Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo Waiz 5:8 tenê behsa hikumdarên vê dinyayê dike, yan behsa Yehowa jî dike?

Di vê ayetê de, ev gotinên balkêş hene: “Ger tu bibîne ku li vî welatî xizanan dixin tengasiyê û rastiya dadiyê dikeve zorê, bi vî karî şaş nebe; ji ber ku li ser yê bilind, yê hîn jî bilindtir e dinêre û li ser wan jî yê hîn jî bilindtir in hene” (Waiz 5:8).

Gava em vê ayetê dixwînin, em belkî difikirin ku ev ayet tenê behsa hikumdarên vê dinyayê dike. Lê bi eslê xwe, li vê ayetê di heqê Yehowa de jî fikreke muhîm heye, ya ku dilê me rihet dike û cesaretê dide me.

Waiz 5:8 behsa hikumdarekî xerab dike, yê ku belengazan bin dest dike û neheqiyê dike. Gerek kesên wisa ji bîr nekin ku bi îhtimaleke mezin, yekî ku ji wan bilindtir e, wan dibîne. Ji xeynî vê, belkî kesên hê bilindtir jî hene. Çi heyf e ku di hikumdariyên vê dinyayê de gelek kesên xerab hene, û xelk seba neheqiya wan pir dinale.

Hal her çi qas bêçare xuya bike jî, ev yek ku Yehowa wan dibîne dilê me rihet dike. Em dikarin ji Xwedê re hawar bikin û barê xwe ji wî re bihêlin (Zeb. 55:22; Flp. 4:6, 7). Em dizanin ku “çavên XUDAN, bona ku di oxra yên ku dilên wan bi wî re yek in de xwurtbûna xwe nîşan bide, li hemûya rûyê erdê ve fir dibe” (2. Dîr. 16:9).

Loma, Waiz 5:8 bala me dikişîne ser hikumdarên vê dinyayê û tîne bîra me ku her tim yekî hê bilindtir heye. Bi ser de, ev ayet alî me dike ku em ji bîr nekin ku yê herî bilind, Yehowa ye. Ew niha bi navgîniya Kurê xwe Îsa Mesîh hikum diajo. Xwedê, yê ku her tiştî dibîne, her tim adil û rast e, û Îsa Mesîh jî wisa ye.