MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32
Yehowa ji Xwe re Mînak Bigire – Maqûl Be
“Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin” (FILÎPÎ 4:5, NWT).
KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be!
PÊŞGOTIN a
1. Xizmetkarên Xwedê ji çi aliyan ve dişibin darekê? (Li resim jî binêre.)
“BA NIKARE dara ku ditewe bişikîne.” Ev gotina pêşiyan nîşan dide ku gerek dar nerm bin û xwe bitewînin, da ku ew li ber bayên xurt saxlem bimînin. Ji bo ku em li ber “bayên jiyanê” saxlem bimînin, gerek em jî nerm bin û xwe bitewînin, yanî hazir bin ku hînî rewşên nû bibin. Mesela, gava hal û rewşa jiyana me bê guhertin yan gava nêrîn û qerarên kesên din cuda bin, gerek em bi nermî û maqûlî hereket bikin.
2. Kîjan sifet wê alî me bikin ku em hînî rewşên nû bibin, û di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?
2 Wek xizmetkarên Yehowa, em dixwazin kesên maqûl bin. Wekî din, em dixwazin dilnizm û dilovan bin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku van sifetan çawa alîkariya xizmetkarên Xwedê kiriye ku ew hînî rewşên nû bibin. Emê hîn bibin ku ev sifet çawa dikarin alî me bikin. Lê pêşî, emê bala xwe bidinê ka em dikarin ji maqûliya Yehowa û Îsa Mesîh çi bielimin.
YEHOWA Û ÎSA MESÎH MAQÛL IN
3. Çi nîşan dide ku Yehowa yekî maqûl e?
3 Yehowa wek “zinar” tê binavkirin, çimkî ew yekî dilqayîm e (5. Mûsa 32:4). Lê belê, ew yekî maqûl e jî. Gava rewşa vê dinyayê tê guhertin, ew dîsa jî her tiştî dike, da ku daxwaza xwe bîne cih. Yehowa em wisa xuliqandine ku em dikarin hînî guhertinan bibin. Ew bi destê prensîpên Kitêba Pîroz alî me dike ku em di her halê jiyana xwe de qerarên baş bidin. Mînaka Yehowa û prensîpên wî îsbat dikin ku ew hem mîna “zinar” e hem jî yekî maqûl e.
4. Di heqê maqûliya Yehowa de mîsalekê bide. (3. Mûsa 5:7, 11)
4 Rêyên Yehowa bêqisûr û maqûl in. Ew ji mirovan re ne sert e. Mesela, ka bala xwe bidê ku Yehowa çawa maqûliya xwe nîşanî Îsraêliyan da. Di zemanê berê de, wî ji kesên feqîr û dewlemend eynî qurban nedixwestin. Di hin hal û rewşan de, wî îzin dida ku ew li gor îmkanên xwe qurbanan pêşkêş bikin (3. Mûsa 5:7, 11 bixwîne).
5. Di heqê dilnizmî û dilovaniya Yehowa de mîsalekê bide.
5 Ji ber ku Yehowa dilnizm û dilovan e, ew yekî maqûl e. Mesela, piştî ku Yehowa qerar da ku bajarê Sodomê wêran bike, dilnizmiya wî eşkere bû. Bi destê melekên xwe, Yehowa ji zilamekî qenc ê bi navê Lût re got ku bila ew bireve çiyê. Lê, Lût ditirsiya ku here wê derê. Loma, wî ji Yehowa rica kir ku bila ew îznê bide wî û malbata wî ku ew herin bajarê Soarê, lê Yehowa qerar dabû ku wî bajarê biçûk jî hilweşîne. Yehowa dikaribû ji Lût re bigota ku gerek ew tam li gor rêberiya wî bimeşe. Li şûna vê yekê, Yehowa daxwaza Lût qebûl kir û bajarê Soarê wêran nekir (1. Mûsa 19:18-22). Piştî çend sedsalan, Yehowa dilrehmiya xwe nîşanî xelkê Nînewayê da. Wî bi destê Ûnis pêxember îlan kir ku ewê wî bajarî û mirovên xerab helak bike. Lê gava wan tobe kir, Yehowa li wan hat rehmê û bajarê wan wêran nekir (Yûnis 3:1, 10; 4:10, 11).
6. Îsa Mesîh maqûliya Yehowa çawa ji xwe re mînak digirt? Mîsalan bide.
6 Îsa Mesîh maqûliya Yehowa ji xwe re mînak digirt. Ew “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin. Lê wî ji kesên din re jî bi maqûlî behsa xebera xêrê dikir. Carekê, jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir ku bila ew keça wê, ya ku “ji destê cinan êşeke mezin” dikişand, qenc bike. Dilê Îsa Mesîh pê şewitî û wî keça wê qenc kir (Metta 15:21-28). Ka bala xwe bide mîsaleke din. Carekê, Îsa Mesîh gotibû: “Kî ku min … înkar bike, ez jî, ezê wî … înkar bikim” (Metta 10:33). Lê wî Petrûsê ku ew sê caran înkar kiribû, red nekir, çimkî Îsa Mesîh bawerî û poşmanbûna wî dît. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî xwe nîşanî Petrûs da û jê re got ku wî ew efû kiriye û jê hez dike (Lûqa 24:33, 34).
7. Li gor Filîpî 4:5, gelo em dixwazin kesên din li ser me çawa bifikirin?
7 Heta niha, me dît ku Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh di her tiştî de maqûl in. Yehowa dixwaze ku em jî kesên maqûl bin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin” (Filîpî 4:5, NWT). Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kesên din min wek yekî maqûl û sernerm yan wek yekî sert û serhişk dibînin? Gelo ez li ser gotina xwe înadê dikim yan guh didim kesên din, û eger mumkin be, daxwazên wan qebûl dikim?” Gava em xîret dikin ku bi maqûlî hereket bikin, em nîşan didin ku em Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re mînak digirin. Emê niha bala xwe bidin van du waran: Gava ku halê jiyana me bê guhertin yan gava ku nêrîn û qerarên kesên din ji yên me cuda bin, gelo em çawa dikarin maqûliya xwe nîşan bidin?
GAVA REWŞA JIYANÊ TÊ GUHERTIN
8. Gava rewşa jiyanê tê guhertin, çi dikare alî me bike ku em bi maqûlî hereket bikin? (Li jêrenotê jî binêre.)
8 Maqûlî tê maneya ku gava rewşa jiyana me tê guhertin, gerek em hazir bin ku li gor rewşa nû hereket bikin. Guhertinên wisa dikarin problemên nû derxin meydanê. Mesela, dibe ku em ji nişka ve gelekî nexweş bikevin, pirsgirêkên aborî derkevin meydanê yan rewşa siyasî jiyana me serobino bike (Waiz 9:11; 1. Korîntî 7:31). Yan jî, dibe ku em di teşkîlata Yehowa de wezîfeyeke nû bistînin. Rewşa jiyana me her çi be jî, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) Rewşa nû qebûl bike, (2) li ser siberojê bifikire, (3) bala xwe bide tiştên qenc, û (4) alîkariya kesên din bike. b Niha, emê bibînin ku van çar nuqteyan çawa alîkariya çend xwişk û birayan kiriye.
9. Çi alîkariya jin û mêrekî kir ku ew li hemberî zehmetiyên xwe sebir bikin?
9 Rewşa nû qebûl bike. Birayê me Emanuele û xanima wî Francesca wek mizgînvanên wezîfedar hatin şandin welatekî xerîb. Çaxê ku wan dest bi hînbûna zimanê nû û naskirina civata nû kir, pandemiya koronavîrûsê dest pê kir û ew mecbûr man ku xwe ji kesên din dûr bigirin. Dû re, diya Francescayê ji nişka ve mir. Francescayê pir dixwest ku li cem malbata xwe be, lê ji ber pandemiyê wê nikaribû here wê derê. Çi alîkariya wê kir ku ew li hemberî van zehmetiyan sebir bike? A pêşîn, Emanuele û Francesca bi hev re dua dikir û ji Xwedê dixwest ku hîkmetê bide wan, da ku ew bikaribin ji heqê xemên her rojekê derkevin. Yehowa di wexta rast de bi rêya teşkîlata xwe cewaba duayên wan da. Mesela, wan ji tiştên ku birayekî di vîdeoyekê de gotibûn cesaret stand. Wî wisa gotibû: “Em çi qas zû rewşa nû qebûl bikin, emê ew qas zû dîsa dilxweş bibin. Paşê, em dikarin xîret bikin ku li gor rewşa nû hereket bikin.” c A diduyan, wan qerar da ku xizmeta bi telefonê hê baştir bikin û wan bi kesekî re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. A sisêyan, wan îzin da ku xwişk û birayên civatê alîkariya wan bikin û ew ji bo hezkirina wan gelekî şikirdar bûn. Xwişkeke dilovan di nav salekê de her roj ayeteke ji Kitêba Pîroz ji wan re dişand. Belê, eger em jî rewşa xwe ya nû qebûl bikin, emê bi tiştên ku dikarin bikin şa bibin.
10. Xwişka me Christina çawa hînî rewşeke nû bû?
10 Li ser siberojê bifikire û bala xwe bide tiştên qenc. Christina, xwişkeke ji Romanyayê, ya ku li Japonyayê dijî, anî zimên ku gava civata wê ya bi zimanê Îngilîzî hat girtin, dilê wê ma. Lê belê, ew her tim li ser tiştên çûyî nedifikirî. Li şûna vê yekê, ew derbasî civateke bi zimanî Japonî bû û xîret dikir ku bi vî zimanî xebera xêrê belav bike. Wê ji hevalkareke xwe ya berê xwest ku bila ew wê hînî zimanê Japonî bike. Wê xanimê qebûl kir ku bi destê Kitêba Pîroz û broşûra Heta Bi Hetayê Dilşad Be! zimanê Japonî hînî Christinayê bike. Bi vî awayî, Christina elimî ku bi zimanê Japonî baştir xeber bide, lê ya muhîmtir ew bû ku jinikê xwest Kitêba Pîroz baştir nas bike. Belê, eger em li pêş xwe binêrin û bala xwe bidin tiştên qenc, guhertinên ku ji nişka ve çêdibin dikarin bereketên nû bi xwe re bînin.
11. Gava jin û mêrek rastî problemên madî hatin, gelo çi alîkariya wan kir?
11 Alîkariya kesên din bike. Li welatekî ku fealiyetên me hatine qedexekirin, ji ber krîza aborî meaşê birayekî me û xanima wî êdî tune bû. Gelo ew çawa hînî vê guhertinê bûn? A pêşîn, wan xîret dikir ku jiyana xwe sade bikin. Paşê, li şûna ku ew bala xwe bidin problemên xwe, wan qerar da ku di îşê mizgînê de bi dewamî mijûl bin û wisa alîkariya kesên din bikin (Karên Şandiyan 20:35). Birayê me got: “Ji ber ku em di xizmetê de gelekî mijûl bûn, wexta me nedima ku em li ser problemên xwe bifikirin. Îcar zêdetir wexta me hebû ku em bala xwe bidin daxwaza Xwedê.” Belê, gava rewşa jiyana me bê guhertin, gerek em ji bîr nekin ku çi qas muhîm e ku em bi dewamî alîkariya kesên din bikin, bi xisûsî bi navgîniya xizmetê.
12. Mînaka Pawlosê şandî çawa alî me dike ku em xizmeta xwe li gor rewşa mirovan eyar bikin?
12 Gerek em hazir bin ku xizmeta xwe li gor rewşa mirovan eyar bikin. Em rastî mirovên ji gelek miletan tên, yên ku xwedî bîr û baweriyên cuda ne. Di vî warî de, Pawlosê şandî mîsaleke baş ji me re hiştiye. Îsa Mesîh ew wek “şandiyê miletan” hilbijartibû (Romayî 11:13). Pawlos mizgîn dida Cihûyan, Yûnanan, kesên zana, cotkaran, kesên qedirbilind û padîşahan. Ji bo ku ew bigihîje dilê ew qas mirovên cuda, Pawlos “bi her kesî re” bû her tişt (1. Korîntî 9:19-23). Wî rind bala xwe dida kok, milet, kultur û baweriyên mirovan û xizmeta xwe li gor wan dikir. Eger em jî bi awayekî maqûl xizmeta xwe li gor hewcedariyên mirovan bikin, emê netîceyên baştir bi dest bixin.
QEDRÊ NÊRÎNÊN KESÊN DIN BIGIRE
13. Çima muhîm e ku em qedrê nêrînên kesên din bigirin? (1. Korîntî 8:9)
13 Wekî din, maqûlî alî me dike ku em qedrê nêrînên kesên din bigirin. Mesela, hinek xwişkên me hez dikin ku xwe makyaj bikin, lê hinek jî hez nakin. Hinek xizmetkarên Xwedê bi maqûlî alkolê vedixwin, lê kesên din xwe ji alkolê dûr digirin. Hemû xizmetkarên Xwedê siheteke baş dixwazin, lê ew tedawiyên cuda hildibijêrin. Eger em bi qerar û nêrînên xwe gelekî bawer bin û hewl bidin ku li ser xwişk û birayan tesîr bikin, dibe ku em bibin sebebê terpilîna wan û parçebûna civatê. Em qet naxwazin tiştekî wisa bikin! (1. Korîntî 8:9 bixwîne; 10:23, 24). Gelo prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin ku em bi maqûlî bifikirin û yekîtiya civatê biparêzin? Ka em bala xwe bidin du mîsalan.
14. Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em di heqê şekl û şemala xwe qerarên baş bidin?
14 Şekl û şemal. Yehowa ji me re nabêje ku gerek em çi li xwe bikin, lê wî prensîp dane me, da ku em qerarên baş bidin. Gerek em cil û kincên ku rûmetê didin Xwedê li xwe bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên maqûl, “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP; 1. Petrûs 3:3). Loma, em naxwazin bala kesên din bi zêdeyî bikişînin ser şekl û şemala xwe. Prensîpên Kitêba Pîroz alî rîspiyan dikin ku ew li gor dilê xwe qaîdeyan daneynin. Mesela, rîspiyên civatekê dixwest alîkariya çend birayên ciwan bikin. Xemla porê wan li gor modaya nû kin bû, lê bi temamî neşehkirî bû. Gelo rîspiyan bêyî ku qaîdeyek bê danîn çawa alîkariya wan kir? Çavdêrê herêmê şîret dabû wan ku wisa bibêjin: “Eger tu li ser sehneyê bisekinî û guhdarvan bi zêdeyî bala xwe bidin ne gotinên te, lê kinc û porê te, ev yek tê maneya ku di şekl û şemala te de problemek heye.” Ev şîroveya hêsan bes bû ku ev mesele bê safîkirin bêyî ku qaîdeyek bê danîn. d
15. Kîjan qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em di heqê siheta xwe de qerarên baş bidin? (Romayî 14:5)
15 Siheta me. Her xizmetkarekî Xwedê gerek qerarê bide ku ew çawa bala xwe bide siheta xwe (Galatî 6:5). Gava em di heqê tedawiyan de qerarekê didin, gerek em guh bidin qanûnên Kitêba Pîroz. Mesela, gerek em xwe ji neqla xwînê û ji cindariyê dûr bigirin (Karên Şandiyan 15:20; Galatî 5:19, 20). Lê belê, hin tedawî qerarên şexsî ne. Hinek kes tenê alîkariya ji doktoran qebûl dikin, lê kesên din tedawiyên alternatîf tercîh dikin. Em çi qas baweriya xwe bi tedawiyekê bînin jî, gerek em ji bîr nekin ku heqê xwişk û birayên me heye ku ew ji bo siheta xwe qerarên şexsî bidin. Û gerek em qedrê qerarên wan bigirin. Di vî warî de, gerek em van çar nuqteyan ji bîr nekin: (1) Tenê Padîşahiya Xwedê wê me ji hemû nexweşiyan qenc bike (Îşaya 33:24). (2) Her xizmetkarekî Xwedê gerek ji bo xwe qerara herî baş bide û “ji dîtina xwe piştrast be” (Romayî 14:5 bixwîne). (3) Em naxwazin li ser qerarên kesên din hukim bidin û bi kirinên xwe bibin sebeb ku ew biterpilin (Romayî 14:13). (4) Xizmetkarên Xwedê ji hev re hezkirinê nîşan didin û fehm dikin ku yekîtiya civatê ji nêrînên şexsî ferztir e (Romayî 14:15, 19, 20). Eger em bala xwe bidin van nuqteyan, dostaniya me ya bi xwişk û birayan re wê qewî bimîne û emê piştgiriya aştiya civatê bikin.
16. Rîspiyek çawa dikare maqûliya xwe nîşan bide? (Li resiman jî binêre.)
16 Rîspî gerek di warê maqûliyê de ji kesên din re mînakên baş bin (1. Tîmotêyos 3:2, 3). Mesela, rîspiyek gerek nefikire ku ji ber ku ew ji rîspiyên din mezintir e, gerek nêrîna wî her tim bê qebûlkirin. Ew dizane ku ruhê pîroz dikare li ser her rîspiyekî tesîr bike ku ew tiştekî bibêje, da ku qerareke baş bê dayîn. Û eger piraniya rîspiyan qerareke ku ne li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e bidin, rîspiyekî maqûl wê bi dilxwazî destekê bide vê qerarê – heta eger nêrîna wî cuda be jî.
FEYDEYÊN MAQÛLBÛNÊ
17. Xizmetkarên Xwedê yên maqûl çi feydeyan distînin?
17 Eger em kesên maqûl bin, ev yek wê ji bo feydeya me be. Emê ji hevaltiyên bi xwişk û birayan re dilxweşiyê bistînin, û di civatê de aştî wê hebe. Emê mîna malbateke mezin, a ku ji gelek milet, kultur û şexsiyetan pêk tê, bi dilxweşî ji Yehowa re îbadetê bikin. A herî muhîm ev e: Ji ber ku em Xwedayê xwe Yehowa, yê ku di her tiştî de maqûl e, ji xwe re mînak digirin, em gelekî şa ne.
KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin
a Yehowa û Îsa Mesîh di her tiştî de maqûl in, û ew dixwazin ku em vê xisûsiyetê bi pêş bixin. Gava sihet yan halê me yê madî xerabtir bibe, maqûlî wê alî me bike ku em hînî rewşa xwe ya nû bibin. Wekî din, emê bi gotin û kirinên xwe piştgiriya aştî û yekîtiya civatê bikin.
b Li meqaleya “Gava Rewşa Jiyanê Tê Guhertin” binêre (Hişyar Bin!, No. 4 2016, bi zimanê Îngilîzî).
c Li vîdeoya Hevpeyivîn bi Birayê Dmîtriy Mîxaylov re temaşe bike, ya ku li meqaleya “Yehowa Zilm Vedigerîne Şahidî” derbas dibe (Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê, Adar-Nîsan 2021).
d Ji bo melûmatên zêdetir ên di heqê şekl û şemala me de, li dersa 52an a kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! binêre.