Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 1

Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 1

“Diyar e ku hûn nameyeke Mesîh in, ku bi xizmeta me hatiye amadekirin” (2. KOR. 3:3).

KILAM 78 “Xebera Xwedê Hîn Dikin”

PÊŞGOTIN *

Gava xwendekarekî Kitêba Pîroz bin av dibe, ma temamiya civatê gelek dilxweş nabe? (Li paragraf 1)

1. Li gor 2. Korîntî 3:1-3, îdarekirina kursên Kitêba Pîroz ên ku ber bi binavbûnê ve diçin, çima îmtiyazeke mezin e? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

GAVA xwendekarekî Kitêba Pîroz tê bin av kirin, ma dilê te şa nabe? (Met. 28:19). Eger mamosteyê wî tu yî, dilşadiya te bêguman hê jî zêdetir e! (1. Sel. 2:19, 20). Şagirtên nû ne tenê ji bo mamosteyên wan, lê ji bo temamiya civatê wek “nameyên tewsiyê” ne (2. Korîntî 3:1-3 bixwîne).

2. (a) Gerek em bala xwe bidin kîjan pirsa muhîm, û çima? (b) Kursa Kitêba Pîroz çi ye? (Li jêrenotê binêre.)

2 Di çar salên berê de, li seranserê dinyayê her meh weke 10 milyon kursên Kitêba Pîroz * hatin rapor kirin. Di van çar salan de, her sal zêdetirî 280.000 mirov hatin bin av kirin û bûn şagirtên Îsa Mesîh. Gelo em çawa dikarin alî zêdetir kesan bikin ku ew jî bi pêş ve herin û bin av bibin? Heta ku Yehowa bi sebir li bendê disekine ku mirov bibin şagirtên Îsa Mesîh, bila em bi dil û can alî wan bikin ku ew ber bi binavbûnê ve herin. Wext hindik maye! (1. Kor. 7:29a; 1. Ptr. 4:7).

3. Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

3 Ji ber ku pir muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, Koma Rêberiyê ji çend buroyan pirsî ka em çawa dikarin alî xwendekaran bikin ku ew ber bi binavbûnê ve herin. Li vê meqaleyê û li meqaleya din, emê bibînin ku hin mizgînvanên wezîfedar, nazirên herêmê û pêşengên bitecrûbe li ser vê yekê çi dibêjin * (Mtl. 11:14; 15:22). Gotinên wan rêyî me didin ku mamosteyên Kitêba Pîroz û xwendekarên wan dikarin çi bikin ji bo ku kursa Kitêba Pîroz serkeftîtir be. Li vê meqaleyê, emê pênc tiştan bibînin, ên ku her xwendekar gerek bike ku ber bi binavbûnê ve here.

KURSÊ HER HEFTE ÎDARE BIKE

Ji xwendekar bipirse ka hûn dikarin li cihekî rûnin û li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin (Li paragrafên 4 heta 6an binêre)

4. Gelo kursên li ber derî bes in ku mirov bi pêş ve herin?

4 Gelek xwişk û birayên me kursên Kitêba Pîroz ber deriyê mirovan îdare dikin. Ev metod her çi qas di destpêkê de baş be jî, sohbetên wisa bi gelemperî kin in û belkî jî her hefte çênabin. Ji bo ku bi mirovan zêdetir eleqedar bin, hin mizgînvan numareya telefona mirovan dixwazin, da ku ew karibin berî ziyareta din hin fikrên ji Kitêba Pîroz bi telefonê yan bi mesajekê ji wan re ragihînin. Sohbetên wisa carinan bi gelek mehan berdewam dikin, lê kurseke berdar çênabe. Eger xwendekar Kitêba Pîroz tenê ew qas lêkolîn bike, gelo ewê karibe bi pêş ve here û rojekê bin av bibe?

5. Li Lûqa 14:27-33, Îsa Mesîh behsa çi kir, û gotinên wî bi kursên Kitêba Pîroz ve çawa girêdayî ne?

5 Carekê, Îsa Mesîh behsa mesrefa şagirtbûnê kiribû. Wî gotibû ku eger kesek dixwaze bircekê ava bike, gerek ew pêşî “mesrefa wê hesab” bike. Wekî din, wî got ku berî ku padîşahek diçe ku şer bike, gerek ew rûne û bifikire ka leşkerên wî wê karibin serkeftî bin yan na (Lûqa 14:27-33 bixwîne). Mîna vê, Îsa Mesîh dizanibû ku eger kesek dixwaze bibe şagirtê wî, gerek ew rind fehm bike ku şagirtbûn tê çi maneyê. Ji ber vê yekê, wê baş be ku em xwendekarên xwe teşwîq bikin ku ew kursa Kitêba Pîroz her hefte derbas bikin. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

6. Ji bo ku kurs bi pêş ve herin, em dikarin çi bikin?

6 Ewilî, sohbetên li ber derî hebekî dirêjtir bike. Belkî tu dikarî di her sohbetê de ne tenê li ser yek ayetekê, lê li ser du ayetan xeber bidî. Eger xwediyê malê ji sohbetê kêfê distîne, ji wî bipirse ka hûn dikarin li cihekî rûnin û sohbetê berdewam bikin. Cewaba xwediyê malê wê rêyî te bide ku daxwaza wî çi qas mezin e ku Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Paşê, ji bo ku ew hê jî zêdetir bi pêş ve here, tu dikarî ji wî bipirsî ka ew dixwaze kursa Kitêba Pîroz her hefte du caran derbas bike. Wekî din, gerek em çi bikin ku xwendekarên me bi pêş ve herin?

JI BO HER DERSÊ HAZIRIYÊ BIKE

Ji bo kursa Kitêba Pîroz rind haziriyê bike û nîşanî xwendekar bide ku ew çawa dikare haziriyê bike (Li paragrafên 7 heta 9an binêre)

7. Mamoste çawa dikare ji bo kursa Kitêba Pîroz rind haziriyê bike?

7 Lazim e ku mamoste ji bo her dersê rind haziriyê bike. Malzemeyê bixwîne û ayetan veke. Rind fehm bike ku nuqteyên sereke çi ne. Li mijar, sernivîs, pirs û ayetên ku gerek bên xwendin, binêre. Bifikire ku resim û vîdeo çawa dikarin dersê zelal bikin. Paşê, bîne ber çavê xwe ku tu çawa dikarî melûmatê bi awayekî hêsan pêşkêşî xwendekarê xwe bikî, da ku ew karibe melûmatê rind fehm bike û di jiyana xwe de bixebitîne (Nhy. 8:8; Mtl. 15:28a).

8. Li gor Kolosî 1:9, 10, gerek em çi bikin?

8 Gava tu haziriyê dikî, di heqê xwendekar û hewcedariyên wî de dua bike. Alîkariya Yehowa bixwaze ku tu karibî Kitêba Pîroz bi awayekî baş hîn bikî û bigihîjî dilê xwendekar (Kolosî 1:9, 10 bixwîne). Ji berê de bifikire ku wê belkî li wî zor bê ku ew kîjan tiştan fehm bike yan qebûl bike. Ji bîr neke ku tu dixwazî alî wî bikî ku ew ber bi binavbûnê ve here.

9. Mamoste çawa dikare alî xwendekar bike ku ew ji bo kursê haziriyê bike?

9 Hêviya me ev e ku xwendekar qîmetê bide kirinên Yehowa û Îsa Mesîh û bixwaze zêdetir melûmatê bistîne (Met. 5:3, 6). Ji bo ku xwendekar ji kursê feydeyê bistîne, gerek ew bala xwe bide tiştên ku ew hîn dibe. Ji ber vê yekê, rêyî wî bide ku çi qas muhîm e ku ew haziriyê bike. Ji bo vê, wê baş be ku ew dersê ji berê de bixwîne û bifikire ku malzemeya dersê ji bo wî çima bifeyde ye. Di vî warî de, tu çawa dikarî alî wî bikî? Mesela, bi hev re ji bo dersekê haziriyê bikin. * Nîşan bide ku ew çawa dikare cewabên pirsan bibîne û peyv yan cimleyên sereke îşaret bike. Paşê, rêyî wî bide ku ew çawa dikare cewaban bi gotinên xwe bîne zimên. Bi wî awayî, tuyê bibînî ka wî malzeme fehm kiriye yan na. Wekî din, wê baş be ku xwendekar çi bike?

BILA XWENDEKAR KITÊBA PÎROZ HER ROJ BIXWÎNE Û DUA BIKE

Rêyî xwendekar bide ku ew çawa dikare guh bide Yehowa û bi wî re xeber bide (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10. Çima muhîm e ku xwendekar Kitêba Pîroz her roj bixwîne, û ew çawa dikare ji xwendina Kitêba Pîroz feydeyê bistîne?

10 Ji xeynî derbaskirina kursê tevî mamoste, wê baş be ku xwendekar xwe bi xwe hin tiştan bike. Mesela, wê baş be ku ew her roj guh bide Yehowa û bi wî re xeber bide. Gelo ew çawa dikare dengê Yehowa bibihîze û guh bide wî? Ji bo vê, gerek ew Kitêba Pîroz her roj bixwîne (Yêşû 1:8; Zeb. 1:1-3). Rêyî wî bide ku ew çawa dikare ji bo xwendina Kitêba Pîroz bernameyeke baş çêke. Ji bo ku ew ji xwendina Kitêba Pîroz feydeyê bistîne, wî teşwîq bike ku ew li ser gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê Yehowa de kûr bifikire û tê derxe ku ew çawa dikare gotinên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de pêk bîne (Kar. 17:11; Aqûb 1:25).

11. Xwendekar çawa dikare hîn bibe ku gerek ew çawa dua bike, û çima muhîm e ku ew gelek caran dua bike?

11 Wekî din, xwendekarê xwe teşwîq bike ku ew her roj dua bike û bi vî awayî bi Yehowa re xeber bide. Di destpêk û dawiya her dersê de ji dil dua bike, û di duayan de behsa xwendekarê xwe bike. Gava ew duayên te dibihîze, ewê hîn bibe ku ew çawa dikare bi navê Îsa Mesîh dua bike û dilê xwe ji Yehowa re veke (Met. 6:9; Yûh. 15:16). Belê, eger xwendekar Kitêba Pîroz her roj bixwîne (yanî guh bide Yehowa) û dua bike (yanî bi Yehowa re xeber bide), ewê her ku diçe nêziktirî Xwedê bibe (Aqûb 4:8). Bi vî awayî, ewê hêdî hêdî ber bi sonda xwedayînê û binavbûnê ve here. Wekî din, gerek ew çi bike?

ALÎ XWENDEKAR BIKE KU EW BIBE DOSTÊ YEHOWA

12. Mamoste çawa dikare alî xwendekar bike ku ew bibe dostê Yehowa?

12 Em helbet dixwazin ku xwendekarê me di heqê Yehowa de hîn bibe. Wekî din, em dixwazin ku kursa Kitêba Pîroz dilê wî bigire, da ku ew li gor tiştên ku ew hîn dibe, bijî. Gotinên Îsa Mesîh ne tenê li ser hişê mirovan, lê li ser dilê wan jî tesîr dikir (Lûqa 24:15, 27, 32). Pir muhîm e ku xwendekar Yehowa wek Kesekî rastîn û wek Bav, Xwedê û Dostê xwe bibîne (Zeb. 25:4, 5). Li dema kursa Kitêba Pîroz bala xwendekar bikişîne ser şexsiyeta Xwedê (2. Mû. 34:5, 6; 1. Ptr. 5:6, 7). Mijara dersê her çi be jî, nîşanî xwendekar bide ku Yehowa yekî çawa ye. Alî wî bike ku ew hezkirin, dilovanî û dilrehmiya Yehowa bibîne. Îsa Mesîh gotibû ku “emrê pêşî û mezin” ev e ku mirov “ji Xudan Xwedayê xwe ... hez bike” (Met. 22:37, 38). Xîret bike ku hezkirina Xwedê di dilê xwendekar de mezin bibe.

13. Tu çawa dikarî alî xwendekar bikî ku ew şexsiyeta Yehowa nas bike?

13 Ji xwendekarê xwe re zelal bike ku tu çima ji Yehowa hez dikî. Bi vî awayî, ewê fehm bike ku gerek ew jî bibe dostê Yehowa û ji wî hez bike (Zeb. 73:28). Mesela, eger di weşana lêkolînê de yan di ayetekê de cimleyeke xweş a li ser hezkirin, hîkmet, edalet yan qudreta Yehowa hebe, bala xwendekar bikişîne ser vê cimleyê. Bila ew bizanibe ku yek ji sebebên ku tu çima ji Yehowa hez dikî, ev e. Lê ji bo ku xwendekar ber bi binavbûnê ve bi pêş ve here, gerek ew tiştekî din jî bike.

XWENDEKARÊ XWE TEŞWÎQ BIKE KU EW BÊ CIVÎNAN

Xwendekarê xwe ji destpêkê ve teşwîq bike ku ew bê civînan (Li paragrafên 14 û 15an binêre)

14. Li gor Îbranî 10:24, 25, civîn ji bo pêşveçûna xwendekar çima muhîm in?

14 Em gişt dixwazin ku xwendekarên me bi pêş ve herin û rojekê bin av bibin. Çi dikare alî wan bike ku ew bigihîjin vê armancê? Mesela, pir muhîm e ku em wan teşwîq bikin ku ew bên civînan. Mamosteyên bitecrûbe dibêjin ku xwendekarên ku ji destpêkê ve tên civînan ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve diçin (Zeb. 111:1). Hin mamoste ji xwendekarên xwe re dibêjin ku ji bo hînbûna Kitêba Pîroz, perwerdeya ku li civînan tê dayîn bi qasî kursa şexsî muhîm e. Tevî xwendekar Îbranî 10:24, 25 bixwîne û ji wî re zelal bike ku feydeyên civînan çi ne. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? * nîşanî wî bide. Rêyî xwendekar bide ku civîn çi qas muhîm in, û alî wî bike ku ew bê hemû civînan.

15. Em çawa dikarin xwendekarên xwe teşwîq bikin ku ew her tim bên civînan?

15 Eger xwendekarê te hê nehatiye civînekê yan eger ew her hefte nayê civînan, tu çawa dikarî alî wî bikî? Ne bes e ku tu wî tenê dawet bikî. Ji bo ku tu daxwaza wî zêde bikî, bi coşî behsa tiştekî xweş bike, yê ku tu li civînekê hîn bûyî. Birca Çavdêriyê û Bernameya Jiyan û Xizmetê bide wî, yên ku vê heftiyê wê di civînan de bên lêkolîn kirin. Rêyî wî bide ku li civîna din çi wê bê muzakere kirin, û ji wî bipirse ka kîjan mijar lê xweş tê. Tiştên ku xwendekarê te wê li civînan bibîne û bibihîze wê ji hemû tiştên ku wî li civînên baweriyên din dîtine yan bihîstine, xweştir bin (1. Kor. 14:24, 25). Bi ser de, ewê kesên din nas bike, ên ku dikarin ji wî re bibin emsalên baş û alî wî bikin ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve here.

16. Ji bo ku xwendekarên Kitêba Pîroz ber bi binavbûnê ve herin, gerek mamoste çi bike, û li meqaleya din, emê li ser çi xeber bidin?

16 Ji bo ku xwendekarên me ber bi binavbûnê ve herin, gerek em çi bikin? Gerek em rêyî her xwendekarî bidin ku kursa Kitêba Pîroz çi qas muhîm e. Ji bo vê, wê baş be ku em wan teşwîq bikin ku ew kursê her hefte derbas bikin û ji bo her dersê haziriyê bikin. Wekî din, gerek em wan teşwîq bikin ku ew her roj guh bidin Yehowa û bi wî re xeber bidin. Bi vî awayî, ewê bibin dostên wî. Ji xeynî vê, gerek em xwendekaran teşwîq bikin ku ew bên civînan (li çarçoveya “ Xwendekar Gerek Çi Bike?” binêre). Li meqaleya din, emê li ser pênc tiştên din xeber bidin, ên ku mamoste dikare bike ku xwendekarên xwe ber bi binavbûnê ve bibe.

KILAM 76 Gelo Tu Şa Nabî?

^ par. 5 Gava em kesekî hîn dikin, em alî wî dikin ku ew jiyan û fikrên xwe biguherîne. Ayeta ji bo sala 2020an, Metta 28:19, tîne bîra me ku çi qas muhîm e ku em Kitêba Pîroz hînî mirovan bikin û alî wan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Li vê meqaleyê û li meqaleya din, emê bibînin ku em çawa dikarin di vî îşê muhîm de bibin hoste.

^ par. 2 NOT: Eger tu Kitêba Pîroz bi awayekî sîstematîk bi kesekî re lêkolîn dikî, tu kursa Kitêba Pîroz îdare dikî. Eger te rêyî kesekî daye ku kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe û paşê jî kursa bi wî re du caran îdare kiriye û eger tu bawer î ku ev kurs wê berdewam bike, tu dikarî vê kursê di rapora xwe de binivîsî.

^ par. 3 Di van meqaleyan de, hin tewsiyeyên ji rêza meqaleyan a bi navê “Kursên Kitêba Pîroz ên ku bi Pêş ve Diçin” (Our Kingdom Ministry, Tîrmeh 2004 – Gulan 2005) jî tên nîşan dayîn.

^ par. 9 Li vîdeoya bi navê Şagirtên Xwe Hîn Dikin Wekî Hazir Bin (bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike. Li jw.org, here KITÊBXANE > VÎDÊO > CIVÎN Û XIZMETIYA ME > PÊŞDAÇÛYÎN FERESETÊN BAŞDA.

^ par. 14 Li jw.org, here DER HEQÊ ME DE > CIVÎN.