Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

Gelo Tu Hazir î ku Bibî “Masîgir”?

Gelo Tu Hazir î ku Bibî “Masîgir”?

“Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê [masîgirê] mirovan” (LÛQA 5:10).

KILAM 73 Mêrxasiyê Bide Me

PÊŞGOTIN *

1. Îsa Mesîh ji çar masîgiran re çi got, û wan çi kir?

PETRÛS, Endrawis, Aqûb û Yûhenna îşê masîgiriyê dikir. Rojekê, Îsa Mesîh ji wan re wisa got: “Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên [masîgirên] mirovan.” * Gelo wan çi kir? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn” (Met. 4:18-22). Ji wê rojê û pê ve, jiyana wan bi temamî guherî, û ew êdî bûn “masîgirên” sembolîk (Lûqa 5:10). Îro jî, Îsa Mesîh gazî kesên dilpak dike ku ew vî îşî bikin (Met. 28:19, 20). Gelo te ev daweta Îsa Mesîh qebûl kiriye?

2. Hin kes çima difikirin ku ew hazir nînin ku bibin mizgînvan, û çi dikare alî wan bike ku ew vê qerarê bidin?

2 Dibe ku tu Kitêba Pîroz rind hîn bûyî, û êdî wext hatiye ku tu qerarê bidî ku bibî mizgînvan yan na. Eger tu difikirî ku tu hê hazir nînî, xemgîn nebe. Dibe ku sebeba dudiliya te ev e ku tu dizanî ku ev yek qerareke pir muhîm e. Rast e ku Petrûs û hevalên wî hemen dev ji torên xwe berda. Lê belê, Petrûs û birayê wî zû bi zû negihîştibûn vê qerarê. Wan Îsa zêdetirî şeş meh berê nas kiribû û fehm kiribû ku Mesîh ew e (Yûh. 1:35-42). Belkî te jî di heqê Yehowa û Îsa Mesîh de pir melûmat stendiye, û tu dixwazî ji aliyê ruhî ve hê jî zêdetir bi pêş bikevî. Lê belê, berî ku tu qerarê bidî ku bibî mizgînvan, wê baş be ku tu li ser vê qerarê rind bifikirî. Gelo çi alî Petrûs û kesên din kir ku ew vê qerarê bidin?

3. Ji bo ku em daweta Îsa Mesîh qebûl bikin, em hewceyî çi ne?

3 Şagirtên Îsa Mesîh îşê xwe bi daxwaz, bi hostetî, bi mêrxasî û bi dîsîplîn dianî cih. Bi vî awayî, ew bûn mizgînvanên serkeftî. Li vê meqaleyê, emê hîn bibin ku em çawa dikarin daxwaz, hostetî, mêrxasî û dîsîplîna xwe zêde bikin ji bo ku em di îşê belavkirina mizgînê de serkeftî bibin.

DAXWAZA XWE ZÊDE BIKE

Petrûs û kesên din bûn “masîgirên mirovan”. Ev îşê muhîm îro jî dewam dike (Li paragrafên 4 û 5an binêre)

4. Petrûs çima îşê masîgiriyê dikir?

4 Petrûs ji bo debara malbata xwe masî digirtin. Bi ser de, wî ji vî îşî pir hez dikir (Yûh. 21:3, 9-15). Piştî ku ew bû şagirtê Mesîh Îsa, wî êdî dest bi îşê masîgiriya sembolîk kir. Bi alîkariya Yehowa, Petrûs di vî îşî de jî pir serkeftî bû (Kar. 2:14, 41).

5. Li gor Lûqa 5:8-11, Petrûs çima ditirsiya, û çi dikare alî me bike ku em tirsên wisa ji dilê xwe derxînin?

5 Em mizgînê belav dikin ji ber ku em ji Yehowa hez dikin. Sebeba me ya herî mezin ev e. Hezkirina Yehowa dikare alî me bike ku em netirsin ku hunerên me têra me nakin ku em vî îşî bi awayekî baş bînin cih. Gava Îsa Mesîh gazî Petrûs kir, wî jê re got: “Netirse!” (Lûqa 5:8-11 bixwîne). Îsa Mesîh çima wisa got? Gelo Petrûs ditirsiya ku eger ew bibe şagirtê Îsa, tiştekî xerab wê bê serê wî? Na. Bi alîkariya Îsa, Petrûs û masîgirên din gelek masî girtibûn. Gava Petrûs ev yek dît, ew ecêbmayî ma û ditirsiya ku ew hêja nîne ku tevî Îsa Mesîh hevalkariyê bike. Dibe ku hin tirsên te jî hene. Mesela, dibe ku tu difikirî tu ku nikarî vê mesûliyetê hildî ser stûyê xwe. Eger wisa ye, hezkirina xwe ya ji Yehowa, ji Îsa Mesîh û ji însanan zêde bike. Ev hezkirin wê te dehf bide ku tu daweta Îsa Mesîh qebûl bikî (Met. 22:37, 39; Yûh. 14:15).

6. Çi dikare daxwaza me zêde bike ku em mizgînê belav bikin?

6 Hin tiştên din jî dikarin daxwaza me zêde bikin. Mesela, em dixwazin guh bidin vî emrê Îsa Mesîh: “Herin û hemû miletan bikin şagirtên min” (Met. 28:19, 20). Wekî din, em mizgînê belav dikin ji ber ku mirov “mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî” ne, û hewcedariya wan heye ku rastiya di heqê Padîşahiyê de hîn bibin (Met. 9:36). Yehowa “dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîm. 2:4).

7. Romayî 10:13-15 çawa nîşan dide ku belavkirina mizgînê îşekî muhîm e?

7 Gava em tînin ber çavê xwe ku xizmeta me çawa dikare li ser mirovan tesîr bike, ev yek jî dikare daxwaza me zêde bike. Masîgir masiyên ku ew digirin, difroşin yan jî dixwin, lê em mirovan “digirin” ji bo ku em wan xelas bikin (Romayî 10:13-15 bixwîne; 1. Tîm. 4:16).

HOSTETIYA XWE ZÊDE BIKE

8-9. Gerek masîgir çi bizanin, û çima?

8 Li rojên Îsa Mesîh, lazim bû ku masîgir bizanin ku di behrê de çi cure masî hene (3. Mû. 11:9-12). Wekî din, lazim bû ku ew rind bizanin ku masî li ku derê hene. Bi gelemperî, masî ji cihên bi ava xweş û bi zêdehiya xwarinê hez dikin. Ji bo îşê masîgiriyê, saet jî muhîm e. Mesela, li giraveke Pasîfîkê, birayekî gazî mizgînvanekî wezîfedar kir ku ew bi hev re li behrê masiyan bigirin. Mizgînvanê wezîfedar wisa got: “Baş e, bila em di saeta 9an de derkevin!” Bira wisa cewab da: “Na, wisa nabe! Gerek em li wexta ku ji bo masiyan baş e herin, ne li wexta ku ji bo me baş e.”

9 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa li wexta herî baş diçûn cihên ku li wê derê “masî” hebûn. Mesela, wan mizgîn li perestgehê, li kenîşteyan, mal bi mal û li sûkê belav dikir (Kar. 5:42; 17:17; 18:4). Gerek em jî bizanin ku kîjan wext ji bo mirovên li herêma me baş e. Gerek em hazir bin ku planên xwe biguherînin ji bo ku em mirovan bibînin (1. Kor. 9:19-23).

MASÎGIRÊN JÊHATΠ... 1: di wext û cihê rast de dixebitin (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

10. Teşkîlata Yehowa kîjan hacetan tedarek dike?

10 Masîgir hewceyî hin hacetan in, û gerek ew bizanin ku van hacetan çawa bi kar bînin. Ji bo ku em karibin îşê xwe bikin, em jî hewceyî hin hacetan in, û gerek em bizanin ku van hacetan çawa bi kar bînin. Îsa Mesîh rêberiyeke zelal da şagirtên xwe ku ew çawa “masiyan bigirin”. Wî ji wan re got ku gerek ew kîjan tiştan bi xwe re bibin, mizgînê li ku derê belav bikin û ji mirovan re çi bibêjin (Met. 10:5-7; Lûqa 10:1-11). Îro, teşkîlata Yehowa Hacetên Elimandinê tedarek dike û rêyî me dide ku gerek em van hacetan çawa bixebitînin. * Ev perwerde alî me dike ku em îşê xwe bi awayekî baş û tesîrdar bînin cih (2. Tîm. 2:15).

MASÎGIRÊN JÊHATΠ... 2: dizanin ku gerek ew hacetên xwe çawa bi kar bînin (Li paragrafa 10an binêre)

MÊRXASIYA XWE ZÊDE BIKE

11. Em çima hewceyî mêrxasiyê ne?

11 Îşê masîgiran hêsan nîne. Gelek masîgir nîvê şevê bi qeyîkên xwe derdikevin behrê, û carinan firtone ji nişka ve dest pê dike. Ji ber vê yekê, masîgir hewceyî mêrxasiyê ne. Mîna wan, em jî hewceyî mêrxasiyê ne. Gava em dest bi îşê belavkirina mizgînê dikin û dibêjin ku em Şahidên Yehowa ne, carinan “firtone” radibe. Mesela, dibe ku malbata me li me muxalefetê bike yan jî ku hevalên me qerfên xwe bi me bikin. Wekî din, hin kes naxwazin guh bidin me. Lê belê, gava tiştên wisa diqewimin, em ecêbmayî namînin, çimkî Îsa Mesîh ji berê de gotibû ku emê rastî muxalefetê bên (Met. 10:16).

12. Li gor Yêşû 1:7-9, çi dikare alî me bike ku em mêrxasiya xwe zêde bikin?

12 Tu çawa dikarî mêrxasiya xwe zêde bikî? A yekê, gerek tu emîn bî ku Îsa Mesîh ji ezmanan rêberiya vî îşî dike (Yûh. 16:33; Pey. 14:14-16). A diduyan, gerek tu bi soza Yehowa bawer bî ku ewê te xwedî bike (Met. 6:32-34). Baweriya te çi qas xurt bibe, tuyê ew qas mêrxas bibî. Wexta ku Petrûs û hevalên wî dev ji îşê xwe berda ku bikevin pey Îsa, wan baweriyeke mezin eyan kir. Gava te ji heval û merivên xwe re got ku te dest bi kursa Kitêba Pîroz kiriye û êdî diçî civînên Şahidên Yehowa, te jî baweriyeke mezin eyan kir. Te bêguman pir xîret kir ku rabûn û rûniştina xwe li gor daxwaza Yehowa biguherînî. Ji bo vê jî bawerî û mêrxasî lazim bû. Her ku tu mêrxasiya xwe zêde bikî, bawer be ku “Xwedayê te XUDAN, di her derê ku tu biçî de, dê bi te re be!” (Yêşû 1:7-9 bixwîne).

MASÎGIRÊN JÊHATΠ... 3: ligel şertên nû bi mêrxasî dixebitin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

13. Fikirîna kûr û dua çawa dikarin alî te bikin ku tu mêrxasiya xwe zêde bikî?

13 Ji xeynî vê, tu çawa dikarî mêrxasiya xwe zêde bikî? Dua bike ku Yehowa cesaret û mêrxasiyê bide te (Kar. 4:29, 31). Yehowa wê cewabê bide duayên te, û ewê te tu caran tenê nehêle. Ewê her tim piştgiriya te bike. Wekî din, bîne ber çavê xwe ku di demên berê de, Yehowa xizmetkarên xwe çawa xelas dikirin. Ma wî alî te jî nekiriye ku tu serî bi tengasiyên xwe re derxînî û jiyana xwe biguherînî? Ma yê ku xizmetkarên xwe di Behra Sor re derbas kiribûn wê alî te neke ku tu bibî şagirtekî Îsa? (2. Mû. 14:13). Bila baweriya te wek baweriya zebûrbêj xurt be, yê ku wisa gotibû: “Xudan bi min re ye, nîne tirsa min; Mirov dikarin çi bikin bi min?” (Zeb. 118:6).

14. Serpêhatiyên Masae û Tomoyoyê çi rêyî me didin?

14 Bi alîkariya Yehowa, kesên fediyok jî dikarin mêrxasiyê eyan bikin. Gelo Yehowa çawa alî wan dike? Serpêhatiya xwişkeke bi navê Masae bîne ber çavê xwe. Ew yeke fediyok bû, û ew difikirî ku ew nikare mizgînê bide kesên nenas. Loma wê pir xîret kir ku hezkirina Xwedê û hezkirina mirovan di dilê xwe de zêde bike. Wê anî ber çavê xwe ku belavkirina mizgînê çima îşekî ew qas acîl e, û wê dua kir ku Yehowa daxwaza wê zêde bike ku ew mizgînê belav bike. Bi vî awayî, ew ji tirsên xwe filitî û bû pêşenga daîmî. Yehowa dikare alî mizgînvanên nû jî bike ku ew mêrxasiyê zêde bikin. Ev yek ji serpêhatiya xwişkeke bi navê Tomoyo eşkere ye. Cara pêşîn ku ew çû mal bi mal, jinikekê derî vekir û wisa qîrînî kir: “Ez naxwazim bi Şahidên Yehowa re xeber bidim!”, û ber pozê wê derî girt. Tomoyoyê cesareta xwe winda nekir, lê ji hevala xwe re got: “Te bihîst? Berî ku min tiştek got, wê fehm kir ku ez Şahida Yehowa me. Ez pir şa me!” Tomoyo niha pêşenga daîmî ye.

DÎSÎPLÎNA XWE ZÊDE BIKE

15. Dîsîplîn çi ye û çima muhîm e?

15 Ji bo ku masîgir serkeftî bin, dîsîplîn lazim e. Li gor ferhengekê, maneya dîsplînê ev e ku mirov “zorê li xwe bide ku ew tiştên hewce bike”. Mesela, ji masîgiran re dîsîplîn lazim e ku ew zû rabin, îşê xwe di nîvî de nehêlin û ligel hewaya xerab jî dev ji îşê xwe bernedin. Mîna wan, ji bo ku em sebat bikin û îşê xwe xelas bikin, em jî hewceyî dîsîplînê ne (Met. 10:22).

16. Em çawa dikarin dîsîplîna xwe zêde bikin?

16 Dîsîplîn xwe bi xwe nayê meydanê, û gelek kes naxwazin zehmetê bikişînin. Lê belê, hin îşên muhîm bê zehmet çênabin. Loma, ji me re alîkarî lazim e ji bo ku em dîsîplîna xwe zêde bikin û xwe hîn bikin ku em îşên zor jî bînin cih. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa vê alîkariyê dide me (Gal. 5:22, 23).

17. Li gor 1. Korîntî 9:25-27, Pawlosê şandî çawa xîret kir ku dîsîplîna xwe zêde bike?

17 Pawlosê şandî ji aliyê dîsîplînê ve emsaleke baş bû. Dîsa jî, lazim bû ku ew ‘cefayê bide’ bedena xwe, da ku ew tiştên rast bike (1. Korîntî 9:25-27 bixwîne). Wî kesên din teşwîq dikirin ku ew her tiştî “li cih û bi rêkûpêk”, yanî bi dîsîplîn bikin (1. Kor. 14:40). Belê, ji bo ku em mizgînê bi dil û can belav bikin û di warên din de jî mesûliyetên xwe yên ruhî bînin cih, em hewceyî dîsîplînê ne (Kar. 2:46).

XWE PAŞ NEXE!

18. Ji bo ku Yehowa me wek “masîgirên” serkeftî bibîne, gerek em çi bikin?

18 Masîgirekî ku gelek masiyan digire, wek masîgirekî serkeftî tê hesibandin. Lê belê, serkeftîbûna me, bi hejmara mirovên ku em dikin şagirtên Îsa ve girêdayî nîne (Lûqa 8:11-15). Heta ku em di îşê belavkirin û hînkirina mizgînê de sebat bikin, Yehowa me wek kesên serkeftî dihesibîne. Gelo çima? Çimkî gava em vî îşî dikin, em guh didin wî û Kurê wî (Mar. 13:10; Kar. 5:28, 29).

19-20. Çima muhîm e ku em mizgînê niha belav bikin?

19 Li hin welatan, dewlet tenê li hin mehan îznê dide ku masî bên girtin. Li van welatan, gava demsala masîgirtinê hêdî hêdî diqede, masîgir di îşê xwe de hê jî zêdetir xîret dikin. Halê me jî wisa ye. Dawiya vê sîstema xerab li ber şemûgê ye. Wext hindik maye ku em mizgîna xelasbûnê bigihînin mirovan. Loma, xwe paş nexe! Ji bo ku tu vî îşê muhîm bikî, ne lazim e ku hal û şertên te îdeal bin (Waiz 11:4).

20 Belê, daxwaz, hostetî, mêrxasî û dîsîplîna xwe her ku diçe zêde bike. Tevî zêdetirî 8 milyon “masîgirên” din hevkariyê bike. Eger tu wisa bikî, Yehowa wê dilxweşiyê bide te (Nhy. 8:10). Heta dawiyê bi dil û can bixebite. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin sê tiştên ku dikarin alî me bikin ku em di îşê belavkirina mizgînê de bi xîret berdewam bikin.

KILAM 66 Em Mizgîniya Xêrê Bela kin

^ par. 5 Îsa Mesîh gazî çar masîgirên dilnizm û bixîret kir ku ew bibin şagirtên wî. Îro jî, ew gazî mirovên wisa dike ku ew bibin “masîgir”. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku xwendekarên Kitêba Pîroz, ên ku daweta Îsa Mesîh hê qebûl nekiriye, gerek çi bikin.

^ par. 1 NOT: Kesên ku mizgînê belav dikin û alî mirovan dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, bi awayekî sembolîk dibin “masîgir”.

^ par. 10 Li meqaleya “Rastiyê Hîn Bike” binêre (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2018, rûp. 11-16).