Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

Em Çawa Dikarin Dilê Xwe Biparêzin?

Em Çawa Dikarin Dilê Xwe Biparêzin?

“Berî her tiştî jî dilê xwe biparêze” (MTL. 4:23).

KILAM 36 Dilê Xwe Xwey ke

PÊŞGOTIN *

1-3. (a) Yehowa çima ji Silêman hez dikir, û Silêman çi bereket stendin? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

GAVA Silêman bû padîşahê Îsraêl, ew hê xort bû. Gava wî dest bi hikumdariya xwe kiribû, Yehowa di xewnekê de ji wî re xuya bû û got: “Ez çi bidim te, bixwaze.” Silêman wisa cewab da: “Ez lawikek biçûk im; bi derketin û ketinê nizanim. ... Niha, bona ku daraziyê ji netewa te re bike, dilekî bi fêhmkarî bide qûlê xwe” (1. Qra. 3:5-10). Ji ber ku Silêman sînorên xwe dizanibûn, wî ji Xwedê “dilekî bi fêhmkarî” xwest. Aşîkar e ku Yehowa çima ji wî hez dikir! (2. Sam. 12:24). Xwedê ji daxwaza Silêman ew qas razî bû ku wî “dilê bi zanyarî û bi fêhmkarî” da wî (1. Qra. 3:12).

2 Heta ku Silêman li ber Xwedê dilsoz dima, Xwedê ew pir bibereket dikir. Ji wî re qedreke mezin hat dayîn ku perestgeha Yehowa ava bike (1. Qra. 8:20). Hîkmeta Silêman pir bi meşhûr bû. Tiştên ku wî bi îlhama Xwedê gotibûn di sê kitêbên Nivîsarên Pîroz de hatine qeyd kirin. Yek ji van kitêban, kîteba Methelokên Silêman e.

3 Peyva “dil” di kitêba Methelokên Silêman de nêzikî 100 caran derbas dibe. Mesela, Methelokên Silêman 4:23 wisa dibêje: “Berî her tiştî jî dilê xwe biparêze.” Li vê meqaleyê, emê bibînin ku peyva “dil” tê çi maneyê. Wekî din, emê cewabên van pirsan jî bistînin: Îblîs çawa xîret dike ku dilê me xera bike? Em çawa dikarin dilê xwe biparêzin? Ji bo ku em li ber Xwedê dilsoz bimînin, gerek em cewabên van pirsên muhîm zanibin.

“DIL” ÇI YE?

4-5. (a) Peyva “dil” tê çi maneyê? (b) Mîsala sihetê çawa nîşan dide ku rewşa me ya hundirîn çi qas muhîm e?

4 Li Methelokên Silêman 4:23, peyva “dil” tê maneya rewşa me ya hundirîn, yanî fikir, hîs, niyet û xwestekên şexsî, yên ku ji derve nayên dîtin.

5 Ji bo ku siheta me baş be, lazim e ku em xwarinên bifeyde bixwin û îdman bikin. Mîna vê, ji bo ku siheta me ya ruhî xera nebe, gerek em her tim xwarinên ruhî bistînin û ji aliyê ruhî ve îdman bikin. Îdmana ruhî ev e ku em baweriya xwe bixebitînin, yanî ku em li gor Kitêba Pîroz bijîn û ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin (Rom. 10:8-10; Aqûb 2:26). A diduyan, mirov carinan ji derve baş xuya dike, lê bi eslê xwe nexweş e. Mîna vê, ji ber ku em diçin civînan û xizmetê, em belkî difikirin ku rewşa me ya ruhî baş e, lê bi eslê xwe, di hundirê me de xwestekên nerast hene (1. Kor. 10:12; Aqûb 1:14, 15). Gerek em ji bîr nekin ku Îblîs dixwaze fikrên xwe têxe dilê me. Metodên wî çi ne? Em çawa dikarin xwe biparêzin?

ÎBLÎS ÇI DIKE KU DILÊ ME XERA BIBE?

6. Armanca Îblîs çi ye, û ew çi dike ji bo ku ew bigihîje vê armancê?

6 Îblîs herî zêde ji xwe hez dike, û ew qanûnên Yehowa qebûl nake. Armanca Îblîs ev e ku em jî mîna wî bibin. Ew helbet nikare zorê li me bide ku em mîna wî bifikirin û hereket bikin. Loma ew metodên din bi kar tîne. Mesela, Îblîs derdora me bi kesên dilxerab ve tije dike (1. Yûh. 5:19). Hêviya wî ev e ku em bi wan re wext derbas bikin û guh nedin şîreta ku “hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike” (1. Kor. 15:33). “Hevaltiya xerab” ser Silêman Padîşah bitesîr bû. Silêman ji xwe re gelek jinên pûtperest anîn. Bi zeman re, van jinan dilê wî ji Xwedê dûr xist (1. Qra. 11:3).

Em çawa dikarin dilê xwe biparêzin ku fikrên Îblîs li ser me tesîr nekin? (Li paragrafa 7an binêre) *

7. Wekî din, Îblîs fikrên xwe çawa belav dike, û çima lazim e ku em di vî warî de hay ji xwe hebin?

7 Îblîs fikrên xwe bi destê fîlm û rêzefîlman belav dike. Ew rind dizane ku çîrok dikarin li ser fikir, hîs û hereketên me tesîr bikin. Îsa jî ji bo hînkirinê çîrok digotin, mesela çîroka Sameriyê dilpak û çîroka kurê windabûyî (Met. 13:34; Lûqa 10:29-37; 15:11-32). Kesên ku di dilê wan de fikrên Îblîs hene dikarin dilê me bi çîrokan xera bikin. Gerek em maqûl bin. Hin fîlm û rêzefîlm helbet dikarin kêfê bidin me bêyî ku fikrên me xera bikin. Lê gerek em hay ji xwe hebin. Gava em qerarê didin ku em li çi temaşe bikin, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ev fîlm an rêzefîlm xwestekên nefsê bi pêş dixe?” (Gal. 5:19-21; Ef. 2:1-3). Eger tu têderxî ku fîlmek fikrên Îblîs bi pêş dixe, gerek tu çi bikî? Ji wê bireve, wekî ku mirov ji nexweşiyeke xerab direve.

8. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew dilê xwe biparêzin?

8 Dê û bavno, gerek hûn dilê zarokên xwe ji bandora Îblîs biparêzin. Hûn bêguman pir dîqet dikin ku zarokên we nexweş nekevin. Mesela, hûn mala xwe paqij dikin û her tiştê ku dikare zerarê bide siheta we an zarokên we, diavêjin. Mîna vê, gerek hûn zarokên xwe ji fîlm, rêzefîlm, lîstikên kompîturê û malperên înternetê biparêzin, ên ku dikarin fikrên Îblîs têxin dilê wan. Yehowa dixwaze ku hûn siheta ruhî ya zarokên xwe biparêzin (Mtl. 1:8; Ef. 6:1, 4). Ji ber vê yekê, wê baş be ku hûn li gor standardên Kitêba Pîroz qaîdeyan deynin. Ji zarokên we yên biçûk re bibêjin ku tenê ji bo çi cure fîlman îzin heye, û alî wan bikin ku ew sebebên van qaîdeyan fehm bikin (Met. 5:37). Gava zarokên we mezin dibin, wan perwerde bikin ku ew karibin xwe bi xwe qerar bidin ku li gor standardên Yehowa çi rast e û çi na (Îbr. 5:14). Ji xeynî vê, bi hal û hereketên xwe ji zarokên xwe re bibin emsal (5. Mû. 6:6, 7; Rom. 2:21).

9. Yek ji fikrên ku Îblîs dixe dilê mirovan çi ye, û ev fikir çima bitalûke ye?

9 Wekî din, Îblîs dixwaze me bixapîne ku em xwe bispêrin aqlê vê dinyayê (Kol. 2:8). Mesela, Îblîs dixwaze ku em di jiyana xwe de herî zêde bikevin pey mal û milk. Hinek digihîjin vê armancê, hinek jî na. Ferq nake ku mirov zengîn bibe an na, talûke eynî ye: Gelek mirovên ku dewlemendiyê ji xwe re dikin armanc siheta xwe, malbata xwe û dostiya Xwedê feda dikin ku bigihîjin vê armancê (1. Tîm. 6:10). Şikur ku Xwedê alî me dike ku em di warê mal û milk de bibin xwediyê nêrîneke maqûl! (Waiz 7:12; Lûqa 12:15).

EM ÇAWA DIKARIN DILÊ XWE BIPARÊZIN?

Wek nobedarên li demên berê, hişyar bimîne û hay ji xwe hebe ku bandorên xerab nekevin dilê te (Li paragrafên 10 û 11an binêre) *

10-11. (a) Gerek em çi bikin ku xwe biparêzin? (b) Li demên berê, nobedaran çi dikir, û wijdanê me çawa dikare ji bo me nobedariyê bike?

10 Ji bo ku em karibin dilê xwe biparêzin, gerek em fehm bikin ku çi talûke hene, û xwe ji van talûkeyan dûr bigirin. Peyva ku li Methelokên Silêman 4:23 wek “biparêze” hatiye wergerandin îşê nobedaran tîne bîra me. Li rojên Silêman Padîşah, nobedar li ser sûrên bajaran disekinîn û mirov hişyar dikirin gava talûke çêdibû. Gava em îşê nobedaran tînin ber çavê xwe, em fehm dikin ku gerek em çi bikin ku Îblîs nikaribe fikrên me xera bike.

11 Li demên berê, nobedar û derîvanên bajêr hevkarî dikir (2. Sam. 18:24-26). Gava dijmin nêzikî bajêr dibû, nobedar bang dikir ku bila derî bên girtin (Nhy. 7:1-3). Wek nobedarekî, wijdanê * me, yê ku li gor Kitêba Pîroz tê perwerde kirin, dikare me hişyar bike gava Îblîs dixwaze li ser dilê me – yanî li ser fikir, hîs, niyet û xwestekên me – tesîr bike. Gava em dengê wijdanê xwe dibihîzin, gerek em guh bidin vî dengî û “deriyan” bigirin.

12-13. Eger em bên ceribandin ku em tiştekî nerast bikin, gerek em çi bikin?

12 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Yehowa dibêje ku “divê di nav [me] de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî an çavbirçîtiyê qet neyê gotin jî” (Ef. 5:3). Lê eger hevalkar an hevaldersên me behsa bêexlaqiyê bikin, gerek em çi bikin? Em dizanin ku gerek em “nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin” (Tît. 2:12). Gava talûkeyeke wisa çêdibe, nobedar – yanî wijdanê me – me hişyar dike (Rom. 2:15). Wexta ku hevalkar an hevaldersên me behsa bêexlaqiyê dikin an resmên bêexlaq dişînin, gelo emê guh bidin dengê wijdanê xwe? Eger tiştekî wisa çêbe, wê baş be ku em “deriyên bajêr bigirin” – yanî temayê biguherînin an ji wê derê herin.

13 Ji me re cesaret lazim e ku em fikir û kirinên nerast red bikin gava em tên ceribandin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa xîreta me dibîne, û ewê hîkmet û qewetê bide me ku em karibin fikrên Îblîs red bikin (2. Dîr. 16:9; Îşa. 40:29; Aqûb 1:5). Wekî din, em çawa dikarin dilê xwe biparêzin?

HIŞYAR BIMÎNE!

14-15. (a) Gerek em dilê xwe ji bo çi vekin, û em çawa dikarin vêya bikin? (b) Methelokên Silêman 4:20-22 çawa alî me dike ku em ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feyde bistînin? (Li çarçoveya “ Kûr Bifikire” binêre.)

14 Ji bo ku em dilê xwe biparêzin, gerek em “deriyan” ji bo tiştên xerab bigirin û ji bo tiştên baş vekin. Li bajarên bisûr, derîvan deriyên bajêr digirtin ku dijmin nekeve hundir. Carinan jî, derîvan derî vedikirin ku erzaq û tiştên din bên anîn. Eger derî her tim girtî bimana, xelkê bajêr wê ji nêzan bimirana. Mîna vê, gerek em jî dilê xwe vekin ku fikrên Xwedê têkevin dilê me.

15 Di Kitêba Pîroz de fikrên Yehowa hene. Loma her ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em îzin didin ku fikrên Yehowa li ser fikir, hîs û kirinên me tesîr bikin. Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feyde bistînin? Ji bo vê, dua pir muhîm e. Xwişkeke me wisa dibêje: “Berî xwendina Kitêba Pîroz, ez dua dikim ku Yehowa alî min bike ku ez Peyva wî bi zelalî fehm bikim” (Zeb. 119:18). Wekî din, gerek em li ser tiştên ku em dixwînin, kûr bifikirin. Eger em dua bikin, Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin, Peyva Xwedê wê bigihîje kûrahiya dilê me, û emê ji fikrên Yehowa hez bikin (Methelokên Silêman 4:20-22 bixwîne; Zeb. 119:97).

16. Gelek kes ji bernameyên JW Broadcasting çawa feyde distînin?

16 Ji bo ku fikrên Xwedê bikevin dilê me, wê baş be ku em li bernameyên JW Broadcasting® temaşe bikin. Cotek wisa dibêje: “Bernameyên ku her meh derdikevin bi rastî bûne cewaba duayên me! Gava em xemgîn in, em ji van bernameyan teşwîq û qewetê distînin. Stranên li ser JW Broadcasting jî pir xweş in; em wan lêdidin gava em xwarinê çêdikin, malê paqij dikin an çay vedixwin.” Belê, ev bername alî me dikin ku em dilê xwe biparêzin. Ew rêyî me didin ku em çawa dikarin wek Yehowa bifikirin û fikrên Îblîs red bikin.

17-18. (a) Eger em li gor 1. Qiralan 8:61 guh bidin Yehowa, netîce wê bibe çi? (b) Serpêhatiya Hîzkiya Padîşah çi rêyî me dide? (c) Li gor Zebûr 139:23, 24 em dikarin ji bo çi dua bikin?

17 Her ku em dibînin ku guhdarîkirina Yehowa çi qas bifeyde ye, baweriya me xurttir dibe (Aqûb 1:2, 3). Em şa ne ku Yehowa me wek zarokên xwe qebûl dike, û xwesteka me her ku diçe zêdetir dibe ku em rizaya wî bistînin (Mtl. 27:11). Gava em tên ceribandin, em dikarin îsbat bikin ku xizmeta me “durû” nîne (Zeb. 119:113). Em dikarin nîşan bidin ku em bi hemû dilê xwe ji Yehowa hez dikin û dixwazin guh bidin wî (1. Qiralan 8:61 bixwîne).

18 Seba ku em biqisûr in, em carinan şaşiyan dikin. Hîzkiya Padîşah jî şaşî kiribûn, lê paşê, wî tobe dikir û “bi hemû dilê xwe” ji Yehowa re xizmet dikir (Îşa. 38:3-6; 2. Dîr. 29:1, 2; 32:25, 26). Bila em fikrên Îblîs red bikin û dua bikin ku em “dilekî bi fehmkarî” bînin meydanê (1. Qra. 3:9; Zebûr 139:23, 24 bixwîne). Eger em dilê xwe biparêzin, emê karibin ji Yehowa re dilsoz bimînin.

KILAM 54 “Eva ye Rê”

^ par. 5 Ji bo ku em li hemberî ceribandinên biçûk û mezin dilsoz bimînin û îzin nedin ku Îblîs me bixapîne û ji Yehowa dûr bixe, gerek em dilê xwe rind biparêzin. Gelo peyva “dil” tê çi maneyê? Îblîs çawa xîret dike ku dilê me xera bike? Em çawa dikarin dilê xwe biparêzin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsên muhîm bistînin.

^ par. 11 NOT: Yehowa em wisa çêkirine ku em karibin fikir, hîs û kirinên xwe analîz bikin û binirxînin. Kitêba Pîroz vê hunerê wek “wijdan” bi nav dike (Rom. 2:15; 9:1). Wijdanekî ku li gor Kitêba Pîroz tê perwerde kirin dikare li gor standardên Yehowa qerar bide ka fikir, kirin an gotinên me baş in an xerab in.

^ par. 56 RESIM: Birayekî me li televîzyonê temaşe dike. Ji nişka ve tiştekî bêexlaq derdikeve, û gerek ew qerar bide ku çi bike.

^ par. 58 RESIM: Nobedar dibîne ku dijmin nêzikî bajêr dibin û ji derîvanan re dibêje ku deriyan bigirin.