Here Naverokê

Here naverokê

Lazim e ku mirov bên hişyar kirin berî ku “firtoneya” Xwedê dest pê bike!

Fermanên Xwedê – Gelo Xwedê Mirovan ji Berê de Hişyar Dike?

Fermanên Xwedê – Gelo Xwedê Mirovan ji Berê de Hişyar Dike?

METEOROLOG li resmê radarê dinêre. Ew dibîne ku firtoneyeke mezin nêzikî bajarekî dibe. Ji ber ku meteorolog ji bo emniyeta xelkê xem dikişîne, ew çi ji destê wî tê dike ku wan hişyar bike.

Mîna vê, Yehowa niha însanan hişyar dike ku “firtoneyeke” pir mezin nêzik e. Gelo Yehowa mirovan çawa hişyar dike? Em ji ku dizanin ku ew têra xwe wext dide mirovan? Ji bo cewabên van pirsan, emê hin fermanên Xwedê yên berê muzakere bikin.

LI DEMÊN BERÊ, XWEDÊ ÇAWA MIROV HIŞYAR DIKIRIN?

Li demên berê, gava mirovan guh nedida qanûnên Yehowa, wî ji berê de ji wan re digot ku ewê “firtone” bîne ser wan (Mtl. 10:25; Yêr. 30:23). Xwedê her tim ji berê de xeber dida mirovan, û wî ji wan re digot ku gerek ew dev ji xerabiyê berdin (2. Qra. 17:12-15; Nhy. 9:29, 30). Ji bo ku mirov guh bidin û sax bimînin, Xwedê gelek caran fermanên xwe bi navgîniya xizmetkarên xwe ji wan re îlan dikirin (Amos 3:7).

Yek ji van xizmetkarên dilsoz, Nûh pêxember bû. Bi gelek salan, wî bi mêrxasî mirovên bêexlaq û zordar hişyar dikirin ku Tofaneke mezin wê bê ser wan (1. Mû. 6:9-13, 17). Wekî din, wî ji wan re got ku gerek ew çi bikin ji bo ku ew sax bimînin. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz Nûh wek “peyvbêjê rastdariyê” bi nav dike (2. Ptr. 2:5).

Nûh çi qas xîret kir jî, mirovan guh neda xebera wî, çimkî ew bêbawer bûn. Di netîceyê de, ew gişk di Tofanê de mirin (Met. 24:39; Îbr. 11:7). Gava helakbûna wan nêzîk bû, wanê êdî nikaribûya bigota ku Xwedê ew hişyar nekiribûn.

Car caran, Yehowa wexteke kin berî destpêkirina “firtoneya” fermanên xwe xeber dida mirovan. Dîsa jî, wî têra xwe wext dihişt ku mirov karibin bifilitin. Ji bo mînak, Yehowa Mûsa û Harûn şandin ba Fîrawûn û xizmetkarên wî ku ew ji wan re bibêjin ku roja din, zîpika qayîm wê bibare. Ev yek wê bibûya belaya 7an. Gelo Xwedê têra xwe wext hişt ku mirov ji vê belayê bifilitin? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Di nava qûlên Fîrawûn de, yên ku ji gotina XUDAN ve tirsiyan qûlên xwe û heywanên xwe revandin xaniyan û yên ku guh nedan gotina XUDAN jî qûl û heywanên xwe, di zeviyê de hiştin” (2. Mû. 9:18-21). Belê, Yehowa ew ji berê de hişyar kiribûn, û yên ku guh da Yehowa ji vê belayê bi zêdeyî zerar nedîtin.

Wekî din, Fîrawûn û xizmetkarên wî berî belaya 10an jî hatibûn hişyar kirin, lê ne xema wan bû (2. Mû. 4:22, 23). Di netîceyê de, nûxuriyên wan mirin. Çi heyf e! (2. Mû. 11:4-10; 12:29). Gelo têra xwe wexta wan hebû ku malbatên xwe biparêzin? Belê! Berî belaya 10an, Mûsa ji Îsraêliyan re gotibû ku gerek ew çi bikin ku malbatên xwe biparêzin (2. Mû. 12:21-28). Çend mirovan guh da Mûsa? Li gor hin texmînan, weke 3 milyon însan – ku di nav wan de hem Îsraêlî hem jî gelek Misrî û kesên ji miletên din jî hebûn – ji fermana Xwedê filitîn û ji welatê Misrê derketin (2. Mû. 12:38).

Wek em ji van mîsalan dibînin, Yehowa her tim têra xwe wext dihişt ku mirov guh bidin wî (5. Mû. 32:4). Xwedê çima wisa dikir? Petrûsê şandî got ku Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9). Belê, Xwedê xema mirovan dixwar. Wî dixwest ku ew tobe bikin û guh bidin wî berî ku fermana wî pêk bê (Îşa. 48:17, 18; Rom. 2:4).

XWEDÊ ÎRO JÎ MIROVAN HIŞYAR DIKE

Îro jî lazim e ku mirov guh bidin xebereke ku li seranserê dinyayê tê îlan kirin. Gava Îsa li dinyayê bû, wî got ku rojekê, ev sîstem wê di ‘tengahiyeke mezin’ de bê helak kirin (Met. 24:21). Wekî din, Îsa ji berê de hûr û kûr gotibû ku berî pêkhatina vê fermanê çi wê biqewime. Di vê pêxembertiyê de, Îsa behsa hin bûyerên mezin kir, ên ku em îro dibînin (Met. 24:3-12; Lûqa 21:10-13).

Yehowa dixwaze ku her kes teslîmî hikumdariya wî ya dilovan be. Ji xeynî vê ku kesên guhdar li dinyaya nû bereketan bistînin, jiyana wan îro jî baştir dibe (2. Ptr. 3:13). Wek Îsa ji berê de gotibû, mizgîna Padîşahiyê niha li seranserê dinyayê tê îlan kirin ji bo ku mirov baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin (Met. 24:14). Xwedê alî xizmetkarên xwe dike ku ew vê mizgînê li 240 welat û herêman belav bikin. Ew dixwaze ku her kes guh bide û ji “firtoneya” fermana wî bifilite (Tsf. 1:14, 15; 2:2, 3).

Wek me dîtiye, Yehowa her tim têra xwe wext dide mirovan ku ew guh bidin xebera wî. Pirsa muhîm ev e: Gelo mirov wê guh bidin xebera Xwedê heta ku wext heye? Bila em çi ji destê me tê bikin ku em alî mirovan bikin ku ew li dawiya vê sîstemê sax bimînin!