Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

Hezkirina Mesîh Me Dehf Dide

Hezkirina Mesîh Me Dehf Dide

“Hezkirina Mesîh me didehfîne, … da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, … bijîn” (2. KORÎNTÎ 5:14, 15).

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Gava em li ser jiyan û xizmeta Îsa Mesîh difikirin, gelo em çi hîs dikin? (b) Emê di vê meqaleyê de li ser çi xeber bidin?

 GAVA hezkiriyekî me dimire, em gelekî bêriya wî dikin! Di serî de, em ji xeynî êşê tiştekî din hîs nakin. Wexta em li ser rojên berî mirina wî û bi xisûsî ku wî çi qas êş dikişand difikirin, dilê me pir dişewite. Lê bi zeman re, belkî êşa dilê me hinekî siviktir bibe. Dibe ku em bi dilxweşî bînin bîra xwe ku wî çi gotibû yan çi kiribû ku cesaretê bide me, kêfa me bîne yan tiştekî hînî me bike.

2 Bi eynî awayî, gava em di heqê êş û mirina Îsa Mesîh de dixwînin, dilê me xemgîn dibe. Di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, em wexta xwe vediqetînin, da ku em li ser maneya fîdyeyê kûr bifikirin (1. Korîntî 11:24, 25). Lê gava em li ser çi tiştên ku Îsa Mesîh li ser rûyê erdê gotibûn yan kiribûn, difikirin, em şa dibin. Wekî din, gava em bala xwe didin tiştên ku Îsa Mesîh îro dike û tiştên ku ewê di pêşerojê de ji bo me bike, cesareta me zêde dibe. Wek emê di vê meqaleyê de bibînin, fikirîna li ser van mijaran û li ser hezkirina Îsa Mesîh dikare me dehf bide ku em şikirdariya xwe bi çend awayan nîşan bidin.

ŞIKIRDARÎ ME DEHF DIDE KU EM LI SER RÊYA ÎSA MESÎH BIMÎNIN

3. Em ji ber kîjan sebeban ji bo fîdyeyê şikirdar in?

3 Gava em li ser jiyan û mirina Îsa Mesîh difikirin, em pir şikirdar dibin. Li dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê, Îsa Mesîh mirov hîn dikirin ku Padîşahiya Xwedê wê çi qas xêr û bereketan bi xwe re bîne. Em gelek qîmetê didin rastiya di heqê Padîşahiya Xwedê de. Em ji bo fîdyeyê spasdar in, çimkî ew rê vedike ku em bibin dostên Yehowa û Îsa Mesîh. Kesên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin hêvî dikin ku jiyana bêdawî bistînin û hezkiriyên xwe yên mirî dîsa bibînin (Yûhenna 5:28, 29; Romayî 6:23). Me tu tiştek nekiriye ku em van bereketan heq bikin, û em nikarin heqê wan li Xwedê û Îsa Mesîh vegerînin (Romayî 5:8, 20, 21). Lê em dikarin şikirdariya xwe ji wan re nîşan bidin. Gelo bi çi awayî?

Mîsala Meryema Mejdelanî çawa alî me dike ku em şikirdariya xwe nîşan bidin? (Li paragrafên 4 û 5an binêre)

4. Meryema Mejdelanî şikirdariya xwe ji Îsa Mesîh re çawa nîşan da? (Li resim binêre.)

4 Ka em bala xwe bidin mîsala jinikeke Cihû ya bi navê Meryema Mejdelanî. Ji ber ku ew bi heft cinan ketibû, halê wê pir xerab bû. Ew difikirî ku derdê wê derdekî bêderman e. Îcar xeyal bike ku ew çi qas şikirdar bû ku Îsa Mesîh ew ji bin tesîra cinan xelas kir! Ji ber ku ew şikirdaribû, wê xwest ku bibe şagirteke Îsa Mesîh û bi wext, qewet û malê xwe destekê bide xizmeta wî (Lûqa 8:1-3). Meryem jixwe ji bo gelek tiştan ji Îsa Mesîh re şikirdar bû. Lê belê, dibe ku wê rind fehm nedikir ku Îsa Mesîh wê jiyana xwe ji bo hemû mirovan bide, da ku “her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16). Meryemê şikirdariya xwe bi vê yekê nîşan da ku ew ji Îsa Mesîh re dilsoz ma. Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê êş dikişand, Meryem nêzîkî wî disekinî, çimkî wê xema Îsa dixwar û dixwest teseliyê bide wî û kesên ku li wir bûn (Yûhenna 19:25). Piştî mirina Îsa Mesîh, Meryemê û du jinên din giyayên bêhnxweş ji bo defnkirina wî anîn ser tirbê (Marqos 16:1, 2). Meryemê ji ber dilsoziya xwe xelateke mezin stand. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, Meryemê ew dît û pê re sohbet kir. Ev îmtiyaz neketibû destê gelek şagirtan (Yûhenna 20:11-18).

5. Em çawa dikarin şikirdariya xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re nîşan bidin?

5 Em jî dikarin şikirdariya xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re nîşan bidin û bi wext, qewet û pereyê xwe piştgiriya îşê Padîşahiya Xwedê bikin. Mesela, em dikarin destekê bidin karê avakirin û tamîrkirina avahiyên ji bo îbadeta Yehowa.

HEZKIRINA YEHOWA Û ÎSA MESÎH ME DEHF DIDE KU EM JI KESÊN DIN HEZ BIKIN

6. Çima em dikarin bibêjin ku fîdye hediyeyeke şexsî ya ji bo her kesî ye?

6 Yehowa û Îsa Mesîh ji me pir hez dikin. Hezkirina wan me teşwîq dike ku em jî ji wan hez bikin (1. Yûhenna 4:10, 19). Eger em baş fehm bikin ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo me şexsî daye, emê ji wan hê jî zêdetir hez bikin. Ev hezkirin di dilê Pawlosê şandî de jî hebû, û wî şikirdariya xwe wisa anî zimên: “Kurê Xwedê … ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir” (Galatî 2:20). Li ser esasê fîdyeyê, Yehowa me ber bi xwe ve dikişîne, da ku em karibin dostên wî bin (Yûhenna 6:44). Belê, Yehowa tiştekî qenc di te de dîtiye û qîmeta herî mezin daye, da ku tu bibî dostê wî. Ma ev yek te dehf nade ku tu ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hê jî zêdetir hez bikî? Wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo ev hezkirin min dehf dide ku ez tiştekî bikim?”

Ji ber ku em ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh hez dikin, em ji her kesî re behsa mizgîna Padîşahiya Xwedê dikin (Li paragrafa 7an binêre)

7. Wek di resim de tê dîtin, em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez dikin? (2. Korîntî 5:14, 15; 6:1, 2)

7 Hezkirina me ya ji Xwedê û Îsa Mesîh me dehf dide ku em ji kesên din jî hez bikin (2. Korîntî 5:14, 15; 6:1, 2 bixwîne). Mesela, gava em xebera xêrê bi dil û can belav dikin, em hezkirina xwe nîşan didin. Em mizgînê didin her kesî. Mirovek ji çi miletî be, bi çi zimanî xeber bide, feqîr, zengîn, xwendî yan nexwendî be, di çavê me de ew gişt yek in. Bi vî awayî, em li gor daxwaza Xwedê hereket dikin. “Ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîmotêyos 2:4).

8. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji xwişk û birayên xwe hez dikin?

8 Kesê ku hezkirina xwe ji xwişk û birayan re nîşan dide îsbat dike ku ew ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh hez dike (1. Yûhenna 4:21). Em ji dil bi xwişk û birayan re eleqedar dibin, û gava ew tengasiyan dikişînin, em piştgiriya wan dikin. Gava hezkiriyekî wan dimire, em diçin serxweşiya wan û teseliyê didin wan. Gava ew nexweş dikevin, em diçin ziyareta wan. Û gava dilê wan teng dibe, çi ji destê me tê em dikin ku dilê wan xweş bikin (2. Korîntî 1:3-7; 1. Selanîkî 5:11, 14). Em tim û daîm ji bo wan dua dikin, çimkî em dizanin ku “duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e” (Aqûb 5:16).

9. Wekî din, em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji xwişk û birayên xwe hez dikin?

9 Eger em pir xîret bikin ku bi xwişk û birayan re di aştiyê de bin, emê wisa îsbat bikin ku em bi rastî ji wan hez dikin. Em xîret dikin ku wek Yehowa Xwedê kesên din efû bikin. Yehowa hişt ku Kurê wî di ber gunehên me de bimire. Loma, eger kesekî li hemberî me guneh kiribe, gerek em jî hazir bin ku wî ji dil efû bikin. Em naxwazin bişibin wî xulamê xerab, ê ku Îsa Mesîh di çîrokeke xwe de behsa wî kiribû. Piştî ku axayê wî deynê wî yê mezin jê re bexşandibû, wî xulamî nexwest deynekî biçûk ê xulamekî din jê re bibexşanda (Metta 18:23-35). Eger di navbera te û xwişk yan birayekî de problemek derketibe, gelo tu dikarî gava pêşîn bavêjî, da ku hûn berî Bîranînê dîsa li hev werin? (Metta 5:23, 24). Kesên ku wisa dikin nîşan didin ku ew ji dil ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez dikin.

10-11. Rîspî çawa dikarin nîşan bidin ku ew ji Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh hez dikin? (1. Petrûs 5:1, 2)

10 Gelo rîspî çawa dikarin nîşan bidin ku ew ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh hez dikin? Rîspî gerek xema miyên Îsa Mesîh bixwin û li wan xwedî derkevin (1. Petrûs 5:1, 2 bixwîne). Îsa Mesîh maneya vê yekê ji Petrûsê şandî re zelal kir. Piştî ku Petrûs Îsa Mesîh sê caran red kiribû, wî gelek dixwest îsbat bike ku ew ji Îsa Mesîh hez dike. Piştî rabûna xwe ya ji mirinê, Îsa Mesîh ji Petrûs pirsî: “Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?” Em dikarin emîn bin ku Petrûs her tişt kiriye ku hezkirina xwe ji Efendiyê xwe re îsbat bike. Îsa Mesîh ji Petrûs re got: “Şivantiya miyên min bike” (Yûhenna 21:15-17). Û heta dawiya emrê xwe, Petrûs bi dil û can xema miyên Efendiyê xwe dixwar û wisa îsbat kir ku ew ji Îsa Mesîh hez dike.

11 Rîspîno, di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, gelo hûn çawa dikarin îsbat bikin ku ev gotinên ku Îsa Mesîh ji Petrûs re gotibûn, ji bo we jî pir muhîm in? Hûn dikarin wek şivanên dilovan tim dilê xwişk û birayan ava bikin. Bi xisûsî alî kesên ku dilê wan ji rastiyê sar bûye bikin ku ew li Yehowa vegerin (Hêzekîêl 34:11, 12). Bi vî awayî, hûn dikarin nîşan bidin ku hûn ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez dikin. Wekî din, hûn dikarin bi xwendekarên Kitêba Pîroz û kesên ku tên Bîranînê re eleqedar bibin. Em dixwazin bi dilgermî bixêrhatina wan bikin, çimkî em bihêvî ne ku ew jî rojekê bibin şagirtên Îsa Mesîh.

HEZKIRINA MESÎH ME DEHF DIDE KU EM DILXURT BIN

12. Gotinên ku Îsa Mesîh di şeva berî mirina xwe de gotibûn çima dilê me xurt dikin? (Yûhenna 16:32, 33)

12 Di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim” (Yûhenna 16:32, 33 bixwîne). Gelo çi alî Îsa Mesîh dikir ku ew bi dilxurtî li hemberî dijminên xwe bisekine û heta dawiya emrê xwe dilsoz bimîne? Wî xwe dispart Yehowa. Îsa Mesîh dizanibû ku tengasiyên ku hatibûn serê wî wê bên serê şagirtên wî jî. Ji ber vê yekê, wî ji Yehowa lava kir ku ew wan biparêze (Yûhenna 17:11). Ev yek çima dilê me xurt dike? Çimkî Yehowa ji hemû dijminên me qewîtir e (1. Yûhenna 4:4). Yehowa Xwedê her tiştî dibîne. Eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em ji heqê tirs û xofa xwe werin der û dilxurt bin.

13. Ûsivê Arîmetyayî dilxurtiya xwe çawa nîşan da?

13 Werin em bala xwe bidin mîsala Ûsivê Arîmetyayî. Ew di nav xelkê xwe de yekî qedirgiran bû. Ew endamekî civîna giregiran, yanî mehkemeya herî bilind a Cihûyan bû. Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, Ûsiv yekî newêrek bû. Wek Yûhenna di heqê wî de gotibû, ew “şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe eşkere nekiribû” (Yûhenna 19:38). Ûsiv her çi qas dixwest mizgîna Padîşahiyê nas bike jî, wî baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh li ber kesên din eşkere nedikir. Bê şik Ûsiv ditirsiya ku nav û qedrê xwe di nav miletê xwe de winda bike. Lê belê, wek Kitêba Pîroz dibêje, Ûsiv piştî mirina Îsa Mesîh “wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest” (Marqos 15:42, 43). Ji wê demê û pê ve, Ûsiv venedişart ku ew şagirtekî Îsa Mesîh e.

14. Eger tu ji mirovên li derdora xwe ditirsî, tu dikarî çi bikî?

14 Gelo tu jî wek Ûsiv carinan ji mirovên li derdora xwe ditirsî? Li mektebê yan li cihê kar, gelo tu carinan fedî dikî bibêjî ku tu Şahidê Yehowa yî? Gelo tu şerm dikî ku dest bi belavkirina xebera xêrê bikî yan bin av bibî, ji ber ku tu ditirsî ka kesên din wê li ser te çi bibêjin? Îznê nede ku hîs û fikrên wisa bibin sebeb ku tu li gor baweriya xwe hereket nekî. Ji dil ji Yehowa re dua bike. Ji wî bixwaze ku ew dilê te xurt bike, da ku tu karibî li gor daxwaza wî hereket bikî. Gava tu bibînî ku Yehowa qewetê dide te, dilê te wê qewîtir bibe (Îşaya 41:10, 13).

KÊFXWEŞÎ ME DEHF DIDE KU EM DEV JI XIZMETA YEHOWA BERNEDIN

15. Piştî ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re xuya bû, wan bi kêfxweşî çi kir? (Lûqa 24:52, 53)

15 Piştî mirina Îsa Mesîh, şagirtên wî pir xemgîn bûn. Ka halê wan bîne ber çavê xwe. Ne ku wan tenê dostekî ezîz winda kir, wan wisa hîs dikir ku tu dibêjî qey ew bê hêvî mabûn (Lûqa 24:17-21). Lê gava Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re xuya bû, wî ji wan re şîrove kir ku gotinên Kitêba Pîroz di şexsê wî de çawa hatin cih. Wekî din, Îsa Mesîh wezîfeyeke muhîm da wan (Lûqa 24:26, 27, 45-48). Piştî 40 rojî, Îsa Mesîh hilkişiya ezmanan. Wê çaxê xemgîniya şagirtên wî derbas bû û dilxweşî ket dilê wan. Ew gelek kêfxweş bûn, çimkî wan dizanibû ku Efendiyê wan sax e û ewê alî wan bike ku ew wezîfeya xwe ya nû bînin cih. Kêfxweşiya wan ew dehf didan ku ew dev ji pesndayîna Yehowa bernedin (Lûqa 24:52, 53 bixwîne; Karên Şandiyan 5:42).

16. Em ji mîsala şagirtên Îsa Mesîh çi hîn dibin?

16 Em dikarin ji mîsala şagirtên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Em dikarin ji îbadeta Yehowa kêfê bistînin, ne tenê di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, lê di temamiya salê de. Ji bo vê yekê, gerek em îşên Padîşahiya Xwedê di jiyana xwe de bixin cihê pêşîn. Mesela, gelek kesan îşên xwe wisa eyar kirine ku ew karibin xebera xêrê belav bikin, herin civînan û îbadeta malbatê tim derbas bikin. Hinek xwişk û birayên me jî hin tiştên madî, yên ku bi dîtina gelek kesan bi eslê xwe ji bo jiyanê lazim in, feda kirine. Bi vî awayî, ew dikarin zêdetir destekê bidin civata xwe yan herin cihekî ku li wir mizgînvan lazim in. Wekî din, ji bo ku em karibin bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bikin, gerek em sebir bikin. Lê belê, Yehowa soz daye ku eger em îşên Padîşahiya wî di jiyana xwe bixin cihê pêşîn, ewê me gelekî bibereket bike (Methelokên Silêman 10:22; Metta 6:32, 33).

Di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, li ser vê yekê kûr bifikire ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo te şexsî çi kiriye (Li paragrafa 17an binêre)

17. Te ji bo heftiyên berî û piştî Bîranînê kîjan hedef ji xwe re daniye? (Li resim binêre.)

17 Em li hêviya wê rojê ne ku di Sêşema 4ê Nîsanê de Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz bikin. Lê wê baş be ku em ji niha ve jiyan û mirina Îsa Mesîh, û hezkirina ku wî û Yehowa ji me re nîşan daye, bînin bîra xwe. Di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, ji bo vê yekê her fersendê bi kar bîne. Mesela, dema xwe wisa eyar bike ku tu li ser qewimandinên di heftiya dawîn a jiyana Îsa Mesîh de kûr bifikirî (li bernameya mwb19.4, rûp. 4 binêre). Dema tu ayetên li ser jiyana Îsa Mesîh dixwînî, bala xwe bide ayetên ku şikirdariya te, hezkirina te, dilxurtiya te û kêfxweşiya te zêde dikin. Paşê bifikire ka tu çawa dikarî şikirdariya xwe ji dil nîşan bidî. Tu dikarî emîn bî ku Îsa Mesîh qîmetê dide her tiştê ku tu di dema Bîranînê de dikî, da ku tu wî bînî bîra xwe (Peyxam 2:19).

KILAM 17 “Dixwazim”

a Di heftiyên berî û piştî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de, gerek em li ser jiyan û mirina wî û li ser hezkirina ku wî û Bavê wî ji me re nîşan daye, kûr bifikirin. Ev yek dikare me teşwîq bike ku em şikirdariya xwe ji Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh re nîşan bidin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo fîdyeyê şikirdar in û ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez dikin. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin ji xwişk û birayan hez bikin, dilxurt bin û ji xizmeta xwe kêfê bistînin.