Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

Gelo Zarokên We wê Bibin Xizmetkarên Xwedê?

Gelo Zarokên We wê Bibin Xizmetkarên Xwedê?

“Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû” (LÛQA 2:52).

KILAM 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1. Qerara herî baş çi ye?

QERARÊN dê û bav dikarin ji bo wexteke dirêj li ser zarokên wan tesîr bikin. Eger dê û bav qerarên xerab bidin, ev yek dikare bibe sebeba problemên mezin. Lê eger ew qerarên baş bidin, ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku jiyana wan xweş be. Helbet lazim e ku zarok jî qerarên baş bidin. Em hêvîdar in ku ew qerarê bidin ku ewê ji Yehowa re xizmet bikin. Qerara herî baş, ev e! (Zeb. 73:28).

2. Îsa û dê û bavê wî çi qerarên baş didan?

2 Dê û bavê Îsa dixwest alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa re xizmet bikin, û qerarên wan nîşan dida ku armanca wan a sereke ev bû (Lûqa 2:40, 41, 52). Îsa jî qerarên baş didan, ên ku alî wî dikir ku ew daxwaza Yehowa bîne cih (Met. 4:1-10). Îsa bû zilamekî dilovan, dilsoz û cesûr. Ma her dê û bav naxwaze ku zarokê wan însanekî wisa be?

3. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin: Yehowa di heqê Îsa de çi qerarên baş dan? Dê û bav dikarin ji qerarên dê û bavê Îsa çi hîn bibin? Ciwan dikarin ji qerarên Îsa çi hîn bibin?

DÊ Û BAVNO – JI YEHOWA HÎN BIBIN

4. Yehowa di heqê Kurê xwe de kîjan qerara muhîm da?

4 Yehowa ji bo Îsa dê û bavekî gelek baş hilbijartin (Met. 1:18-23; Lûqa 1:26-38). Gotinên Meryemê, yên ku li Kitêba Pîroz hatine qeyd kirin, nîşan didin ku wê ji Yehowa û ji Peyva wî çi qas hez dikir (Lûqa 1:46-55). Wekî din, ev yek ku Ûsiv rêberiya Yehowa çawa qebûl kir, nîşanî me dide ku wî ji Xwedê ditirsiya û dixwest dilê wî şa bike (Met. 1:24).

5-6. Yehowa Kurê xwe ji kîjan probleman nediparast?

5 Yehowa ji bo Îsa dê û bavekî dewlemend hilnebijartin. Qurbana ku Ûsiv û Meryemê piştî bûyîna Îsa pêşkêş kir nîşan dide ku ew feqîr bûn (Lûqa 2:24). Li Nisretê, Ûsiv îşê xeratiyê dikir. Cihê ku wî îşê xwe dikir belkî nêzikî malê bû. Eşkere ye ku wan jiyaneke sade diajot, çimkî herî kêm 7 zarokên wan hebûn (Met. 13:55, 56).

6 Yehowa Kurê xwe Îsa ji hin talûkeyan dûr dixist, lê wî ew ji hemû probleman nediparast (Met. 2:13-15). Mesela, hin merivên Îsa baweriya xwe bi wî nedianî. Bîne ber çavê xwe ku Îsa çi qas xemgîn dibû ji ber ku di serî de, hin ferdên malbata wî ew wek Mesîh qebûl nedikir (Mar. 3:21; Yûh. 7:5). Bi îhtimaleke mezin, Ûsiv zû mir. Loma, belkî lazim bû ku kurê mezin, yanî Îsa, îşê bavê xwe berdewam bikira (Mar. 6:3). Gava Îsa mezin dibû, wî bi îhtimaleke mezin debara malbata xwe dikir, loma wî rind dizanibû ku berê êvarê, mirov çi qas westiyayî dibe.

Dê û bavno – zarokên xwe ji bo jiyanê hazir bikin û rêyî wan bidin ku ew çawa dikarin ji Peyva Xwedê rêberiyê bistînin (Li paragrafa 7an binêre) *

7. (a) Wê baş be ku jin û mêr ji xwe çi bipirsin? (b) Gotinên Methelokên Silêman 2:1-6 çawa dikarin alî dê û bavan bikin ku ew zarokên xwe perwerde bikin?

7 Berî ku jin û mêrek zarokan bînin dinyayê, wê baş be ku ew ji xwe wisa bipirsin: “Gelo Yehowa me wek mirovên dilnizm û bawermend dibîne, yên ku hazir in ku zarokekî mezin bikin?” (Zeb. 127:3, 4). Eger zarokên we hene, ji xwe bipirsin: “Gelo em rêyî zarokên xwe didin ku karkirin tiştekî muhîm e?” (Waiz 3:12, 13). “Gelo em çi ji destê me tê dikin ku zarokên xwe ji xerabiya dinyayê biparêzin?” (Mtl. 22:3). Hûn helbet nikarin zarokên xwe ji hemû problemên jiyanê biparêzin. Ev yek ne mumkin e. Lê belê, hûn dikarin wan hêdî hêdî ji bo jiyanê hazir bikin û rêyî wan bidin ku ew çawa dikarin ji Peyva Xwedê rêberiyê bistînin (Methelokên Silêman 2:1-6 bixwîne). Mesela, eger merivekî we ji riya rastiyê derkeve, rêyî zarokên xwe bidin ku li gor Kitêba Pîroz, çima muhîm e ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin (Zeb. 31:23). Yan jî, eger hezkiriyekî we bimire, rêyî zarokên xwe bidin ku Peyva Xwedê çawa dikare wan teselî bike (2. Kor. 1:3, 4; 2. Tîm. 3:16).

DÊ Û BAVNO – JI ÛSIV Û MERYEMÊ HÎN BIBIN

8. Ûsiv û Meryemê çawa guh dida rêberiya ji 5. Mûsa 6:6, 7?

8 Ûsiv û Meryemê alî Îsa dikir ku ew dilê Xwedê şa bike. Wan guh dida rêberiya Yehowa ya ji bo dê û bavan (5. Mûsa 6:6, 7 bixwîne). Belê, wan ji Yehowa pir hez dikir, û wan dixwest alî zarokên xwe bikin ku ew jî ji Yehowa hez bikin.

9. Ûsiv û Meryemê kîjan qerarên muhîm dan?

9 Ûsiv û Meryemê her tim tevî zarokên xwe îbadet dikir. Ew bê guman her hefte diçûn civînên li kenîşteya Nisretê û her sal ji bo Cejna Derbasbûnê diçûn Orşelîmê (Lûqa 2:41; 4:16). Gava ew diçûn Orşelîmê, wan belkî ji Îsa û xwişk û birayên wî re behsa tarîx û serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa dikir. Li ser rê, ew belkî bi hev re diçûn cihên ku Nivîsarên Pîroz behsa wan dike. Gava malbat her ku diçû mezintir dibû, ji bo Ûsiv û Meryemê ne hêsan bû ku faeliyetên ruhî bi awayekî rêk û pêk berdewam bikin. Lê belê, wan dîsa jî ev yek dikir û ji vê pir feyde distend. Ji ber ku wan di jiyana xwe de herî zêde bala xwe dida îbadeta Yehowa, malbat nêzikî Yehowa bû.

10. Dê û bav dikarin ji Ûsiv û Meryemê çi dersan bistînin?

10 Dê û bavno, hûn dikarin ji Ûsiv û Meryemê çi hîn bibin? A herî muhîm, bi gotin û kirinên xwe nîşanî zarokên xwe bidin ku hûn ji Yehowa pir hez dikin. Hediyeya herî mezin a ku hûn dikarin bidin wan ev e ku hûn alî wan bikin ku ew ji Yehowa hez bikin. Loma, rêyî wan bidin ku ew çawa dikarin bi awayekî bi rêk û pêk lêkolîn bikin, dua bikin, herin civînan û mizgînê belav bikin (1. Tîm. 6:6). Wekî din, helbet lazim e ku hûn hewcedariyên madî yên zarokên xwe jî tedarek bikin (1. Tîm. 5:8). Lê belê, ji bîr nekin ku mal û milk nikare jiyanê bide wan. Tenê dostaniya bi Yehowa re dikare alî wan bike ku ew li dawiya vê sîstema kevn sax bimînin û derbasî dinyaya nû bibin (Hêz. 7:19; 1. Tîm. 4:8).

Em çi qas şa ne ku gelek dê û bav ji bo malbatên xwe qerarên baş didin! (Li paragrafa 11an binêre) *

11. (a) Şîreta li 1. Tîmotêyos 6:17-19 çawa dikare alî dê û bavan bike ku ew qerarên baş bidin? (b) Malbata we dikare ji xwe re kîjan armancan deyne, û netîce dikare bibe çi? (Li çarçoveya “ Ji Xwe re Armancan Deynin” binêre.)

11 Em pir şa ne ku gelek dê û bav ji bo malbatên xwe qerarên baş didin. Ew her tim bi hev re ji Yehowa re xizmet dikin. Ew mizgînê belav dikin û diçin civînan. Hin malbat jî mizgînê li cihên dûr belav dikin. Hinek jî Beytelê ziyaret dikin yan piştgiriya projeyên avakirina avahiyên teşkîlatê dikin. Malbatên ku tiştên wisa dikin ji aliyê madî ve fedakariyê dikin, û ew belkî rastî hin çetinahiyan tên. Lê belê, feydeyên ku ew distînin wan bi rastî jî ji aliyê ruhî ve dewlemend dikin (1. Tîmotêyos 6:17-19 bixwîne). Gelek kesên ku di malbatên wisa de mezin dibin li ser vê rê dimînin û tu caran poşman nabin (Mtl. 10:22).

CIWANNO – JI ÎSA MESÎH HÎN BIBIN

12. Gava Îsa mezin dibû, lazim bû ku ew çi bike?

12 Bavê ezmanî yê Îsa Mesîh her tim qerarên baş dide, û dê û bavê wî yên li rûyê erdê jî qerarên aqilmend didan. Lê belê, gava Îsa mezin dibû, lazim bû ku ew xwe bi xwe hin qeraran bide (Gal. 6:5). Çawa ku em xwediyê îradeya azad in, ew jî xwediyê îradeya azad bû. Wî dikaribû li menfaetên xwe bigeriya, lê wî herî zêde bala xwe dida dostaniya Yehowa (Yûh. 8:29). Di vî warî de, ciwan çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal?

Ciwanno, rêberiya dê û bavê xwe red nekin (Li paragrafa 13an binêre) *

13. Gava Îsa hê ciwan bû, wî çi kir?

13 Gava Îsa zarok bû, wî guhdariya dê û bavê xwe dikir. Wî rêberiya dê û bavê xwe tu caran red nedikir û nedifikirî ku ew ji wan baştir dizane, lê wî her tim “bi ya wan dikir” (Lûqa 2:51). Ji ber ku Îsa lawê mezin bû, hin mesûliyetên wî hebûn, û wî ev mesûliyet bê guman bi awayekî baş dianîn cih. Wisa tê fehm kirin ku ew îşê xeratiyê ji Ûsiv hîn bû ji bo ku ew karibe piştgiriya malbatê bike.

14. Em ji ku dizanin ku Îsa Peyva Xwedê rind lêkolîn dikir?

14 Bi îhtimaleke mezin, dê û bavê Îsa ji wî re got ku ew çawa hat dinyayê û melekan di heqê wî de çi gotibû (Lûqa 2:8-19, 25-38). Ji xeynî melûmatên ku Îsa ji dê û bavê xwe distendin, wî Nivîsarên Pîroz şexsen jî lêkolîn dikirin. Em vêya ji ku dizanin? Gava ew hê zarok bû, mamosteyên li Orşelîmê “li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman” (Lûqa 2:46, 47). Gava Îsa 12 salî bû, wî fehm dikir ku Yehowa Bavê wî ye (Lûqa 2:42, 43, 49).

15. Îsa çawa nîşan da ku wî dixwest daxwaza Yehowa bîne cih?

15 Gava Îsa fehm kir ku daxwaza Yehowa ya ji bo wî çi ye, wî qerar da ku vê wezîfeyê pêk bîne (Yûh. 6:38). Îsa dizanibû ku gelek kes wê ji wî nefret bikin. Dîsa jî, ew hazir bû ku xwe teslîmî Yehowa bike. Gava Îsa di sala 29an a P.M. de bin av bû, wî qerar da ku her û her li gor daxwaza Yehowa bijî (Îbr. 10:5-7). Wexta ku ew li ser dîrekekê hat mix kirin jî, wî herî zêde bala xwe da daxwaza Bavê xwe (Yûh. 19:30).

16. Zarok dikarin ji Îsa çi dersê bistînin?

16 Guh bide dê û bavê xwe. Wek Ûsiv û Meryemê, dê û bavê te jî bêqisûr nînin. Dîsa jî, Yehowa mesûliyet daye wan ku ew te xwedî bikin, perwerde bikin û rêberiya te bikin. Eger tu guh bidî şîretên wan û otorîteya wan qebûl bikî, tuyê gelek bereketan bistînî (Ef. 6:1-4).

17. Li gor Yêşû 24:15, zarok û ciwan gerek xwe bi xwe kîjan qerarê bidin?

17 Qerarê bide ku tuyê ji kê re xizmet bikî. Gerek tu rind fehm bikî ku Yehowa kî ye, armanca wî çi ye û daxwaza wî ya bo te çi ye (Rom. 12:2). Hingê tuyê karibî qerara herî muhîm bidî – qerara ku tuyê ji Yehowa re xizmet bikî (Yêşû 24:15 bixwîne; Waiz 12:1). Bi saya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê ji Yehowa zêdetir hez bikî, û baweriya te wê xurttir bibe.

18. Wê baş be ku zarok û ciwan bala xwe bidin çi, û çima?

18 Di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bide daxwaza Yehowa. Dinyaya Îblîs dibêje ku eger tu hunerên xwe ji bo menfaetên xwe bi kar bînî, tuyê bextewar bibî. Lê rastî ev e ku kesên ku dixwazin mal û milk bi dest bixin ‘bi gelek êşan cefayê didin xwe’ (1. Tîm. 6:9, 10). Lê eger tu guhdariya Yehowa bikî û di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bidî daxwaza wî, tuyê serkeftî û aqilmend bibî (Yêşû 1:8).

QERARÊN BAŞ BIDIN Û BEREKETAN BISTÎNIN

19. Dê û bav gerek çi ji bîr nekin?

19 Dê û bavno, alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa Xwedê re xizmet bikin. Xwe bispêrin wî, û ewê alî we bike ku hûn qerarên aqilmend bidin (Mtl. 3:5, 6). Ji bîr nekin ku tesîra kirinên we, ji tesîra gotinên we mezintir e. Loma, qerarên baş bidin, ên ku wê alî zarokên we bikin ku ew dilê Yehowa şa bikin.

20. Zarok û ciwanên ku qerarê didin ku ji Yehowa re xizmet bikin wê kîjan bereketan bistînin?

20 Zarok û ciwanno, dê û bavê we dikarin riya rast nîşanî we bidin. Lê belê, gerek hûn xwe bi xwe qerarên baş bidin û dilê Xwedê şa bikin. Loma, Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal û qerarê bidin ku ji Yehowa Xwedê re xizmet bikin. Eger hûn wisa bikin, hûnê gelek bereketan bistînin û jiyana bêdawî bi dest bixin (1. Tîm. 4:16).

KILAM 133 Qulix ke Yehowara Cahiltiya Xweda

^ par. 5 Şagirtên Îsa dixwazin ku zarokên wan bibin xizmetkarên Xwedê. Gelo ew çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bigihîjin vê armancê? Gerek ciwan çi bikin da ku ew di jiyanê de serkeftî bibin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

^ par. 64 RESIM: Eşkere ye ku Meryemê hezkirina Yehowa xist dilê Îsa. Wê baş be ku em jî hezkirina Yehowa bixin dilê zarokên xwe.

^ par. 66 RESIM: Eşkere ye ku Ûsiv tevî malbata xwe diçû kenîşteyê. Wê baş be ku em jî tevî zarokên xwe herin civînan.

^ par. 68 RESIM: Îsa îşê xeratiyê ji zirbavê xwe Ûsiv hîn bû. Îro jî, ciwan dikarin ji bavên xwe gelek tiştan hîn bibin.