Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43

Yehowa Rêberiya Teşkîlata Xwe Dike

Yehowa Rêberiya Teşkîlata Xwe Dike

“Ne bi qudretê, ne bi quwetê, lê bi Ruhê min, XUDANê artêşan dibêje” (ZEK. 4:6).

KILAM 40 Tu Kê Qebûl Dikî?

PÊŞGOTIN *

1. Piştî binavbûnê, gerek em çi bikin?

GAVA kesek tê bin av kirin, ew li ber her kesî eşkere dike ku ew baweriya xwe bi Yehowa tîne û hazir e ku bi teşkîlata wî re hevkariyê bike. * Piştî binavbûnê helbet lazim e ku mirov baweriya xwe ya bi Yehowa û teşkîlata wî xurttir bike.

2-3. Yehowa çawa rêberiya teşkîlata xwe dike? Mîsalan bide.

2 Ev yek ku Yehowa çawa rêberiya teşkîlata xwe dike, şexsiyet, armanc û prensîpên wî eyan dike. Niha emê bibînin ku sê xisûsiyetên Yehowa di teşkîlata wî de çawa tên dîtin.

3 A yekê, Xwedê yekî bêteref e (Kar. 10:34). Ji hezkirinê, Yehowa Kurê xwe wek fîdyeyeke ji bo her kesî daye (1. Tîm. 2:6; Yûh. 3:16). Bi destê xizmetkarên xwe, Yehowa mizgînê digihîne her kesê ku guh dide û alî wan dike ku ew ji fîdyeyê feydeyê bistînin. A diduyan, Yehowa Xwedayê aştî û rêkûpêkiyê ye (1. Kor. 14:33, 40). Loma, xizmetkarên wî jî bi aştî û bi awayekî rêk û pêk ji wî re îbadetê dikin. A sisêyan, ew xizmetkarên xwe bi dewamî hîn dike (Eyûb 36:22). Loma, teşkîlata wî hem li civatê hem jî li xizmetê bi destê Kitêba Pîroz hîn dike. Ev sê xisûsiyetên şexsiyeta Yehowa li sedsala yekê çawa eyan dibûn û îro çawa eyan dibin? Wekî din, gava tu bi teşkîlata Yehowa hevkariyê dikî, ruhê pîroz çawa dikare alî te bike?

XWEDÊ YEKÎ BÊTEREF E

4. Li gor Karên Şandiyan 1:8, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku gerek ew çi bikin, û wanê çi alîkarî bistenda?

4 Li sedsala yekê. Mizgîna ku Îsa Mesîh belav dikir hêvî dida her kesî (Lûqa 4:43). Wî emir da şagirtên xwe ku ew vê mizgînê “heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” belav bikin (Karên Şandiyan 1:8 bixwîne). Wanê helbet nikaribûya vî îşî bi qeweta xwe bînin cih. Loma, ji bo ew karibin vî îşî bikin, Îsa Mesîh soz da ku ewê ruhê pîroz bistînin (Yûh. 14:26; Zek. 4:6).

5-6. Ruhê pîroz çawa alî şagirtên Îsa dikir?

5 Li Roja Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M., şagirtên Îsa ruhê pîroz stend. Bi saya alîkariya ruhê pîroz, wan hemen dest bi belavkirina mizgînê kir, û di wexteke kin de, bi hezaran kesan mizgîna Padîşahiyê qebûl kir (Kar. 2:41; 4:4). Gava zilmê dest pê kir, şagirtên Îsa dev ji îşê xwe berneda, lê ji Xwedê alîkarî xwest. Wan wisa dua kir: “Vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin.” Hingê ew bi ruhê pîroz ve tije bûn û bi dewamî “peyva Xwedê bi ziravî digotin” (Kar. 4:18-20, 29, 31).

6 Şagirtên Îsa rastî tengasiyên din jî dihatin. Mesela, kopyayên Nivîsarên Pîroz li wê demê hindik bûn. Weşanên lêkolînê tune bûn. Bi ser de, lazim bû ku şagirt mizgînê bidin kesên ku bi zimanên xerîb dipeyivîn. Li gel van tengasiyan, van şagirtên bixîret di hundirê çend dehsalan de mizgîna Padîşahiyê “ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re” belav kir (Kol. 1:6, 23).

7. Zêdetirî 100 sal berê, xizmetkarên Yehowa ji ku dizanibû ku Xwedê ji wan çi dixwaze, û wan çi kir?

7 Li rojên me. Yehowa îro jî rêberiya xizmetkarên xwe dike û qewetê dide wan. Rêberiya Xwedê helbet herî zêde ji Kitêba Pîroz tê, ya ku bi îlhama ruhê pîroz hatiye nivîsandin. Mesela, Kitêba Pîroz rêyî me dide ku Îsa Mesîh çawa xizmet dikir û emir da şagirtên xwe ku ew vî îşî berdewam bikin (Met. 28:19, 20). Li meha heftan a sala 1881ê de, kovara The Watch Tower wisa got: “Xwedê gazî me nekiriye û em tayîn nekirine ku em ji xwe re hurmetê bistînin û mal û milk bi dest bixin, lê ji bo ku em mizgînê bi dil û can belav bikin.” Kitêbokeke bi navê To Whom the Work Is Entrusted, a ku di sala 1919an de hatibû weşandin, wisa got: “Îş gelek mezin xuya dike, lê bi qeweta ku em ji Xudan distînin, emê vî îşî bînin cih.” Belê, wek şagirtên li sedsala yekê, van xwişk û birayan îşê belavkirina mizgînê bi mêrxasî dianî cih, û ew bawer bûn ku ruhê pîroz wê alî wan bike ku ew mizgînê bidin her cure însanan. Em jî bawer in ku ruhê pîroz wê alî me bike!

Ji bo belavkirina mizgînê, teşkîlata Yehowa hacetên tesîrdar bi kar tîne (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8-9. Teşkîlata Yehowa mizgînê bi kîjan metodan belav dike?

8 Teşkîlata Yehowa mizgînê bi destê hacetên tesîrdar belav dike. Mesela, mizgîna Padîşahiyê bi alîkariya hacetên wek weşanên çapkirî, “Foto-Dramaya Afirandinê”, fonograf, erebeyên bideng û bernameyên radyoyê dihat belav kirin. Îro, teknolojiya dîjîtal tê bi kar anîn. Wekî din, teşkîlata Xwedê di warê tercûmekirinê de îşekî pir mezin pêk tîne. Gelo çima? Armanc ev e ku mirovên ji cure cure miletan mizgînê bi zimanê xwe bibihîzin. Yehowa bêteref e, loma wî ji berê de gotibû ku mizgîn wê ji “her milet, bavik, ziman û gelan” re bê dayîn (Pey. 14:6, 7). Xwedê dixwaze ku her kes xebera Padîşahiyê bibihîze.

9 Carinan zor e ku em bigihîjin hin kesan, mesela mirovên ku di avahiyên parastî de dijîn. Gelo kesên wisa çawa dikarin mizgînê bibihîzin? Ji bo ku em karibin mizgînê bigihînin zêdetir însanan, teşkîlata Yehowa cure cure metodên xizmetê bi kar tîne. Mesela, di sala 2001ê de, Koma Rêberiyê îzin dabû ku erebe û dezgehên weşanan li Fransayê û paşê li cihên din jî bên bi kar anîn. Netîceya vê xizmetê pir baş bûye! Di sala 2011an de, teşkîlatê li cihên qelebelix ên New York City’yê dest bi bernameyeke xisûsî kiribû. Bi saya vê bernameyê, di sala pêşîn de, 102.129 kitêb û 68.911 kovar hatin belav kirin, û 4.701 kesê kursa Kitêba Pîroz xwest! Eşkere ye ku ruhê pîroz piştgiriya vî îşî dikir. Loma, Koma Rêberiyê îzin da ku dezgehên weşanan li seranserê dinyayê bên bi kar anîn.

10. Em çawa dikarin xizmeta xwe bi awayekî baştir bînin cih?

10 Tu dikarî çi bikî? Ji perwerdeya ku Yehowa li civînan tedarek dike, feydeyê bistîne. Her tim bi koma xwe ya xizmetê re here xizmetê. Bi vî awayî, tu dikarî alîkariya şexsî bistînî û ji emsala kesên din teşwîqê bistînî. Di xizmetê de sebat bike. Wek ayeta sereke ya vê meqaleyê nîşan dide, em daxwaza Xwedê, ne bi qeweta xwe, lê bi navgîniya ruhê pîroz pêk tînin (Zek. 4:6). Belê, gerek em ji bîr nekin ku îşê ku em dikin, îşê Xwedê ye!

YEHOWA XWEDAYÊ AŞTÎ Û RÊKÛPÊKIYÊ YE

11. Li sedsala yekê, koma rêberiyê çawa hevkarî dikir ku rêkûpêkiya di nav xizmetkarên Xwedê de xwedî bike?

11 Li sedsala yekê. Koma rêberiyê, ya ku li bajarê Orşelîmê bû, hevkarî dikir ku aştî û rêkûpêkiya di nav xizmetkarên Xwedê de xwedî bike (Kar. 2:42). Mesela, di sala 49an a P.M. de, wexta ku meseleya sinetbûnê di nav şagirtan de derket meydanê, koma rêberiyê ev mesele bi alîkariya ruhê pîroz di ber çavan re derbas kir. Eger mesele hal nebûya, ev yek wê ji belavkirina mizgînê re bibûya asteng. Şandî û rihspî her çi qas Cihû bûn jî, ew di bin bandora adetên Cihûyan de yan di bin bandora kesên ku piştgiriya van adetan dikir de, neman, lê ew li rêberiya Peyva Xwedê û ruhê pîroz digeriyan (Kar. 15:1, 2, 5-20, 28). Di netîceyê de, Yehowa qerara wan bibereket kir, aştî û yekîtî xera nebû û îşê belavkirina mizgînê bi pêş ve çû (Kar. 15:30, 31; 16:4, 5).

12. Çi nîşan dide ku teşkîlata Yehowa bi rêk û pêk e?

12 Li rojên me. Teşkîlata Yehowa hewl dide ku di nav xizmetkarên Yehowa de aştî û rêkûpêkiyê xwedî bike. Di sala 1895an de, li kovara The Watch Tower a 15ê Mijdarê, meqaleyeke bi navê “Bi Rêk û Pêk” derketibû. Vê meqaleyê, ya ku li gor 1. Korîntî 14:40 hatibû hazir kirin, wisa got: “Şandiyan gelek caran ji civatê re di heqê rêkûpêkiyê de dinivîsî ... Gerek em ji bîr nekin ku ‘ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn’” (Rom. 15:4). Belê, wek şagirtên Îsa, yên ku li sedsala yekê dijiyan, teşkîlata Yehowa ya îroyîn jî bi rêk û pêk e. Mesela, gava tu li welatê xwe yan li welatekî xerîb diçî civateke din, tu dizanî ku kîjan meqaleya Birca Çavdêriyê wê bê lêkolîn kirin. Ev yekîtî ancax bi saya ruhê Xwedê mumkin e! (Tsf. 3:9).

13. Aqûb 3:17 bala me dikişîne ser çi, û wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

13 Tu dikarî çi bikî? Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî “yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Ef. 4:1-3). Loma, ji xwe bipirse: “Gelo ez aştî û yekîtiya civatê bi pêş dixim? Gelo ez guh didim birayên mesûl? Gelo ez yekî pêbawer im, bi xisûsî eger di civatê de mesûliyetên min hene? Gelo ez her tiştî di wextê de dikim û hazir im ku xizmet bikim?” (Aqûb 3:17 bixwîne). Eger tu tê derxî ku gerek tu xwe di hin waran de serrast bikî, dua bike ku Yehowa ruhê pîroz bide te. Her ku tu îznê bidî ku ruhê pîroz li ser hal û hereketên te tesîr bike, xwişk û bira wê ji te zêdetir hez bikin û qîmetê bidin te.

YEHOWA ME PERWERDE DIKE

14. Li gor Kolosî 1:9, 10, Yehowa li sedsala yekê xizmetkarên xwe çawa perwerde dikirin?

14 Li sedsala yekê. Yehowa xizmetkarên xwe ji dil perwerde dike (Zeb. 32:8). Xwedê dixwaze ku ew wî nas bikin û ji wî hez bikin. Ew wan wek zarokên xwe dibîne û dixwaze ku ew heta bi hetayê bijîn. Ev yek bê perwerdeya wî ne mumkin e (Yûh. 17:3). Li sedsala yekê, Yehowa xizmetkarên xwe bi destê civatê perwerde dikirin (Kolosî 1:9, 10 bixwîne). Wek Îsa Mesîh soz dabû, “Alîkar”, yanî ruhê pîroz, pir alî wan dikir (Yûh. 14:16). Ruhê pîroz alî şagirtan dikir ku ew Peyva Xwedê fehm bikin û gelek tiştên ku Îsa Mesîh gotibûn û kiribûn, dianîn bîra wan. Ev gotin û kirinên Îsa Mesîh paşê li Încîlan hatin qeyd kirin. Vê melûmatê baweriya wan xurttir dikir û alî wan dikir ku ew ji Xwedê, ji Îsa Mesîh û ji hevdû zêdetir hez bikin.

15. Yehowa soza xwe, ya ku li Îşaya 2:2, 3 derbas dibe, çawa tîne cih?

15 Li rojên me. Yehowa ji berê de gotibû ku “di rojên dawîn de”, însanên ji hemû miletan wê hilkişin “çiyayê” wî, da ku ji wî perwerdeyê bistînin (Îşaya 2:2, 3 bixwîne). Ev pêxemberî niha tê cih. Îbadeta rast di ser hemû baweriyên sexte re hatiye bilind kirin. Yehowa bi rastî jî ziyafeteke ruhî dide me! (Îşa. 25:6). Yehowa bi navgîniya “xulamê dilsoz û şehreza” têr û tije xwarina ruhî tedarek dike, mesela meqale, gotar, vîdeo û weşanên din (Met. 24:45). Em jî wek Elîhû hîs dikin, ê ku di heqê Yehowa de wisa gotibû: “Ma yê ku mîna wî dide hîn kirin kî ye?” (Eyûb 36:22).

Rastiyê têxe dilê xwe û ji xwe re bike rêber (Li paragrafa 16an binêre) *

16. Tu çawa dikarî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî?

16 Tu dikarî çi bikî? Ruhê Xwedê wê alî te bike ku tu tiştên ku tu di Kitêba Pîroz de dixwînî û lêkolîn dikî, di jiyana xwe de pêk bînî. Wek zebûrbêj dua bike: “Ya Xudan, riya xwe hînî min bike, ez li gor rastiya te bimeşim, dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te” (Zeb. 86:11). Xwarina ruhî, ya ku Yehowa bi destê Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe tedarek dike, bi dewamî bistîne. Armanca te helbet ne tenê ev e ku tu zanîna xwe zêde bikî, lê ev e ku tu rastiyê têxî dilê xwe û ji xwe re bikî rêber. Ruhê Yehowa dikare alî te bike ku tu vêya bikî. Wekî din, cesaretê bide xwişk û birayan (Îbr. 10:24, 25). Ev yek çima muhîm e? Çimkî ew malbata te ya ruhî ne. Loma, dua bike ku ruhê Xwedê alî te bike ku tu karibî li civînan cewabên ji dil bidî û wezîfeyên xwe bi awayekî baş pêk bînî. Bi vî awayî, tu dikarî nîşanî Yehowa û Îsa Mesîh bidî ku tu ji “miyên” wan ên hêja hez dikî (Yûh. 21:15-17).

17. Tu çawa dikarî piştgiriya teşkîlata Yehowa bikî?

17 Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû teşkîlatên xerab ji holê rake. Tenê teşkîlata ku di bin rêberiya ruhê Xwedê de ye wê bimîne. Ji ber vê yekê, bi dil û can bi teşkîlata Yehowa re hevkariyê bike. Ji bîr neke ku Xwedê yekî bêteref e, loma tu jî di nav mirovan de cihêtiyê neke, lê mizgînê bide her kesî. Wek Yehowa bi rêk û pêk be û yekîtiya civatê bi pêş bixe. Ji ziyafeta ruhî, yê ku Mamosteyê Mezin tedarek dike, feydeyê bistîne. Gava dinyaya Îblîs wê bê helak kirin, ev yek wê alî te bike ku tu netirsî, lê bi cesaret û dilsozî tevî teşkîlata Yehowa xizmet bikî.

KILAM 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

^ par. 5 Gelo tu bawer î ku Yehowa rêberiya teşkîlata xwe dike? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku li sedsala yekê, Yehowa çawa rêberiya civatê dikir û ew îro çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike.

^ par. 1 NOT: Teşkîlata Yehowa ji du paran pêk tê – pareke li ezmanan û pareke li rûyê erdê. Li vê meqaleyê, peyva “teşkîlat” ji bo para ku li rûyê erdê ye, tê bi kar anîn.

^ par. 52 RESIM: Pêşengeke li vîdeoyên di heqê xizmeta li welatên xerîb de temaşe dike û dixwaze li cihekî wisa xizmet bike. Paşê, ew digihîje armanca xwe û derbasî welatekî xerîb dibe.