MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31
Di Baweriyê de Qayîm Bibe
“Ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin” (1. KORÎNTÎ 15:58).
KILAM 122 Sebat Bike
PÊŞGOTIN a
1-2. Xizmetkarên Xwedê ji çi aliyî ve mîna avahiyeke bilind in? (1. Korîntî 15:58)
DI SALA 1978an de, li Japonyayê li bajarê Tokyoyê avahiyeke 60 qatî hat lêkirin. Ji ber ku li wê derê gelek erdhej çêdibin, xelkê meraq dikir ku ev avahî wê çawa saxlem bimîne. Muhendîsan avahî wisa dan çêkirin ku ew bikaribe di dema erdhejê de qayîm bisekine. Xizmetkarên Xwedê mîna vê avahiyê ne. Gelo ji çi aliyî ve?
2 Xizmetkarên Xwedê gerek hem qayîm bimînin hem jî ji bo guhertinan hazir bin. Ew bi dilekî xurt û qayîm guh didin qanûn û standardên Yehowa (1. Korîntî 15:58 bixwîne). Ew gerek “hazir bin ku îtaet bikin” û li gor baweriya xwe hereket bikin. Ji aliyê din ve, lazim e ku em “maqûl” bin û hazir bin ku li gor rewşa nû bimeşin (Aqûb 3:17, NWT). Xizmetkarên Xwedê, yên ku hîn bûne ku maqûl bin, ji nêrînên pir hişk yan pir nerm dûr disekinin. Di vê meqaleyê de, emê bielimin ku em çawa dikarin di baweriyê de xurt bimînin. Wekî din, emê bibînin ku Îblîs bi kîjan 5 rêyan xîret dike ku em guh nedin Yehowa. Û emê hîn bibin ku em çawa dikarin xwe biparêzin.
EM ÇAWA DIKARIN QAYÎM BIMÎNIN?
3. Li gor Karên Şandiyan 15:28, 29, gelo Xwedê çi qanûn dane me?
3 Qanûndanerê Herî Mezin Yehowa her tim qanûnên zelal dane xizmetkarên xwe (Îşaya 33:22). Mesela, di sedsala yekê de, koma rêberiyê anîbû zimên ku xizmetkarên Xwedê gerek di kîjan sê waran de qayîm bimînin: (1) Ew pûtan red dikin û tenê ji Yehowa re îbadetê dikin. (2) Ew guh didin qanûna Yehowa ya li ser pîroziya xwînê. (3) Ew li gor qanûnên Kitêba Pîroz yên li ser exlaqê dijîn (Karên Şandiyan 15:28, 29 bixwîne). Îro jî, gelo em çawa dikarin di van sê waran de ji Yehowa re îtaet bikin?
4. Em çawa dilsoziya tam didin Yehowa? (Peyxam 4:11)
4 Em pûtan red dikin û tenê ji Yehowa re îbadetê dikin. Xwedê emir dabû Îsraêliyan ku ew dilsoziya tam bidin wî (5. Mûsa 5:6-10). Ka bala xwe bide mîsala Îsa Mesîh. Gava ew ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, wî bi zelalî got ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin (Metta 4:8-10). Loma, em ji pûtan re îbadetê nakin. Wekî din, em ji mirovan re îbadetê nakin. Mesela, em rêberên dînî, siyasetvanan yan kesên bi nav û deng wek îlahan nahesibînin. Em tenê ji Yehowa re îbadetê dikin, çimkî wî “her tişt afirandin” (Peyxam 4:11 bixwîne).
5. Em çima guh didin qanûna Yehowa ya li ser pîroziya jiyan û xwînê?
5 Em guh didin qanûna Yehowa ya li ser pîroziya jiyan û xwînê. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa dibêje ku xwîn jiyanê temsîl dike, û jiyan hediyeyeke biqîmet a ji Xwedê ye (3. Mûsa 17:14). Gava Yehowa îzin da ku mirov goştê heywanan bixwin, wî emir da ku bila ew xwînê nexwin (1. Mûsa 9:4). Gava wî Qanûna Mûsa da Îsraêliyan, wî ev emir careke din ji wan re got (3. Mûsa 17:10). Û di sedsala yekê de, koma rêberiyê di bin tesîra ruhê pîroz de got ku bila hemû xizmetkarên Xwedê “xwe … ji xwînê … dûr bixin” (Karên Şandiyan 15:28, 29). Gava em ji bo siheta xwe qerarekê didin, em bi dilekî saxlem guh didin vê qanûnê. b
6. Ji bo ku em guh bidin qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê, em çi dikin?
6 Em bi dil û can li gor qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê dijîn (Îbranî 13:4). Pawlosê şandî şîret daye me ku em xwestekên bedenê yên nerast “bikujin”. Yanî, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em xwe dûrî tiştên bêexlaq bigirin. Em tiştên ku dikarin bibin sebebê bêexlaqiya cinsî ne dikin ne jî li wan temaşe dikin (Kolosî 3:5; Eyûb 31:1). Gava em rastî ceribandinekê tên, em di cih de her fikir û kirina ku dikare zerarê bide eleqeya me ya bi Xwedê re red dikin.
7. Em bi dil û can dixwazin çi bikin, û çima?
7 Yehowa dixwaze ku em bi dil û can ji wî re îtaet bikin (Romayî 6:17). Rêberiya Yehowa her tim ji bo xêra me ye, û qanûnên wî nayên guhertin (Îşaya 48:17, 18; 1. Korîntî 6:9, 10). Em xîret dikin ku dilê Yehowa xweş bikin, û wek zebûrbêj difikirin: “Dilê min, her û her heta dawiyê, ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e” (Zebûr 119:112). Lê belê, Îblîs wê hewl bide ku baweriya me sist bike. Gelo ew kîjan metodan bi kar tîne?
ÎBLÎS ÇAWA HEWL DIDE KU BAWERIYA ME SIST BIKE?
8. Îblîs ji bo ku baweriya me sist bike çawa zilm û zordariyê bi kar tîne?
8 Zilm û Zordarî. Îblîs ji bo ku baweriya me sist bike zilm û zordariyê bi kar tîne. Hedefa wî ev e ku ew me “daqurtîne”, yanî eleqeya me ya tevî Yehowa xera bike (1. Petrûs 5:8). Di sedsala yekê de, xizmetkarên Xwedê ji ber dilsoziya xwe hatin tehdîtkirin, zilm li wan hat kirin û bi ser de jî hatin kuştin (Karên Şandiyan 5:27, 28, 40; 7:54-60). Heta roja îro jî, Îblîs zilm û zordariyê bi kar tîne. Mesela, xwişk û birayên me yên li Rûsyayê û li welatên din rastî zilm, zordarî û heqaretê tên.
9. Îblîs çawa bi awayekî veşartî hicûmî me dike? Mîsalekê bide.
9 Hicûmên veşartî. Îblîs hem hicûmên rasterast hem jî hîleyan bi kar tîne (Efesî 6:11). Ka bala xwe bide serpêhatiya birayê me Robert, ê ku emeliyateke giran li benda wî bû. Wî ji doktoran re got ku ew qet neqla xwînê qebûl nake. Doktorê cerah daxwaza wî qebûl kir. Lê belê, li êvara berî emeliyatê, piştî ku malbata wî çû malê, doktorê anesteziyê hat ba wî. Wî ji Robert re got ku bi îhtimaleke mezin, neqla xwînê ne lazim e, lê wî got ku ewê xwînê ji bo rewşeke acîl hazir bikin. Doktor difikirî ku eger malbata wî ne li ba wî be, dibe ku ew fikra xwe biguherîne. Lê Robert di qerara xwe de qayîm ma û got ku çi dibe bila bibe, ew neqla xwînê qet qebûl nake.
10. Fikrên mirovan çima bitalûke ne? (1. Korîntî 3:19, 20)
10 Fikrên mirovan. Eger em wek mirovên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibe ku em dev ji Yehowa û qanûnên wî berdin (1. Korîntî 3:19, 20 bixwîne). “Şehrezayiya vê dinyayê” gelek caran xwestekên bedenê derdixe pêş. Hinek xizmetkarên Xwedê yên li Pergama û Tiyatîrayê ketin bin tesîra kesên pûtperest û bêexlaq. Îsa Mesîh şîret da her du civatan, çimkî wan dihişt ku di nav wan de bêexlaqiya cinsî hebe (Peyxam 2:14, 20). Îro, nêrînên şaş ên vê dinyayê dikarin li ser me tesîr bikin. Belkî nas û merivên me ji me re dibêjin ku gerek em qanûnên Yehowa ew qas cidî negirin. Gelek caran ew dibêjin ku qanûnên Kitêba Pîroz yên li ser exlaqê kevn in û baştir e ku mirov li gor daxwaza dilê xwe hereket bike.
11. Ji bo ku em qayîm bimînin, gerek em çi nekin?
11 Car caran, dibe ku em bifikirin ku rêberiya ku Yehowa dide me ne tam zelal e. Dibe ku em bên ceribandin ku em ji “tiştên ku hatine nivîsandin” derkevin (1. Korîntî 4:6, KP). Di rojên Îsa Mesîh de, rêberên dîndar eynî ev şaşî kir. Wan bi xwe qaîdeyên nehewce li ser qanûnên Xwedê zêde kirin, û bi vî awayî, barên giran danîn ser pişta xelkê (Metta 23:4). Yehowa bi destê Peyva xwe û bi destê teşkîlata xwe, rêberiyeke zelal dide me. Qet ne hewce ye ku em tiştekî lê zêde bikin (Methelokên Silêman 3:5-7). Loma, em ji tiştên ku di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin dernakevin û di meseleyên şexsî de qaîdeyan danaynin.
12. Îblîs çawa “xapandina pûç” bi kar tîne?
12 Xapandin. Îblîs dixwaze mirovan bi “xapandina pûç” û “hêzên ruhî yên vê dinyayê” ji rê derxe û îtifaqa wan xera bike (Kolosî 2:8). Di sedsala yekê de, Îblîs mirov bi gelek awayan dixapandin. Mesela, bi destê felsefeyê, elimandinên Cihû yên ne li gor Kitêba Pîroz, û elimandina ku xizmetkarên Xwedê gerek hê jî li gor Qanûna Mûsa bijîn. Îblîs dixwest mirovan ji Çavkaniya hîkmeta rastîn, yanî ji Yehowa dûr bixe. Îro, Îblîs bi rêya televîzyon û înternetê melûmatên bêbinî û nûçeyên nerast, yên ku carinan ji aliyê siyasetvanan ve tên destekkirin, belav dike. Me gelek ji van tiştan di dema vê pandemiya koronavîrûsê dîtin. c Melûmatên nerast tirs û xof xist dilê gelek mirovan. Lê Şahidên Yehowa, yên ku guh dida rêberiya teşkîlatê, ji vê rewşê hatin parastin (Metta 24:45).
13. Çima gerek em hay jê hebin ku em bi çi mijûl dibin?
13 Tiştên ku em bi wan mijûl dibin. Gerek em “bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir” (Filîpî 1:9, 10, NWT). Eger em bi gelek tiştan mijûl bibin, wext û qeweta me ji bo tiştên muhîm namîne. Tiştên rojane – mesela wek xwarin, vexwarin, kêf, rihetî û karê me – dikarin me ew qas mijûl bikin ku em wexta xwe tenê bi van tiştan derbas bikin (Lûqa 21:34, 35). Wekî din, em her roj nûçeyên li ser protestoyan û îxtilafên siyasî dibihîzin. Eger em bi van mijarên siyasî mijûl bibin, dibe ku em di hiş û dilê xwe de teref bigirin. Îblîs dixwaze bi van hemû metodan baweriya me sist bike, da ku em ji rê derkevin. Emê niha bibînin ku em çawa dikarin li hemberî wî bisekinin û dilqewî bimînin.
EM ÇAWA DIKARIN DILQEWÎ BIMÎNIN?
14. Çi dikare alî me bike ku em bi dewamî li aliyê Yehowa bisekinin?
14 Li ser sonda xwedayînê û li ser binavbûna xwe kûr bifikire. Te ev gav avêtin, çimkî te dixwest li aliyê Yehowa bisekinî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer bikî ku te heqîqet dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, qedrê wî girt û ji wî hez kir. Baweriya te xurttir bû û te ji gunehên xwe tobe kir. Te dev ji adet û kirinên şaş berda û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kir. Û ji ber ku Xwedê tu efû kirî, dilê te rihet bû (Zebûr 32:1, 2). Tu çûyî civînan û te ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha, tu wek xizmetkarekî Xwedê yê binavbûyî li ser rêya ku dibe jiyanê dimeşî û xîret dikî ku ji vê rêyê dernekevî (Metta 7:13, 14).
15. Lêkolînkirin û fikirîna kûr çima bifeyde ne?
15 Peyva Xwedê lêkolîn bike û li ser wê kûr bifikire. Eger koka darekê kûr be, ewê qayîm bisekine. Wisa jî, eger em Peyva Xwedê kûr lêkolîn bikin, emê di baweriyê de qayîm bimînin. Her ku darek mezintir dibe, koka wê jî kûrtir û mezintir dibe. Gava em lêkolîn dikin û kûr difikirin, em baweriya xwe xurttir dikin û emîn dibin ku rêya Xwedê ya herî baş e (Kolosî 2:6, 7). Bifikire ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe yên berê kiriye û ew parastine. Mesela, Hêzekîêl di dîtiniyekê de bi dîqat bala xwe didayê ku melekekî çawa îbadetgeh dipîvand. Vê dîtiniyê dilê Hêzekîêl xurt kir, û em dikarin jê bielimin ku em li gor standardên Yehowa yên ji bo îbadeta rast hereket bikin (Hêzekîêl 40:1-4; 43:10-12). Eger em rastiyên di Peyva Xwedê de lêkolîn bikin û li ser wan kûr bifikirin, emê ji wan feydeyê bistînin.
16. Birayê me Robert çawa îsbat kir ku dilê wî qayîm e? (Zebûr 112:7)
16 Dilekî qayîm ava bike. Dawid Padîşah anîbû zimên ku ewê tu caran dev ji hezkirina Yehowa bernede. Wî wisa gotibû: “Dilê min bêleq e, ey Xwedê” (Zebûr 57:7). Em jî dikarin dilekî qayîm ava bikin û xwe bi temamî bispêrin Yehowa (Zebûr 112:7 bixwîne). Ka bala xwe bidê ku vê yekê çawa alî birayê me Robert kir. Gava doktor ji wî re got ku ewê neqla xwînê ji bo rewşeke acîl hazir bike, wî hema got ku eger îhtimal hebe ku ew neqla xwînê bidin wî, ewê di cih de ji nexweşxaneyê derkeve. Paşê, Robert got: “Ez qet dudilî nebûm û netirsiyam.”
17. Em dikarin ji serpêhatiya Robert çi bielimin? (Li resim jî binêre.)
17 Birayê me Robert di baweriyê de qayîm ma, çimkî wî wexteke dirêj berî ku têkeve nexweşxaneyê qerar dabû ku qewî bimîne. A yekê, wî dixwest dilê Yehowa xweş bike. A diduyan, wî kûr lêkolîn kiribû ku Kitêba Pîroz û weşanên me li ser pîroziya jiyan û xwînê çi dibêjin. A sisêyan, ew emîn bû ku Yehowa wê îtaeta wî xelat bike – hem îro, hem jî heta hetayê. Çi dibe bila bibe, dilekî qayîm dikare alî me bike ku em di baweriyê de xurt bimînin.
18. Mînaka Barak çawa nîşan dide ku em dikarin xwe bispêrin Yehowa? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
18 Xwe bispêre Yehowa. Ka bala xwe bide serpêhatiya Barak. Ew yekî serkeftî bû, çimkî wî îtibara xwe bi rêberiya Yehowa dianî. Wê demê, miletê Îsraêl ji bo şer ne hazir bû. Çek û sîlehên wan jî tune bûn. Lê Yehowa ji Barak re got ku bila ew here û li dijî fermandarê Kenaniyan Sîsera û ordiya wî, yên ku gelek çek û sîlehên wan hebûn, şer bike (Serweran 5:8). Jinikeke bi navê Debora, ya ku pêxember bû, ji Barak re got ku bila ew dakeve deştê, da ku li dijî Sîsera û 900 erebeyên wî şer bike. Li deştê, wê pir zehmet bûya ku Îsraêliyan li dijî erebeyên cengê şer bikira. Lê dîsa jî, Barak îtaet kir. Gava leşkerên Îsraêlî ji Çiyayê Taborê daketin, Yehowa baraneke xurt şand. Erebeyên Sîsera di heriyê de asê man, û Yehowa serkeftin da Barak (Serweran 4:1-7, 10, 13-16). Bi eynî awayî, eger em îtibara xwe bi Yehowa û rêberiya teşkîlata wî bînin, emê serkeftî bin (5. Mûsa 31:6).
BI DIL Û CAN QAYÎM BIMÎNE
19. Tu çima dixwazî di baweriyê de qayîm bisekinî?
19 Heta ku em di sîstema vê dinyayê de dijîn, gerek em bi dewamî micadele bikin ku em di baweriyê de qayîm bisekinin (1. Tîmotêyos 6:11, 12; 2. Petrûs 3:17). Bila zilm, hicûmên veşartî, fikrên mirovan, xapandin yan tiştên ku em bi wan mijûl dibin baweriya me sist nekin (Efesî 4:14). Li şûna vê yekê, em dixwazin ji Yehowa re amin û sadiq bimînin û guh bidin qanûnên wî. Di eynî zemanî de, gerek em kesên maqûl bin. Di meqaleya din de, emê hîn bibin ku Yehowa û Îsa Mesîh ji aliyê maqûliyê ve mînakên bêqisûr in.
KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin
a Ji rojên Adem û Hewayê ve, Îblîs dixwaze mirovan îqna bike ku gerek ew xwe bi xwe qerarê bidin ku çi rast e û çi şaş e. Ew dixwaze ku em li ser qanûnên Yehowa û rêberiya teşkîlata wî jî eynî wisa bifikirin. Ev meqale wê alî me bike ku em nekevin ber bayê fikrên vê dinyaya Îblîs û bi dil û can guh bidin Yehowa.
b Ji bo melûmatên li ser nêrîna Xwedê ya di heqê xwînê de, li dersa 39an a kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! binêre.
c Li ser jw.org li meqaleya “Xwe ji Melûmatên Şaş Biparêze” binêre.