Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê
Ez Ewilî Çi Lêkolîn Bikim?
Dema me hemûyan ji bo lêkolîna şexsî sînordar e. Gelo em çawa dikarin vê demê bi awayê herî baş bi kar bînin? Ewilî, bi têra xwe wextê veqetîne. Li şûna ku tu gelek malzemeyan zû bi zû bixwînî, a baştir ew e ku tu malzemeyekê hûr û kûr lêkolîn bikî.
Paşê, bifikire ku tiştê herî muhîm çi ye (Efesî 5:15, 16). Ka bala xwe bide van pêşniyaran:
Kitêba Pîroz her roj bixwîne (Zebûr 1:2). Tu dikarî bi bernameya xwendina Kitêba Pîroz a ji bo civîna Jiyan û Xizmetê dest pê bikî.
Xwe ji bo Lêkolîna Birca Çavdêriyê û civîna Jiyan û Xizmetê hazir bike û ji bo bersivdayînê hazir be (Zebûr 22:22).
Ji kerema xwe re, xîret bike ku tu kovar, vîdeo û malzemeyên li ser jw.org bixwînî yan li wan temaşe bikî.
Mijareke ku bala te dikişîne lêkolîn bike. Tu dikarî der barê pirs, problem yan mijareke din de lêkolîn bikî. Ji bo fikrên balkêş, bikeve jw.org.