Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4

Yehowa Xîreta Me ya ji bo Derbaskirina Bîranînê Bibereket Dike

Yehowa Xîreta Me ya ji bo Derbaskirina Bîranînê Bibereket Dike

“Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

KILAM 19 Şîva Xudan

PÊŞGOTIN a

1-2. Em çima her sal diçin Bîranînê?

 WEKE 2.000 sal berê, Îsa Mesîh ji bo xêra me canê xwe feda kir û bi vî awayî rêya jiyana herheyî ji bo me vekir. Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa bi nan û şerabê qurbanbûna wî bînin bîra xwe (1. Korîntî 11:23-26).

2 Em guh didin vî emrê Îsa Mesîh ji ber ku em ji wî gelek hez dikin (Yûhenna 14:15). Her sal li dema Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em dixwazin şikirdariya xwe nîşan bidin. Loma, em dua dikin û li ser maneya qurbanbûna wî kûr difikirin. Wekî din, em çi ji destê me tê dikin ku her kesî ji bo vê civîna xisûsî dawet bikin. Helbet, emê îznê nedin ku tiştek rêya me bigire û bibe sebeb ku em neçin Bîranînê.

3. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?

3 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku xizmetkarên Yehowa çawa xîret dikin ku (1) Bîranînê li gor rêberiya Îsa Mesîh pîroz bikin, (2) mirovan dawetî Bîranînê bikin û (3) li gel tengasiyên xwe jî Bîranînê pîroz bikin.

EM BÎRANÎNÊ LI GOR RÊBERIYA ÎSA MESÎH PÎROZ DIKIN

4. Her sal di dema Bîranînê de, em cewabên kîjan pirsan distînin, û gerek em çima gelek qîmetê bidin van rastiyên Kitêba Pîroz? (Lûqa 22:19, 20)

4 Her sal di dema Bîranînê de, em guh didin gotareke ku li ser esasê Kitêba Pîroz tê pêşkêşkirin û bi zelalî cewabên çend pirsên muhîm dide. Em hîn dibin ku mirov çima hewceyî fîdyeyê ne û mirina yek zilamî çawa dikare heqê gunehên gelekan bide. Ev gotar tîne bîra me ku maneya nan û şerabê çi ye û gerek kî ji wan bixwe û vexwe (Lûqa 22:19, 20 bixwîne). Û em li ser bereketên ji bo kesên ku wê heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn, kûr difikirin (Îşaya 35:5, 6; 65:17, 21-23). Gerek em gelek qîmetê bidin van rastiyên Kitêba Pîroz. Bi milyaran însan van rastiyan fehm nakin û nizanin ku fîdyeya Îsa Mesîh çi qas giranbiha ye. Wekî din, ew Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li gor rêberiya wî pîroz nakin. Gelo çima?

5. Piştî mirina piraniya şandiyên Îsa Mesîh çi qewimî?

5 Piştî ku piraniya şandiyên Îsa Mesîh miribûn, Mesîhiyên sexte ketin nav civatê (Metta 13:24-27, 37-39). Wan ‘tiştên xwarûvîç digotin, da ku şagirtan li pey xwe bibin’ (Karên Şandiyan 20:29, 30). Mesela, wan Mesîhiyên sexte digot ku ji bo efûkirina gunehên mirovan ne bes e ku bedena Îsa Mesîh “carekê hat pêşkêşkirin” (Îbranî 9:27, 28). Wan digot ku gerek qurbanbûna wî her tim bê dubarekirin. Îro jî, gelek mirov baweriya xwe bi vê hîndariya sexte tînin. Ew her hefte – yan jî her roj – li dêrê li hev top dibin ku qurbanbûna Îsa Mesîh pîroz bikin. b Li hin dêrên din, mirina Îsa Mesîh kêmtir tê pîrozkirin, lê piraniya wan maneya fîdyeya Îsa Mesîh bi zelalî fehm nakin. Belkî hin kes ji xwe dipirsin: “Gelo mirina Îsa Mesîh bi rastî tê maneya ku gunehên min dikarin bên efûkirin?” Gelo ew çima vêya meraq dikin? Yek ji sebeban ev e ku ew di bin tesîra kesên dudilî de ne, yên ku baweriya xwe bi qurbanbûna Îsa Mesîh naynin. Gelo şagirtên Îsa yên rastîn çawa alî mirovan dikin ku ew maneya Bîranînê fehm bikin û bi awayekî rast pîroz bikin?

6. Di sala 1872yan de, komeke lêkolînerên Kitêba Pîroz çi fehm kir?

6 Di sala 1870yî de, komeke lêkolînerên Kitêba Pîroz di bin rêberiya Charles Russell de dest bi lêkolîneke hûr û kûr a Nivîsarên Pîroz kir. Wan dixwest fehm bikin ku maneya qîmeta qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî çi ye û gerek mirina wî çawa bê pîrozkirin. Di sala 1872yan de, bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz wan fehm kir ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo hemû însanan wek fîdye daye. Wan ev rastî venedişart, lê bi destê kitêb, rojname û kovaran belav dikir. Û piştî demeke kin, wek şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn, wan dest pê kir ku Bîranînê her sal tenê carekê pîroz bikin.

7. Em ji keda wan lêkolînerên Kitêba Pîroz çi feydeyê distînin?

7 Heta îro jî, em ji lêkolîna wan zilamên dilsoz feydeyeke pir mezin distînin. Yehowa çavê me vekiriye ku em maneya qurbanbûna Îsa Mesîh baştir fehm bikin û bizanin ku feydeya wê ji bo me çi ye (1. Yûhenna 2:1, 2). Wekî din, me fehm kiriye ku Kitêba Pîroz ji bo mirovên dilsoz behsa du hêviyan dike – hin kes wê bê dawî li ezmanan bijîn û bi milyonan mirovên din jî wê heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn. Gava ku em li ser vê yekê difikirin ku Yehowa çi qas ji me hez dike û ku feydeya qurbanbûna Îsa Mesîh ji bo me çi ye, em nêzîktirî Yehowa dibin (1. Petrûs 3:18; 1. Yûhenna 4:9). Wek xwişk û birayên me yên dilsoz ên berê, em jî kesên din dawet dikin ku bi me re Bîranînê pîroz bikin, çawa ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re emir dabû.

EM MIROVAN DAWETÎ BÎRANÎNÊ DIKIN

Tu çawa dikarî di wexta belavkirina dawetnameya Bîranînê de zêdetir xizmet bikî? (Li paragrafên 8 heta 10an binêre) e

8. Gelo xizmetkarên Yehowa çi kirine ku mirovan gazî Bîranînê bikin? (Li resim binêre.)

8 Bi gelek salan, xizmetkarên Yehowa mirovan dawetî Bîranînê dikin. Di sala 1881ê de, xwişk û birayên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo civîneke xisûsî hatin dawetkirin mala birayekî li bajarê Allegheny’yê (Pennsylvania). Dû re, her civatekê Bîranîn xwe bi xwe derbas dikir. Di meha Gulanê ya sala 1940î de, ji mizgînvanan re hat gotin ku ew dikarin kesên eleqedar jî dawet bikin. Di sala 1960î de, Beytelê dest bi weşandina dawetnameyan kir û ji bo belavkirinê ji civatan re şand. Ji wê demê û pê ve, bi milyaran dawetnameyên Bîranînê hatin belavkirin. Gelo em çima ew qas wext û qeweta xwe xerc dikin ku kesên din dawet bikin?

9-10. Em kê ji bo Bîranînê dawet dikin? (Yûhenna 3:16)

9 Daxwaza me ev e ku kesên ku cara pêşîn tên Bîranînê bielimin ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me çi kiriye (Yûhenna 3:16 bixwîne). Em hêvî dikin ku tiştên ku ew dibînin û dibihîzin li ser dilê wan tesîr bike ku ew bixwazin zêdetir bielimin û bibin xizmetkarên Yehowa.

10 Wekî din, em kesên ku êdî ji Yehowa re xizmetê nakin gazî Bîranînê dikin. Ev yek tîne bîra wan ku Yehowa hê jî ji wan hez dike. Gelek ji wan tên Bîranînê, û em bi hatina wan gelek kêfxweş dibin. Bîranîn tîne bîra wan ku gava wan ji Yehowa re xizmet dikir, jiyana wan çi qas xweş bû. Ka werin em bala xwe bidin serpêhatiya xwişka me Monicayê. c Wê li dema pandemiya COVID-19 dîsa dest bi xizmetê kir. Piştî Bîranîna sala 2021ê, wê wisa got: “Vê Bîranînê pir dilê min girt. Piştî 20 salan min dîsa dest bi xizmetê kir û mirov dawetî Bîranînê dikirin. Min ev yek bi dil û can dikir, çimkî ez ji bo tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo min kirine pir spasdar bûm” (Zebûr 103:1-4). Mirov vê dawetnameyê qebûl bikin yan na, em çi ji destê me tê dikin ku mirovan gazî Bîranînê bikin. Ya herî muhîm ew e ku Yehowa qîmetê dide xîreta me.

11. Yehowa çawa xîreta me bibereket kiriye? (Hagay 2:7)

11 Yehowa xîreta me ku me kesên din ji bo Bîranînê dawet kirin, bibereket kiriye. Di sala 2021ê de, li gel qedexeyên ku seba pandemiya COVID-19 hebûn, 21.367.603 kes li Bîranînê hazir bûn. Ev hejmar di tarîxê de ya herî bilind bû û weke du car û nîvan ji hejmara Şahidên Yehowa zêdetir e! Helbet Yehowa bala xwe nade hejmara mirovan, lê ew bala xwe dide her kesê ku li Bîranînê hazir dibe (Lûqa 15:7; 1. Tîmotêyos 2:3, 4). Em emîn in ku gava em mirovan dawet dikin, Yehowa alî me dike ku em kesên dilpak bibînin (Hagay 2:7 bixwîne).

EM LI GEL TENGASIYÊN XWE JÎ BÎRANÎNÊ PÎROZ DIKIN

Yehowa xîreta me ya ji bo derbaskirina Bîranînê bibereket dike (Li paragrafa 12an binêre) f

12. Çi tengasî dikarin rêya me bigirin, da ku em Bîranînê derbas nekin? (Li resim binêre.)

12 Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku li rojên dawîn, emê rastî cure cure tengasiyan bên – muxalefeta ji aliyê malbatê ve, zilm, şer, nexweşiyên giran û gelek tiştên din (Metta 10:36; Marqos 13:9; Lûqa 21:10, 11). Carinan, ji ber van sebeban belkî li me zor bê ku em Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbas bikin. Gelo xwişk û birayên me çawa serî bi van tengasiyan re derxistiye, û Yehowa çawa alî wan kiriye?

13. Yehowa çawa cesaret û xîreta Artyom bibereket kir?

13 Hebskirin. Xwişk û birayên me, yên ku seba baweriya xwe di hebsê de ne, çi ji destê wan tê dikin ku Bîranînê derbas bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya birayê me Artyom. Li dema Bîranîna sala 2020î, birayê me bi çar kesên din re di hucreyeke biçûk de bû. Dîsa jî, wî sembolên ji bo Bîranînê û gotara Bîranînê ji bo xwe hazir kirin. Lê kesên ku di hucreya wî de bûn, cixare dikişandin û peyvên xerab digotin. Gelo Artyom çi kir? Wî ji wan rica kir ku ew li dema Bîranînê tenê ji bo saetekê dev ji kişandina cixareyê û gotina peyvên xerab berdin. Artyom ecêbmayî ma ku wan ev yek qebûl kir. Ew dibêje: “Min ji wan pirsî: ‘Gelo hûn dixwazin hin tiştan li ser Bîranînê bizanibin?’” Serê pêşîn wan nedixwest, lê piştî ku wan dît ku Artyom çawa Bîranîn derbas kir, wan gelek pirs jê pirsîn.

14. Li gel pandemiya COVID-19, çi hat kirin ku Bîranîn bê pîrozkirin?

14 Pandemiya COVID-19. Piştî ku pandemiya koronavîrûsê dest pê kir, Şahidên Yehowa nikaribû ji bo Bîranînê rû bi rû li hev top bibin. Lê dîsa jî vê yekê qet rêya wan negirt ku ew Bîranînê pîroz bikin. d Piraniya civatan Bîranîn bi destê Înternetê derbas kir. Lê belê, ji bo kesên ku Înterneta wan tune bû çi hat kirin? Li hin welatan, birayên me Gotara Bîranînê bi navgîniya televîzyon yan radyoyê pêşkêş dikir. Ji xeynî vê, ev gotar bi zêdetirî 500 zimanî hat qeydkirin. Birayên me yên delal ev qeyd şandin cihên dûr, da ku xwişk û birayên me jî karibin Bîranînê derbas bikin.

15. Mîsala Sue’yê çi nîşanî te dide?

15 Muxalefeta ji aliyê malbatê ve. Ji bo hin kesên ku dixwazin Bîranînê pîroz bikin, tengasiya herî mezin muxalefeta ji aliyê malbata wan ve ye. Serpêhatiya xwendekareke bi navê Sue bîne ber çavê xwe. Di sala 2021ê de, rojek berî Bîranînê, Sue’yê ji xwişka ku kursa Kitêba Pîroz pê re derbas dikir re got ku seba muxalefeta ji aliyê malbata wê ve ewê nikaribe li Bîranînê hazir be. Vê xwişkê jê re Lûqa 22:44 xwend. Paşê, wê ji Sue’yê re got ku gava em rastî tengasiyan tên gerek em çav bidin Îsa Mesîh, ji Yehowa re dua bikin û baweriya xwe bi wî bînin. Roja din, Sue’yê ji xwe re sembolên ji bo Bîranînê hazir kirin û li ser jw.org li bernameya xisûsî ya Îbadeta Sibehê temaşe kir. Êvarê, gava ew bi tenê di odeya xwe de bû, wê bi destê telefonê guhdariya Bîranînê kir. Dû re, wê ji mamosteya xwe re nivîsî: “Te duh dilê min pir xurt kir. Her tiştê ku ji destê min hat min kir ku ez li Bîranînê hazir bim û Yehowa bi rastî jî alîkariya min kir. Ez nizanim çawa kêfxweşî û spasdariya xwe bînim zimên.” Dema ku tu rastî tiştekî wisa têyî, gelo tu bawer dikî ku Yehowa wê alî te jî bike?

16. Çima em dikarin emîn bin ku Yehowa wê xîreta me ku em herin Bîranînê, bibereket bike? (Romayî 8:31, 32)

16 Yehowa qîmetê dide xîreta me ku em Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz dikin. Eger em şikirdariya xwe ji bo tiştên ku Yehowa ji bo me kirine nîşan bidin, ewê me bibereket bike (Romayî 8:31, 32 bixwîne). Çi dibe bila bibe, em dixwazin îsal jî li Bîranînê hazir bin. Bi ser de jî, em dixwazin di hefteyên berî û piştî Bîranînê de xizmeta xwe zêde bikin.

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

a Di Sêşema 4ê Nîsana 2023yan de, bi milyonan mirovên li seranserê dinyayê wê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz bikin. Gelek kes wê cara pêşîn bên Bîranînê. Wekî din, gelek xwişk û birayên ku bi gelek salan dev ji xizmetê berdaye wê dîsa bi me re bicivin. Hin kes her çi qas tengasiyên wan hebin jî wê werin Bîranînê. Tu di çi halî de bî jî, bawer be ku eger tu xîret bikî ku li civînê hazir bî, dilê Yehowa wê gelek şa bibe.

b Li gor nêrîna wan li dema vê eydê nan û şerab dibin beden û xwîna Îsa Mesîh. Ew bawer dikin ku gava ew beşdarî vê eydê dibin, beden û xwîna Îsa Mesîh her gav tên qurbankirin.

c Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.

d Li malpera jw.org, li meqaleyên bi navê “2021 Memorial Commemoration” binêre (bi zimanê Îngilîzî).

e RESIM: Ji sala 1960î û vir ve, dawetnameya Bîranînê hê zêdetir bala mirovan dikişîne. Îro, ev dawetname hem bi formata çapkirî hem jî bi elektronîk heye.

f RESIM: Temsîl – Xwişk û bira di wexta tevliheviya hundirîn de Bîranînê derbas dikin.