Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

“Li Dora Xwe Nenihêre, ji ber ku Xwedayê Te Ez im”

“Li Dora Xwe Nenihêre, ji ber ku Xwedayê Te Ez im”

“Tu metirse, ji ber ku ez bi te re me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ez ê te zexm bikim; belê, ez ê alî te bikim” (ÎŞA. 41:10).

KILAM 7 Yehowa Qeweta Me ye

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Îşaya 41:10 li ser Yoşîkoyê çawa tesîr kir? (b) Ev ayet ji bo kê hatiye nivîsandin?

XWIŞKA me Yoşîkoyê ji doktora xwe xebereke xerab stend. Doktor got ku ew pir nexweş e û tenê çend mehên wê mane. Yoşîkoyê çi kir? Wê ayetek anî bîra xwe: Îşaya 41:10 (bixwîne). Paşê, wê ji doktor re got ku ew ji mirinê natirse. Yoşîko bawer bû ku Yehowa destê wê digire. * Gotinên vê ayetê dilê xwişka me rihet dikir û alî wê dikir ku ew xwe bi temamî bispêre Yehowa. Ev ayet dikare alî me jî bike ku dilê me rihet bimîne gava em rastî tengahiyên giran tên. Ji bo ku em fehm bikin ku em çawa dikarin vêya bikin, bila em bibînin ka Xwedê çima ji Îşaya re wisa got.

2 Serê pêşîn, Yehowa bi van gotinan dixwest teselî bidaya Cihûyên ku wê bihatana sirgûn kirin. Wekî din, Xwedê bi van gotinan dilê me jî rihet dike (Îşa. 40:8; Rom. 15:4). Ji ber ku em niha li “wextên dijwar” dijîn, em bi rastî hewceyî van gotinên teselîker in (2. Tîm. 3:1).

3. (a) Li Îşaya 41:10 çi sozên Xwedê hene? (b) Em çima hewceyî van sozan in?

3 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin sê sozên Yehowa, yên ku li Îşaya 41:10 derbas dibin: (1) Yehowa wê tevî me be, (2) ew Xwedayê me ye û (3) ewê alî me bike. Em hewceyî van sozan in *, çimkî em jî wek Yoşîkoyê rastî nexweşî an tengahiyên din tên. Wekî din, halê dinyayê me aciz dike. Bi ser de, hin dewlet ji Şahidên Yehowa re zilmê dikin. Niha emê van sozên Xwedê yek bi yek lêkolîn bikin.

“EZ BI TE RE ME”

4. (a) Soza yekê kîjan e? (Li jêrenotê jî binêre.) (b) Em çima dikarin xwe bispêrin Yehowa? (c) Gotinên Xwedê li ser te çawa tesîr dikin?

4 A yekê, Yehowa wisa dibêje: “Metirse, ji ber ku ez bi te re me.” * Yehowa xema me dixwe û ji me pir hez dike. Yehowa wisa dibêje: “Tu di çavê min de birûmet û birêz î û ... ez ji te hez dikim” (Îşa. 43:4). Tu kes û tu tişt nikare dilsoziya Yehowa sist bike an hezkirina wî sar bike (Îşa. 54:10). Hezkirin û dostiya wî cesaretê didin me. Çawa ku wî dostê xwe Abram (yanî Birahîm) diparast, ewê me jî biparêze. Yehowa ji wî re wisa gotibû: “Metirse, Abram! Mertalê te ez im” (1. Mû. 15:1).

Bi alîkariya Yehowa, em dikarin li hemberî tengahiyên wek sêl an agir dilsoz bimînin (Li paragrafên 5 û 6an binêre) *

5-6. (a) Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze alî me bike gava em rastî tengahiyan tên? (b) Serpêhatiya Yoşîkoyê çi rêyî me dide?

5 Yehowa hazir e ku alî me bike gava em rastî tengahiyan tên. Ew wisa soz dide xizmetkarên xwe: “Dema tu di nav avê de derbas bibe, ez ê bi te re bim û dema tu di nava çeman de derbas bibe, dê di ser te ve neçin; gava tu di nava agir de bimeşe, tuyê neşewite û dê pêt te neşewitîne” (Îşa. 43:2). Maneya van gotinan çi ye?

6 Yehowa nabêje ku ewê hemû tengahiyên me ji holê rake, lê ewê îzin nede ku em di nava derdan de bifetisin an di agirê tengahiyê de tune bibin. Ew soz dide ku ewê bi me re be û alî me bike ku em ji van çemên çetinahiyê re ‘derbas bibin’. Yehowa wê çi bike? Ewê tirsên me kêm bike da ku em her tim karibin ji wî re dilsoz bimîmin – heta mirinê jî (Îşa. 41:13). Serpêhatiya Yoşîkoyê nîşan dide ku Yehowa çawa alîkarî dike. Keça wê wisa dibêje: “Em şaş diman ku diya me çi qas sebir dikir. Yehowa bi rastî dilrihetî dabû wê. Heta roja mirinê, diya me ji personela nexweşxaneyê û ji nexweşan re behsa Yehowa û sozên wî dikir.” Em ji vê serpêhatiyê çi dielimin? Eger em baweriya xwe bi soza Xwedê bînin ku ewê her tim bi me re be, emê jî li hemberî tengahiyan dilxurt û qewî bibin.

“XWEDAYÊ TE EZ IM”

7-8. (a) Soza diduyan çi bû, û maneya vê sozê çi ye? (b) Yehowa çima ji Cihûyên sirgûnkirî got ku bila ew ‘li dora xwe nenêrin’? (c) Kîjan gotinên Îşaya 46:3, 4 dilê xizmetkarên Xwedê bêguman rihet dikir?

7 A diduyan, Xwedê wisa dibêje: “Li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im.” Maneya van gotinan çi ye? Hevoka “Li dora xwe nenihêre” tê maneya ku gerek mirov xeman nexwe û netirse.

8 Yehowa çima ji Cihûyên ku wê bihatana li Babîlê sirgûn kirin got ku bila ew ‘li dora xwe nenêrin’? Çimkî wî dizanibû ku xelkê Babilê wê ji tiştekî bitirsiya. Ji çi? Li nêzikî dawiya 70 salên sirgûnê, ordiyên Med û Farisan wê hicumî Babîlê bikira. Bi destê vê ordiyê, Yehowa wê xizmetkarên xwe ji sirgûnê bifilitandana (Îşa. 41:2-4). Gava xelkê Babîlê û miletên din didît ku dijmin nêzik dibin, wan ji hev re wisa digot: “Bi metirsî be!” Wekî din, wan pûtên xwe zêde dikirin, çimkî ew bawer bûn ku pûtên wan wê wan biparêzin (Îşa. 41:5-7). Cihûyên dilsoz wek cîranên xwe ji pûtan re îbadet nedikir. Loma Xwedê dilê wan bi van gotinan rihet dikir: “Tu qûlê min î ... li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im” (Îşa. 41:8-10). Bala xwe bide vê yekê ku Yehowa got “Xwedayê te ez im”. Yanî, Yehowa xizmetkarên xwe ji bîr nekiribûn, ew Xwedayê wan bû, û ew xizmetkarên wî bûn. Wî ji wan re got: “Ezê [we] hilgirim û xelas bikim.” Van gotinan bêguman cesaret dida Cihûyên sirgûnkirî (Îşaya 46:3, 4 bixwîne).

9-10. Çima ne lazim e ku em bitirsin? Mîsalekê bide.

9 Îro, halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe, û seba vê, mirov pir xeman dixwin. Kul û derdên dinyayê helbet li ser me jî tesîr dikin. Dîsa jî, ne lazim e ku em bitirsin. Yehowa wisa dibêje: “Xwedayê te ez im.” Ev gotin dilê me çawa rihet dike?

10 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Elî û Hesen li teyareyê sîwar bûne. Ji nişka ve, teyare dikeve turbulansê û diheje. Wê wexte, dengê pîlot tê bihîstin: “Ez kaptanê we me. Emê heta wextekê ji turbulansan derbas bibin. Ji kerema xwe re kemberên xwe girêdin. Ne lazim e ku hûn bitirsin.” Elî dîsa jî ditirse û dibêje: “Em çawa netirsin?” Lê belê Hesen qet natirse. Elî ji wî dipirse: “Tu çima ew qas rihet î?” Hesen dikene û dibêje: “Ez vî pîlotî rind nas dikim. Tu dizanî, ew bavê min e!” Paşê, ew dibêje: “Ez dixwazim behsa bavê xwe bikim. Eger te bavê min nas bikira û zanibûya ku ew çi qas hoste ye, tuyê jî rihet bibûyayî.”

11. Mîsala Elî û Hesen alî me dike ku em çi fehm bikin?

11 Ev mîsal çi rêyî me dide? Wek Hesen, em jî rihet in, çimkî em Bavê xwe Yehowa rind nas dikin. Em dizanin ku ewê li hemberî “turbulansên” van rojên dawîn rêberiya me bike (Îşa. 35:4). Mirovên li derdora me çi qas ziravqetandî bin jî, eger em xwe bispêrin Yehowa, emê dilrihet bin (Îşa. 30:15). Wek Hesen, wê baş be ku em ji “rêwiyên” din re jî behsa baweriya xwe bikin. Hingê ewê jî karibin bawer bin ku çi dibe bila bibe, Yehowa wê piştgiriya wan bike.

“EZ Ê TE ZEXM BIKIM; BELÊ, EZ Ê ALÎ TE BIKIM”

12. (a) Soza sisêyan, a ku emê niha lê binêrin, çi ye? (b) “Bazû” an “milê” Yehowa çi tîne bîra me?

12 A sisêyan, Yehowa wisa soz daye: “Ez ê te zexm bikim; belê, ez ê alî te bikim.” Îşaya berê gotibû ku Yehowa wê xizmetkarên xwe çawa qewî bike: “XUDAN [wê] mîna egîdekî were û dê bazûya wî bona wî serweriyê bajo” (Îşa. 40:10). Li Kitêba Pîroz, peyva “bazû” an “mil” gelek caran qewetê temsîl dike. Ev yek ku milê Yehowa wê hikum bajo tîne bîra me ku Yehowa Padîşahekî pir biqewet e. Bi saya vê qeweta bêemsal, wî xizmetkarên xwe yên berê diparastin û piştgiriya wan dikir, û ew niha jî kesên ku xwe dispêrin wî “zexm” dike û wan diparêze (5. Mû. 1:30, 31; Îşa. 43:10).

Çekên dijminan nikarin li hemberî milê Yehowa serkeftî bibin (Li paragrafên 12 heta 16an binêre) *

13. (a) Yehowa me kengê “zexm” dike? (b) Kîjan soz qewet û baweriya me zêde dike?

13 Gava dijmin li me zilmê dikin, Yehowa soza xwe tîne cih: “Ez ê te zexm bikin.” Li hin welatan, dijmin dixwazin îşê belavkirina mizgînê bisekinînin an teşkîlata me qedexe bikin. Dîsa jî, em ji hicûmên wan bi zêdeyî natirsin. Soza Yehowa qewet û baweriya me zêde dike: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe” (Îşa. 54:17). Ev ayet bala me dikişîne li ser sê nuqteyên muhîm, ên ku li vê ayetê derbas dibin.

14. Em çima şaş namînin gava dijminên Xwedê hicûmî me dikin?

14 A yekê, ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em dizanin ku gelek mirov wê ji me nefret bikin (Met. 10:22). Îsa ji berê de gotibû ku şagirtên wî wê li rojên dawîn zilmê bibînin (Met. 24:9; Yûh. 15:20). A diduyan, pêxembertiya Îşaya nîşan dide ku dijminên me wê bi cure cure çekan hicûmî me bikin. Mesela, ew li ser me derewan dikin, dikin ku me bixapînin an zordariyê li me dikin (Met. 5:11). Yehowa riya dijminên me nagire ku ew nikaribin van çekan li dijî me bi kar bînin (Ef. 6:12; Pey. 12:17). Dîsa jî, ne lazim e ku em bitirsin. Çima?

15-16. (a) Nuqteya sisêyan çi ye, û Îşaya 25:4, 5 vê nuqteyê çawa nîşan dide? (b) Li gor Îşaya 41:11, 12, çi wê bê serê dijminên me?

15 Nuqteya sisêyan jî ev e: Yehowa gotiye ku çekên ku li dijî me tên bi kar anîn wê serkeftî nebin. Çawa ku dîwar me ji firtoneyan diparêze, Yehowa me li hemberî “hilma mirovên tirsehêz” xwedî dike (Îşaya 25:4, 5 bixwîne). Dijminên me wê tu caran nikaribin zerareke daîmî bidin me (Îşa. 65:17).

16 Wekî din, ji bo ku baweriya me xurttir bibe, Yehowa ji me re hûr û kûr dibêje ku çi wê bê serê mirovên ku li dijî me hêrs dikevin (Îşaya 41:11, 12 bixwîne). Dijminên me çi bikin jî, netîce aşîkar e: Hemû dijminên xizmetkarên Xwedê wê bên tune kirin.

EM ÇAWA DIKARIN BAWERIYA XWE QEWÎ BIKIN?

Ji bo ku baweriya te qewî bibe, Kitêba Pîroz her tim bixwîne ku tu Yehowa rind nas bikî (Li paragrafên 17 û 18an binêre) *

17-18. (a) Lêkolîna Kitêba Pîroz çawa dikare baweriya me qewî bike? (b) Ayeta salane ya ji bo sala 2019an çawa dikare alî me bike?

17 Ji bo ku em baweriya xwe qewî bikin, gerek em Yehowa rind nas bikin. Ji bo vê, gerek em Kitêba Pîroz bi zelalî lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin. Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa xizmetkarên xwe li demên berê çawa diparastin. Bi saya van serpêhatiyan, em dikarin bawer bin ku ewê me jî xwedî bike.

18 Îşaya parastina Yehowa wisa tîne zimên: “[Yehowa wê] mîna şivanekî pezê xwe bajo, bi baskê xwe dê berxikan bicivîne” (Îşa. 40:11). Gava Yehowa me dike bin baskê xwe, em xwe emîn û dilrihet hîs dikin. Ji bo ku em li hemberî tengahiyan dilrihet bimînin, ayeta ku xulamê dilsoz û şehreza ji bo sala 2019an hilbijartiye, Îşaya 41:10 e: “Li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im.” Li ser van gotinên teselîker kûr bifikire. Soza Yehowa wê qewetê bide te ku tu karibî serî bi tengahiyan re derxînî.

KILAM 38 Ew wê Te Qewî ke

^ par. 5 Ayeta salane, ya ku ji bo sala 2019an hatiye hilbijartin, behsa sê sozên Xwedê dike ku dilê me rihet dikin gava li derdora me an jî di jiyana me de tiştên xerab diqewimin. Li vê meqaleyê, emê li ser van sozan bişêwirin û bibînin ku em çawa dikarin xemên xwe kêm bikin û xwe zêdetir bispêrin Yehowa. Wê baş be ku tu ayeta salane ezber bikî û li ser wê kûr bifikirî. Ev yek wê alî te bike ku tu karibî serî bi tengahiyên nû re derxînî.

^ par. 3 NOT: Sozên Yehowa wê bêguman bên cih. Ew alî me dikin ku em seba problemên xwe bi zêdeyî xeman nexwin.

^ par. 4 Li Îşaya 41:10, 13 û 14, peyva “metirse” sê caran derbas dibe. Wekî din, li van ayetan, Yehowa çend caran rasterast ji me re dibêje ku ewê çawa alî me bike. Loma eger em dixwazin ji tirsên xwe bifilitin, lazim e ku em xwe bispêrin wî.

^ par. 52 RESIM: Ferdên malbatekê li warên îş, sihet, xizmet û mektebê rastî tengahiyan tên.

^ par. 54 RESIM: Polîs ji nişka ve dikeve civîneke Şahidên Yehowa, lê belê xwişk û birayên me natirsin.

^ par. 56 RESIM: Îbadeta Malbatê dikare alî me bike ku em dilsoz bimînin.