Here Naverokê

Here naverokê

1918 – Sed Sal Berê

1918 – Sed Sal Berê

Kovara The Watch Tower a 1 Çile 1918 bi van gotinan dest pê kir: “Di sala 1918an de, çi wê biqewime?” Şerê Mezin li Ewropayê hê xelas nebûbû, lê belê Lêkolînerên Kitêba Pîroz û hemû dinya seba hin bûyerên baş, ên ku di serê vê salê de qewimîbûn, hêvîdar bûn.

DINYA LI AŞTIYÊ DIGERE

Li 8 Çile 1918, Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson li gotara xwe ji parlamentoya DYAyê re behsa 14 prensîpan kir, ên ku wî ji bo “aştiya adil û saxlem” muhîm didîtin. Wî got ku gerek milet bi awayekî zelal dîplomasiyê bikin, sîlehên xwe kêm bikin û “yekîtiyeke gelemperî” saz bikin, a ku “hem ji bo welatên mezin hem jî ji bo welatên biçûk” wê bifeyde bibûna. Ev “Çardeh Prensîp” paşê bûn bingeha Komeleya Netewan û hevdîtinên li ser Peymana Versailles’ê, ya ku Şerê Mezin qedand.

MEXLÛBIYETA MUXALIFAN

Sala berê her çi qas saleke pir bi zehmet bû jî, * Lêkolînerên Kitêba Pîroz jî li benda aştiyê bûn. Ev yek ji bûyerên ku li civîna salane ya Watch Tower Bible and Tract Society qewimîn, tê fehm kirin.

Li vê civînê, ya ku li 5 Çile 1918 hat saz kirin, çend zilamên bi nav û deng, ên ku ji Beytelê hatibûn derxistin, dixwest kontrola teşkîlatê bi dest bixista. Richard Barber, birayekî dilsoz ê ku wek nazirê rêwî xizmet dikir, bi duayê dest bi civînê kir. Piştî pêşkêşkirina raporeke li ser îşên sala berê, hilbijartina midûran çêbû. Birayê Barber dixwest ku Joseph Rutherford û şeş birayên din bibûna midûr. Paşê, ebûkatekî ku aliyê muxalifan digirt heft zilamên din wek berendam nîşan dan. Di nav wan de, kesên ku ji Beytelê hatibûn derxistin jî hebûn. Di hilbijartinê de, muxalif mexlûb bûn. Piraniya hîsedaran Birayê Rutherford û şeş birayên din wek midûr hilbijartin.

Gelek birayên ku li wê derê hazir bûn got ku ev civîn ji bo wan bû “civîna herî bimbarek”. Mixabin, dilxweşiya wan zû xelas bû.

KITÊBA THE FINISHED MYSTERY

Çend mehan, Lêkolînerên Kitêba Pîroz kitêba The Finished Mystery (Sira Qedandî) belav dikir.

E. F. Crist, birayekî ku li Kanadayê nazirê rêwî bû, behsa jin û mêrekî kir, ê ku The Finished Mystery xwendibû û di hundirê pênc heftiyan de rastiya Kitêba Pîroz qebûl kiribû! Wî got: “Hem jin hem mêr bi temamî weqfkirî ne, û ew rind bi pêş ve diçin.”

Zilamekî ku ev kitêb stend hema ji hevalên xwe re behsa wê kir. Gotinên vê kitêbê li wî pir tesîr kir. Wî got: “Gava ez li ser Bulvara Sisêyan dimeşiyam, tiştek ket ser milê min. Tiştê ku ketibû, ne kevirek bû, lê kitêba ‘The Finished Mystery’ bû. Min ew anî malê û bi temamî xwend ... Paşê, min bihîst ku alimekî dînî ... ev kitêb bi hêrsa xwe ji pencereya xwe avêtibû ... Bi texmîna min, vê hereketa wî ji hemû kirinên wî yên din zêdetir alî mirovan kiriye ku ew bigihîjin hêviya jiyanê ... Bi saya hêrsa vî alimî, em niha pesnê Xwedê didin.”

Li wê demê, muxalifên mîna vî alimî gelek bûn. Li 12 Sibat 1918, dewleta Kanadayê kitêba The Finished Mystery qedexe kir. Wan îdîa dikir ku tê de fikrên serhildêr û fikrên li dijî şer hene. Pir wext derbas nebû ku hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî hicûmî Lêkolînerên Kitêba Pîroz kir. Memûrên dewletê li Mala Beytelê û li ofîsên li New York, Pennsylvania û Kalîforniyayê geriyan. Armanca wan ev bû ku li dijî endamên teşkîlatê îsbatan top bikin. Li 14 Adar 1918, Wezareta Dadê ya DYAyê kitêba The Finished Mystery qedexe kir. Wan digot ku weşandin û belavkirina vê kitêbê zerarê dide şixulê piştgiriya şer û ku ev kitêb Qanûna Casûsiyê îhlal dike.

BIRAYÊN ME DIKEVIN HEBSÊ

Li 7 Gulan 1918, Wezareta Dadê ji bo girtina Giovanni DeCecca, George Fisher, Alexander Macmillan, Robert Martin, Frederick Robison, Joseph Rutherford, William Van Amburgh û Clayton Woodworth ferman derxist. Sûc hat avêtin ser wan ku ew “bi bêqanûnî, bi cirm û bi qesdî bûne sebeba bêîteatî, bêdilsozî û redkirina xizmeta li hêzên leşkerî û behrî yên Dewletên Yekbûyî”. Doza wan li 5 Hezîran 1918 dest pê kir, lê ji destpêkê ve jixwe aşîkar bû ku ewê ceza bistînin. Çima?

Serdozgerê Dewletên Yekbûyî got ku Qanûna Casûsiyê “çekeke bitesîr li dijî propagandayê” ye. Li 16 Gulan 1918, parlamentoyê sererastiyek red kir, a ku kesên ku “melûmatên rast bi niyetên baş û ji bo sebebên heqdar” diweşînin, wê biparastana. Di muzekereyan de, wan gelek caran behsa kitêba The Finished Mystery dikir. Qeyda fermî ya Parlamentoya DYAyê der barê vê kitêbê de wisa got: “Di vî warê propagandayê de, kitêba ‘The Finished Mystery’ yek ji mînakên herî bitalûke ye ... Seba vê kitêbê, leşker dev ji doza me berdidin û dilê xelkê ... li dijî xizmeta leşkeriyê sar dikin.”

Li 20 Hezîran 1918, heşt birayên me ji aliyê jûriyê ve di hemû mijaran de hatin sûcdar dîtin. Rojek bi şûn de, hakim hikmê xwe îlan kir. Wî got: “Propagandaya olî ya ku ji aliyê van bersûcan ve bi xîret hat belav kirin ... ji tofeke ordiya Elman zêdetir xeternak e ... ceza gerek giran be.” Du heftî bi şûn de, ev heşt bira ketin Hebsa Federal a li Atlantayê (Georgia). Cezayên wan 10-20 sal bûn.

BELAVKIRINA MIZGÎNÊ DEWAM DIKE

Li wê demê, Lêkolînerên Kitêba Pîroz rastî muxalefeta xurt dihatin. Bûroya Lêpirsînan (niha wek “FBI” tê nas kirin) îşê wan hûr û kûr lêkolîn kir û bi hezaran belge hazir kirin. Van belgeyan nîşan dida ku xwişk û birayên me dev ji belavkirina mizgînê nedida.

Li nameyeke ji Bûroya Lêpirsînan re, serokê postayê yê Orlandoyê (Florîda) wisa nivîsî: “[Lêkolînerên Kitêba Pîroz] li bajêr mal bi mal digerin. Ew îşê xwe bi zêdeyî li şevê dikin ... Xuya ye ku ew her tim êzingan davêjin êgir ku venemire.”

Fermandarekî Wezareta Şer der heqê çalakiyên Frederick Franz de, ê ku paşê bû endamê Koma Rêberiyê, ji Wezareta Şer re wisa nivîsî: “Franz ... bi firotina nêzikî hezar kitêbên ‘The Finished Mystery’ eleqedar bû.”

Charles Fekel jî rastî zilma giran hat. Dewletê ew girt ji bo ku wî kitêba The Finished Mystery belav kiribû, û wan nameyên wî yên şexsî çavdêrî kirin. Ew li Baltimore’ê (Maryland) ji bo mehekî hat hebs kirin û wek “dijminekî Awistiryayî” hat bi nav kirin, çimkî ew ji xelkê Awistiryayê bû. Li wê demê, DYA û Awistirya dijminên hev bûn. Gava wî li ber pirskeran bi mêrxasî şahidî kir, wî ev gotinên Pawlos anîn bîra xwe: “Wey li min, eger ez Mizgîniyê belav nekim!” (1. Kor. 9:16). *

Ji xeynî vê ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz mizgîn bi xîret belav dikir, wan daxwaznameyek belav kir ku birayên hebskirî bên azad kirin. Anna Gardner wisa got: “Em her tim bi tiştekî mijûl dibûn. Gava birayên me ketin hebsê, em mal bi mal digeriyan, û me bi hezaran îmza top kirin! Me ji xelkê re got ku birayên hebskirî bêsûc in.”

CIVÎNÊN MEZIN

Li wan rojên dijwar, xwişk û bira bi alîkariya gelek civînên mezin ji aliyê ruhî ve hatin teşwîq kirin. Kovara The Watch Tower wisa got: “Îsal ... zêdetirî 40 civînên mezin hatin saz kirin ... Me ji van civînan xeberên pir xweş stendin. Berê, hemû civînên mezin li dawiya havînê an li destpêka payîzê dihatin saz kirin, lê niha, civîn êdî her meh tên saz kirin.”

Kesên dilpak hê hebûn, ên ku guh dida mizgînê. Li civîneke mezin a ku li bajarê Clevelandê (Ohio) hat saz kirin, weke 1.200 guhdarvan hebûn, û 42 kes hatin bin av kirin. Di nav wan de, zarokekî biçûk hebû, ê ku “Xwedê û weqfbûnê ji gelek kesên mezin rindtir fehm dike”.

ÇI WÊ BIQEWIMIYA?

Li dawiya sala 1918an, kes nizanibû ku halê Lêkolînerên Kitêba Pîroz wê çi bibûya. Hin avahiyên li Brooklynê hatin firotin, û merkez derbasî Pittsburghê (Pennsylvania) bû. Gava birayên ku rêberî dikir hê li hebsê bûn, civîna salane ya hîsedaran ji bo 4 Çile 1919 hat plan kirin. Çi wê biqewimiya?

Xwişk û birayên me dev ji îşê xwe berneda. Ew der heqê netîceyê de ew qas bawer bûn ku wan ev ayet wek ayeta sala 1919an hilbijart: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe” (Îşa. 54:17). Pir wext derbas nebû ku guhartinên mezin çêbûn, ên ku baweriya wan xurt kir û ew ji bo işê mezin hazir kir, ê ku li ber wan bû.

^ par. 6 Li meqaleya “One Hundred Years Ago—1917” li Yearbook’a sala 2017an, rûp. 172-176, binêre.

^ par. 22 Serpêhatiya Charles Fekel, ê ku paşê bû endamê Koma Rêberiyê, li meqaleya “Joys Through Perseverance in Good Work” li kovara The Watchtower a 1 Adar 1969 derketibû.