Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42

Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 2

Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 2

“Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe” (1. TÎM. 4:16).

KILAM 77 Ronayî li Dinya Terîda

PÊŞGOTIN *

1. Îşê belavkirina mizgînê çima pir muhîm e?

ÎŞÊ belavkirina mizgînê pir muhîm e. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirt û wan ... bin av bikin” (Met. 28:19, 20, WDN). Ji bo ku însan xelas bibin û jiyana bêdawî bistînin, binavbûn şert e. Kesekî ku dixwaze bin av bibe gerek baweriya xwe bîne ku qurbanbûn û rabûna Îsa Mesîh riya xelasbûnê vekiriye. Ji ber vê yekê, Petrûsê şandî got ku binavbûn însanan bi saya rabûna Îsa Mesîh “xelas dike” (1. Ptr. 3:21). Loma, gava şagirtekî nû tê bin av kirin, ew dikeve riya xelasbûnê.

2. Li gor 2. Tîmotêyos 4:1, 2, gerek em çi bikin?

2 Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh, gerek em hunera “hînkirinê” bi pêş bixin (2. Tîmotêyos 4:1, 2 bixwîne). Gelo çima? Di Metta 28:19, 20 de, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em mirovan “hîn bikin”. Pawlosê şandî jî wisa got: “Di [vî îşî] de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.” Loma, wî got: “Hay ji ... hînkirina xwe hebe” (1. Tîm. 4:16). Madem ku hînkirin bi îşê belavkirina mizgînê ve girêdayî ye, gerek em bibin mamosteyên hoste.

3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

3 Li seranserê dinyayê, Şahidên Yehowa bi milyonan kursên Kitêba Pîroz îdare dikin. Loma, wek meqaleya berê gotibû, em dixwazin bizanibin ka em çawa dikarin alî zêdetir însanan bikin ku ew bin av bibin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin pênc tiştên din, ên ku gerek em bikin, da ku xwendekarên me ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin.

BILA KITÊBA PÎROZ LI ŞÛNA TE XEBER BIDE

Ji bo ku tu hîn bibî ku tu çawa dikarî îznê bidî ku Kitêba Pîroz li şûna te xeber bide, ji mamosteyekî bitecrûbe alîkariyê bixwaze (Li paragrafên 4 heta 6an binêre) *

4. Gava em kursa Kitêba Pîroz îdare dikin, çima muhîm e ku em bi zêdeyî xeber nedin? (Li jêrenotê jî binêre.)

4 Em ji rastiya Kitêba Pîroz pir hez dikin. Talûke ev e ku em bi zêdeyî li ser tiştên ku em ji wan hez dikin, xeber bidin. Bi eslê xwe, gerek îdarevanê Lêkolîna Birca Çavdêriyê, Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê yan kursa Kitêba Pîroz bi zêdeyî xeber nede. Eger em dixwazin ku Kitêba Pîroz mirovan hîn bike, gerek em xwe bigirin. Ne lazim e ku em her tiştê ku em di heqê ayet yan mijarekê de dizanin, bînin zimên * (Yûh. 16:12). Bîne bîra xwe ku gava tu hatî bin av kirin, zanîna te çi qas bû. Bi îhtimaleke mezin, te li wê demê tenê rastiyên esasî dizanibûn (Îbr. 6:1). Gelek sal derbas bûn heta ku tu her tiştî hîn bûyî. Loma, wê baş be ku em xwendekaran bi melûmatên nehewce bargiran nekin.

5. (a) Li gor 1. Selanîkî 2:13, em dixwazin ku xwendekarên me çi fehm bikin? (b) Em çawa dikarin xwendekarên xwe teşwîq bikin ku ew behsa tiştên ku ew hîn dibin, bikin?

5 Em dixwazin ku xwendekarê me fehm bike ku tiştên ku ew di kursê de hîn dibe, ji Kitêba Pîroz in (1. Selanîkî 2:13 bixwîne). Em çawa dikarin bigihîjin vê armancê? Xwendekarê xwe teşwîq bike ku ew behsa tiştên ku ew hîn dibe, bike. Li şûna ku tu hemû ayetan ji wî re zelal bikî, bibêje ku bila ew hin ayetan ji te re zelal bike. Rêyî xwendekar bide ku gotinên Kitêba Pîroz ji bo wî çima bifeyde ne. Piştî xwendina ayetekê, bipirse ka ew li ser vê ayetê çi difikire (Lûqa 10:25-28). Mesela, pirsên wisa bipirse: “Ev ayet bala te dikişîne ser kîjan sifatê Yehowa? Tu çawa dikarî ji vê ayetê feydeyê bistînî? Gelo fikra vê ayetê li te xweş hat?” (Mtl. 20:5). Tiştê herî muhîm ne ev e ku zanîna xwendekar çi qas pir be, lê ev e ku ew ji tiştên ku ew dizane çi qas hez dike û van tiştan di jiyana xwe de çi qas pêk tîne.

6. Wê çima baş be ku em mamosteyekî bitecrûbe bi xwe re bibin kursa Kitêba Pîroz?

6 Gelo tu mizgînvanên bitecrûbe carinan dibî kursên xwe? Mesela, tu dikarî ji wan bipirsî ka îdarekirina te çawa ye û ka tu bi rastî îznê didî ku Kitêba Pîroz li şûna te xeber bide. Eger tu dixwazî bibî mamosteyekî baş, gerek tu dilnizm bî (li Karên Şandiyan 18:24-26 jî binêre). Wekî din, ji mizgînvanê bitecrûbe bipirse ka bi dîtina wî, xwendekar rastiyê fehm dike yan na. Eger tu ji bo çend heftiyan nikaribî kursê îdare bikî, tu dikarî ji vî mizgînvanî rica bikî ku bila ew kursê îdare bike. Bi vî awayî, kurs wê bi awayekî rêk û pêk berdewam bike, û xwendekar wê baştir fehm bike ku kursa Kitêba Pîroz çi qas muhîm e. Tu caran nefikire ku xwendekar tenê aîdî te ye û tu kesê din nikare kursê îdare bike. Her tim bifikire ku ji bo xwendekar çi wê baş be, da ku ew di riya rastiyê de bi pêş ve here.

BI COŞÎ Û BI BAWERÎ HÎN BIKE

Ji bo ku xwendekarê te fehm bike ku ew çawa dikare prensîpên Kitêba Pîroz bi kar bîne, behsa serpêhatiyên kesên din bike (Li paragrafên 7 heta 9an binêre) *

7. Çi dikare alî xwendekar bike ku rastiya Kitêba Pîroz dilê wî bigire?

7 Gava tu behsa rastiyê dikî, gelek muhîm e ku xwendekar coşî û baweriya te bibîne (1. Sel. 1:5). Ev yek wê alî wî bike ku rastiya Kitêba Pîroz dilê wî bigire. Eger minasib be, ji wî re bibêje ku bikaranîna prensîpên Kitêba Pîroz jiyana te çawa baştir kiriye. Bi vî awayî, xwendekar wê fehm bike ku rêberiya Kitêba Pîroz wê ji bo wî jî bifeyde bibe.

8. Tu çawa dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here?

8 Eger hin problemên xwendekarê te hene, ji wî re behsa serpêhatiyên hin mirovan bike, yên ku rastî eynî probleman hatibûn û bi ser ketine. Ji xeynî vê, tu dikarî mizgînvanekî din bi xwe re bibî kursê, da ku xwendekarê te ji tecrûbeya wî feydeyê bistîne. Wekî din, li ser jw.org, di rêza “Rastiya Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne * de serpêhatiyên xweş hene. Meqale û vîdeoyên wisa dikarin alî xwendekarê te bikin ku ew feydeya bikaranîna prensîpên Kitêba Pîroz fehm bike.

9. Tu çawa dikarî xwendekarê xwe teşwîq bikî ku ew ji meriv û hevalên xwe re behsa mizgînê bike?

9 Eger xwendekarê te zewicî ye, jina wî (yan mêrê wê) dawet bike ku ew jî beşdarî kursê bibe. Xwendekarê xwe teşwîq bike ku ew ji malbat û hevalên xwe re behsa mizgînê bike (Yûh. 1:40-45). Tu çawa dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew vêya bike? Mesela, ji wî bipirse: “Teyê ev mijar ji malbata xwe re çawa zelal bikira?” Yan jî: “Teyê ev yek bi alîkariya kîjan ayetê ji hevalekî xwe re îsbat bikira?” Bi vî şeklî, tu dikarî xwendekarê xwe hazir bikî ku rojekê, ew jî bibe mamoste. Paşê, gava ew hazir e, ew dikare bibe mizgînvanekî nebinavbûyî. Tu dikarî ji xwendekarê xwe bipirsî ka hin nasên wî hene, yên ku belkî dixwazin kursa Kitêba Pîroz bistînin. Eger kesên wisa hene, kursa Kitêba Pîroz ji wan re teklîf bike û vîdeoya Kursa Kitêba Pîroz Çawa Derbas Dibe? * nîşanî wan bide.

ALÎ XWENDEKAR BIKE KU EW LI CIVATÊ JI XWE RE HEVALAN BIBÎNE

Alî xwendekarê xwe bike ku ew li civatê ji xwe re hevalan bibîne (Li paragrafên 10 û 11an binêre) *

10. Li gor 1. Selanîkî 2:7, 8, em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin emsal?

10 Gelek muhîm e ku em ji dil bi xwendekarên xwe eleqedar bin û wan wek xwişk û birayên misteqbel bibînin (1. Selanîkî 2:7, 8 bixwîne). Ji bo wan belkî hêsan nîne ku ew dev ji hevalên xwe yên berê berdin û jiyana xwe bi temamî biguhêrînin, da ku ew karibin ji Yehowa re xizmet bikin. Loma, gerek em alî wan bikin ku ew di civatê de ji xwe re hevalên baş bibînin. Lazim e ku em ne tenê li dema kursê, lê li demên din jî bi wan re wext derbas bikin. Wê baş be ku em li rojên din jî carinan ji wan re telefon bikin, mesajekê bişînin yan wan ziyaret bikin. Bi vî awayî, ewê fehm bikin ku em bi rastî xema wan dixwin.

11. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên nû bibînin, û ev yek çima muhîm e?

11 Gotineke pêşiyan wisa dibêje: “Mêvanê yekî, mêvanê gundekî.” Em jî dikarin wisa bibêjin: “Xwendekarê yekî, xwendekarê civatekê.” Ji ber vê yekê, mamosteyên bitecrûbe xwendekarên xwe ji xwişk û birayên din re jî didin nas kirin. Kesên wisa dikarin alî xwendekaran bikin ku ew nêziktirî Yehowa bibin û cesaretê bidin wan. Em dixwazin ku xwendekarên me xwe wek para civatê û para malbata me ya ruhî bibînin û ji xwişk û birayan hez bikin. Ev yek wê alî wan bike ku ew dev ji hevalên xwe yên nebaş berdin, ên ku alî wan nakin ku ew ji Yehowa hez bikin (Mtl. 13:20). Hingê, eger hevalên wan ên berê wan red bikin jî, ewê xemgîn nebin, çimkî ewê bizanibin ku ewê di teşkîlata Yehowa de ji xwe re dostên baş bibînin (Mar. 10:29, 30; 1. Ptr. 4:4).

BEHSA SONDA XWEDAYÎNÊ Û BINAVBÛNÊ BIKE

Gav bi gav, xwendekarekî dilpak dikare ji bo binavbûnê hazir bibe (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12. Çima lazim e ku em ji xwendekarên xwe re behsa sonda xwedayînê û binavbûnê bikin?

12 Em dixwazin ku xwendekarên me rojekê bin av bibin û bibin şagirtên Îsa Mesîh. Loma, gerek em ji xwendekarên xwe re behsa sonda xwedayînê û binavbûnê bikin. Piştî ku xwendekarên me bi çend mehan kursa Kitêba Pîroz derbas kiriye û bi xisûsî eger ew êdî tên civînan, gerek ew fehm bikin ku armanca kursa Kitêba Pîroz ev e ku ew bibin Şahidên Yehowa.

13. Xwendekar çawa gav bi gav ber bi binavbûnê ve diçe?

13 Gav bi gav, xwendekarekî dilpak dikare ji bo binavbûnê hazir bibe. Gava pêşîn ev e ku xwendekar Yehowa nas bike, ji wî hez bike û baweriya xwe bi wî bîne (Yûh. 3:16; 17:3). Bi vî awayî, xwendekar wê hêdî hêdî nêziktirî Yehowa û civatê bibe (Îbr. 10:24, 25; Aqûb 4:8). Bi zeman re, ewê dev ji adetên xerab berde û ji gunehên xwe tobe bike (Kar. 3:19). Her ku baweriya wî xurttir dibe, ewê ji kesên din re jî behsa rastiyê bike (2. Kor. 4:13). Paşê, ewê jiyana xwe bide destê Yehowa û bin av bibe (1. Ptr. 3:21; 4:2). Gava xwendekarek bin av dibe, her kes pir şa dibe! Gava xwendekar hêdî hêdî ber bi vê armancê ve diçe, pesnê wî bide û wî teşwîq bike ku ew li ser riya rastiyê bimîne û bi pêş ve here.

PÊŞVEÇÛNA XWENDEKARÊ XWE BINIRXÎNE

14. Em çawa dikarin fehm bikin ka xwendekarên me bi rastî bi pêş ve diçin yan na?

14 Heta ku xwendekarên me hazir bin ku jiyana xwe bidin destê Yehowa û bin av bibin, helbet lazim e ku em sebir bikin. Dîsa jî, gerek em zû dereng tê derxin ka ew bi rastî dixwaze ji Yehowa re xizmet bike yan na. Mesela, ji xwe wisa bipirse: “Gelo xwendekarê min xîret dike ku guh bide qanûnên Îsa Mesîh? Yan gelo ew tenê ji sohbeta bi min re kêfê distîne?”

15. Pêşveçûna xwendekarekî çawa eyan dibe?

15 Xwendekar çawa bi pêş ve diçe? Gelo ew dibêje ku ew ji Yehowa hez dike? Gelo ew ji wî re dua dike? (Zeb. 116:1, 2). Gelo ew ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê distîne? (Zeb. 119:97). Gelo ew diçe hemû civînan? (Zeb. 22:22). Gelo wî jiyana xwe guherandiye? (Zeb. 119:112). Gelo ew ji malbat û hevalên xwe re behsa mizgînê dike? (Zeb. 9:1). A herî muhîm, gelo ew dixwaze bibe Şahidê Yehowa? (Zeb. 40:8). Eger xwendekar di van waran de qet bi pêş ve naçe, bi pê bihese ku sebeb çi ye, û paşê bi wî re bi nazikî, lê rasterast li ser problema wî xeber bide. *

16. Em çawa dikarin tê derxin ka gerek em dev ji kurseke Kitêba Pîroz berdin yan na?

16 Car caran binirxîne ka lazim e ku tu dev ji kursê berdî. Eger xwendekar ji bo kursê haziriyê nake, naxwaze bê civînan, dev ji adetên xwe yên xerab bernedaye yan ji dînê sexte derneketiye, xîreta te belkî badîhewa ye. Madem ku xwendekar qîmetê nade tiştên ku ew hîn dibe û naxwaze xwe serrast bike, ma feydeya berdewamkirina kursê heye?

17. Li gor 1. Tîmotêyos 4:16, lazim e ku hemû mamosteyên Kitêba Pîroz çi bikin?

17 Pir muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh, û em dixwazin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin. Ji ber vê yekê, gerek em îznê bidin ku Kitêba Pîroz li şûna me xeber bide, û gerek em bi coşî û bi bawerî hîn bikin. Wekî din, gerek em xwendekarê xwe teşwîq bikin ku ew li civatê ji xwe re hevalan bibîne. Ji xeynî vê, gerek em behsa sonda xwedayînê û binavbûnê bikin û pêşveçûna xwendekar car caran binirxînin (li çarçoveya “ Mamoste Gerek Çi Bike?” binêre). Em pir şa ne ku di vî îşê muhîm de para me jî heye! Bila em çi ji destê me tê bikin ku em kursên Kitêba Pîroz bi awayekî baş îdare bikin, da ku xwendekarên me ber bi binavbûnê ve herin!

KILAM 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

^ par. 5 Bi destê kursa Kitêba Pîroz, em mirovan hîn dikin ku ew nêrîn û jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin bibin mamosteyên baştir.

^ par. 4 Li meqaleya “Wedê Hînkirinê Çi Nelazim e Bikin” (Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin – Bernama Civînê, Îlon 2016, bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê).

^ par. 8 Here KITÊBXANE > VÎDEO > HEVPÊYIVÎN Û SERPÊHATÎ.

^ par. 9 Li jw.org, here KITÊBXANE > VÎDEO > XIZMET Û CIVÎNÊN ME > HACETÊN JI BO XIZMETÊ.

^ par. 15 Li meqaleyên “Bi Saya Hezkirina Yehowa Here ber bi Binavbûnê” û “Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?” binêre (Birca Çavdêriyê, Adar 2020).

^ par. 77 RESIM: Piştî kursa Kitêba Pîroz, xwişka bitecrûbe şîretê dide xwişka ku kurs îdare kiribû ku bila ew di dema kursê de bi zêdeyî xeber nede.

^ par. 79 RESIM: Li kursê, xwendekar hîn dibe ku ew çawa dikare bibe pîrekeke baştir. Paşê, ew ji zilamê xwe re behsa tiştên ku ew hîn bûye dike.

^ par. 81 RESIM: Xwendekar û zilamê wê li mala xwişk û birayekî wext derbas dikin.