Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

Dema Aştiyê bi Aqilmendî bi Kar Bîne

Dema Aştiyê bi Aqilmendî bi Kar Bîne

“Welat rehet bû û di wan salan de cenga wî tunebû, ji ber ku XUDAN rehetiyê dabû wî” (2. DÎR. 14:6).

KILAM 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

PÊŞGOTIN *

1. Kengê li hinekan zor tê ku ji Yehowa re xizmet bikin?

BI DÎTINA TE, kengê hê zortir e ku em ji Yehowa re xizmet bikin – gava ku em di tengasiyê de ne yan gava ku di jiyana me de qet tengasî tune? Gava em dikevin tengasiyê, em xwe dispêrin Yehowa. Lê eger tengasiyên me tune, em çi dikin? Gelo em carinan ji bîr dikin ku xizmeta Xwedê çi qas muhîm e? Yehowa ji miletê Îsraêl re gotibû ku bila ew hay ji xwe hebin ku ew şaşiyeke wisa nekin (5. Mû. 6:10-12).

Asa Padîşah pûtperestî ji holê rakir (Li paragrafa 2yan binêre) *

2. Asa Padîşah di kîjan warî de ji me re bû emsal?

2 Asa Padîşah emsaleke baş e, çimkî wî xwe bi temamî dispart Yehowa. Wî hem di wextên zor de hem jî di wextên aştiyê de ji Yehowa re xizmet dikir. Ji ciwantiyê ve, “dilê Asa her tim bi XUDAN re yek bû” (1. Qra. 15:14). Wî pûtperestî ji welatê Cihûda rakir û bi vî awayî dilsoziya xwe îsbat kir. Kitêba Pîroz dibêje ku Asa gorîgehên pûtperest û cihên bilind ji holê rakirin û stûn û dîrekên pîroz şikênandin (2. Dîr. 14:3, 5). Bi ser de, wî pîrika xwe Maaka ji padîşahiyê qewirand. Gelo çima? Çimkî wê piştgiriya pûtperestiyê dikir (1. Qra. 15:11-13).

3. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

3 Ji xeynî vê ku Asa Padîşah pûtperestî ji holê rakir, wî piştgiriya îbadeta Yehowa dikir û alî xelkê Cihûda kir ku ew vegerin ba Yehowa. Bi saya bereketa Yehowa, li welatê Cihûda demeke aştiyê dest pê kir. * Di bin hikumdariya Asa Padîşah de, welat weke 10 sal “rehet bû” (2. Dîr. 14:1, 4, 6). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Asa Padîşah ev dema aştiyê çawa bi kar anî. Paşê, emê bibînin ku şagirtên Îsa yên pêşîn dema aştiyê çawa bi kar anî. Wekî din, emê cewaba vê pirsê bistînin: Eger îbadeta Yehowa di welatê me de serbest e, em çawa dikarin vê dema aştiyê bi aqilmendî bi kar bînin?

ASA PADÎŞAH DEMA AŞTIYÊ ÇAWA BI KAR ANÎ?

4. Li gor 2. Dîrokan 14:2, 6, 7, Asa Padîşah dema aştiyê çawa bi kar anî?

4 2. Dîrokan 14:2, 6, 7 bixwîne. Asa ji xelkê re got ku yê ku aştî û aramî da wan, Yehowa ye. Ew nedifikirî ku dema aştiyê, dema îstirhetê ye, loma wî dest bi avakirina bajar, sûr, birc û dergehan kir. Wî ji xelkê Cihûda re wisa got: “Hîn welat li ber me ye.” Asa dixwest çi bigota? Maneya gotinên Asa Padîşah ev e ku milet bi rihetî dikaribû ku vir de wê de here û projeyên avakirinê berdewam bike, çimkî li derdora wan dijmin tune bû. Loma Asa ji xelkê re got ku bila ew vê dema aştiyê rind bi kar bînin.

5. Asa Padîşah çima ordiya xwe xurttir kir?

5 Wekî din, Asa Padîşah ev dema aştiyê bi kar anî ku ordiya xwe xurttir bike (2. Dîr. 14:8). Gelo ev yek tê maneya ku baweriya wî sist bû? Na. Asa dizanibû ku wek padîşah, yek ji mesûliyetên wî ev e ku miletê xwe ji bo tengasiyan hazir bike. Wî dizanibû ku dema aştiyê wê rojekê xelas bibe, û bi rastî jî wisa bû.

ŞAGIRTÊN ÎSA YÊN PÊŞÎN DEMA AŞTIYÊ ÇAWA BI KAR ANÎ?

6. Şagirtên Îsa yên pêşîn dema aştiyê çawa bi kar anî?

6 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa pir zilm didît, lê belê carinan, wan rojên bihizûr jî didîtin. Gelo wan di dema aştiyê de çi dikir? Van şagirtên dilsoz mizgîna Padîşahiyê “bi tirsa Xudan” û bê rawestin belav dikir. Di netîceyê de, şagirtên Îsa her ku diçû “zêde dibûn”. Eşkere ye ku Yehowa îşê ku wan di dema aştiyê de dianî cih, bibereket dikir (Kar. 9:26-31).

7-8. Gava fersend diket destê Pawlos û şagirtên din, wan çi dikir?

7 Şagirtên Îsa yên pêşîn hemû fersend bi kar dianîn ku mizgînê belav bikin. Mesela, gava Pawlosê şandî li bajarê Efesê bû, wî dît ku ji bo belavkirina mizgînê “deriyekî fireh” vebû, û wî ev fersend bi kar anî ku mizgînê bide gelek mirovan û wan bike şagirtên Îsa (1. Kor. 16:8, 9).

8 Di sala 49an a P.M. de, wexta ku meseleya sinetbûnê safî bû, ji Pawlos û şagirtên din re fersendeke nû çêbû ku ew mizgînê belav bikin (Kar. 15:23-29). Piştî ku qerara koma rêberiyê ji civatan re hat îlan kirin, şagirtên Îsa pir xîret kir ku ‘peyva Xudan hîn bikin û mizgînê bidin’ (Kar. 15:30-35). Netîce bû çi? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû” (Kar. 16:4, 5).

DEMA AŞTIYÊ BI AQILMENDÎ BI KAR BÎNE

9. Halê gelek welatan çawa ye, û wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

9 Li gelek welatan, em dikarin mizgînê bi serbestî belav bikin. Eger di welatê te de azadiya baweriyê heye, ji xwe bipirse: “Gelo ez vê azadiyê çawa bi kar tînim?” Li van rojên dawîn, teşkîlata Yehowa xebera xêrê li seranserê dinyayê belav dike. Ev îş bi rastî jî pir mezin e (Mar. 13:10). Ji bo xizmetkarên Yehowa gelek fersend hene ku ew di vî îşî de alîkariyê bikin.

Gelek mizgînvan ji bo xizmetê derbasî welatekî din bûne yan zimanekî nû hîn bûne. Bi saya vê, ew bereketên mezin distînin (Li paragrafên 10 heta 12an binêre) *

10. Li gor 2. Tîmotêyos 4:2, wê baş be ku em çi bikin?

10 Gelo tu çawa dikarî vê dema aştiyê bi aqilmendî bi kar bînî? (2. Tîmotêyos 4:2 bixwîne). Gelo tu yan jî ferdekî malbata te dikare xizmeta xwe zêde xizmet bike yan jî bibe pêşeng? Niha wexta berhevkirina mal û milk nîne, çimkî emê nikaribin van tiştan bi xwe re bibin dinyaya nû (Mtl. 11:4; Met. 6:31-33; 1. Yûh. 2:15-17).

11. Hin mizgînvan çi dikin ku mizgînê bigihînin mirovan?

11 Gelek mizgînvan ji bo belavkirina mizgînê zimanekî nû hîn dibin. Ji bo ku mizgîn bigihîje hemû mirovan, teşkîlata Xwedê weşanên bi gelek zimanan hazir dike. Di sala 2010an de, weşanên me bi 500 zimanî dihatin weşandin, lê îro, weşanên me êdî bi zêdetirî 1.000 zimanî tên weşandin!

12. Gava mirov mizgîna Padîşahiyê bi zimanê xwe dibihîzin, ev yek li ser wan çawa tesîr dike? Mîsalekê bide.

12 Gava însan mizgîna Padîşahiyê bi zimanê xwe dibihîzin, ev yek li ser wan çawa tesîr dike? Li Amerîkayê, xwişkeke me çûbû civîneke mezin, a ku bi zimanê Kînyarwanda derbas dibû. Ev ziman herî zêde li Rwanda, Uganda û Komara Demokratîk a Kongo belavbûyî ye. Piştî civînê, xwişka me wisa got: “Ez 17 sal berê derbasî Amerîkayê bûm, lê di vê civîna mezin de, min cara pêşîn bername bi zelalî fehm kir.” Xuya ye ku gava xwişka me bernameya civîna mezin bi zimanê xwe bihîst, vê yekê dilê wê girt. Gelo li derdora te mirovên ku bi zimanekî din dipeyivin, hene? Ji bo ku tu mizgînê bigihînî wan, gelo tu dikarî zimanê wan hîn bibî? Ev yek helbet hêsan nîne, lê bawer be ku xîreta te wê bê xelat kirin.

13. Li Rûsyayê, xwişk û birayên me dema aştiyê çawa bi kar anî?

13 Hin xwişk û birayên me nikarin mizgînê bi serbestî belav bikin. Li hin welatan, îşê me ji aliyê dewletê ve hatiye qedexe kirin. Mesela, halê Rûsyayê bîne ber çavê xwe. Xwişk û birayên me, yên ku li Rûsyayê dijîn, bi dehan salan ji aliyê dewleta Sovyet zilm didît, lê li meha Adarê ya sala 1991ê, dewleta Rûsyayê îzin da îşê Şahidên Yehowa. Li wê demê, li Rûsyayê weke 16.000 mizgînvan hebûn. 20 sal bi şûn de, hejmara wan ji 160.000î zêdetir bû. Eşkere ye ku xwişk û birayên me serbestiya xwe bi aqilmendî bi kar anîbû. Lê rojekê, dema aştiyê xelas bû. Dîsa jî, xîreta xwişk û birayên me kêm nebûye. Ew çi ji destê wan tê dikin ku xizmeta xwe berdewam bikin.

DEMA AŞTIYÊ WÊ ROJEKÊ XELAS BIBE

Piştî ku Asa Padîşah ji dil dua kiribû, Yehowa alî ordiya wî kir ku ew li dijî dijminan bi ser bikeve (Li paragrafên 14 û 15an binêre)

14-15. Yehowa çawa alî Asa Padîşah kir?

14 Di rojên Asa Padîşah de, wext hat ku aştî xelas bû. Ji milyonekî zêdetir leşkerên Etyopyayî hicûmî welatê Cihûda kir. Fermandarê wan Zerah bawer bû ku ordiya wî wê bi hêsanî bikaribe welatê Cihûda bin dest bike. Lê belê, Asa Padîşah baweriya xwe bi Yehowa anî. Wî wisa dua kir: “Ya XUDAN Xwedayê me, alîkariyê bi me re bike! ji ber ku me xwe sipartine te û em bi navê te li dijî vê ajaweyê derketin” (2. Dîr. 14:11).

15 Leşkerên Etyopyayî ji leşkerên Cihû her çi qas du caran zêdetir bûn jî, Asa dizanibû ku Yehowa dikare xizmetkarên xwe biparêze. Bi rastî jî wisa bû. Bi alîkariya Yehowa, ordiya Etyopyayî li hemberî wan bin ket (2. Dîr. 14:8-13).

16. Em ji ku dizanin ku rojekê, dema aştiyê wê xelas bibe?

16 Em helbet nizanin ku çi wê biqewime, lê em dizanin ku dema aştiyê wê heta bi hetayê berdewam neke. Îsa Mesîh ji berê de gotibû ku “hemû milet” wê ji şagirtên wî “nefret bikin” (Met. 24:9). Pawlosê şandî jî gotibû ku “hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîm. 3:12). Îblîs pir bihêrs e, û gerek em nefikirin ku hêrsa wî wê li ser me bandor neke (Pey. 12:12).

17. Dibe ku baweriya me wê çawa bê ceribandin?

17 Di demeke nêzik de, dilrastiya me wê bê ceribandin. Wek Îsa Mesîh gotibû, “tengahiyeke wusa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye” (Met. 24:21). Li wê demê, dibe ku merivên me wê bibin dijminên me û îşê me wê bê qedexe kirin (Met. 10:35, 36). Gelo emê wek Asa Padîşah baweriya xwe bi Yehowa bînin û bawer bin ku ewê me biparêze?

18. Li gor Îbranî 10:38, 39, çi wê alî me bike ku em ji bo xelasbûna dema aştiyê hazir bin?

18 Bi gelek salan, Yehowa alî me kiriye ku baweriya me xurt be. Bi destê “xulamê dilsoz û şehreza”, Yehowa di wexta rast de xwarina ruhî dide me ji bo ku em li riya rastiyê qewî bisekinin (Met. 24:45). Gerek em xîret bikin ku baweriya me ya bi Yehowa her tim saxlem be (Îbranî 10:38, 39 bixwîne).

19-20. Li gor 1. Dîrokan 28:9, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin, û çima?

19 Wek Asa Padîşah, gerek em li Yehowa bigerin (2. Dîr. 14:4; 15:1, 2). Gelo em çawa dikarin li Yehowa bigerin? Gava pêşîn ev e ku em wî nas bikin û bin av bibin. Gerek em çi ji destê me tê bikin ku hezkirina Yehowa di dilê xwe de mezintir bikin. Ji bo ku em fehm bikin ka em bi rastî li Yehowa digerin yan na, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez diçim hemû civînan?” Li civînên ku ji aliyê teşkîlata Yehowa ve tên organîze kirin, em hem teşwîq hem jî xwarina ruhî distînin (Met. 11:28). Wekî din, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo min lêkolîna Kitêba Pîroz ji xwe re kiriye adet?” Eger tu tevî malbata xwe dijî, gelo tu her hefte ji bo îbadeta malbatê wext vediqetînî? Eger tu bi tena serê xwe dijî, gelo tu dîsa jî ji bo lêkolînê wext vediqetînî? Wekî din, gelo tu di îşê belavkirina mizgînê de çi ji destê te tê dikî?

20 Wê çima baş be ku em van pirsan ji xwe bipirsin? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hiş û dilê me lêkolîn dike, loma gerek em jî wisa bikin (1. Dîrokan 28:9 bixwîne). Eger em tê derxin ku gerek em armanc, nêrîn yan fikrên xwe biguherînin, lazim e ku em alîkariya Yehowa bixwazin ku em karibin van guhertinan bikin. Divê em xwe ji niha ve ji bo ceribandinan hazir bikin. Bila tu tişt nebe sebeb ku em dema aştiyê bi aqilmendî bi kar neynin!

KILAM 62 Kilama Nû

^ par. 5 Gelo îbadeta Yehowa di welatê te de serbest e? Gelo tu vê dema aştiyê çawa bi kar tînî? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Asa Padîşah û şagirtên Îsa yên pêşîn çawa dema aştiyê bi aqilmendî bi kar dianî, û em çawa dikarin wan ji xwe re bikin emsal.

^ par. 3 NOT: Maneya peyva “aştî” ne tenê ev e ku şer tune. Bi zimanê Îbranî, di vê peyvê de fikra siheta baş, emniyet û hizûr jî heye.

^ par. 57 RESIM: Asa Padîşah pîrika xwe ji padîşahiyê derxist ji ber ku wê pûtperestî dikir. Kesên ku piştgiriya Asa dikir ew ji xwe re kir emsal û pût şikênandin.

^ par. 59 RESIM: Jin û mêrekî bixîret jiyana xwe sade dikin ji bo ku ew karibin herin welatekî ku hewceyî mizgînvanan e.