Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

“Bi Nûbûna Hişê Xwe Werin Guhertin”

“Bi Nûbûna Hişê Xwe Werin Guhertin”

“Bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (ROMAYÎ 12:2).

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

PÊŞGOTIN a

1-2. Piştî binavbûnê, gerek em bi dewamî çi bikin?

 MA EM mala xwe her gav paqij nakin? Gava em mala xwe bar dikin xaniyekî nû, helbet em wî rind paqij dikin. Lê eger em mala xwe her tim paqij nekin, emê bi zeman re di nav tozê de bifetesin. Loma, lazim e ku em her tim paqijiya malê bikin, da ku mala me bi rêk û pêk be.

2 Mîna vê, lazim e ku em bi dewamî li ser fikrên xwe û li ser şexsiyeta xwe bixebitin. Berî ku em bin av bûn, me helbet pir xîret kiribû ku jiyana xwe biguherînin û “em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin” (2. Korîntî 7:1). Lê niha jî lazim e ku em bi dewamî “di ruh û hişê xwe de nû bibin” (Efesî 4:23). Gelo çima? Çimkî toz û qirêjiya vê dinyayê dikare me zû bilewitîne. Loma, ji bo ku em li ber çavê Yehowa paqij bimînin, gerek em fikrên xwe, şexsiyeta xwe û xwestekên xwe bi dewamî analîz bikin.

“NÛBÛNA HIŞÊ” ME

3. Em çawa dikarin hişê xwe “nû” bikin? (Romayî 12:2)

3 Gelo em çawa dikarin hişê xwe “nû” bikin, yanî fikrên xwe biguherînin? (Romayî 12:2 bixwîne). “Nûbûna hişê” me ne tenê ev e ku em jiyana xwe bi çend karên qenc bixemilînin. Lazim e ku em dilê xwe û şexsiyeta xwe analîz bikin. Eger lazim be, gerek em xwe biguherînin, da ku jiyana me heta ku ji destê me tê li gor standardên Yehowa be. Gerek em vêya ne tenê carekê, lê bi dewamî bikin.

Gelo qerarên te yên li ser kar û perwerdeyê nîşan didin ku tu ji her tiştî zêdetir li menfaetên Padîşahiyê digerî? (Li paragrafên 4 û 5an binêre) c

4. Ji bo ku fikrên me di bin bandora vê dinyayê de nemînin, gerek em çi bikin?

4 Gava em bigihîjin bêqisûriyê, wê çaxê wê hêsan be ku em bi hemû kirinên xwe dilê Yehowa şa bikin. Lê heta wê demê, gerek em pir xîret bikin ku bigihîjin vê hedefê. Ka bala xwe bidê ku di Romayî 12:2 de, Pawlos di nav nûbûna hişê me û fehmkirina daxwaza Xwedê de çi girêdan çêkir. Gerek em nekevin ber bayê vê dinyayê, lê xwe analîz bikin û tê derxin ka fikrên Xwedê li ser hedef û qerarên me çi qas tesîr dikin.

5. Em çawa dikarin fehm bikin ka em bi rastî bawer dikin ku roja Yehowa nêzîk e? (Li resim binêre.)

5 Vê yekê bîne ber çavê xwe: Yehowa dixwaze ku em “li hêviya Roja Xwedê bin” (2. Petrûs 3:12). Ji xwe bipirse: “Gelo jiyana min nîşan dide ku min rind fehm kiriye ku dawiya vê sîstemê nêzîk e? Gelo qerarên min ên li ser kar û perwerdeyê nîşan didin ku di jiyana min de, xizmeta Yehowa tiştê herî muhîm e? Gelo ez bawer dikim ku Yehowa wê hewcedariyên min û malbata min tedarek bike, yan gelo ez her tim ji bo tiştên madî xeman dixwim?” Wexta ku Yehowa dibîne ku em li gor daxwaza wî dijîn, ew pir şa dibe (Metta 6:25-27, 33; Filîpî 4:12, 13).

6. Gerek em bi dewamî çi bikin?

6 Gerek em fikrên xwe her tim analîz bikin û eger lazim be, gerek em wan serrast bikin. Pawlos ji Korîntiyan re wisa got: “Xwe bi xwe biceribînin … ka gelo hûn di baweriyê de ne” (2. Korîntî 13:5). Gotina “di baweriyê de ne” ne tenê tê maneya ku em car caran diçin civînan û mizgînê belav dikin. Her wisa ev gotin fikir, xwestin û niyetên me jî di nav xwe de dihewîne. Ji bo ku hişê me nû bibe, gerek em Peyva Xwedê bixwînin û hîn bibin ku mîna wî bifikirin. Paşê, çi lazim be jî, gerek em vêya bikin ku xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin (1. Korîntî 2:14-16).

“ŞEXSIYETA NÛ … LI XWE BIKIN”

7. Li gor Efesî 4:31, 32, gerek em çi bikin, û dibe ku ev yek çima zor be?

7 Efesî 4:31, 32 bixwîne. Ji xeynî vê ku gerek em fikrên xwe biguherînin, gerek em “şexsiyeta nû … li xwe bikin” (Efesî 4:24, NWT). Ji bo vê, xîret lazim e. Mesela, gerek em pir xîret bikin ku xisûsiyetên wek kîn, nefret, hêrs û xezebê ji şexsiyeta xwe derxin. Dibe ku ev yek çima zor be? Çimkî xisûsiyetên xerab belkî di şexsiyeta me de kûr rûniştibin. Kitêba Pîroz dibêje ku “meyilên ku di dilê mirovan de ne, ji zarokantiyê ve xerab in” (1. Mûsa 8:21). Çawa ku emê ji serpêhatiya birayekî bibînin, lazim e ku mirov piştî binavbûnê jî bi dewamî xîret bike ku xisûsiyetên kokberdayî kontrol bike.

8-9. Serpêhatiya Stephen çawa nîşan dide ku gerek em bi dewamî xîret bikin ku şexsiyeta kevn ji xwe bikin?

8 Li birayekî bi navê Stephen zor dihat ku hêrsa xwe kontrol bike. Ew dibêje: “Piştî binavbûnê, lazim bû ku ez li ser vê kêmasiya xwe bixebitim. Carekê, wexta ku min mal bi mal xizmet dikir, ez ketim pey dizekî, yê ku radyoya erebeya min dizîbû. Gava ez êdî pir nêzîkî wî bûm, wî radyo avêt û revî çû. Dû re, min ji xwişk û birayên din re got ku min radyoya xwe çawa ji diz stand. Li ser vê yekê rîspiyekî ji min pirsî: ‘Stephen, eger te ew diz bigirta, teyê çi bikira?’ Bi saya vê pirsê, min fehm kir ku gerek ez bi dewamî xîret bikim ku bibim yekî aştîhez.” b

9 Wek serpêhatiya Stephen nîşan dide, em her çi qas bifikirin ku me xwe êdî serrast kiriye jî, xisûsiyeteke xerab a şexsiyeta me dikare ji nişka ve dîsa derkeve meydanê. Eger tiştekî wisa bê serê te, cesareta xwe winda neke û nefikire ku tu şagirtekî xerab î. Pawlosê şandî wisa got: “Gava ku ez dixwazim ya qenc bikim, ya xerab li ber min amade ye” (Romayî 7:21-23). Hemû şagirtên Îsa Mesîh qisûrdar in, û çawa ku lazim e ku em mala xwe bi dewamî paqij bikin, lazim e ku em li ser kêmasiyên xwe bi dewamî bixebitin, da ku em paqij bimînin. Gelo çawa?

10. Em çawa dikarin li hemberî xisûsiyetên xerab micadele bikin? (1. Yûhenna 5:14, 15)

10 Ji Yehowa re dua bike û ji wî re bibêje ku tu li hemberî kîjan xisûsiyetên xerab micadele dikî. Bawer bike ku ewê guh bide te û alî te bike (1. Yûhenna 5:14, 15 bixwînin). Rast e, Yehowa wê xisûsiyeteke xerab bi mucîze ji holê raneke, lê ew dikare qewetê bide te, da ku tu bi ser bikevî (1. Petrûs 5:10). Helbet lazim e ku tu li gor duayên xwe hereket bikî û xisûsiyetên şexsiyeta kevn bi pêş nexî. Mesela, xwe ji fîlm û kitêbên ku xisûsiyetên xerab wek tiştekî baş nîşan didin, dûr bigire. Wekî din, îznê nede ku xwestekên xerab di dilê te de mezin bibin (Filîpî 4:8; Kolosî 3:2).

11. Em çawa dikarin şexsiyeta nû bi dewamî li xwe bikin?

11 Ne bes e ku tu tenê şexsiyeta kevn ji xwe bikî, lê lazim e ku tu şexsiyeta nû li xwe bikî. Gelo tu çawa dikarî vêya bikî? Her ku tu di heqê sifetên Yehowa de hîn bibî, ji xwe re bike hedef ku tu wî emsal bigirî (Efesî 5:1, 2). Mesela, gava tu di Kitêba Pîroz de di heqê efûkariya Yehowa de dixwînî, ji xwe bipirse: “Gelo ez kesên din efû dikim?” Yan jî, gava tu dixwînî ku dilê Yehowa bi kesên ku ketine tengasiyê çi qas dişewite, ji xwe bipirse: “Gelo dilê min jî bi xwişk û birayên hewcedar dişewite, û gelo ez dilşewatiya xwe bi kirinên xwe nîşan didim?” Gava tu xîret dikî ku hişê xwe nû bikî û şexsiyeta nû li xwe bikî, li hemberî xwe bisebir be.

12. Stephen çawa dîtiye ku Kitêba Pîroz dikare mirovan biguherîne?

12 Stephen şexsiyeta nû hêdî hêdî li xwe kir. Ew dibêje: “Ji roja binavbûnê û pê ve, ez çend caran rastî rewşên bitalûke hatim. Lê belê, ez hîn bûme ku xwe ji kesên ku hêrsa min radikin, dûr bigirim yan rewşên wisa bi awayekî din hel bikim. Ji ber ku min rewşên wisa bi awayekî baş safî kirine, gelek kesan – heta jina min jî – pesnê min daye. Ez jî carinan ecêbmayî dimam ku min çawa karibû vêya bikim. Guherandina şexsiyeta min helbet bi saya hunera min çênebûye. Ez bawer im ku ev yek îsbat dike ku Kitêba Pîroz dikare mirovan biguherîne.”

LI HEMBERÎ XWESTEKÊN XERAB ŞER BIKE

13. Çi wê alî me bike ku em xwestekên minasib bi pêş bixin? (Galatî 5:16)

13 Galatî 5:16 bixwîne. Yehowa ruhê pîroz bi comerdî dide me, da ku em serkeftî bin û ya rast bikin. Wexta ku em Peyva Xwedê lêkolîn dikin, em xwe davêjin ber tesîra ruhê pîroz. Wekî din, em ruhê pîroz li civînan distînin. Li wê derê, em dikarin bi xwişk û birayan re wextê derbas bikin. Ew jî mîna me xîret dikin ku ya rast bikin, û ev yek cesaretê dide me (Îbranî 10:24, 25; 13:7). Ji xeynî vê, gava em ji dil ji Yehowa re dua dikin û alîkariyê dixwazin, da ku em serî bi kêmasiyeke xwe re derxînin, ew bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em dev ji micadeleyê bernedin. Bi îhtimaleke mezin, fealiyetên wisa wê xwestekên xerab bi temamî ji holê ranekin, lê belê ewê alî me bikin ku em wan bin dest bikin. Wek Galatî 5:16 dibêje, yên ku bi ruh rêve diçin “tu caran xwestekên nefsê naynin cih.

14. Çima muhîm e ku em xwestekên minasib bi dewamî bi pêş bixin?

14 Ji xeynî vê ku em dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz, çûyîna civînan û duakirinê bikin, lazim e ku em van fealiyetan ji xwe re bikin adet û xwestekên minasib bi dewamî bi pêş bixin. Gelo çima? Çimkî eger em hay ji xwe nebin, xwestekên xerab dikarin di dilê me de mezin bibin. Piştî binavbûnê jî, belkî tiştên ku gerek em xwe ji wan dûr bigirin, yanî tiştên wek qumar, vexwarina bêsînor yan pornografî, li me xweş bên (Efesî 5:3, 4). Birayekî ciwan wisa dibêje: “Yek ji problemên min ên herî giran ev e ku ez ji mêran hez dikim. Berê, ez difikirîm ku ev xwestek wê derbas bibe, lê îro jî, ev problem hê ba min heye.” Eger xwestekeke xerab pir qewî be, gelo çi dikare alî te bike?

Eger xwestekeke xerab di dilê te de bê meydanê, nefikire ku halê te halekî bêçare ye. Ji bîr neke ku kesên din jî li hemberî eynî xwestekê bi ser ketine (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15. Em ji ku dizanin ku em dikarin li hemberî xwestekên xerab bi ser bikevin? (Li resim binêre.)

15 Gava tu bi xwestekeke xerab û qewî re micadele dikî, ji bîr neke tu ne tenê yî. Kitêba Pîroz dibêje: “Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din” (1. Korîntî 10:13a). Yanî, ceribandinên ku em rastî wan tên, tên serê mirovên din jî. Pawlosê şandî ev gotin ji şagirtên Îsa Mesîh re nivîsandibûn, ên ku li bajarê Korîntê dijiyan. Hin kesan ji wan berê bêexlaqî kiribû û bi zêdeyî alkol vedixwar (1. Korîntî 6:9-11). Piştî ku ew bin av bûn jî, wan bê şik carinan bi xwestekên xerab re micadele dikir, çimkî ew her çi qas meshkirî bûn jî, ew gişt însanên qisûrdar bûn. Ev yek cesaretê dide me, çimkî gava xwestekên me yên xerab hebin, em dikarin emîn bin ku kesên din jî li hemberî xwestekên wisa bi ser ketine. Kitêba Pîroz dibêje: “Di baweriyê de hîmgirtî … bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin” (1. Petrûs 5:9).

16. Gerek em çawa nefikirin, û çima?

16 Nefikire ku tu kes nikare ji tengasiyên te fehm bike, ku halê te halekî bêçare ye û tu nikarî li hemberî xwestekên xerab li ber xwe bidî. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne” (1. Korîntî 10:13b). Loma, xwestekeke xerab pir qewî be jî, em dikarin li hemberî wê bi ser bikevin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin xwe bigirin ku em li gor vê xwesteka xerab hereket nekin.

17. Eger xwestekên xerab di dilê me de çêbin jî, em dikarin çi kontrol bikin?

17 Ji ber ku em mirovên qisûrdar in, dibe ku em nikaribin xwestekên xerab bi temamî bin dest bikin. Lê gava xwestekên wisa di dilê te de derkevin pêş, tu dikarî wan red bikî. Ûsiv jî wisa kiribû. Gava ew ji aliyê jina Potîfar ve hat ceribandin, ew zû ji wê derê revî çû (1. Mûsa 39:12). Belê, gerek xwestekên xerab nebin sebeb ku tu kirinên xerab bikî.

DEV JI XÎRETA XWE BERNEDE

18-19. Her ku em ji bo “nûbûna hişê xwe” xîret dikin, em dikarin ji xwe çi bipirsin?

18 Ji bo “nûbûna hişê” me lazim e ku em bi dewamî xîret bikin ku fikir û hereketên me dilê Yehowa xweş bikin. Loma, fikrên xwe her gav analîz bike û ji xwe bipirse: “Gelo ez bi jiyana xwe nîşan didim ku min fehm kiriye ku dawiya vê sîstemê çi qas nêzîk e? Gelo ez şexsiyeta nû her ku diçe li xwe dikim? Gelo ez îznê didim ku ruhê Yehowa rêberiya jiyana min bike, da ku ez karibim li hemberî xwestekên nefsê li ber xwe bidim?”

19 Gava tu xwe analîz dikî, bala xwe bide pêşveçûna xwe û ji bîr neke ku tu ne kamil î. Eger lazim be ku tu xwe serrast bikî, cesareta xwe winda neke, lê guh bide şîreta ku di Filîpî 3:16 de tê dayîn: “Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin.” Belê, eger tu wisa bikî, bawer be ku Yehowa wê xîreta te bibekeret bike.

KILAM 36 Dilê Xwe Biparêze

a Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku bila ew îznê nedin ku ev dinyaya xerab li ser fikir û kirinên wan tesîr bike. Ev şîret ji bo me jî di cih de ye. Gerek em îznê nedin ku ev dinyaya xerab li ser me bandor bike. Loma, gava em dibînin ku fikrên me ne li gor daxwaza Xwedê ne, gerek em fikrên xwe serrast bikin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin.

b Li meqaleya “Jiyana Min Her ku Diçû Xerabtir Dibû” binêre (The Watchtower, 1 Tîrmeh 2015, rûp. 10-11, bi zimanê Îngilîzî).

c RESIM: Birayekî ciwan difikire ka ew here zanîngehê yan dest bi xizmeta tamrojî bike.