SERPÊHATÎ
Eleqedarbûna bi Kesên Din re Bereketan Tîne
ROJEKÊ, pîrika min ji diya min re got: “Dêra Anglîkan rastiyê hîn nake. Ji xwe re li rastiyê bigere.” Piştî van gotinên wê, diya min li dînê heq digeriya. Lê belê, wê nedixwest ku bi Şahidên Yehowa re sohbet bike. Wê ji min re got ku eger Şahidên Yehowa li Torontoyê (Kanada) bên mala me, gerek ez xwe veşêrim. Lê di sala 1950yî de, gava xaltîka min bi Şahidên Yehowa re dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, diya min jî tev lê dibû. Wan di mala xaltîka min de lêkolîn dikir û paşê bin av bûn.
Bavê min li dêrê keşîş bû. Loma, wî ez û xwişka min her roja Yekşemê dişandin dersa dêrê. Piştre saet di 11an de, em derbasî îbadeta li dêrê dibûn. Lê piştî nîvro, em bi diya xwe re diçûn Salona Îbadetê ya Şahidên Yehowa. Me bi hêsanî dikaribû ferqiya di navbera her du baweriyan de bibînin.
Diya min tiştên ku ji Kitêba Pîroz hîn dibû ji hevalên xwe Bob û Marion Hutcheson re digot, û ew jî bûn Şahidên Yehowa. Di sala 1958an de, li New York City’yê Komcivîneke Navneteweyî ya 8 rojî ya bi navê “Armanca Xwedê” hebû. Malbata Hutcheson ez û sê kurên xwe birin wê derê. Niha, ez fehm dikim ku ji bo wan ne hêsan bû ku min jî bi xwe re bibin, lê ew komcivîn yek ji bîranînên min ên herî xweş e.
ELEQEYA ŞEXSÎ LI SER SIBEROJA MIN TESÎR KIR
Di ciwaniya min de, em li cotgehekê dijiyan û min hez dikir ku heywanan xwedî bikim. Min dixwest bibim doktorê heywanan. Diya min ev yek ji rîspiyekî civatê re got. Wî bi dilovanî anî bîra min ku em “di rojên dawîn de” dijîn. Wekî din, wî ji min pirsî ka xwendina li zanîngehê, ya ku wê bi salan dewam bike, çawa li ser dostaniya min ya bi Yehowa re tesîr bike (2. Tîmotêyos 3:1). Di netîceyê de, min qerar da ku neçim zanîngehê.
Ez difikirîm ka ez dixwazim piştî mektebê çi bikim. Ez her dawiya heftiyê diçûm xizmetê. Wê çaxê, belavkirina xebera xêrê dilxweşî nedida min û daxwaza min tune bû ku ez bibim pêşeng. Bavê min û apê min, ên ku ne Şahidên Yehowa bûn, ez teşwîq dikirim ku ez li Torontoyê li fîrmayeke mezin a sîgortayê tamrojî kar bikim. Li wir, apê min di mertebeyeke bilind de kar dikir, loma min ev kar qebûl kir.
Li Torontoyê, min gelekî kar dikir û bi hevalkarên xwe re, yên ku ne Şahidên Yehowa bûn, wext derbas dikir. Loma wexta min ji bo fealiyetên ruhî hema bibêje ku nedima. Ez li cem kalikê xwe, yê ku ne Şahidê Yehowa bû, dijiyam. Lê piştî mirina wî, maleke nû ji min re lazim bû.
Malbata Hutcheson, a ku di sala 1958an de, ez bi xwe re birim komcivînê, ji min re mîna dê û bav bûn. Wan ez di mala xwe de qebûl kirim û alî min dikir ku ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herim. Di sala 1960î de, ez û kurê wan John bin av bûn. John dest bi xizmeta pêşengiyê kir. Mînaka wî ez teşwîq kirim ku zêdetir xizmetê bikim. Xwişk û birayan dît ku ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçim. Paşê, ez bûm xizmetkarê Mekteba Xizmeta Teokratîk. a
JINEKE PIR BAŞ Û JIYANEKE NÛ
Di sala 1966an de, ez bi Randi Berge re zewicîm. Ew pêşengeke jêhatî bû û ji dil dixwest li herêmeke ku mizgînvan lazim bûn xizmetê bike. Çavdêrê herêmê bi me re eleqedar bû, û dilê me xurt kir ku em derbasî civata Orilliayê (Ontario) bibin. Loma, me mala xwe bir wê derê.
Gava em gihîştin Orilliayê, ez bi Randiyê re bûm pêşengê daîmî. Ez jî wek Randiyê di xizmetê de dilxweş bûm! Piştî ku min xîret dikir ku ez pêşengekî baş bim, min didît ku Kitêba Pîroz çi qas tesîrê li mirovan dike. Gava
me li Orilliayê alîkariya jin û mêrekî kir ku ew di jiyana xwe de guhertinan pêk bînin û bibin xizmetkarên Yehowa, em gelekî şa bûn.EM HÎNÎ KULTUR Û ZIMANEKÎ NÛ DIBIN
Gava em carekê çûn Torontoyê, min birayê Arnold MacNamara, yê ku li Beytelê birayekî mesûl bû, dît. Wî pirs kir ka em dixwazin bibin pêşengên xisûsî. Min di cih de bersiv da: “Ser serê min! Ser çavê min! Lê bila ne li Quebecê be!” Wê çaxê, mirovan li dijî dewletê protesto dikir û dixwest ku eyaleta Fransîziman a Quebecê ji welatê Kanadayê cuda bibe û serxwebûnê bi dest bixe. Ji ber vê tevliheviyê, mirovên li herêmên Îngilîzîziman ên Kanadayê gelekî ne razî bûn. Ez jî di bin bandora vê pêşhukimiyê de mam.
Birayê Arnold got: “Vê gavê, Beytel pêşengên xisûsî dişîne tenê Quebecê.” Min di cih de qebûl kir ku em herin wê derê. Jixwe Randi ji berê ve hazir bû ku li wê derê xizmetê bike. Paşê, min fehm kir ku ew qerar yek ji qerarên me yên herî baş bû!
Piştî ku em 5 heftiyan çûn kursa zimanê Fransî, ez û Randî tevî jin û mêrekî din çûn Rimouskiyê, nêzîkî 540 kîlometre li bakurê rojavayê Montrealê. Lazim bû ku em zimanê Fransî baştir hîn bibin. Gava min di civînekê de îlan xwendin, ev yek xuya bû. Li şûna ku ez bibêjim ku “delegeyên Awistiryayî” wê bên, min got ku “hêştirme” wê bên.
Li Rimouskiyê, çar xwişkên nezewicî yên jêhatî, malbata Huberdeau û du keçên wan bi me çar kesan re xizmet dikir. Xwişk û birayê Huberdeau xaniyekî mezin ji bo me hemûyan dît, tê de 7 odeyên razanê hebûn. Me navê “Koşka Spî” lê danî, çimkî stûn û dîwarê wê spî bûn. Bi normalî 12 heta 14 pêşeng tê de cihwar dibûn. Wek pêşengên xisûsî, ez û Randi ji sibehê heta êvarê derdiketin xizmetê. Her tim kes hebûn ku em bi wan re xizmetê bikin – heta di êvarên sar ên zivistanê de jî. Em ji bo vê yekê gelek minetdar bûn.
Em ew qas nêzîkî wan pêşengan bûn ku em bi wan re bûn wek malbatekê. Hin rojan em li ber agir rûdiniştin yan me bi hev re xwarin çêdikir. Yek ji birayan muzîkvan bû. Îcar me êvara Şemiyê gelek caran stran digotin û direqisîn.
Gelek mirovên li Rimouskiyê dixwest rastiyê bizanibin! Di nava pênc salan de, gava me dît ku gelek xwendekarên Kitêba Pîroz bi pêş ve diçin û bin av dibin, em dilxweş bûn. Civat mezin bû û nêzîkî 35 mizgînvan çêbûn.
Li Quebecê, me perwerdeyeke pir baş stand. Me dît ku Yehowa di xizmetê de çawa alî me dike û hewcedariyên me tedarek dike. Wekî din, em hîn bûn ku ji mirovan, ji zimanê Fransî û ji kultura wan hez bikin. Vê yekê alî me kir ku em ji kulturên din jî hez bikin (2. Korîntî 6:13).
Ji nişka ve, buroyê ji me xwest ku em mala xwe bibin bajarê Tracadieyê, li berava rojava ya New Brunswickê. Ev yek ne hêsan bû, çimkî me berî hingê peymana mal û karekî îmze kiribû. Min soz dabû ku di heftiyê de çend saetan li dibistanê dersan bidim. Wekî din, hinek xwendekarên me yên Kitêba Pîroz bûn mizgînvan û me dest bi avakirina Salona Îbadetê kiribû.
Maleyaxî 3:10). Ji ber ku baweriya Randiyê qewî bû, ew yeke fedakar bû û wê ji henekan hez dikir. Loma, malbarkirin ne ew qas zehmet bû.
Me temamiya dawiya heftiyê ji bo barkirina mala xwe dua dikir. Paşê, em çûn ku Tracadieyê bibînin, ya ku ji Rimouskiyê pir cuda bû. Lê me qerara xwe dabû: Eger daxwaza Yehowa ev be, emê herin. Me Yehowa da ceribandin û dît ku ew hemû astengan ji ber me radike (Di civata me ya nû de, ji xeynî birayê me Robert Ross rîspiyekî din tune bû. Wî tevî xanima xwe Lindayê xizmeta pêşengiyê dikir û piştî ku kurê wan yê pêşîn hat dinyayê, wan qerar da ku xizmeta pêşengiyê dewam bikin. Her çi qas wan kurê xwe xwedî dikir jî, ew mêvanhez bûn û wan bixîret xizmet dikir. Mînaka wan em teşwîq dikirin.
KESÊN KU HAZIR IN LI HER DERÊ XIZMETÊ BIKIN BEREKETAN DISTÎNIN
Piştî ku me du salan li Tracadieyê xizmet kir, tiştekî ku me xeyal nedikir çêbû: Em hatin dawetkirin ku wek çavdêrê herêmê xizmetê bikin. Ji bo heft salan, em diçûn ziyareta herêmên Îngilîzîziman. Paşê em hatin şandin herêmeke Fransîziman a li Quebecê. Çavdêrê deverê yê li Quebecê Léonce Crépeault ji bo gotarên min pesnê min dida. Lê paşê wî tim dipirsî: “Tu çawa dikarî gotarên xwe bi awayekî baştir pêşkêş bikî?” b Vê eleqeya şexsî alî min kir ku ez hunera hînkirinê bi pêş bixim û gotarên xwe bi zimanekî hêsan û tesîrdar pêşkêş bikim.
Di sala 1978an de, li Montrealê Komcivîna Navnetewî ya bi navê “Baweriya Serkeftî” çêbû. Ez di Departmana Xizmetên Xwarinê de dixebitîm. 80.000 mirov hatin dawetkirin, û karê vê departmanê bi awayekî nû hat organîzekirin. Her tişt nû bû: Malzeme, xwarin û metoda hazirkirina xwarinê. Li wir, nêzîkî 20 erebeyên mezin ên ji bo cemedkirinê hebûn, lê carinan nedişixulîn. Berî roja pêşîn a komcivînê, ji ber ku stadyûm ji bo sporê hat bikaranîn, me nikaribû berî nîvê şevê dest bi haziriyê bikira. Û ji bo hazirkirina taştiyê hewce bû ku firin berî ku roj bê hilatin bişixulin! Em westiyayî bûn, lê ez ji xîret û henekên xwişk û birayên gihîştî hînî gelek tiştan bûm. Em heta îro dostên hev in. Îcar ev komcivîna li Quebecê komcivîneke tarîxî
bû! Çimkî li wê derê di navbera salên 1940 û 1960î de gelek zilm û zordarî li xwişk û birayên me hat kirin.Ez li vê komcivîna dirêj a li Montrealê ji çavdêrên din hînî gelek tiştan bûm. Carekê, birayê me David Splane, yê ku niha wek endamekî Koma Rêberiyê xizmetê dike, çavdêrê komcivînê bû. Li komcivîneke din, gava ev wezîfe ji min re hat tayînkirin, birayê me David bi dil û can destek da min.
Di sala 2011an de, piştî ku me 36 salan xizmeta rêwîtiyê kir, min teklîf stand ku wek mamosteyê Kursa ji bo Rîspiyên Civatê xizmetê bikim. Ez û Randi di du salan de li ser 75 textên cuda razan, lê ev yek hêjayî her fedakariyê bû. Li dawiya her heftiyê, rîspî gelek şikirdar bûn ku Koma Rêberiyê ji aliyê ruhî ve bi wan re eleqedar dibû.
Paşê, min rêberiya Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê dikir. Xwendekar gelek caran diwestiyan û dilteng dibûn: Her roj nêzîkî 7 saetan ders hebûn, paşê her êvar sê saetan li ser dersên xwe dixebitîn û di heftiyê de nêzîkî 4 yan 5 wezîfe pêşkêş dikirin. Min û mamosteyekî din ji wan re şîrove kir ku rêya serkeftinê tenê îtibara bi alîkariya Yehowa ye. Ez vê yekê qet ji bîr nakim: Gava xwendekaran didît ku bi alîkariya Yehowa ew dikarin tiştên ku bêîmkan xuya dikin bikin, ew ecêbmayî diman.
ELEQEDARBÛNA BI KESÊN DIN RE BEREKETAN TÎNE
Diya min bi xwendekarên xwe yên Kitêba Pîroz re eleqedar dibû. Bi vî awayî, wê alî wan dikir ku ew bi pêş ve herin. Wekî din, wê alî bavê min dikir ku ew nêrîna xwe ya di heqê rastiyê de biguherîne. Sê rojan piştî mirina diya min, gava bavê min ji bo gotara umûmî hat Salona Îbadetê, em pê ecêbmayî man. Paşê, ew 26 salên din diçû civînan. Bavê min her çi qas bin av nebû jî, rîspiyan ji min re got ku ew her hefte berî her kesî dihat civînê.
Diya min tesîreke baş li ser zarokên xwe hiştiye. Her sê xwişkên min û zilamên wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê dikin. Du xwişkên min li Beytelê kar dikin – yek li Portugalê û ya din li Haîtiyê.
Niha, ez û Randi wek pêşengên xisûsî li Hamiltonê (Ontario) xizmetê dikin. Gava me karê rêwîtiyê dikir, em bi dilxweşî bi kesên din re diçûn ziyaretên dubarekirinê û cem kursên wan ên Kitêba Pîroz. Lê niha, em pir kêfxweş in ku xwendekarên me ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin. Û em bi xwişk û birayên civata xwe ya nû re bûne dost. Gava em dibînin ku Yehowa çawa di rojên xweş de û di rojên reş de alî wan dike, em cesaretê distînin.
Dema ku em tînin bîra xwe ku kesên din çi qas bi me re eleqedar dibûn, em xwe li ber wan minetdar dibînin. Loma, em kesên din teşwîq dikin ku ew jî bi dil û can ji Yehowa re xizmetê bikin (2. Korîntî 7:6, 7). Di malbatekê de, mesela, dê, keç û kur xizmeta tamrojî dikir. Min ji bav pirsî ka ew qet li ser xizmeta pêşengiyê fikiriye yan na. Wî got ku jixwe ew destekê dide sê pêşengan. Li ser vê yekê, min jê pirsî: “Ma tu dikarî ji Yehowa bêtir destekê bidî wan?” Min ew teşwîq kir ku ew wek malbata xwe ji xizmeta pêşengiyê dilxweşiyê bistîne. Îcar piştî şeş mehan, ew bû pêşeng.
Ez û xanima min Randi, emê “ji her nifşî re” behsa karên Yehowa yên mezin bikin. Û em hêvî dikin ku ewê jî bi qasî me ji xizmeta Yehowa dilxweşiyê bistînin (Zebûr 71:17, 18).
a Îro, em dibêjin çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê.
b Ji bo xwendina serpêhatiya Léonce Crépeault, li kovara Birca Çavdêriyê, Sibat 2020, rûp. 26-30 binêre.