Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Yehowa Qerara Min bi Comerdî Xelat Kiriye

Yehowa Qerara Min bi Comerdî Xelat Kiriye

Gava me belavok dixistin bin deriyên xaniyan, şefeqê nû vedida. Tenê çend xanî mabûn. Sal, sala 1939an bû. Em nîvê şevê rabûbûn ku bi erebeyê zêdetirî saetekê herin Joplinê, bajarekî biçûk ê li aliyê başûrê rojavaya Missouriyê (Amerîka). Me şixulê xwe bê deng û beng xelas kir, û em hema bi erebeyê çûn cihê topbûnê. Li wir, em li bendê bûn ku xwişk û birayên din jî bi erebeyên xwe bên wê derê. Gelo em çima berê şefeqê çûn xizmetê û xizmeta xwe zû bi zû xelas kir? Ezê paşê ji we re bibêjim.

EZ PIR şikirdar im ku dê û bavê min Edna û Fred ez di hezkirina Xwedê de mezin kirime. Gava ez li sala 1934an hatim dinyayê, ew 20 sal Lêkolînerên Kitêba Pîroz (Şahidên Yehowa) bûn. Mala me li Parsonsê bû, bajarekî biçûk ê li başûrê rojhilata Kansasê. Li civata me gelek kesên meshkirî hebûn. Malbata me her tim diçû civînan, û me mizgîn belav dikir. Roja şemiyê piştî nîvro, me gelek caran li kolanan xizmet dikir. Carinan em dibetilîn, lê bavê min piştî xizmetê her tim ji me re dondirme dikirî.

Civata me biçûk bû, lê belê herêma me ya xizmetê mezin bû. Tê de çend bajarên biçûk û gelek çewlik hebûn. Gava em diçûn çewlikan, me gelek caran weşanan bi pere nedifirot, lê bi sebze, hêkên teze (rasterast ji hêlînê) û mirîşkan diguherand. Ji ber ku bavê min pereyên weşanan pêşin dida, wan tiştên ku em ji çewlikan distendin, destek dida xwarina malê.

KAMPANYAYÊN ŞAHIDIYÊ

Dê û bavê min fonografek temîn kir û her tim li xizmetê dişixuland. Ji ber ku ez pir biçûk bûm, min nikaribû ew bişixulanda, lê min alî dê û bavê xwe dikir gava ew li ziyaretên dubare an li kûrsên Kitêba Pîroz gotarên birayê Rutherford li vê cîhazê lêdidan.

Ez û dê û bavê min li ber erebeya bi hoparlor

Bavê min hoparloreke mezin li ser erebeya xwe kir. Ev erebe ji bo belavkirina mizgîne pir baş bû. Bi gelemperî, di serî de muzîk dihat lêdan ku bala mirovan bikişîne, û paşê jî gotareke li ser Kitêba Pîroz dihat lêdan. Piştî gotaran, me weşan didan kesên eleqedar.

Li Cherryvale’ê, bajarekî biçûk ê li Kansasê, gelek mirov li roja Yekşemê diçûn parka bajêr. Polîs îzin neda ku bavê min bi erebeya xwe bikeve parkê, lê li derveyî parkê îzin hebû. Bavê min îtiraz nedikir û diçû kolana li cem parkê ku xelk bi hêsanî bikaribe guh bide gotaran. Piştî gotaran, wî bernameya xwe berdewam dikir. Ez û birayê minî mezin Jerry, me ji vê xizmetê pir kêf distend.

Li salên nêzikî 1940î, me bi saya kampanyayên “birûskê” mizgîn li cihên ku li wê derê muxalefet giran bû, zû belav dikir. Em berî şefeqê radibûn (wek me li Joplînê kiribû), û me bê deng û beng belavok û broşûr dixistin bin deriyên malan. Paşê, em li derveyî bajêr li hev top dibûn ku pêbihesin ku yek ji me ji aliyê polîsan ve hatiye girtin an na.

Li wan salan, me carinan “meşên agahdariyê” dikirin. Ji bo îlankirina Padîşahiya Xwedê, em bi posteran di nav bajêr de dimeşiyan. Carekê, xwişk û birayên me bi postera “Dîn Dek û Dolav e” meşiyan. Ew di hundirê bajêr de weke yek û nîv kîlometre rê çûn û paşê vegeriyan mala me. Şikur ku li wê meşê, xwişk û birayên me rastî muxalefetê nehatin, lê ew rastî gelek kesên eleqedar hatin.

CIVÎNÊN MEZIN DI CIWANTIYA MIN DE

Malbata me gelek caran ji bo civînên mezin ji Kansasê diçû Teksasê. Bavê min li xeta trenê ya Missouri-Kansas-Teksasê dişixulî (ev xet wek “M-K-T” an “Xeta Katy’yê” jî dihat bi nav kirin). Bi saya karta bavê min, em bi trenê diçûn ba merivên xwe û civînên mezin. Xalê min Fred Wismar û jina wî Eulalie li bajarê Temple’ê (Teksas) dijiyan. Xalê min Fred li salên piştî 1900î, gava ew hê ciwan bû, mizgîna Padîşahiyê bihîstibû û hatibû bin av kirin. Paşê, wî ji xwişkên xwe re – ku diya min yek ji wan bû – behsa mizgînê kir. Li Teksasa Navendî, xwişk û birayan ew rind nas dikir, çimkî wî li wê derê wek xulamê mintiqeyê (niha wek “nazirê herêmî” tê bi nav kirin) xizmet kiribû. Ew zilamekî nazik û şêndar bû, û hevaltiya wî pir xweş bû. Gava ez ciwan bûm, xîreta wî li ser min tesîreke pir baş dihişt.

Li sala 1941ê, em ji bo civîneke mezin bi trenê çûn bajarê St. Louisê (Missouri). Hemû ciwan hatibûn dawet kirin ku li cihekî xisûsî rûnên û guh bidin gotara Birayê Rutherford a bi temaya, “Zarokên Padîşah”. Di dawiya gotarê de, Birayê Rutherford û alîkarên wî kitêbeke nû ya bi navê Children (Zarok) ji hemû zarokan re belav kir. Zêdetirî 15.000 zarok û ciwanan ji vê nîmeta ruhî kêf stend.

Li meha Nîsanê ya sala 1943, em çûn civîna mezin a bi temaya “Bikevin Hereketê”, ya ku li bajarê Coffeyville’ê (Kansas) hat saz kirin. Civîneke nû ya bi navê “Kursa Xizmeta Teokratîk” hat îlan kirin. Ev civîn wê li hemû civînan bihata saz kirin. Wekî din, broşûreke nû derket, a ku tê de 52 dersên ji bo vê kursê hebûn. Wê salê, min gotara xwe ya pêşîn pêşkêş kir. Ev civîna mezin ji bo min pir manedar bû, çimkî ez tevî çend kesên din li hewza çewlikekê hatim bin av kirin.

XEYALA MIN: XIZMETA LI BEYTELÊ

Li sala 1951ê, min mekteb xelas kir. Lazim bû ku minê qerar bidaya ku çi bikim. Min pir dixwest li Beytelê xizmet bikim. Birayê min Jerry jî li wir xizmet kiribû. Loma forma min hat şandin buroya Brooklynê. Ev qerara min ji aliyê ruhî ve pir bifeyde bû. Pir wext derbas nebû ku ez hatim qebûl kirin. Hingê li 10ê Adarê ya sala 1952an, min dest bi xizmeta li Beytelê kir.

Min hêvî dikir ku li îşê çapkirina weşanan bişixulim, lê ez wek garson û paşê jî ji bo îşê mutbexê hatim tayîn kirin. Min ji vî îşî pir kêf distend, û ez gelek tiştan elimîm. Loma ez tu caran li çapxaneyê neşixulîm. Ji ber ku saetên şixulê mutbexê cuda bûn, fersend diket destê min ku ez di hundirê rojê de li kitêbxaneya Beytelê lêkolîn bikim. Bi saya vê, ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çûm, û baweriya min xurttir bû. Wekî din, min qerar da ku heta ku ji destê min bê, ezê dev ji Beytelê bernedim. Jerry li sala 1949an ji Beytelê derketibû û bi Patricia zewicîbû, lê mala wan li Brooklynê bû, nêzikî Beytelê. Gava ez li Beytelê nû bûm, wan her tim alî min dikir û cesaret didan min.

Piştî ku ez ketim Beytelê, pir wext derbas nebû ku ez bûm gotarbêjê Beytelê. Birayên ku wek gotarbêjên Beytelê hatibûn hilbijartin diçûn ziyareta civatên ku bi qasî 320 km ji Brooklynê dûr bûn. Li wan civatan, wan gotareke umûmî pêşkêş dikir û tevî civatê derdiketin xizmetê. Gava min gotara xwe ya pêşîn pêşkêş kir, ez pir biheyecan bûm. Li wan salan, ez bi gelemperî bi trênê diçûm civatan. Carekê, li zivistana sala 1954an, ez li roja yekşemê piştî nîvro li trena ku diçû New Yorkê siwar bûm. Bi normalê, ezê serê êvarê bigihîştama Beytelê. Lê belê firtoneyek rabû, berf dibarî û bayekî sar dihat. Elektrîka trenê çû. Tren ancax li sibeha roja duşemê weke saeta 5an gihîşt New Yorkê. Ji wê derê, ez li metroyê siwar bûm û çûm Brooklynê. Ez pir betilî bûm, lê ez dîsa jî rasterast çûm îşê xwe li mutbexê. Zehmetên wisa nikaribû kêfa min xera bikira, ya ku min ji xizmeta tevî dost û hevalên nû distend.

Berî weşana ji studyoya WBBR

Salên pêşîn li Beytelê, ez hatim dawet kirin ku li îstasyona radyoyê ya bi navê WBBR bişixulim. Wê çaxê, studyo li qata diduyan a avahiya 124 Columbia Heights hatibû saz kirin. Ez her heftî beşdarî bernameya lêkolîna Kitêba Pîroz dibûm. Birayê Macmillan, ê ku bi gelek salan li Beytelê xebitîbû, bi dewamî piştgiriya vê programê dikir. Me jê re digot “Birayê Mac”. Ew ji aliyê sebatkirinê ve ji bo ciwanên ku li Beytelê dişixulîn emsaleke pir baş bû.

Me ev belavok belav dikirin ku bala mirovan bikişînin ser WBBR

Li sala 1958an, min tayîneke nû stend. Îşê min ev bû ku tevî mezûnên Mekteba Gîleadê bişixulim. Min alî van xwişk û birayên bixîret dikir ku ew vîzeyên xwe bistînin û herin cihên tayînkirî. Li wê demê, bilêtên teyareyê pir biha bûn. Ji ber vê yekê, piraniya mezûnan bi gemiyên kargoyê diçûn Afrîka û Asyayê. Çend sal bi şûn de, gava bilêtên teyareyê erzantir bûn, piraniya mizgînvanên wezîfedar êdî bi teyareyê diçûn cihên tayînkirî.

Hazirkirina dîplomayên Gîleadê berî bernameya mezûniyetê

SEFERÊN JI BO CIVÎNÊN MEZIN

Li sala 1960î, min ji bo civînên navnetewî ya 1961ê seferên bi teyareyê organîze kirin. Ez jî bi teyareyê ji New Yorkê çûm Hamburgê (Elmanya) ji bo civîna navnetewî. Piştî vê civînê, ez û sê hevalên min ji Beytelê, me erebeyek kirê kir û em çûn Îtalyayê ji bo ziyareta buroya Romayê. Ji wir, em çûn Fransayê, derbasî çiyayên Pîrenêyê bûn, û gihîştin Spanyayê, ku belavkirina mizgînê li wê derê qedexe bû. Me çend weşan – ên ku wek hediyeyên paketkirî xuya dikir – teslîmî birayên li Barselonayê kirin. Ev hevdîtineke pir biheyecan bû! Paşê, em çûn Amsterdamê, û ji wê derê bi teyareyê vegeriyan New Yorkê.

Li sala 1962an, min alî 583 delegeyên hilbijartî kir, ên ku wê li welatên cuda biçûna civîna navnetewî ya bi temaya “Mizgîna Herheyî”. Ewê biçûna civînên Ewropa, Asya û Pasîfîka Başûr. Ji van deran, ewê derbasî bajarên Honoluluyê (Hawaî) û Pasadenayê (Kalîforniya) bibûna. Wekî din, delege wê biçûna Libnan û Urdunê ji bo ku der heqê cihên de ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, melûmatê bistînin. Bilêtên teyareyê, otel û hemû îşên vîzeyê ji aliyê departmana me ve hatin organîze kirin.

HEVALEKE NÛ

Ji bo min, sala 1963an saleke pir xweş bû. Li 29ê Hezîranê ya vê salê, ez bi Lila Rogers zewicîm. Ew sê sal berê ji Missouriyê hatibû Beytelê. Heftiyek piştî zewaca me, ez û Lila, em derketin gera dinyayê û çûn Yewnanistan, Misir û Libnanê. Ji Bêrûtê, em bi teyarê çûn balafirgeheke biçûk a li Qudsê. Îşê belavkirina mizgînê li Urdunê qedexe bû, û ji me re gotibûn ku Şahidên Yehowa li wê derê nikarin vîze bistînin. Loma gava em gihîştin Qudsê, me nizanibû ku çi wê biqewime. Lê gava em gihîştin wê derê, çend xwişk û bira li ser termînalê disekinîn, û di destên wan de postereke mezin hebû: “Şahidên Yehowa, Hûn bi Xêr Hatin!” Tûra Urdunê pir xweş bû. Em çûn cihên ku Birahîm, Îshaq û Aqûb dijiyan, ku Îsa û şagirtên wî mizgîn belav dikir û ku belavbûna mizgînê dest pê kir (Kar. 13:47).

Niha 55 sal e ku em bi hev re xizmet dikin. Em çend caran çûn Spanya û Portûgalê gava îşê me li wan welatan qedexe bû. Me xwişk û bira teşwîq dikirin, ji wan re weşan dianîn û hewcedariyên wan ên din tedarek dikirin. Carekê, em çûn ziyareta çend birayên ku li bajarê Cádizê (Spanya) li hebsê bûn. Li hebsê, min gotareke teşwîqdar pêşkêşî wan kir.

1969: tevî Patricia û Jerry Molohan, gava em diçûn civîna mezin bi navê “Aştiya li Ser Erdê”

Ji sala 1963yan û pê ve, min ji bo civînên navnetewî yên li Afrîka, Awistralya, Amerîkaya Navîn, Amerîkaya Başûr, Ewropa, Rojhilata Dûr, Hawaî û Porto Rîkoyê tûr organîze kirine. Ez û Lila, em li gelek civînên mezin çûn. Mesela, li sala 1989an, em çûn civîna mezin li bajarê Warşovayê (Polonya). Gelek xwişk û birayên ji Rûsyayê jî hatin wê civîna mezin. Gelek ji wan cara pêşîn hatin civîneke mezin! Me çend xwişk û bira nas kirin, ên ku seba baweriya xwe bi salan li girtîgehên Sovyet mabûn.

Wekî din, ez hatime şandin buroyên li seranserê dinyayê ji bo ku ez malbatên Beytelê û mizgînvanên wezîfedar teşwîq bikim. Gava em cara dawîn çûn buroya Koreya Başûr, em li girtîgeha Suwonê rastî 50 birayan hatin. Nêrîna wan gişt pozîtîf bû, û wan ji dil dixwest vegerin îşê belavkirina mizgînê. Me ji vê ziyaretê pir teşwîq stend! (Rom. 1:11, 12).

YEHOWA XIZMETKARÊN XWE BIBEREKET DIKE

Di emrê xwe de, min dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa bibereket dike. Gava ez li sala 1943an bin av bûm, hejmara Şahidên Yehowa 100.000 bû. Îro, li 240 welat û herêman zêdetirî 8.000.000 xizmetkarên Yehowa hene. Di vî îşî de, keda mezûnên Gîleadê mezin e. Dilê min pir şa ye ku min bi gelek ji wan hevkarî kiriye û alî wan kiriye ku ew bigihîjin tayînên xwe.

Ez şikurdar im ku min di ciwantiya xwe de qerar dabû ku bikevim Beytelê. Yehowa ez her tim pir bibereket kirime. Ji xeynî xizmeta Beytelê, me bi salan li civatên Brooklynê xizmet kiriye, û gelek dost û hevala dîtinê.

Bi alîkariya Lilayê, ez hê jî di Beytelê de dixebitim. Her çi qas emrê min niha 84 e, ez ji şixulê xwe – yanî ji nivîsandin, belavkirin û dosyakirina nameyan – hê jî kêfê distînim.

Ez û Lila, îro

Ez pir şa me ku ez di teşkîlata Yehowa de me. Ferqa nav kesên ku ji Yehowa re xizmet dikin û yên ku ji wî re xizmet nakin, çi qas mezin e! Gotinên Maleyaxî 3:18 li ber çavê me hatine cih: “Hûnê wê çaxê vegerin û di navbera yê salih û yê xerab de û di navbera yê ku qûlitiyê ji Xwedê re dike û yê ku jê re qûlitiyê nake de cihêtiyê bikin.” Her roj, em dibînin ku sîstema Şeytan her ku diçe xera dibe. Gelek mirovên vê dinyayê bêçare ne û ji jiyana xwe pir kêfê nastînin. Lê kesên ku ji Yehowa hez dikin û ji wî re xizmet dikin, dilşad in – her çi qas zeman xerab be jî – û xwediyê hêviyeke saxlem in. Çi îmtiyazeke mezin e ku em mizgîna Padîşahiyê belav dikin! (Met. 24:14). Di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê vê dinyaya xerab helak bike û dinyayeke nû ava bike. Li wê demê, xizmetkarên Yehowa yên dilsoz wê bigihîjin siheta bêqisûr û jiyana bêdawî.