Here Naverokê

Here naverokê

Cedar Point (Ohio), 1919: Birayê Rutherford li civîna mezin gotarekê pêşkêş dike

1919 – Sed Sal Berê

1919 – Sed Sal Berê

PIŞTÎ çar salan, Şerê Mezin (niha wek “Şerê Cîhanî yê Yekemîn” tê bi nav kirin), li sala 1919an xelas bû. Li dawiya sala 1918an, miletan dev ji şerkirinê berdabû, û li 18 Çile 1919, Konferansa Aştiyê ya Parîsê dest pê kir. Li vê konferansê, Peymana Versailles’yê hat amade kirin. Bi vê peymanê, şerê di nav Almanya û Hevalbendan de bi resmî hat qedandin. Peyman li 28 Hezîran 1919 hat îmza kirin.

Wekî din, vê peymanê teşkîlateke nû saz kir: Komeleya Neteweyan. Armanca vê komeleyê ev bû ku “hevkariya navnetewî bi pêş bixe û aştî û emniyeta navnetewî bi dest bixe”. Gelek dêran piştgiriya Komeleya Neteweyan dikir. Encûmena Federal a Dêrên Mesîh a li Amerîkayê ev komele wek “îfadeya siyasî ya Padîşahiya Xwedê ya li rûyê erdê” didît. Vê encûmenê delegeyên xwe şandin Konferansa Aştiyê ya Parîsê. Yek ji van delegeyan got ku vê konferansê “deriyê dewraneke nû vekir”.

Belê, dewraneke nû dest pê dikir, lê belê deriyê vê dewranê ji aliyê delegeyên konferansa aştiyê ve nehat vekirin. Li sala 1919an, dewraneke nû dest pê kir gava Yehowa qewet da xizmetkarên xwe ku ew mizgînê zêdetir belav bikin. Lê belê berî vê, lazim bû ku Xwendekarên Kitêba Pîroz tiştekî muhîm biguherînin.

QERAREKE ZOR

Joseph Rutherford

Hilbijartina midurên Watch Tower Bible and Tract Society’yê ji bo roja Şemiyê, 4 Çile 1919 hat plan kirin. Li wê demê, Joseph Rutherford, ê ku rêberiya xizmetkarên Yehowa dikir, tevî heft birayên din bê sebeb ketibû hebsa Atlantayê (Georgia, DYA). Gelo wê baştir bûya ku birayên hebskirî ji nû ve bihatana hilbijartin yan jî ku birayên din bihatana hilbijartin?

Evander Coward

Li hebsê, birayê Rutherford ji bo îstiqbala teşkîlatê xem dixwar. Wî dizanibû ku hin birayan dixwest kesekî din wek serok hilbijarta. Ji ber vê yekê, birayê Rutherford ji wan re nameyek nivîsî. Di nameya xwe de, wî tewsiye kir ku Evander Coward wek serok bê hilbijartin. Rutherford got ku birayê Coward mirovekî “sakîn”, “serwext” û “ji Xudan re dilsoz” e. Lê belê gelek birayan dixwest hilbijartinê ji bo şeş mehan paş bixin. Avûkatên ku birayên hebskirî diparastin, qayil bûn. Muzakere her ku diçû gur dibû.

Richard Barber

Çend sal bi şûn de, Richard Barber got ku problem çawa safî bû. Yek ji birayên ku li wê derê bû wisa got: “Ez avûkat nînim, lê di heqê meşrûtiya vê meseleyê de, ez qanûna dilsoziyê dizanim. Xwedê dixwaze ku em dilsoz bin. Ji bo ku em dilsoziya xwe nîşan bidin, bila em birayê Rutherford ji nû ve wek serok hilbijêrin” (Zeb. 18:25).

Alexander Macmillan

Birayê Macmillan, ê ku tevî birayê Rutherford li hebsê bû, got ku rojek bi şûn de, birayê Rutherford li dîwarê hucreya wî xist û got: “Destê xwe dirêj bike.” Paşê, birayê Rutherford telegramek da wî. Li gor telegramê, hemû endamên koma îdarî ji nû ve hatibûn hilbijartin, Joseph Rutherford wek serok hatibû hilbijartin, û William Van Amburgh jî wek xezînedar hatibû hilbijartin.

BER BI AZADIYÊ!

Gava 8 bira li hebsê bûn, Xwendekarên Kitêba Pîroz ên dilsoz daxwaznameyek hazir kir ku birayên hebskirî bên azad kirin. Van xwişk û birayên mêrxas zêdetirî 700.000 îmza top kirin. Li roja Çarşemê, li 26 Adar 1919, berî ku daxwazname hat şandin, birayê Rutherford û birayên din ji hebsê azad bûn.

Piştî ku birayê Rutherford ji hebsê derket, wî di gotarekê de wisa got: “Ez bawer im ku tiştên ku hatin serê me, me ji bo tengasiyên hê mezintir hazir dikin. ... We ne tenê ji bo vê micadele kir ku em ji hebsê derkevin. Ev yek tenê meseleyeke biçûk bû. ... We micadele kir ku hûn rûmetê bidin Yehowa, û we bereketeke mezin stendiye.”

Ev yek ku doza birayên me çawa derbas bû rêberiya Yehowa eyan dike. Li 14 Gulan 1919, mehkemeya temyîzê wisa qerar da: “Li vê dozê, meznûnan ... muameleya bêteref nedîtiye. Ji ber vê yekê, hikm tê betal kirin.” Sûcên giran hatibûn avêtin ser birayên me, û eger ew tenê bihatana efû kirin yan eger cezayên wan bihatana avêtin paş, hikmên wan wê di sicîla wan de bimana. Lê niha, hemû îdîa êdî hatin berdayîn. Di netîceyê de, birayê Rutherford tescîla xwe ya avûkatiyê winda nekir, û piştî ku ew ji hebsê derket, wî xizmetkarên Yehowa gelek caran li ber Mehkemeya Bilind a Dewletên Yekbûyî mudefa kirin.

BER BI XIZMETÊ!

Birayê Macmillan wisa got: “Me nedixwest betal rûniştana heta ku Xudan me bibe ezmanan. Me fehm kir ku gerek em tiştekî bikin ku em têderxin ku daxwaza Xudan bi rastî çi ye.”

Lê belê birayên li merkezê nikaribû îşê xweyî berê berdewam bikira. Gelo çima? Gava ew li hebsê bûn, hemû qalibên çapxaneyê, yên ku ji bo çapkirina weşanan hatibûn bi kar anîn, hatibûn xera kirin. Loma ew xemgîn bûn, û hin ji wan meraq dikir ka belavkirina mizgînê êdî xelas bûye yan na.

Gelo mirovan hê dixwest guh bidaya mizgîna Padîşahiyê? Ji bo stendina cewaba vê pirsê, birayê Rutherford qerar da ku gotarekê pêşkêş bike, û her kes wê bihata dawet kirin. Birayê Macmillan wisa got: “Em difikirîn ku eger kes neyê vê civînê, emê bizanibin ku îşê me êdî xelas bûye.”

Los Angeles (Kalîforniya), 1919: Îlana rojnameyê ya ji bo gotara birayê Rutherford a bi temaya “Hêviya ji bo Kesên ku di Tengasiyê de ne”

Li roja Yekşemê, li 4 Gulan 1919, birayê Rutherford her çi qas giran nexweş bû jî, wî gotara bi temaya “Hêviya ji bo Kesên ku di Tengasiyê de ne” li Los Angelesê (Kalîforniya) pêşkêş kir. Weke 3.500 kes hatin vê civînê, û ji bo sedan kes jî cih nema. Roja din, 1.500 kes hatin. Birayên me cewaba pirsa xwe stendin: Belê, mirov dixwazin mizgînê bibihîzin.

Paşê, birayên me tiştekî wisa kir ku heta rojên me li ser belavkirina mizgînê tesîr dike.

BER BI MEZINBÛNÊ!

Li kovara The Watch Tower a 1 Tebax 1919 hat îlan kirin ku li destpêka meha Îlonê, civîneke mezin wê li Cedar Pointê (Ohio) bê saz kirin. Clarence Beaty, birayekî ciwan ê ji Missouriyê, wisa tîne bîra xwe: “Her kesî dixwest here wê derê!” Zêdetirî 6.000 xwişk û bira hatin vê civînê. Tu kes nedifikirî ku ew qas mirov wê bên. Bi ser de, zêdetirî 200 kes li Gola Erieyê – ya ku nêzikî cihê civînê bû – hatin bin av kirin.

Hejmara pêşîn a kovara The Golden Age a 1 Cotmeh 1919

Li 5 Îlon 1919, li roja 5an a civîna mezin, birayê Rutherford li gotara xwe ya bi temaya “Gotara ji bo Hevalkaran” îlan kir ku kovareke nû ya bi navê The Golden Age wê derkeve. * Wî got ku armanca vê kovarê ev e ku “nûçeyên girîng îlan bike û şîrove bike ku li gor Nivîsarên Pîroz, maneya van bûyerên mezin çi ye.”

Hemû Xwendekarên Kitêba Pîroz hatin teşwîq kirin ku mizgînê bi alîkariya vê weşana nû bi mêrxasî belav bikin. Nameya ku nîşan dida ku ev îş gerek çawa bê kirin, wisa got: “Bila hemû xwişk û birayên binavkirî ji bîr nekin ku xizmeta me îmtiyazeke mezin e, û bila ew çi ji destê wan tê bikin ku mizgînê li seranserê dinyayê belav bikin.” Gelek mizgînvanan ev dawet qebûl kir! Heta meha Kanûnê, mizgînvanên bixîret zêdetirî 50.000 abonmana ji bo kovara nû stendin.

Brooklyn, New York: Çend bira li ber kamyoneke ku bi kovarên The Golden Age tije ye, disekinin

Li dawiya sala 1919an, xizmetkarên Yehowa êdî ji nû ve qewet stendibû û ji bo îşên mezin hazir bûn. Wekî din, çend pêxembertiyên muhîm ên di heqê rojên dawîn de hatibûn cih. Mesela, safîkirin û paqijkirina xizmetkarên Xwedê, ya ku li Maleyaxî 3:1-4 ji berê de hatibû pêxembertî kirin, êdî xelas bû. Xizmetkarên Yehowa ji bindestiya “Babîla Mezin” azad bûn, û “xulamê dilsoz û şehreza” ji aliyê Îsa Mesîh ve hat tayîn kirin * (Pey. 18:2, 4; Met. 24:45). Xwendekarên Kitêba Pîroz êdî ji bo îşê Yehowa hazir bûn!

^ par. 22 Navê kovara The Golden Age li sala 1937an wek Consolation û paşê jî li sala 1946an wek Awake! hat guherandin.

^ par. 24 Li Gözcü Kulesi (bi zimanê Tirkî), 15 Tîrmeh 2013, rûp. 10-12, 21-23; Birca Qerewiliyê (bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê), Adar 2016, rûp. 29-31 binêre.