Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

Çima Muhîm e ku Em Herin Civînan?

Çima Muhîm e ku Em Herin Civînan?

“Heta ku Xudan bê, mirina wî [bidin] zanîn” (1. KOR. 11:26).

KILAM 18 Bona Qurbanê Razî ne

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Yehowa li kesên ku tên Bîranînê çawa dinêre? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.) (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi bişêwirin?

HER sal, bi milyonan kes ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top dibin. Hinek sal bi sal bi dilsozî tên Bîranînê. Tengahî û zilma giran nikare riya wan bigire ku ew neyên Bîranînê. Hinek nayên hemû civînan, lê hazirbûna li Bîranînê wek tiştekî pir muhîm dibînin. Hinek jî cara pêşîn tên Bîranînê, belkî ji ber ku ew meraq dikin ku em li vê civînê çi dikin. Yehowa qîmetê dide wan hemûyan!

2 Yehowa helbet dilxweş dibe ku ew qas mirov tên Bîranînê (Lûqa 22:19). Lê belê ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ne ev e ku çend kes tên, lê ev e ku ew çima tên. Yanî, Yehowa bala xwe dide niyeta wan. Li vê meqaleyê, emê li pirseke gelek girîng binêrin: Çima lazim e ku em herin, ne tenê Bîranînê, lê hemû civînên din jî, yên ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe hazir kirine?

(Li paragrafên 1 û 2yan binêre) *

DILNIZMÎ

3-4. (a) Em çima diçin civînan? (b) Ev yek ku em diçin civînan kîjan sifata me eyan dike? (c) Li gor 1. Korîntî 11:23-26, çima muhîm e ku em herin Bîranînê?

3 Em çima diçin civînan? Sebeba herî muhîm ev e ku em li civînan ji Yehowa re îbadetê bikin. Ji xeynî vê, em diçin civînan ji bo ku em perwerdeya Yehowa bistînin. Kesên pozbilind hewcedariya xwe nabînin ku tiştekî bielimin (3. Yûh. 9). Em ne wisa ne. Em ji dil dixwazin perwerdeya Yehowa û teşkîlata wî bistînin (Îşa. 30:20; Yûh. 6:45).

4 Hazirbûna me li civînan nîşan dide ku em dilnizm in, yanî ku em hazir in ku bielimin. Gava em diçin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em vî emrê Îsa Mesîh bi dilnizmî tînin cih: “Ji bo bîranîna min vê bikin” (1. Korîntî 11:23-26 bixwîne). Ev civîna muhîm hêviya me xurttir dike û tîne bîra me ku Yehowa ji me çi qas hez dike. Feqet Yehowa dizane ku ne bes e ku em di salekê de tenê carekê teşwîq û cesaretê bistînin. Loma ew dixwaze ku em her hefte herin civînan. Dilnizmî alî me dike ku em guh bidin vî emrî. Loma em her hefte wext vediqetînin ku herin civînan û ji bo civînan haziriyê bikin.

5. Kesên dilnizm teklîfa Yehowa çima qebûl dikin?

5 Her sal, gelek însanên dilnizm teklîfa Yehowa qebûl dikin ku ji aliyê wî ve bên perwerde kirin (Îşa. 50:4). Hin kesên ku tên Bîranînê paşê tên civînên din jî (Zek. 8:20-23). Em kêfxweş in ku “alîkar û xelaskarê” me Yehowa me hîn dike û rêberiya me dike (Zeb. 40:17). Ma em dilşad nînin ku em ji aliyê Yehowa û Kurê wî ve tên perwerde kirin? (Met. 17:5; 18:20; 28:20).

6. Dilnizmî çawa alî zilamekî kir ku ew bê Bîranînê?

6 Her sal, em gelek mirovan dawet dikin ku ew bên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Gelek kesên dilnizm ji qebûlkirina vê dawetê pir feyde dîtiye. Mesela, çend sal berê, birayekî me dawetiyeyek dabû zilamekî, lê wî got ku ew nikare bê. Lê belê li şeva Bîranînê, ew zilam dîsa jî hat Salona Îbadetê. Dilgermiya xwişk û birayên me ew qas bitesîr bû ku ev zilam hat civînên din jî. Di temamiya salekê de wî tenê sê caran nikaribû bê civînan. Wî fikra xwe çima guherand û paşê jî hat hemû civînan? Birayê ku ew dawet kiribû paşê wisa got: “Ew zilamekî pir dilnizm e.” Yehowa bêguman ew kişand ba xwe, û ew êdî bûye birayê me (2. Sam. 22:28; Yûh. 6:44).

7. Tiştên ku em li Kitêba Pîroz dixwînin û li civînan dielimin çawa dikarin alî me bikin ku em dilnizm bin?

7 Tiştên ku em li Kitêba Pîroz dixwînin û li civînan dielimin dikarin alî me bikin ku em dilnizm bin. Civînên li heftiyên berî Bîranînê gelek caran bala me dikişînin li ser Îsa Mesîh û dilnizmiya ku wî eyan kir gava wî canê xwe di oxira me de feda kir. Li rojên berî Bîranînê jî, em tên teşwîq kirin ku em ayetên Kitêba Pîroz ên li ser mirin û rabûna Îsa bixwînin. Bi saya tiştên ku em li Kitêba Pîroz dixwînin û li civînan dielimin, şikurdariya me ji bo qurbanbûna Îsa zêdetir dibe. Her çi qas zor be jî, xwesteka dilê me mezintir dibe ku em wek Îsa dilnizm bin û daxwaza Yehowa bînin cih (Lûqa 22:41, 42).

CESARET

8. Îsa cesareta xwe çawa eyan kir?

8 Ji aliyê cesaretê ve jî, em dixwazin Îsa ji xwe re bikin nimûne. Bîne ber çavê xwe ku wî li rojên berî mirina xwe cesareteke çi qas mezin eyan kir. Îsa rind dizanibû ku dijminên wî wê ew kêm bixista, bikuta û bikuşta (Met. 20:17-19). Dîsa jî, ew li ber mirinê nereviya. Gava wext hat, Îsa ji şandiyên xwe re, yên ku li baxçeyê Gêtşemaniyê li ba wî bûn, wisa got: “Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû” (Met. 26:36, 46). Gava elaleta mezin bi şûr û daran hat ku wî bigirin, Îsa xwe da nas kirin û ji leşkeran re got ku bila ew şandiyên wî bihêlin (Yûh. 18:3-8). Çi cesareteke mezin! Îro, şagirtên Îsa yên meshkirî û “miyên din” dixwazin wek Îsa mêrxas bin. Lê çawa?

Gava tu bi mêrxasî diçî civînan, kesên din jî wê ji te cesaretê bistînin (Li paragrafa 9an binêre) *

9. (a) Dibe ku ji me re çima cesaret lazim be ku em herin hemû civînan? (b) Kirinên me çawa dikarin li ser xwişk û birayên me tesîr bikin, ên ku seba baweriya xwe ketine hebsê?

9 Ji bo ku em herin hemû civînan, ji me re carinan cesaret lazim dibe ku em serî bi tengahiyan re derxînin. Mesela, hin xwişk û birayên me, dilşikestî, dilteng an nexweş in, lê dîsa jî tên civînan. Hinek jî ji aliyê malbat an dewletê ve rastî muxalefeta giran tên, lê dîsa jî diçin civînan. Bîne ber çavê xwe ku kirinên me li ser xwişk û birayên me çawa tesîr dikin, ên ku seba baweriya xwe ketine hebsê (Îbr. 13:3). Gava ew dibihîzin ku em ligel tengahiyan dev ji îbadetê bernadin, cesareta wan zêde dibe ku ew jî bawerî û dilsoziya xwe xwedî bikin. Wexta ku Pawlosê şandî li Romayê ket hebsê, ew dilxweş bû gava wî bihîst ku xwişk û birayên wî bi dilsozî ji Xwedê re xizmet dikin (Flp. 1:3-5, 12-14). Demeke kin berî an piştî ku ew hat berdan, Pawlos nameya xwe ji Îbraniyan re nivîsî. Li vê nameyê, wî ji van şagirtên Îsa yên dilsoz re wisa got: “Bila hezkirina biratiyê daîm be” (Îbr. 13:1, KP). Wekî din, Pawlos got ku bila ew tu caran dev ji civînan bernedin (Îbr. 10:24, 25).

10-11. (a) Wê baş be ku em kê ji bo Bîranînê dawet bikin? (b) Efesî 1:7 kîjan sebeba muhîm nîşan dide ku em vêya bikin?

10 Em cesareta xwe eyan dikin gava em meriv, hevalkar û cîranên xwe ji bo Bîranînê dawet dikin. Em çima gazî wan dikin? Em seba kirinên Yehowa û Îsa ew qas şikurdar in ku em dixwazin ku kesên din jî bên Bîranînê. Em dixwazin ku ew jî bielimin ku ew çawa dikarin bi saya fîdyeyê kerema Yehowa bistînin (Efesî 1:7 bixwîne; Pey. 22:17).

11 Gava em bi cesaret li civînan li hev top dibin, em sifateke din jî eyan dikin, a ku Xwedê û Îsa Mesîh jî bi zêdeyî nîşan didin.

HEZKIRIN

12. (a) Civînên me çawa alî me dikin ku em ji Yehowa û Îsa zêdetir hez bikin? (b) Li gor 2. Korîntî 5:14, 15, em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne?

12 Sebebeke din ku em herin civînan ev e ku em ji Yehowa û Îsa hez dikin. Gava em diçin civînan, hezkirina me bi saya tiştên ku em li ser wan dielimin, zêde dibe. Li civînan, em her tim tînin bîra xwe ku Xwedê û Îsa ji bo me çi kiriye (Rom. 5:8). Şîva Xudan tîne bîra me ku Yehowa û Îsa ji însanan çi qas hez dikin. Bi ser de, ew ji kesên ku qîmeta fîdyeyê hê nizanin jî hez dikin. Loma em jî dixwazin bi hal û hereketên xwe Îsa ji xwe re bikin nimûne (2. Korîntî 5:14, 15 bixwîne). Wekî din, em dixwazin pesnê Yehowa bidin ji bo ku wî fîdye daye. Li civînan, em dikarin bi cewabên jidil pesnê wî bidin.

13. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa û Îsa hez dikin?

13 Eger em hazir bin ku ji bo Yehowa û Îsa fedakariyê bikin, ev yek wê nîşan bide ku em ji wan çi qas hez dikin. Carinan lazim dibe ku em fedakariyê bikin ji bo ku em herin civînan. Li gelek deran, civîna di nava heftiyê de êvarê derbas dibe, gava gelek ji me westiyayî ne. Civîna din jî li dawiya heftiyê derbas dibe, gava gelek mirov îstirhetê dikin. Gelo Yehowa dibîne ku em westiyayî ne, lê dîsa jî diçin civînan? Helbet! Bi eslê xwe, fedakariya me çi qas mezin be, Yehowa wê ew qas qîmetê bide hezkirina me (Mar. 12:41-44).

14. Îsa ji aliyê hezkirina fedakar ve çawa ji me re bûye emsal?

14 Ji aliyê hezkirina fedakar ve, Îsa ji me re bûye emsal. Ji xeynî vê ku wî canê xwe di oxira şagirtên xwe de feda kir, wî her roj li xêra wan digeriya. Mesela, gava Îsa westiyayî bû an xemgîn bû, ew dîsa jî bi şagirtên xwe re li hev top dibû (Lûqa 22:39-46). Ji bo Îsa, tiştê herî muhîm ne ev bû ku çi dikare ji mirovan bistîne, lê ev bû ku çi dikare bide (Met. 20:28). Eger em ji Yehowa û ji xwişk û birayên xwe ew qas hez bikin, emê çi ji destê me tê bikin ku em herin Şîva Xudan û hemû civînên din.

15. Em dixwazin bi taybetî alî kê bikin?

15 Em xwişk û birayên hev in, û em dixwazin kesên din jî dawet bikin ku ew bikevin vê malbatê. Lê belê em bi taybetî dixwazin alî xwişk û birayên xwe bikin, ên ku neçalak bûne (Gal. 6:10). Em dixwazin wan bi hezkirinê teşwîq bikin ku ew bên Bîranînê û civînên din. Wek Yehowa û Îsa, em pir şa dibin gava kesên neçalak vedigerin ba Yehowa, yê ku Bav û Şivanê me ye (Met. 18:14).

16. (a) Em çawa dikarin cesaretê bidin hevdû, û em çima hewceyî civînan in? (b) Li van rojan, wê çima baş be ku em gotinên Yûhenna 3:16 bînin bîra xwe?

16 Li van heftiyan, heta ku ji destê te tê mirovan ji bo Bîranînê dawet bike, ya ku li êvara roja Înê, 19 Nîsan 2019, wê bê pîroz kirin (li çarçoveya “Mirovan Dawet Bike” binêre). Bila em her tim herin hemû civînan, ên ku Yehowa ji bo me hazir dike, û bi vî awayî cesaretê bidin hevdû. Dawiya vê dinyayê her ku nêziktir dibe, em hewceyî civînan in ji bo ku em dilnizmî, cesaret û hezkirina xwe biparêzin (1. Sel. 5:8-11). Bila em bi hemû dil û canê xwe nîşan bidin ku em çi qas qîmetê didin hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh! (Yûhenna 3:16 bixwîne).

KILAM 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

^ par. 5 Li êvara roja Înê, 19 Nîsan 2019, emê ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top bibin. Ji bo me, ev roj, roja herî muhîm e. Em çima dixwazin herin vê civînê? Niyeta me helbet ev e ku em dilê Yehowa şa bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku hazirbûna me li Bîranînê û li civînên din di heqê me de çi nîşan dide.

^ par. 50 WÊNEYÊ LI RÛYÊ KOVARÊ: Li seranserê dinyayê, bi milyonan kes tên Şîva Xudan

^ par. 52 RESIM: Birayekî me yê ku seba baweriya xwe ketiye hebsê ji nameyeke ji malbata xwe cesaretê distîne. Ew dizane ku ew nehatiye ji bîr kirin, û ew şa ye ku malbata wî li hemberî tevliheviya siyasî ji Yehowa re dilsoz dimîne.