Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4

Şîveke Sivik ji bo Armanceke Muhîm

Şîveke Sivik ji bo Armanceke Muhîm

“Ev bedena min e. ... Ev xwîna min a Peymanê ye” (MET. 26:26-28).

KILAM 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Îsa dixwaze ku em mirina wî çawa bînin bîra xwe? (b) Emê li ser kîjan sifatên Îsa bişêwirin?

HER SAL, em li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh çi dikin? Piraniya me dizanin ku li Bîranînê çi diqewime. Bîranîn çi qas muhîm be jî, ew bi şîveke sivik tê pîroz kirin. Gelo sebeba vê çi ye?

2 Gava Îsa li dinyayê bû, wî rastiyên muhîm bi awayekî sade, zelal û fehmdarî hîn dikirin (Met. 7:28, 29). Mîna vê, ew dixwaze ku em mirina wî jî bi awayekî sade bînin bîra xwe. Bila em bala xwe bidin vê Şîva Xudan. Wekî din, emê bibînin ku Îsa berî mirina xwe çi got û çi kir. Emê bielimin ku Îsa çi qas dilnizm, mêrxas û dilovan e, û emê bibînin ku em çawa dikarin wî zêdetir ji xwe re bikin nimûne.

ÎSA DILNIZM E

Li Bîranînê, nan û şerab tînin bîra me ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo me da û ku ew êdî li ezmanan bûye Padîşah (Li paragrafên 3 heta 5an binêre)

3. Wek Metta 26:26-28 nîşan dide, Şîva Xudan çi qas sade bû, û malzemeyên temelî çi temsîl dikir?

3 Îsa bîranîna mirina xwe tevî 11 şandiyên xwe yên dilsoz saz kir. Ji bo vê bîranîna sade, wî nanê bêhevîrtirş û şeraba ku ji Cejna Derbasbûnê mabûn, bi kar anîn (Metta 26:26-28 bixwîne). Îsa ji şandiyên xwe re got ku nan û şerab beden û xwîna wî temsîl dikin, ên ku wî di oxira mirovan de feda bikirana. Bi îhtimaleke mezin, şandiyên Îsa seba sadetiya vê bîranîna nû şaş neman. Çima?

4. Şîreta ku Îsa da Mertayê çawa nîşan dide ku Îsa bîranîna mirina xwe çima bi şîveke sivik saz kir?

4 Bîne bîra xwe ku çend meh berê, li sala sisêyan a xizmeta Îsa, çi qewimî gava ew çû mala hevalên xwe Lazar, Merta û Meryem. Ji ber ku Mertayê qedrê wî pir digirt, ew bi hazirkirina xwarineke giran mijûl bû. Îsa bi dilnazikî ji wê re got ku xwarineke giran ne lazim e (Lûqa 10:40-42). Paşê, li şeva berî mirina xwe, Îsa şîreta xwe pêk anî û bîranîna mirina xwe bi şîveke sivik saz kir. Ev yek di heqê Îsa de çi nîşan dide?

5. Ev yek ku Şîva Xudan xwarineke sivik e, di heqê Îsa de çi nîşan dide, û ev yek bi Filîpî 2:5-8 ve çawa hevgirtî ye?

5 Îsa dilnizmiya xwe bi hemû hal û hereketên xwe nîşan da. Li şeva dawîn jî, wî dilnizmiyeke mezin eyan kir (Met. 11:29). Wî dizanibû ku wiyê qurbana herî mezin pêşkêş bikira û ku Yehowa wê ew paşê li ezmanan bikira Padîşah. Dîsa jî, wî nedixwest ku şagirtên wî Bîranînê bi cejneke mezin pîroz bikin û bi vî awayî pesnê wî bidin. Wî ji şagirtên xwe re tenê got ku bila ew mirina wî bi vê şîva sivik bînin bîra xwe (Yûh. 13:15; 1. Kor. 11:23-25). Ev şîva sade nîşan dide ku Îsa ne pozbilind bû. Ma em ne dilşad in ku Padîşahê me ew qas dilnizm e? (Filîpî 2:5-8 bixwîne).

6. Gava em rastî tengahiyan tên, em çawa dikarin dilnizmiya Îsa ji xwe re bikin nimûne?

6 Eger em dixwazin dilnizmiya Îsa ji xwe re bikin nimûne, gerek em herî zêde bi xêra kesên din mijûl bin (Flp. 2:3, 4). Bîne bîra xwe ku Îsa li şeva dawîn çi kir. Wî dizanibû ku hindik wext bi şûn de, ewê bê kuştin. Dîsa jî, wî xema şandiyên xwe yên dilsoz dixwar, ên ku wê seba mirina wî xemgîn bibûna. Loma Îsa ew perwerde, teşwîq û teselî kirin (Yûh. 14:25-31). Îsa bi dilnizmî ne bi menfaetên xwe, lê bi xêra kesên din mijûl bû. Çi emsaleke baş!

ÎSA MÊRXAS E

7. Piştî sazkirina Bîranînê, Îsa çawa cesareteke mezin nîşan da?

7 Piştî ku Îsa Mesîh bîranîna mirina xwe saz kir, wî cesareteke mezin nîşan da. Çawa? Wî daxwaza Xwedê qebûl kir û hazir bû ku wek kafir bê kuştin (Met. 26:65, 66; Lûqa 22:41, 42). Îsa dilrastiya xwe heta mirinê parast. Bi vî awayî, wî rûmet da navê Yehowa, wî piştgiriya serweriya Xwedê kir û wî ji bo mirovên tobekar riya jiyana bêdawî vekir. Wekî din, Îsa şagirtên xwe ji bo tengahiyan hazir kirin.

8. (a) Îsa ji şandiyên xwe yên dilsoz re çi got? (b) Li salên piştî mirina Îsa, şagirtên wî cesareta wî çawa ji xwe re dikir nimûne?

8 Ji xeynî vê, cesareta Îsa ji vê dihat dîtin ku wî bala xwe nedida xemên xwe, lê bi hewcedariyên şandiyên xwe yên dilsoz mijûl bû. Piştî ku Cihûda derket, Îsa dest bi Şîva Xudan kir. Bi saya vê şîva sade, şagirtên Îsa wê nîmetên qurbanbûna Îsa û peymana nû bianiyana bîra xwe (1. Kor. 10:16, 17). Îsa ji şagirtên xwe re got ku ji bo ku ew bigihîjin xelata li ezmanan, gerek ew çi bikin (Yûh. 15:12-15). Wekî din, Îsa ji şandiyên xwe re got ku ewê rastî tengahiyan bên û gerek ew wek wî mêrxas bin (Yûh. 16:1-4a, 33). Gelek sal bi şûn de, şagirtên Îsa hê wek wî fedakarî û cesaret eyan dikir. Bi awayekî fedakar, wan di tengahiyan de piştgiriya hev dikir (Îbr. 10:33, 34).

9. Em çawa dikarin wek Îsa mêrxas bin?

9 Îro em jî cesareta Îsa ji xwe re dikin nimûne. Mesela, ji me re cesaret lazim e ku em alî xwişk û birayên xwe bikin, ên ku seba baweriya xwe zilmê dibînin. Eger xwişk û birayên me bi neheqî bên hebs kirin, gerek em çi ji destê me bê bikin ku alî wan bikin û wan biparêzin (Flp. 1:14; Îbr. 13:19). Ji xeynî vê, gerek em mizgînê bi cesaret belav bikin (Kar. 14:3). Wek Îsa, eger em rastî muxalefet û zilmê bên jî, emê tu caran dev ji belavkirina mizgîna Padîşahiyê bernedin. Lê eger cesareta me carinan kêm be, em dikarin çi bikin?

10. Li heftiyên berî Bîranînê, wê baş be ku em çi bikin, û çima?

10 Gava em li ser hêviyê difikirin, a ku qurbanbûna Îsa Mesîh dide me, cesareta me zêde dibe (Yûh. 3:16; Ef. 1:7). Li heftiyên berî Bîranînê, wê baş be ku tu zêdetir bala xwe bidî qîmeta fîdyeyê. Li van heftiyan, ayetên hilbijartî bixwîne û li ser bûyerên ku bi mirina Îsa ve girêdayî ne, dua bike û kûr bifikire. Îcar, gava tuyê herî Bîranînê, maneya nan û şerabê û qîmeta fîdyeyê wê zêdetir dilê te bigire. Gava tu fehm dikî ku Îsa û Yehowa ji bo însanan çi kiriye û tu û hezkiriyên te ji vê çi feyde distînin, xwesteka te wê zêde bibe ku tu bi cesaret heta dawiyê sebir bikî (Îbr. 12:3).

11-12. Heta niha, em çi hîn bûne?

11 Wek me dîtiye, Şîva Xudan hem qîmeta fîdyeyê hem jî dilnizmî û cesareta Îsa tîne bîra me. Ma em şikurdar nînin ku Îsa niha jî van sifatan eyan dike û wek Serokkahînê meyî ezmanî ji bo me “şefaetê” dike? (Îbr. 7:24, 25, KP). Ji bo ku em şikurdariya xwe nîşan bidin, gerek em guh bidin Îsa û mirina wî bi dilsozî bînin bîra xwe (Lûqa 22:19, 20). Em vê yekê li 14ê Nîsanê (li gor salnameya heyvî) dikin – roja herî muhîm a salê.

12 Taybetiyên sade yên Şîva Xudan bala me dikişînin ser sifateke din a Îsa Mesîh. Îsa ev sifat di hemû emrê xwe de eyan dikir. Wekî din, bi saya vê sifatê, Îsa canê xwe di oxira me de feda kir. Kîjan sifat?

ÎSA JI ME HEZ DIKE

13. Yûhenna 15:9 û 1. Yûhenna 4:8-10 li ser hezkirina ku Yehowa û Îsa eyan kiriye, çi dibêjin, û kî ji hezkirina wan feyde distîne?

13 Yehowa ji me pir hez dike. Îsa jî hezkirina Xwedê bi hemû kirinên xwe nîşan da (Yûhenna 15:9; 1. Yûhenna 4:8-10 bixwîne). Îsa bi dil û can hazir bû ku canê xwe ji bo mirovan feda bike. Hem kesên hilbijartî hem jî “miyên din” ji hezkirina ku Yehowa û Îsa bi destê fîdyeyê nîşan daye, feyde distînin (Yûh. 10:16; 1. Yûh. 2:2). Taybetiyên Şîva Xudan jî nîşan didin ku Îsa ji şagirtên xwe çi qas hez dike. Çawa?

Îsa şîva Bîranînê wisa saz kir ku mirovên hemû sedsalan bi hêsanî dikarin Bîranînê pîroz bikin (Li paragrafên 14 heta 16an binêre) *

14. Îsa çawa nîşan da ku ew ji şagirtên xwe hez dike?

14 Ji ber ku Îsa ji şagirtên xwe yên meshkirî hez dike, wî şîveke sade saz kiriye, ne ayîneke tevlihev. Bi zeman re, wê carinan lazim bibûya ku şagirtên meshkirî Bîranînê ligel tengahiyan pîroz bikin (Pey. 2:10). Wan çawa guh daye Îsa?

15-16. Hinekan çawa Şîva Xudan ligel tengahiyan pîroz kir?

15 Di tarîxê de, şagirtên Îsa her tim xîret kiriye ku Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz bikin. Wan çi ji destê wan dihat, dikir ku telîmatên ji bo Şîva Xudan bînin cih. Mesela, gava Birayê Harold King li Çînê bi tena serê xwe li hucreya girtîgehê bû, wî ji malzemeyên ku di destê wî de hebûn, nan û şerab hazir kir. Wekî din, wî roja Bîranînê bi zelalî hesab kir. Gava wext hat, wî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bi tena serê xwe bi kilam, dua û gotarekê pîroz kir.

16 Li Şerê Cîhanî yê Duyemîn, hin xwişkên me, yên ku li kampeke Naziyan girtî bûn, Şîva Xudan di bin talûkeya mirinê de pîroz kir. Ji ber vê ku Şîva Xudan pir sade ye, wan dikaribû Bîranînê bi dîqat pîroz bikin. Wan wisa got: “Em bi hev re li derdora tabûreyekê sekinîn, ku li ser wê destmaleke spî, nan û şerab hebûn. Ronahiya elektrîk wê bitalûke bibûya, loma me tenê mûmek vêxist .... Me ji Xwedê re sonda xwe dubare kir ku em dixwazin bi dil û can navê wî pîroz bikin.” Wan çi baweriyeke mezin nîşan da! Û Îsa çi hezkirineke mezin nîşan da gava wî rê vekir ku em karibin Bîranînê ligel tengahiyan jî bi hêsanî pîroz bikin!

17. Wê baş be ku em kîjan pirsan ji xwe bipirsin?

17 Roja Bîranînê her ku nêziktir dibe, wê baş be ku em van pirsan ji xwe bipirsin: “Ez çawa dikarim Îsa ji xwe re bikim nimûne û hezkirina xwe zêdetir eyan bikim? Gelo ez herî zêde li hewcedariyên xwe an li hewcedariyên xwişk û birayên xwe dinêrim? Gelo ez di daxwazên xwe de maqûl im û sînorên xwişk û birayên xwe dikim hesabê?” Bila em her tim Îsa ji xwe re bikin nimûne û “derdên hev hilgirin” (1. Ptr. 3:8).

VAN DERSAN JI BÎR NEKE

18-19. (a) Di demeke nêzik de, çi wê biqewime? (b) Gava tu Bîranînê tînî ber çavê xwe, tu dixwazî çi bikî?

18 Di demeke nêzik de, emê êdî dev ji pîrozkirina Bîranîna Mirina Îsa Mesîh berdin. Gava Îsa li tengahiya mezin “bê”, ewê “bijartiyên” xwe, yên ku hê li dinyayê dijîn, top bike û bibe ezmanan. Li wê demê, pîrozkirina Bîranînê wê êdî biqede (1. Kor. 11:26; Met. 24:31).

19 Gava emê êdî dev ji pîrozkirina Bîranînê berdin jî, guman tune ku xizmetkarên Yehowa wê Şîva Xudan wek sembola dilnizmî, cesaret û hezkirina herî mezin tu caran ji bîr nekin. Li wê demê, her kesê ku Şîva Xudan pîroz kiribû wê bêguman ji kesên din re behsa wê bikin. Lê belê ji bo ku em niha ji vê şîvê feyde bistînin, lazim e ku em dilnizmî, cesaret û hezkirina Îsa ji xwe re bikin nimûne. Eger em wisa bikin, Yehowa wê me bêguman xelat bike (2. Ptr. 1:10, 11).

KILAM 13 Îsa Mera Mesele ye

^ par. 5 Çend roj bi şûn de, emê ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top bibin, a ku wek “Şîva Xudan” jî tê bi nav kirin. Ev şîva sade li ser dilnizmî, cesaret û hezkirina Îsa Mesîh gelek dersan hîn dike. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin sifatên wî ji xwe re bikin nimûne.

^ par. 55 RESIM: Li sedsala yekê, şagirtên Îsa ji bo Bîranînê li hev top dibin; li dawiya salên 1800an; li kampa Naziyan; û li dema me li welatekî Amerîkaya Başûr; ji ber ku hewa germ e, Salona Îbadetê vekirî ye.