Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

“Rihetiyê Nede Destê Xwe”

“Rihetiyê Nede Destê Xwe”

“Toxim sibehê bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe” (WAIZ 11:6, WDN).

KILAM 68 Biçînin Toximê Padşatiyê

PÊŞGOTIN *

1-2. Gotinên Waiz 11:6 çawa bi belavkirina mizgîna Padîşahiyê ve girêdayî ne?

LI HIN welatan, gelek mirov mizgînê bi dilxwazî qebûl dikin. Gava ew mizgînê dibihîzin, ew pir şa dibin. Lê belê, mirovên li hin welatan bi Xwedê yan bi Kitêba Pîroz eleqedar nabin. Gelo mirovên li herêma te li mizgîna Padîşahiyê çawa dinêrin? Nêrîna wan her çi be jî, Yehowa dixwaze ku em dev ji belavkirina mizgînê bernedin heta ku ew nebêje “Bes”.

2 Li wexta ku Yehowa ji berê de tayîn kiriye, belavkirina mizgînê wê biqede, û “hingê dawî wê bê” (Met. 24:14, 36). Heta wê demê, em çawa dikarin guh bidin van gotinan: “Toxim sibehê bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe”? * (Waiz 11:6, WDN).

3. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

3 Li meqaleya berê, me dîtibû ku gerek em çi bikin ji bo ku em bibin mizgînvanên serkeftî (Met. 4:19). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çi dikare alî me bike ku em ligel tengasiyan dev ji belavkirina mizgînê bernedin: (1) Gerek em bala xwe bidin xizmetê, (2) bisebir bin û (3) baweriya xwe xwedî bikin.

BALA XWE BIDE XIZMETÊ

4. Çima muhîm e ku em bala xwe bidin îşê ku Yehowa daye me?

4 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku li rojên dawîn, çi wê biqewime û mirov wê çawa bibin. Wî dizanibû ku halê dinyayê wê bikaribe bibe sebeb ku şagirtên wî bi temamî bala xwe nedin îşê belavkirina mizgînê. Loma, wî şagirtên xwe tembîh kirin ku ew “hişyar bimînin” (Met. 24:42). Li rojên berî Tofanê, mirovan guh neda Nûh ji ber ku ew bi zêdeyî bi tiştên din mijûl bûn, û îro jî, gelek tişt dikarin me bi zêdeyî mijûl bikin (Met. 24:37-39; 2. Ptr. 2:5). Ji ber vê yekê, gerek em bi temamî bala xwe bidin îşê ku Yehowa daye me.

5. Li gor Karên Şandiyan 1:6-8, mizgîn wê li ku derê bihata belav kirin?

5 Bi rastî jî muhîm e ku em bi temamî bala xwe bidin îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê. Îsa ji berê de gotibû ku piştî mirina wî, şagirtên wî wê vî îşî ne tenê berdewam bikin, lê hê jî berfirehtir bikin (Yûh. 14:12). Piştî mirina Îsa, hin şagirtên wî vegeriyan îşê masîgiriyê. Piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, wî bi mucîzeyekê alî şagirtên xwe kir ku ew gelek masiyan bigirin. Paşê, wî ji wan re got ku îşê belavkirina mizgînê ji her îşê din muhîmtir e (Yûh. 21:15-17). Berî ku Îsa Mesîh hilkişiya ezmanan, wî ji şagirtên xwe re got ku mizgîn wê ne tenê li welatê Îsraêl, lê li seranserê dinyayê jî bê belav kirin (Karên Şandiyan 1:6-8 bixwîne). Gelek sal bi şûn de, Îsa Mesîh nîşanî Yûhennayê şandî kir ku “di roja Xudan de” çi wê biqewime. * Di dîtiniyekê de, Yûhenna dît ku melekekî “Mizgîniyeke herheyî” ji “her milet, bavik, ziman û gelan” re îlan dikir (Pey. 1:10; 14:6). Eşkere ye ku Yehowa dixwaze ku em mizgînê li seranserê dinyayê belav bikin heta ku ev îş xelas bibe.

6. Çi dikare alî me bike ku em bala xwe bidin îşê belavkirina mizgînê?

6 Yehowa alî me dike ku em bala xwe bidin îşê belavkirina mizgînê. Mesela, bi saya alîkariya Yehowa, em gelek weşanên çapkirî û elektronîk, qeydên deng, vîdeo û bernameyên Înternetê distînin. Li malpera me, bi zêdetirî 1.000 zimanî melûmat heye! (Met. 24:45-47). Ji ber sebebên siyasî, dînî û ekonomîk, di dinyayê de yekîtî tune. Lê belê, zêdetirî 8 milyon xizmetkarên Xwedê bi rastî jî di yekîtiyê de ne. Mesela, li 19ê Nîsanê ya sala 2019an, bi milyonan Şahidên Yehowa li vîdeoyeke ayeta rojê temaşe kir. Wê êvarê, 20.919.041 mirovên li seranserê dinyayê ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh top bûn. Gava em van bereketên Yehowa dibînin, ma ev yek daxwaza me zêde nake ku em bi dewamî bala xwe bidin îşê Padîşahiyê?

Îsa Mesîh tu caran dev ji belavkirina mizgînê berneda (Li paragrafa 7an binêre)

7. Emsala Îsa Mesîh çawa alî me dike ku em bala xwe bidin xizmetê?

7 Wekî din, wê baş be ku em Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal. Wî tu caran îzin neda ku tiştek wî ji belavkirina mizgînê dûr bixe (Yûh. 18:37). Gava Îblîs “hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan” ji wî re teklîf kirin û gava mirovan dixwest ew bikira padîşah, wî ev yek qebûl nekir (Met. 4:8, 9; Yûh. 6:15). Ew nediket pey mal û milk, û muxalefeta dijminan nikaribû ew bidaya sekinandin (Lûqa 9:58; Yûh. 8:59). Wexta ku baweriya me tê ceribandin, wê baş be ku em şîreta Pawlosê şandî bînin bîra xwe. Wî got ku bila em Îsa Mesîh bişopînin, da ku em “newestin û di dilê xwe de sist nebin”! (Îbr. 12:3).

BISEBIR BE

8. Em çima hewceyî sebrê ne?

8 Gava em li bendê ne ku halekî xerab xelas bibe yan ku daxwazeke me bê cih, ji me re sebir lazim e. Mesela, Habaqûq pêxember li bendê bû ku zilm û zordariya li welatê Cihûdayê xelas bibe (Hab. 1:2). Şagirtên Îsa yên pêşîn hêvî dikir ku Padîşahî zû bê û wan ji bindestiya Romayê bifilitîne (Lûqa 19:11). Niha em li bendê ne ku Padîşahiya Xwedê xerabî û zilmê tune bike û dinyaya nû saz bike (2. Ptr. 3:13). Lê belê, gerek em bi sebir heta wexta ku Yehowa tayîn kiriye li bendê bisekinin. Gelo Yehowa çawa alî me dike ku em bisebir bin?

9. Sebra Yehowa çawa eşkere dibe?

9 Ji aliyê sebrê ve, Yehowa emsala herî baş e. Wî têra xwe wext dabû Nûh ku ew bibe “peyvbêjê rastdariyê” û gemiyê ava bike (2. Ptr. 2:5; 1. Ptr. 3:20). Gava Birahîm di heqê helakkirina bajarên Sodom û Gomorayê de gelek pirs pirsîn, Yehowa bi sebir guh da wî (1. Mû. 18:20-33). Bi gelek sedsalan, Yehowa li hemberî serhişkiya miletê Îsraêl sebreke mezin eyan dikir (Nhy. 9:30, 31). Îro jî, Yehowa sebra xwe ji mirovên dilpak re eyan dike û fersendê dide “ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9; Yûh. 6:44; 1. Tîm. 2:3, 4). Madem ku Yehowa ew qas sebir dike, ma ne lazim e ku em jî îşê belavkirin û hînkirina mizgînê bi sebir berdewam bikin? Wekî din, mîsaleke ku di Kitêba Pîroz de tê nîşan dayîn rêyî me dide ku sebir çi qas muhîm e.

Wek cotkarekî bisebir, em bawer in ku netîceyên xîreta me wê baş bin (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10. Emsala cotkar çi nîşanî me dide?

10 Aqûb 5:7, 8 bixwîne. Mîsala cotkarekî ku li benda berê erdê ye nîşan dide ku em çawa dikarin sebir bikin. Rast e, hin nebat zû mezin dibin. Lê belê, ji bo piraniya toximan pir wext lazim e ku ew bigihîjin û ber bidin. Li welatê Îsraêl, heta wexta berhevkirinê weke 6 meh derbas dibûn. Cotkar toxim piştî baranên pêşîn ên payizê direşand û berê zeviyê piştî baranên paşîn ên biharê ber hev dikir (Mar. 4:28). Wê baş be ku em jî wek cotkaran bisebir bin. Lê belê, ev yek carinan hêsan nîne.

11. Di xizmetê de, sebir çima lazim e?

11 Ji ber ku em qisûrdar in, em dixwazin netîceyên îşê xwe zû zû bistînin. Lê belê, eger em dixwazin ku baxçeyê me berdar be, gerek em bi dewamî bikolin, biçînin, zîwanan ji kokê ve rakin û av bidin. Ji bo îşê hînkirinê jî pir wext û xîret lazim e. Mesela, wext lazim e ku em “zîwanên” wek pêşhikum û bêxembûnê ji dilê xwendekarên xwe derxînin. Gava em rastî tengasiyan tên, sebir dikare alî me bike ku em dilteng nebin û dilxweşiya xwe winda nekin. Hin kes her çi qas guh bidin me jî, lazim e ku em bisebir bin. Em nikarin baweriya xwendekarên xwe bi zorê mezin bikin. Carinan şagirtên Îsa yên pêşîn jî hemen fehm nedikir ku wî dixwest çi bigota (Yûh. 14:9). Gerek em ji bîr nekin ku em her çi qas biçînin û av bidin jî, yê ku mezin dike, Xwedê ye (1. Kor. 3:6).

12. Gava em mizgînê didin merivên xwe yên nebawermend, em çawa dikarin bisebir bin?

12 Li hinekan zor tê ku li hemberî merivên xwe yên nebawermend bisebir bin. Prensîpa li Waiz 3:7 dikare di vî warî de alî me bike. Ev ayet wisa dibêje: “Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye.” Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin bala merivên xwe bikişînin ser rastiyê. Wekî din, gerek em her tim hazir bin ku ji wan re behsa Yehowa bikin (1. Ptr. 3:1, 2). Lazim e ku em mizgînê bi xîret belav bikin, û gerek em li hemberî her kesî – û li hemberî merivên xwe jî – bisebir bin.

13-14. Serpêhatiyên kesên bisebir çi rêyî me didin?

13 Serpêhatiyên kesên dilsoz dikarin alî me bikin ku em sebra xwe zêde bikin. Habaqûq hesreta xelasbûna xerabiyê bû, lê ew dîsa jî bi sebir li bendê disekinî (Hab. 2:1). Pawlosê şandî ji dil dixwest xizmeta xwe ‘bîne serî’. Dîsa jî, wî îşê belavkirina mizgînê bi sebir berdewam kir (Kar. 20:24).

14 Serpêhatiya jin û mêrekî bîne ber çavê xwe, yên ku piştî xelaskirina Mekteba Gîleadê çûn welatekî ku Şahidên Yehowa li wê derê hindik bûn. Piraniya mirovên li wê derê Mesîhî nînin, û yên ku kursa Kitêba Pîroz qebûl dikir, hindik bûn. Gava hevaldersên vî cotî, yên ku li welatên din xizmet dikir, ji wan re digot ku xwendekarên wan çi qas pir in û xizmeta wan çi qas baş diçe, wan dîsa jî cesareta xwe winda nedikir. Xizmeta wan her çi qas serkeftî xuya nedikir jî, wan bi sebir berdewam dikir. Ancax piştî 8 salan, yek ji xwendekarên wan bin av bû. Em ji serpêhatiyên van kesên bisebir çi hîn dibin? Wan tu caran dev ji xîreta xwe berneda û ‘rihetî neda destê xwe’, û di netîceyê de Yehowa sebra wan xelat kir. Bila em jî “bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê” (Îbr. 6:10-12).

BAWERIYA XWE XWEDÎ BIKE

15. Bawerî çawa daxwaza me zêde dike ku em mizgînê belav bikin?

15 Em bi xebera ku em belav dikin bawer dikin, loma em dixwazin vê xeberê bigihînin her kesî. Em xwe dispêrin sozên ku Xwedê di Kitêba Pîroz de daye (Zeb. 119:42; Îşa. 40:8). Çend pêxemberiyên Kitêba Pîroz li ber çavê me hatine cih. Me dîtiye ku şîretên Kitêba Pîroz jiyana mirovan çawa baştir dikin. Ji ber vê yekê, em ji dil bawer in ku gerek her kes mizgîna Padîşahiyê bibihîze.

16. Li gor Zebûr 46:1-3, baweriya me ya bi Yehowa û Îsa Mesîh çawa daxwaza me zêde dike ku em mizgînê belav bikin?

16 Wekî din, em xwe dispêrin Yehowa, yê ku çavkaniya mizgînê ye, û em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, ê ku ji aliyê Yehowa ve wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hatiye tayîn kirin (Yûh. 14:1). Çi dibe bila bibe, Yehowa her tim stara me ye, û ewê qewetê bide me (Zebûr 46:1-3 bixwîne). Ji xeynî vê, em bawer in ku Îsa bi qewet û otorîteya ku wî ji Yehowa stendiye ji ezmanan rêberiya îşê belavkirina mizgînê dike (Met. 28:18-20).

17. Wê çima baş be ku em ‘rihetiyê nedin destê xwe’?

17 Eger baweriya me xurt be, emê guman nekin ku Yehowa dikare xîreta me bibereket bike. Carinan, ew vêya bi awayên nehêvîkirî jî dike (Waiz 11:6). Mesela, roj bi roj bi hezaran mirov di ber dezgeh û erebeyên weşanan re derbas dibin, ên ku em li gelek deran datînin. Gelo ev metoda ji bo belavkirina mizgînê bitesîr e? Belê! Bernameya Our Kingdom Ministry ya Mijdar 2014 behsa xwendekareke zanîngehê kiribû, ya ku dixwest di heqê Şahidên Yehowa de meqaleyekê binivîse. Wê nikaribû Saloneke Îbadetê bibîne, lê li zanîngehê, dezgeheke Şahidên Yehowa hebû, û li wê derê, wê çavkaniyên ji bo meqaleya xwe dîtin. Bi zeman re, ew bû Şahideke Yehowa, û ew niha pêşenga daîmî ye. Serpêhatiyên wisa me teşwîq dikin ku em ‘rihetiyê nedin destê xwe’, çimkî însanên ku hewceyî mizgîna Padîşahiyê ne, hê hene.

HETA DAWIYÊ RIHETIYÊ NEDE DESTÊ XWE

18. Em çima bawer in ku îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê wê di wexta rast de biqede?

18 Îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê wê di wexta rast de xelas bibe. Di rojên Nûh de jî wisa bû. Belê, Yehowa her tiştî di wexta rast de dike. Weke 120 sal ji berê de, Yehowa gotibû ku Tofan wê kengê dest pê bike. Bi dehan salan bi şûn de, Yehowa emir da Nûh ku ew gemiyekê ava bike. Weke 40 yan 50 sal, Nûh bi xîret di îşê avakirina gemiyê de xebitî. Wekî din, mirovan her çi qas guh nedida wî jî, wî dev ji belavkirina fermana Xwedê berneda heta ku Yehowa got ku wext hatiye ku heywan bikevin gemiyê. Paşê, li wexta rast, “XUDAN, paşî Nûh derî girt” (1. Mû. 6:3; 7:1, 2, 16).

19. Eger em ‘rihetiyê nedin destê xwe’, emê çi bibînin?

19 Di demeke nêzik de, Yehowa wê ji me re bibêje ku îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê êdî xelas bûye, û ewê “derî bigire”. Ewê sîstema Îblîs helak bike û dinyaya nû bi mirovên guhdar tije bike. Heta wê demê, bila em Nûh, Habaqûq û kesên din, ên ku ‘rihetî nedida destê xwe’ ji xwe re emsal bigirin. Bila em bi dewamî bala xwe bidin xizmetê, bisebir bin û baweriya xwe bi Yehowa û sozên wî bînin.

KILAM 75 “Va me Ez! Min Bişîne!”

^ par. 5 Li meqaleya berê, me dîtibû ku gerek xwendekarên Kitêba Pîroz çi bikin ku bibin “masîgirên mirovan”. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çi dikare alî hemû mizgînvanan bike – hem ên nû hem jî yên bitecrûbe – ku ew dev ji belavkirina mizgîna Padîşahiyê bernedin heta ku Yehowa nebêje “Bes”.

^ par. 2 NOT: Li vê meqaleyê, gotinên “rihetiyê nede destê xwe” tên maneya ku gerek em dev ji belavkirina mizgînê bernedin heta ku Yehowa nebêje ku ev îş xelas bûye.

^ par. 5 Gava Îsa Mesîh di sala 1914an de bû Padîşah, “Roja Xudan” dest pê kir. Ev “Roj” wê heta dawiya Hikumdariya Hezarsalî dewam bike.