

2 Ev wehd li kitêba pêşîn a Kitêba Pîroz derbas dibe. Bi eslê xwe, hemû kitêbên din ên Peyva Xwedê bi gotinên 1. Mûsa 3:15 ve girêdayî ne. Gotinên vê ayetê nîşan didin ku Xwedê wê xelaskarekî bişîne ku Îblîs û hemû alîgirên wî ji holê rake. Ev yek wê ji bo dostên Yehowa bereketeke mezin be!

3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

3 Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsên li ser gotinên 1. Mûsa 3:15 bistînin: Kesên ku ev ayet behsa wan dike, kê temsîl dikin? Ev wehd çawa tê cih? Em çawa ji pêkhatina vê wehdê feydeyê distînin?

KESÊN KU EV AYET BEHSA WAN DIKE, KÊ TEMSÎL DIKIN?

4. “Mar” çi temsîl dike, û em vêya ji ku dizanin?

4 1. Mûsa 3:14, 15 behsa “mar”, “ziriyeta” mar, “jin” û “ziriyeta” jinê dike. Kitêba Pîroz ji me re zelal dike ku ew kê temsîl dikin. * Serê pêşîn, ka em bibînin ku “mar” kê temsîl dike. Xuya ye ku ev ayet behsa marekî herfî nake, çimkî heywanekî wê nikaribûya gotinên Yehowa Xwedê fehm bikirana. Loma, xuya ye ku Yehowa fermana xwe dabû mexlûqekî xwedîaqil. Gelo ev mexlûq kî ye? Peyxam 12:9 rasterast dibêje ku “marê kevin” Îblîs e. Lê gelo zuriyeta mar kî ye?

MAR

Îblîs Şeytan, ê ku Peyxam 12:9 wek “marê kevin” bi nav dike (Li paragrafa 4an binêre)

5. Zuriyeta mar kî ne?

5 Di Kitêba Pîroz de, yên ku bi hal û hereketên xwe kesekî ji xwe re dikin emsal, bi awayekî sembolîk wek “zuriyet” tên binavkirin. Ji ber vê yekê, hemû melek û însanên ku dijminên Xwedê û xizmetkarên wî ne, para zuriyeta mar in. Mesela, hem melekên ku di rojên Nûh de wezîfeyên xwe hiştin û daketin erdê hem jî însanên ku wek bavê wan Îblîs hereket dikin, zuriyeta mar in (1. Mûsa 6:1, 2; Yûhenna 8:44; 1. Yûhenna 5:19; Cihûda 6).

ZURIYETA MAR

Melekên xerab û însanên ku li dijî Yehowa û xizmetkarên wî ne (Li paragrafa 5an binêre)

6. Em ji ku dizanin ku “jin” Hewa nîne?

6 Gelo “jin” kî ye? Eşkere ye ku Hewa nîne, çimkî ayet dibêje ku zuriyeta jinê wê serê mar “biperçiqîne”. Lê belê, wek me niha dîtiye, mar Îblîs e, û tu însanekî qisûrdar ji zuriyeta Hewayê nikare vî melekê xerab biperçiqîne. Îcar Îblîs wê çawa bê helakkirin?

7. Wek Peyxam 12:1, 2, 5, 10 nîşan dide, jina ku 1. Mûsa 3:15 behsa wê dike, çi temsîl dike?

7 Kitêba dawîn a Kitêba Pîroz zelal dike ku jina ku 1. Mûsa 3:15 behsa wê dike, kî ye (Peyxam 12:1, 2, 5, 10 bixwîne). Ev jin, ne însan e. Li gor ayetê, “heyv di bin lingên wê de” ye û li ser serê wê “taca ji diwanzdeh stêran” heye. Jê re zarokekî xisûsî dibe: Padîşahiya Xwedê. Madem ku ev Padîşahî ezmanî ye, gerek jin jî ezmanî be. Loma, em fehm dikin ku jin, para ezmanî ya teşkîlata Yehowa, ya ku ji melekên dilsoz pêk tê, temsîl dike (Galatî 4:26).

JIN

Para ezmanî ya teşkîlata Yehowa, ya ku ji melekên dilsoz pêk tê (Li paragrafa 7an binêre)

8. Para sereke ya zuriyeta jinê kî ye, û ew kengê bû para zuriyeta jinê? (1. Mûsa 22:15-18)

8 Peyva Xwedê rêyî me dide ku zuriyeta sereke ya jinê kî ye. Ji berê ve hatibû gotin ku kesê sozdayî wê ji zuriyeta Birahîm bê (1. Mûsa 22:15-18 bixwîne). Îsa Mesîh bi rastî jî neviyekî vî zilamê dilsoz bû (Lûqa 3:23, 34). Lê belê, ji bo ku zuriyet karibe Îblîs ji holê rake, gerek ew ne tenê însan be. Loma, gava Îsa weke 30 salî bû, ew bi ruhê pîroz wek Kurê Xwedê hat meshkirin. Ji wê wextê û pê ve, ew êdî bû para sereke ya zuriyeta jinê (Galatî 3:16). Piştî mirin û rabûna Îsa Mesîh, Xwedê “taca rûmet û siyanetê da serê wî” û “hemû desthilatî” da wî, “da ku karên Îblîs xera bike” (Îbranî 2:7; Metta 28:18; 1. Yûhenna 3:8).

ZURIYETA JINÊ

Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

9-10. (a) Para diduyan a zuriyeta jinê kî ne, û ew çawa dibin para zuriyeta jinê? (b) Niha emê li ser çi xeber bidin?

9 Lê belê, ji xeynî Îsa Mesîh, kesên din jî wê bibûna para zuriyetê. Pawlosê şandî zelal kir ku ew kî ne. Wî ji meshkiriyên Cihû û Necihû re wisa got: “Eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana [zuriyeta] Birahîm in û li gor sozê jî wêris in” (Galatî 3:28, 29). Wexta ku Yehowa şagirtekî Îsa bi ruhê pîroz mesh dike, ev kes êdî dibe para zuriyeta jinê. Yanî, zuriyet ji Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî pêk tê (Peyxam 14:1). Ew gişt xîret dikin ku Bavê xwe Yehowa ji xwe re emsal bigirin.

10 Niha em dizanin ku kesên ku 1. Mûsa 3:15 behsa wan dike, kî ne. Bila em bi kurtasî bibînin ka Yehowa ev wehd çawa aniye cih û ev yek ji bo me çima bifeyde ye.

EV WEHD ÇAWA HATIYE CIH?

11. ”Pehniya” zuriyeta jinê çawa birîndar bû?

11 Li gor 1. Mûsa 3:15, mar wê “pehniya” zuriyeta jinê birîndar bikira. Gava Îblîs Cihû û Romayî kişkişandin ku ew Kurê Xwedê bikujin, ev gotin hat cih (Lûqa 23:13, 20-24). Çawa ku birîna pehniyê ji bo demekê dibe sebeb ku kesek nikare bimeşe, Îsa jî ji bo demekê nikaribû tiştek bikira, çimkî ew sê roj di mezel de bû (Metta 16:21).

12. Serê mar wê kengê û çawa bê perçiqandin?

12 Ji bo ku wehda li 1. Mûsa 3:15 bê cih, lazim bû ku Îsa Mesîh ji mirinê bê rakirin. Gelo çima? Çimkî li gor vê ayetê, zuriyet wê serê mar biperçiqîne. Ji bo vê, lazim bû ku birîna pehniya Îsa qenc be. Bi rastî jî wisa bû. Li roja sisêyan piştî mirina Îsa, ew wek ruhekî nemir ji mirinê hat rakirin. Li dema tayînkirî, Îsa Mesîh wê Îblîs ji holê rake (Îbranî 2:14). Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê hemû dijminên Xwedê yên li rûyê erdê – yanî zuriyeta mar – helak bikin (Peyxam 17:14; 20:4, 10). *

PÊKHATINA WEHDÊ JI BO ME ÇIMA BIFEYDE YE?

13. Em ji pêkhatina vê wehdê çawa feydeyê dibînin?

13 Xizmetkarên Xwedê ji pêkhatina vê wehdê pir feydeyê dibînin. Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, wî bi awayekî kamil çav dida şexsiyeta Bavê xwe (Yûhenna 14:9). Loma, me Yehowa Xwedê bi navgîniya Îsa nas kir û ji wî hez kir. Wekî din, em ji gotinên Îsa Mesîh û ji vê ku ew îro çawa rêberiya civatê dike, feydeyê dibînin. Îsa Mesîh rêyî me daye ku gerek em jiyaneke çawa bajon, da ku Yehowa ji me razî be. Wekî din, em gişt ji mirina Îsa Mesîh, yanî ji birîndarkirina pehniya wî, feydeyê distînin. Gelo çawa? Gava Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, wî qîmeta xwîna xwe wek qurbaneke bêqisûr, a ku “me ji her gunehî paqij dike”, pêşkêş kir (1. Yûhenna 1:7).

14. Ji bo pêkhatina wehda Yehowa çima wext lazim bû? Zelal bike.

14 Ji vê ku Yehowa li baxçeyê Adenê çi gotibû xuya bû ku ev wehd wê hemen bi temamî nehata cih. Wext lazim bû ku zuriyeta jinê bê meydanê, ku Îblîs alîgirên xwe ber hev bike û ku di nav du aliyan de nefret û dijminahî çêbe. 1. Mûsa 3:15 ji berê ve nîşan dabû ku dinyaya Îblîs wê ji xizmetkarên Yehowa nefret bike. Îsa Mesîh jî ji şagirtên xwe re got ku dinya wê ji wan nefret bike (Marqos 13:13; Yûhenna 17:14). Bi xisûsî di 100 salên çûyî de, me pêkhatina vê para 1. Mûsa 3:15 dîtiye. Gelo çawa?

15. Dinya çima ji me zêdetir nefret dike, lê çima ne lazim e ku em ji Îblîs bitirsin?

15 Wexteke kin piştî ku Îsa Mesîh di sala 1914an de bû Padîşahê Padîşahiya Xwedê, Îblîs ji ezmanan hat avêtin xwarê. Ew êdî nikare vegere ezmanan, û di demeke nêzîk de, ewê ji holê bê rakirin (Peyxam 12:9, 12). Ji ber vê yekê, ew pir bihêrs e û hicûmî xizmetkarên Xwedê dike (Peyxam 12:13, 17). Loma, dinya ji Şahidên Yehowa hê jî zêdetir nefret dike. Dîsa jî, ne lazim e ku em ji Îblîs û ji alîgirên wî bitirsin. Wek Pawlosê şandî, em dikarin bi bawerî wisa bibêjin: “Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?” (Romayî 8:31). Em dikarin xwe bi temamî bispêrin wehda Yehowa, çimkî wek me dîtiye, piraniya gotinên 1. Mûsa 3:15 jixwe hatine cih.

16-18. Curtis, Ursula û Jessicayê ji fehmkirina 1. Mûsa 3:15 çawa feyde dîtiye?

16 Gotinên 1. Mûsa 3:15 dikarin alî me bikin ku em li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin. Mizgînvanekî wezîfedar ê bi navê Curtis, ê ku li Guamê xizmet dike, dibêje: “Gava ez rastî tengasiyan têm û dilsoziya min tê ceribandin, fikirîna li ser 1. Mûsa 3:15 alî min dike ku ez îtibara xwe bi Bavê xweyî ezmanî winda nekim.” Curtis bi çar çavan li benda wê rojê ye ku Yehowa wê me ji hemû tengasiyan bifilitîne.

17 Xwişkeke bi navê Ursula, ya ku li Almanyayê dijî, dibêje ku fehmkirina 1. Mûsa 3:15 baweriya wê xurttir kiriye ku Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin. Vê yekê ku hemû wehdên din ên Kitêba Pîroz bi vê wehdê ve girêdayî ne, li ser wê pir tesîr kiriye. Wekî din, ew dibêje: “Gava ez hîn bûm ku Yehowa hemen ket hereketê, da ku însaniyet bê hêvî nemîne, min ji Yehowa hê jî zêdetir hez kir.”

18 Xwişkeke bi navê Jessica, ya ku li Mîkronezyayê dijî, wisa dibêje: “Tê bîra min ku gava min cara pêşîn fehm kir ku min riya rastiyê dîtiye, ez çi qas şa bûm! Pêkhatina 1. Mûsa 3:15 nîşanî min dide ku jiyana îro, jiyana rastîn nîne. Wekî din, vê wehdê baweriya min xurttir kiriye ku bi saya xizmeta Yehowa, jiyana min pir baş e, û li pêşerojê, jiyana min wê hê jî baştir be.”

19. Em çima dikarin emîn bin ku para dawîn a wehda Xwedê wê bê cih?

19 Wek me dîtiye, 1. Mûsa 3:15 niha tê cih. Em rind dizanin ku zuriyeta jinê û zuriyeta mar kî ne. Para sereke ya zuriyeta jinê Îsa Mesîh e. Birîna pehniya wî qenc bûye, û ew niha wek Padîşahekî nemir li ser text rûniştî ye. Di demeke nêzîk de, hilbijartina kesên ku para diduyan a zuriyetê ne, wê xelas bibe. Madem ku para pêşîn a wehda Xwedê jixwe hatiye cih, em dikarin emîn bin ku para dawîn jî wê bê cih, yanî serê mar wê bê perçiqandin. Wexta ku Îblîs wê bê helakkirin, hemû xizmetkarên Xwedê wê çi qas şa bin, ne wisa ye? Heta wê demê, cesareta xwe winda neke. Xwedayê me wê sozên xwe bîne cih. Bi destê zuriyeta jinê, ewê bereketên bêhesab bibarîne ser “hemû miletên dinyayê” (1. Mûsa 22:18, Mizgînî).

KILAM 23 Padîşahiya Xwedê wê Çi Bîne?

^ Heta ku em gotinên 1. Mûsa 3:15 rind fehm nekin, emê nikaribin peyama Kitêba Pîroz bi temamî fehm bikin. Lêkolîna gotinên vê ayetê dikare baweriya me ya bi Yehowa û bi sozên wî xurttir bike.

^ Li çarçoveya “1. Mûsa 3:14, 15 Behsa Kê Dike?” binêre.

^ Li çarçoveya “ Cedwela Pêkhatina 1. Mûsa 3:15” binêre.